KURD Û PÊŞKETINA WAN E BI CIVAKÎ BI KEVNEŞOPÎYA WAN RE
Ku mirov bahse civakê û heyina wê bike, di vê çerçovê de divêt ku cihê mirov ji were ser ziman. Di serî de, heyîn û hebûna mirov were salixkirin. Mirov, ku xwe û cihê xwe naskir, di nav civakê û koma xwe ye civakê de, wê bêhtirî were fahm kirin. Di nav civake kurd, de ku mirov bahse wê bike, divêt ku mirov hinekî bi teybet li ser vê yekê mirov bisekinê. Di aslê xwe de, mirov bi teybetî, ji demê berê hildê dest û bêne ser ziman. Ev yek jî her weha giring e, ku divêt ku mirov wê bike.
Di dîrokê de, ku mirov li pêşketinê dimeyîzêne, mirov dibêne ku bi vir ve, xate pêşketinê tê û pêşketin û pêşveçûn dibê. Ji bo kurd û civake wan ji, her weha ev yek wilo ya û giring e. Lê ku mirov li dîrokê meyîzêne û civakê kurd dem bi dem bêne ser ziman jî, di vir de mirov hinekî zorê ji dikişêne. Ji ber ku xwediyê dîrokeka ku pir demdirêj in û di derbarê wê dîroka dirêj e ku divêt ku ji her aliyî ve were ser ziman, em ne wilo zêde xwediyê zanebûneka tememî na. Di derbarê pêşketine civake kurd e demên berê de, lê em xwediyê heyîne têgihiştine, ku em wê jî bênine li ser ziman, wê di derbarê wê dîroka wan de emê bine xwediyê zanebûneka mazin. Dîrok, di hanîna li ser ziman de bi e bi xalk û civakê re, rêvebertî û serwertiya bi vê hertimî weyn leyistiya ku were ser ziman. Ku mirov di dîroka kurdan meyîzêne, mirov vê yekê jî dibîne. Lê di her xal û dera wê de kevneşopî derdikeve pêşiya, ku em bi wê û wê bênine ser ziman. Di vir de, di aslê xwe de, kevneşopî, jîr û têgihiştina civakê dihêne ser ziman. Di deme xalkîtiyê de ji, jîr û têgihiştina xalkitiyê dihêne ser ziman.
Bi vê yekê re, mirov karê ji vê peragrafa xwe ye ser vê bide berdewam kirin û vê peragrafa xwe bêne ser ziman. Em, ji kevneşopî di vir de hinekî bahs bikin. Ji wê û wê jîr û têgihiştina wê ye ku ew bîreweriya civakî diafirand, mirov wê bi wê re wê fahm bike. Bi vê yekê re, mrov wê cih û warê mirov ji di vir de baş bi wê re fahm bike. Lê mirov di vir de, bê ku çavekê ku felsefe civakê e ku pêşketiya bixe, mirov wê baş vê xalê ji fahm neke. Jîr û têgihiştin, aliyê pêşketinê ê bi pergal ê civakê dihênine li ser ziman. Di vir de, mirov karê ji wê gav biavêje û bêne ser ziman. Mirov wê di vir de, wê xalê pir baş û qanc fahm bike.
Kurdan, kevneşopîyên weke kêvalbarna nivîskî û hatina nivîsandin bi kar hanîn. Mirov karê bi vê awayê gotinaka din jî pêve zêde bike û weha bêne ser ziman û bêje, ku ew kevneşopîyên ku di serê xwe de pir safîkirina û bi rengkirina, ew jî bi awayekî weke rûpel bikarhanîna di serê xwe de û li ser nivîsandina. Bi vê yekê re, awayekî pêşketina wan ye di dîrokê de heya. Ku mirov li wê awayê pêşketina wan dimeyîzêne, mirov awayê wê yê jîrî, xweza jî lê hatiya xwarin hatiya afirandin. Destana Gilgameş, çendî ku hê di deme xalkîtiyê de hatibê nivsandin jî, têde nîşanakên civaktiyê hena. Wekî din jî, ku mirov hinekî dîjî ku di wê awayê têgihiştin û jîre ku ew destê ku pê hatiya nivîsandin de, ku hinek peresendin bi ber me ve bûya û bi wê aste ku pêşketî nivîsandina destana Şahmaran heya. Destana Şahmaran, mirov karê bi êmin bêne ser ziman û bêje, ku ew destenaka destpêkê ya û ya deme civaktiyê ye li ber Diclê ya. Mirov karê wê wilo bi teybet bêne ser ziman. Di deme ku mirov î ro ji, di diçê Nisêbinê û Cizîrê, mirov hê jî wan nişanekên wê baweriya li Destana Şahmaran ku ji ya li oleka yek-yazdantî nekêmtira mirov dibîne û fahm dike.
