|
Nivîsên din yên Nivîskar Abdusamet Yigit:
DI WÊJEYA KURDî DE JIN Û CIHÊ WÊ
-Bawê Tahirê Uryanî
-DEM BI DEM FELSEFE Û PÊŞKETIN
-UAR-TUTU Û BAXTÊ WÎ
Vegere Destpêkê...... |
PIŞTÎ XWEPÊŞANDINÊN LI ROJHILAT RE, GOTINA "XWENÛKIRINÊ" Û NÊHTÊN DI BIN WÊ DE
Li ser herêmê, bi xwepêşandinên li nîvgirava araba re, rewşeka nû li herêmê afirî. Hewayeka nû dihê. Lê ew hewa, wê bi xwe re li ber çi bêne jî, hê ne kifş a. Piştî xwe pêşandinan, li Ûrdûnê, bi awayekî bi lez hukumeta ku hebû, ji aliyê melik Abdullah hate xistin û bidest avakirina hukumetekî din hate kirin. Li Cizeyirê ku, ev demeke dîrêje, ku rewşe awarta heya, serokwezirê wê Abdulazîz bitaflîqa, denezand ku wê rewşa ji holê rakê wê bi rewşa asayî de û wê destûrabingihîn wîê ji nû ve were rastkirin. Her weha hin herêmên din jî, hewldanên bi wî rengî hene. Ev hewldan û hewldanên weke van, tenê di serî de du tiştan didina nîşandin. Tişta pêşî, ew ku xalkê herêmê di bin zordarî û zilmekê de hatîya hiştin. Tişta din jî, her weha ew ku êdî ew rêveberîyên herêmê, êdî nikarin wê rewşa xwe ye ku hate roje me hanîna bidina berdewam kirin. Ku mirov bahse Cezeyirê dike, ji bo kurdan ji wateyeka wê heya. Ew ji, di cih de bi navê wê re peymana ku li dijî kurdan di salên 1975an de ku li Cezayirê hatibû mohrkiirn û weke derbeyekê li kurdan û li dîroka wan dihê hasibandin, dihê bîra me. Herêm, bi rêveberiyên herêmê re, wê hate bi ku derê herin? Ew pirs, î ro, weke ku bersiva xwe ji aliyekî ve distêne. Lê ne ji hemû alîyan ve. Herêm, divêt ku pêşî mirov li rewşa wê binerê û pêşketinên ku wê bibin û yên ku wê werina holê dahûr bike. Di serî de, çê pêşketin derkeve holê, wê aliyekî wê yê bi statûqûyê re, ku pişta xwe dide wê, wê hebe. Ev ji sedeme wê, bi pêşketinên wê yên ku wê di demên xwe yên berê de jîn kirina na. Di serî de, ji aliyê civakî ve, wê çi pêşketin derkevina holê. Hate î ro, temenê herême ê civaknasî ji holê hatiya rakirin. Herêm, bi kuştina civaknasîya wê re, ku weke xwarinaka zûwa, wê çiqasî ku bi pêş bikeve û ditêja xwe de bi pêş bikeve. Li pêşîya wê pêşketina wê ye civaknasî, hê jî, ew astan ji holê ne hatina rakirin. Herêm, bi vê yekê re, weke ku ji dest û lingên xwe ve hatîya girêdan. Bi vê yekê re, mirov çiqasî bahse pêşketinên wê bike, divêt ku mirov bi aliyê civaknasî ve girêdayî ve bahs bike. Li herêmê, bi vê yekê re, çendî ku pêşîya pêşketina civaknasîya wê hatîya girtin, ewçendî