Di aslê xwe de, ev destan û hê gelek destanên weke van ên ku weyne mirov ye di nav civakê û kevneşopîya wê de bidina kifşkirin in. Mirov karê ji wan vê yekê her weha pir baş û qanc fahm bike û bêne ser ziman. Gilgameş, Li welatê xwe Urukê dijî. Ew, ji dera ku lê dijî, di keve rê de ku were wê Cizîra bota e ku î ro heya û tirba Nebî Nuh ku bi navê wê demê ´Utnapiştîm´ e lê ya, dike ku were wir. Ew, dike ku were wir û wî li wir bibîne. Li wir, wê wî bîne û wê jê dermanê nemirtiyê hildê û pê jîyaneka xwe ye sermedî pê de bide berdewam kirin. Bi vê yekê re, mirov fahm dike, ku jîr û têgihiştina ku di derbarê jîyanê de di serê mirov de bi pêşnûma bûya, mirov wê bi wê yekê dihêne holê. Gilgameş bixwe jî, li wê dermanê wê ye jîyane ku dijî ku wê hê zêde bijî lêdigrihê. Navê Gilgameş, ku mirov lê dihizirê, mirov dibîne ku girbûna weke gameşekê dihêne ser ziman. Gilgameş, girgameştiyekê dihêne ser ziman. Girgameştî, bilaş û mazinbûna xwe re û bi hêz û zora xwe re bihêzbûna weke wê gayekî dihêne ser ziman. Ga, di baweriya li ber diclê de ji, bi nav e. Di kurdî de, wateyeka hêzî bi wê tê salixkirin. Di vir de di wê vegotinê de, hêzbûna bi wê re dihê salixkirin. Nêrtiyek bi wê re dihê ser ziman. Nêrtî jî, têgihiştinaka ku afirê e mêrtiyê jî di xwe de dihêne ser ziman. Di destana Gilgameş de, bi teybetî, cihê mêrtiyê hatiya li ser ziman. Bi vê yekê re, di wê heyînê de tekoşartiyak bi Gilgameş re ji bo pêşveçûnê heya. Gilgameş, keyek e û keyê Urukê ya. Ku mirov li vegotina destanê dimeyîzêne, mirov dibîne ku gundîtî û bi wê pergaltî pêşketiya û demeke xwe ye pêşketinê ye asteka bilind dijî. Lê ji wê astê buhurînak li civaktiyê û demê wê têde nîşanekên xwe dide nîşandin.
Destan Şahmaran, xwediyê çandaka mêyî ya. Ew çanda mêyî, di deme civaktiyê de ku civaktî pêşketiya û pergala wê avabûya û demeke xwe ye pêşketinê dijî, wê dihêne ser ziman. Şahmaran, bi wê çanda xwe re, nikarê li gor wê çandê civatî di nav awayê wê de bijî. Ji ber vê yekê, ew weke nîmînêrê çandaka berî wê demê di têgihiştina xwe de di serê xwe de dijî. Deme ku ew mafê jîyanê ji wê ye di serê xwe de ne bînê, êdî ew xwe ji nav mirovan dûr dike û diçê û xwe diveşêrê. Bi vê yekê re, di aslê xwe de, çandaka jinî û an jî bi gotinaka dî nirxên jinê dihêne ser ziman û bi gelemperî e mêyîtiyê dijî. Li gor wê dijî. Ev vegotin fahmkirina wê, wê aliyekî wan kevneşopî û çanda kurdî bêne ser ziman û bi me bide fahm kirin. Di fahm kirina wê de ev pir giring e. Di vir de, di aslê xwe de dîrokeka ku were ser ziman heya. Ew dîroka heyîn û hebûna wê mêtiya jinî ya. Mirov karê wê wilo bêne ser ziman.
Di kevneşopîyê de kurdan, cihê mirov û jinê dana kifşkirin. Weke xal û zagonekê, xal û zagonên wê kevneşopîyê wê dihênine ser ziman. Herkesek di derbarê wê de xwediyê têgihiştina. Di nav wê kevneşopîyê û têgihiştine wê de, sê aliyên ku mirov bi teybet fahmbike hene. Aliyekê bi aliyê jinê ve di dîrokê de diharikê û dihê hate roje me. Aliyê dûyemîn bi aliyê mêr ve diharikê dihê hate roje me. Aliyê sêyemin jî, bi gelemperî bi heyîna civakê re diharikê dihê hate roje me. Lê herdû aliyên pêşî, wê aliyê sêyemin ê dawiyê ku di temenê wê de na, ji bin ve wê didina kifşkirin. Bi vê yekê re, divêt ku miirov pêşî wan fahm bike.
Ji di wê xate di aliyê jinê de, ji dê buhurîna keçê û her weha berdewambûna wê heya. Ew, serweriyeka wê bi wê aliyê wê di nav civakê de heya. Minaq, ku di nav civaka kurd de pir giring e û weke xaleke ku ne mêr û ne jin jê pêla nakê û ne buhurê,´kevneşopîya hemawîyê´ heya.Ku di nav kurdan de, pevçûnak bûba û an jî bi çi awayê ba ku hatina wan ye li ber hevdû ku ji bo levxistinê bûba, ku jin çûba û li nav wan herdû aliyên ku wê levxistban û ku ew hemawîya serê xwe ji serê xwe kiriba û avêtiba nava wan, wê ew ti carî êdî wan levnexistiba. Wê êdî di wê demê de, di cih de dev ji wê levxistina ye ku wê kiriban berdaban. Ku di lexsitinê de ban, wê dev ji levxistinê qarîya ban û ku hê bidest levxistinê ne kiriban, wê êdî dest pê ne kiriban. Ew, ev weke xal û zagonaka pîroz e nav kurdan bû. Di her demê de wilo bû. Ahmedê xanê, Di ”Mem û Zînê” de dihêne ser ziman, ku deme ku mîr û mem ketine berhevdû de, xatunek ji derve di cih de tê û di nav wan de disekinê û hemawîya xwe diavêjê nava wan û êdî ew dawiyê wê li berhevdûtiya xwe dihênin. Di vir de, hê ku dijberîyak dest pê nekirî dihê bi nawî kirin. Di vê kevneşopîyê de, têgihiştineka ku herkesek dizanê û ti kesek ku navê wî/wê çi bê û ji ku derê û ji kîjen koma civakê bê, heya. Lê herkesek jî, bi rêz û pêk in li ber wê kevneşopîyê. Di nav civake kurd de, di jîyanê de, ye ku jin di asteka wekheviyê de dihêne ser ziman, ev kevneşopîya. Ku mirov vê kevneşopîyê zanibe, mirov wê nikaribe, bêje ku di nav civake kurd de, weke mêr mafekê wê yê bihêzî nîn e. Di vê xate kevneşopî de, weke herdû xatên din, bi serê xwe pergalbûnak, heya.Divirde, divêt ku mirov wan ji bêne ser ziman. Mirov, ku hinekî li ser dihizrê, mirovê ku bû, ji zaroktiya xwe hate ku mazin bû, dem bi dem cihê wê têde do wê kevneşopîya wê de hatiya ser ziman. Di nav kurdan de di civake wan de, ku keç ji deme xwe ya zaroktiyê buhurî, êdî jê zanebûnak û girenbûnek di gav avêtinên wê de dihê xwestin. Ew, wê di wê deme jîyane xwe de, êdî wê girenbûnê bi zanebûna xwe re û di serî de bi girtina xwe re wê bide nîşandin. ..
Li Kurdistanê, hate vê demê, ji aliyê pêveçûn û pêşketinên wê re, mirov divêt ku bêne ser ziman ku pir mazin pêşveçûn heya. Ew pêşveçûn jî di warê civatiyê de dihê holê. Bi vê yekê re, berî ku em bidest hanîna wê ye li ser ziman bikin, em di vir de, çend gotinan ji bi awayê pêşketina civatî ye li Kurdistanê ve girêdayî ji bênina ser ziman. Di vir de, ev yek pir giring e. Ji vê demê pêde, wê awayê pêşketinê bikeve qade hizir de û di wê de bi pêş ve herî. Lê hate wê demê jî, bi awayekî kevneşopî dem bi dem bi peresendinîyekê pêşveçûn dibin. Bi vê yekê re, awayê pêşektinê di çerçova kevneşopîyê de bi aqil û jîrî mirov karê bi wê heyîna awayê peresendinê de fahm bike. Ji dema Gûtîyan ve, mirov dibîne ku li Kurdistanê awayekî pêşketinê ê bi têgihiştin, hate ku dihê deme me serwerîya wê bi êqil heya û dibe. Ew dem, di dîroka Kurdistanê de, weke demeka destpêkîya. Mirov, karê vê yekê bi teyber bêne ser ziman. Lê kevneşopî jî, pirr mazin li pêş in. Ku mirov di nav de wê deme Sumerîyan ye ku piştî hatina Aqadîyan re ku dihê û dibê jî di nav de bihasibinê, mirov karê bi Deme Urîyan, Mîtanîyan û ku hate ku dihê û digihê deme Gûtîyan û Naîrîyan û demên din yên piştre de jî, demên wê kevneşopîyên ên ku bi pêvajoyîn dihîne jînkirin in. Serwerîya kevneşopîyê û di wê de di hundurê wê de di xatekê de bi pêş veçûyin, wê weke xaleka ku awayê pêşketinê bi xwe re dihêne ser ziman bê. Bi vê yekê re, wê di nav wê de pêşveçûn bi têgihiştinî bibe.
Di nav civatê de zanistên civatî pir hene. Ew zanistên civatî, wê civakê bi hizrên xwe yên ku dihênina ser ziman di civatan de, wê bi wan bi pêşve bibin. Lê ew çend ku bi hizrên xwe di nav civatan de zanebûnekê dihênina ser ziman jî, wê navê wan bi teybetî neyê ser ziman. Ji vê yekê re jî, hin sedemên ku hate roje me jî di nav xalkê de bahse wan dihê kirin hene. Ew sedem jî, weke ku di nav xalkê de dihate ser ziman, weha bû. Di nav xalkê û civatên wê de, mirovna ku pirr bizane hebûn. Wan, hizrên xwe dihanîn ser ziman di civatan de. Ew, bi zanebûn xwe dihatina zanîn û pêşwazîkirin di civatan de. Civatan de yên ku bi zanebûn, dirûniştin. Ji ber vê yekê jî, wan mirovên di civatan de hevdû nas dikirin. Bi wê re, kî bizanebûn diaxift û kî bizane jî bû, dihate dîtin. Yên ku bi zanebûn jî bûn, weke ku di nav xalkê de dihate vegotin, ”ew kevirê giran ên di cihê xwe de bûn”. Wan, zanebûna xwe dihanî ser ziman. Wan bahse xwe û zanîya xwe ne dikir. Yên ku li wan dihisandin, bahs dikirin. Ev, li bahra wan diket. Lê mirovên li dora mirovên bizane ên ku diaxiftin jî, li bahra wan diket ku yên ku li wir rûniştîbûn û kî bûn û çawa bizane jî bûn, ku bênina ser ziman û vebêjin. Yên bizane, ku wan bahse wan kiriban û ji xwe bi zanetî bahs kiriban, wê ev yek ji wan weke ”quratîyekê” bihate dîtin û hasibandin. Wê, bi vê yekê re êdî ew kirin, ne nêzîkatîyeka bizanebûn ku ji wan bihate hasibandin. Dîvîyabû, ku wan hertimî weke ku di nav xalkê de ji û di civatan de dihate ser ziman, ”dilnizmî” bikiran. Dilnizmî li bahra wan diket. Wilo dihate zanîn û hasibandin ku ku kê û kî çi wî û wê heba û xwediyê çi û zanebûnê ba, wê bihate ser ziman. Bi vê yekê re, wê mafê wî lê bihate dayin. Lê ku wê ew kiriban, wê baş ne hatiba pêşwazîkirin. Ev yek, weke kevneşopîyeka bi hezar salan bû.
Bi vê yekê re, pir ”zaneyên civatan”, li civatan wê hizrên xwe bihanîyan ser ziman. Ku hizir ji wan ba, wê ji wan bihate zanîn di civatan de, lê ku ne ji wan ba û ku kê jî hanîba ser ziman, wê bigota ku ji kê hanîya ser ziman, Bi vê yekê re, wê êdî navê wan mirovên zane bizanebûnên wan yên ku di bîran de diman re wê maban û piştre wê bihatan ser ziman. Di vir de, em bi vê gotinê û kevneşopîyê re, aliyekî civatên civakî ên li Kurdistanê ê dîrokî dihênina ser ziman. Wekî din jî, rêze wê ye ku ji jê re dihate nîşandin jî bi nav dikin. Di nav kevneşopîya civatê de, ev kirin û nîşandin, wê ji rêzê bihate hasibandin. Hate sadsalên me yên dawiyê jî li Kurdistanê, wê ev kevneşopî bi rêz û hûrmet, heyîn û hebûna xwe biparezê. Wê, ev kevneşopî bi mirovên zane re ne tenê ji zanebûnekê bê hasibandin, wê bi wê re ji rêzekê jî bê hasibandin û ser ziman. ..
Di demê de, mirovên ku bi zanebûn di civatan de dengê wan derket û hat, wê êdî di mirovên pîr û kal ên ku weke mirovên bizane ên civakê dihêne zanîn de jî navê wê derkeve û bahse wan bê kirin. Di vir de, divêt ku mirov bi teybet bêne ser ziman, ku di kevneşopî û çanda kurdan de çihê mirovên pîr û kal, bi bêgotin xwediyê rêzeke mazin a. Ku gotin ji devê wan derket, ew gotin, weke hin gotinna pîroz wê bêne pêşwazîkirin û rêz û hûrmet ji wan re bê girtin. Weke ku hate î ro jî dio nav kurdan de dihê gotin,”gotina wan ti carî li ardê nayê hiştin”. Di aslê xwe de, di civake kurdan de weke çîneka ku pir bi bandûr, divêt ku mirov bahse pîr û kalên civatê bike. Bi wî awayî jî, pêşketineka wan ye bi rêzanî di nav xalkê de heya. Ev yek, kevneşopîya wê jî, heya. Wê kevneşopîyê bi wan re, di dîroka kurdan pir pêşveçûn jî dana kirin û kifşkirin. Di nav civake kurd de, sê komên ku pirr mazin bi bandûr ên rêveberîyê û rêzanêyê hebûn. Koma pêşî koma Mîran bû. Mîr xwedî qasr bû. Koma duyemîn jî, koma şêxan bû. Ew jî, weke ku di deme musulmanetiyê de bi teybetî hatîya bi navkirin, dergahên wan hebûn. Berî deme musulmanetiyê, di Êzîdîtîyê de jî ew bi bandûr li pêş û kifşkar bûn. Cihê wan bilind bû. Koma sêyemîn jî, koma pîr û kalan bû. Pîr û kal jî, bi civatên xwe yên civakî li pêş bûn. Mîr û şêxan jî, ku cihê wê dihat, li gotina wan dihisand. Ew koma sêyemîn, di rewşna kifşkar ên di nav civatê de, gotina wan derdikete ser ye mîr jî û li ser ya şêxan jî. Bi vê yekê re, divêt ku mirov, vê yekê, her weha bi teybet bêne ser ziman. Mîr bi qasra xwe ve çendî xwediyê kevneşopî û rêzanêyekê bû, ew rêzanîya wî bi kevneşopîya wî, bi bê pîr û kalên civatê bi rê ve nediçû. Mirovê, ku di nav pîr û kalan de gotina xwe hanî ser ziman, êdî ew mirov, ”weke mirovekî ku divêt ku ji gotina wî êminbûn hebe” dihate nasîn. ..
Herême botanê bi Nirxî Nebî Nuh li pêş e. Li ber diclê bi wî re nirxeke ku mirov bêne ser ziman afirîya. Lê li ber herême botanê li ber çemê Firatê li Rehayê jî nirxe Birehîm Xelîl heya. Ev herdû jî, bi kevneşopî û bi nirx in li Kurdistanê. Di çand û nirxtîya Kurdistanê de cihê wan xwediyê girîngîyeka xwe ya ku mirov nikarê li ser ti gûmanê bêne ser ziman in. Bi vê yekê re, çande di naqabîna Diclê û Firatê de xwediyê hin heyînna ya. ..
Ji destpêkê, zanistên weke Weysel Qaranî, Bawê Henîfê Dînwerî, Şabahadînê Şuhrewerdî, Babek, Êlî Herîrî û hwd, wê bi wan re pêşketina xwe ye demî biafirêne û bi pêş bixe. Ev zanist û zanistên weke van zanistan ên demî yên wê demê, fahmkirina wan û têgihiştina wan, wê di ast û rada bilind de, dîmenekî bi heyîn û hebûna civatîya demê re bide me. Têgihiştin, deme ku mirov bahse wê dike û dibêje ku di jîyanê de dibê hingî divêt ku mirov fahm bike, di derbarê civatîyê û pergalbûna wê de jî fahmkirin dibe. Bi vê yekê re, ew pergalbûn çawa bi rê ve diçê, di derbarê wê de zanebûna mirov diafirê. Mirov wê, baş û qanc fahm dike. Di nav kurdan de, ew dem, dibê demeka xwe ji nû ve çêkirinê. Bi vê yekê re, weke ku me li jor hanî ser ziman, dibê demeka ku pirr zor jî ji bo wan. Ji ber ku ew di nav xwe de bi pergal bûn. Bi têgihiştina wê de bûn. Ji wê buhurîn, ji bo wan zor dibe. Di demê de, buhurin û pejirandin, wê ji bo xwe buhurîna çend nifşan bixwezê. Ew jî, dibin.
Deme Merwenîyan, wê bi ser wê buhurînê ve demeka xwe gihandina serwerî, serdestî û desthilatdariyê bê. Bi vê yekê re, wateyeka wê ye pirr girîng heya. Di deme musulmanetiyê re bi kevneşopî bûn û bi wê kevneşopîyê re serwerbûn, serdestbûn û bûna desthilatdar, wê biafirê. Bi vê yekê re, êdî weke demên berî demên musulmanetiyê, bi wê yekê re wê hingî êdî serwerîyên herêmên xwe bikina destên xwe de. Weke demên berî musulmanetiyê, çend ku li gor herêman, herêm bi herêm bi rêxistin jî bibin, wê di asta kevneşopîyê û nirxbûna wê ye ku heya de, wê bi pergalî yekbûna wan hebe û bi afirê.Bi vê yekê re, kevneşopî, wê weke pergale wan ye giştî wê di wê demê de jî wê karê xwe bicih bêne. Di kevneşopîyê de bi pergalbûn, bi cih hanîna pêdivîyên sê gotinan re dibê. Gotina pêşî serwerî ya. Serwerî, bi têgihiştinê û zanebûnê heya. Gotina duyemîn jî, serdestî ya, ew bi bûna rêveberî ya. Weke ku di nav wan de bû û hebû, mîrtî û kevneşopîya wê û hwd; bûna wê, wê bi xwe re heyîna serdestîyê bisalix bike. Di aslê xwe de, ev gotina duyemîn di temenê bûna pergalîyê de wate xwe distêne û bi salix dibe. Weke ku li Kurdistanê herêm bi herêm bi rêxistinbûna rêveberîyên mîrî û di asta kevneşopîyê û nirxên wê de gihiştina wan ye li hevdû û bûna wan ye yek, gotina serdestiyê salix dike. Gotina sêyemîn jî, her weha bi gotina desthilatdariyê dihê ser ziman. Ev gotin jî, bi bûna welatbûnîyê re wate xwe distêne û bi salix dibe.
Minaq, weke welatîya Merwenîyan û hwd, ye di demê de. Desthilatdarî, di aslê xwe de, aliyekî wê yê din jî heya. Ew jî, di heyîn kevneşopîya rêveberîyê û rêzanîyê de bijîrbûn û bi têgihiştin bi kevneşopîbûn a.Wë statûqû jî, ji vê yekê biafirê û serwer bibe. Hêze rêveberîyê, aliyekî wê yê dîn jî statûqûtîya bi têgihiştina wê re ya. Kurd vê yekê, di nav xwe de pirr bifêr û cerb in.Tenê ku mirov demên Mîtanîyan, Hûrîyan, Gûtîyan, Naîrîyan, Medîyan, Şadadîyan û hwd, ku mirov hate deme Merwenîyan ku hildê dest, mirov wê pirr fêr û cerban bibîne. Ji xaynî, aliyên van fêr û cerbên wan ên ku hene, ew aliyên kevneşopî ê ku hate deme me bi wan re bi têgihiştin heyîna xwe parastîya, î ro, di deme me de jî, gavavêtinên wan dihoyênê û pêşketinan bi wan re dide çêkirin. Bi vê yekê re, wan jîrîyên xwe, an î bi gotineka din wan kevneşopîyên xwe yên di nav xwe de di serê xwe de divêt ku wan pir baş û qanc fahm bikin. Kevneşopîyên wan, bi vê yekê re, di deme ku me ji destpêkê hanî ser ziman hate vê derê, me bi pirrwateyî hanî ser ziman. Ew jî divêt ku werina dîtin û fahmkirin. Wê hingî, baş fahmkirin werê holê bi mirov re. Pirrwatebûn, bi kevneşopîyê re bi demê re bi dembidem bi jînbûnê re bi ji demê buhurîna li demê re diafirê û dibe.
Deme Merwenîyan,wê bi vê yekê re demeka nû bê.Bi kevneşopîya wê ye demê re, ku karîna xwe ji nû ve afirandin hatina wê ye dayîn nîşandin ku hatîya kirin, wê dihêne holê. Bi vê yekê re deme Merwenîyan, bi awayê pêşketinê re divêt ku were fahmkirin. Bi vê yekê re, deme wê were fahmkirin. Wê awayê pêşketin û pêşveçûna wê, wê di deme Salahadînê Eyûbî de, xwe bi awayekî pirr mazin û pêşketî bide nîşandin. Deme Merwenîyan, di vir de divêt ku bi deme Salahadînê Eyûbî re di berdewame hevdû de werina ser ziman.
Li Kurdistanê, hate ku dem dihê vê demê, wê hin pêşketin û pêşveçûnên demî ên pir mazin bibin. Li kurdistanê, ew pêşketinên ku dibin, divêt ku mirov wan jî fahm bike. Ku mirov deme Merwenîyan, wê baş û qanc fahm neke, mirov wê vê demê jî baş fahm neke. Di vir de, em hinekî ji vê demê bi çend gavan bi şûn ve herin û herina deme Merwenîyan û ji wê demê û pêşketinên wê hinekî bênina ser ziman. Ev, wê di fahmkirina vê dema ku êdî bi zanistên weke Meleyê Cizîrî û Feqiyê Teyran re bikeve demeka xwe ya nû de, mirov wê êdî baştir û qanctir fahm bike. Hin pêşketinên ku di vê demê de dibin, ji temen ve bi vê ve demê ve girêdayî na. Ji wê jî zêdetir, pêşketinên vê demê ên li Kurdistanê ku dibin, ku mirov hewl bide û wan bêne ser ziman, dem bi dem bi hatina wan ye li ser ziman, wê fahm kirin baş bibe. Lê di vir de, divêt ku ew bi dem bi dem hatina demên pêşketin ên pêşketin û pêşveçûnan li dûvhevdû hatina wan ye li ser ziman, di temenê pêşketina civatê de, bi awayekî peresendinînî dibê û divêt ku mirov jî wê wilo bêne ser ziman. Bi vê yekê re, weke ku me di bêşên din ên dahûrkirina xwe de jî hanî ser ziman, kevneşopî fahmkirina wê giringiyeka wê ye dîrokî di vir de heya. Divêt ku mirov vê yekê ji bi teybet bêne ser ziman.
Ew kevneşopîya kurdan, bi pergalî, xwediyê heyîneka bi xwe re ya. Mirov, wê jî dibîne. Di vê deme ku em bi dahûrkirinê hatinê û gihiştinê de ye dema Meleyê Cizîrî û Feqiyê Teyran û hwd, demeka ku êdî bi awayê nûjenî û bi têgihiştinî bi pêş dikeve ya. Lê ev awayê têgihiştinê jî, mirov wê bi teybet fahm bike. Biastî û radî, mirov divêt ku wê fahm bike. Bi vê yekê re, deme ku mirov bahse ast û radê bike, divêt ku mirov bêne ser ziman, ku ast û rada li ser heyînekê re diafirê. Bi vê yekê re, em bi awayekî xweza dihênina ser ziman, ku astek û radeyak jî heya. Ew jî, di deme Merwenîyan de, bûna wê, digihê asteka xwe ya nû. Di deme Merwenîyan de, kurdan, weke deme Medîya, ku çawa ku piştî deme Gûtîyan têkçûne di deme Naîrîyan de jîn û piştre di deme Medîya de ew têkçûn buhurandin û welatbûnak avakirin, Her weha hin xoslet û teybetmendîyên vê deme dîroka kurdan, yên ku ditijbijihina vê demê jî hene. Medîya, di deme xwe de ye hemdem debi awayekî nûjenî e deme xwe re pêşketinek û awayê wê jîn kir. Bi vê yekê re, mirov karê wê bêne ser ziman. Pêşketin û pêşveçûnên deme Gûtîyan û Naîrîyan ên civakî û hizrî hate wê deme diperesin(Yanî bi awayekî peresendinî dihêne wê demê.) û dihêne hate wê demê.Wê Medîya bê asta wê peresînê ye biast û rada ye dawiyê.Di deme Merwenîyan de jî, awayekî bi heman awayê ê pêşketin û pêşveçûnê heya.Piştî derketina ola musulmanetiyê re, demên pêşveçûnê ên li Kurdistanê, bi demên Şadadîyan û Merwenîyan re bikevneşopî û demî dibin. Li gor demê xwe dihênina ser ziman. Ew desthildatdariyên kurdan, wê ji herêmên xwe bi buhurin û serwerî û desthilatdariyên wan, wê pir mazin bibin. Şadadîyan, serdestî û desthilatdarîya xwe, hate qafqasya gihandîya. Merwenîyan jî, ji Şamê buhurandîya.
Ev demên pêşveçûnî, demna ku piştî wê guharandina dîrokî e di kevneşopîyê de e bi buhurîna ji ola Êzîdîtiyê li ola musulmanetiyê re ku bûya re, weke demeka rûniştinbûn û danê e di tevger û xûyên xalkê de bêne ser ziman. Bi vê yekê re, mirov ku wê guhrandinê weke şoraşeka ji hîm bisalix bike, wê ne xelat bê. Wê pirr rast û di cihê xwe de bê. Rêveberî, ku di wê demê de li Kurdistanê ne di destê kurdan bi xwe de ba, wê ew guharandin, wilo weke xwesteka wan û li gor wê kevneşopîya wan nebûba. Li herêmên xwe bi herêmî û giştî rêveberî didestî wan de ya. Ew yek, wê bi desthilatdarî, temenê guharandina wan bi wan û bidestê wan ji wan re bide kirin. Bi vê yekê re, wê pêşketineka mazin bi xwe re bijîn. Deme Merwenîyan, çiqasî em bênina ser ziman ji bo wê, wê dîsa kêm bê. Ji ber ku ev dem, demeka pir giringe di dîroka kurdan de. Kurdan, di wê demê de bi du awayan pêşketin bi hev re jîn kirin. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku bi dîmenî bi dudîmenî pêşketina xwe di wê demê de bi xwe re jîn kirin. Dîmenîya pêşî, ew bû ku li gor demê ew buhurîna li ola musulmanetiyê bû. Li gor ola nû nirx û kevneşopîyên xwe bi nirx bikin û şîrove bikin û bênina ser ziman. Ev yek, pir baş û qanc kirin. Dîmenîya din ye duyemîn jî, ew hanîna li ser ziman ye di buhurînîyê de li gor demê biast û rada kirina wê bû. Dem, bi têgihiştin û asteka pêşketî ya nû hebû. Di wê demê de li gor hanîna li ser ziman, ne tenê nirxbûn ji mirov dixwest, bi zanebûnî pêşketineka keseyetî jî ji mirov dixwest. Wan ev jî, di xwe de bi kevneşopîyên xwe re demên xwe yên berê baş xwandin û bicih hanîn. Bi vê yekê re, êdî pêşketineka mazin di demê de bi xwe re pêşî di keseyetîyên xwe de dana çêkirin û piştre bi gelemperî di civat û deme xwe de bi xwe re dana çêkirin. Merwenîyan, wê welatbûna wê ye bi wan re, wê bê asta wê ye ku bi wan re derketibû holê bû. Wê ew wilo were holê.
Not: ev nivîs, beşek ji pirtûka min ya bi navê "zanîna civakê" ku ez hê di nivîsênim û hê min bi dawî ne kiriîya hatîya derxstin.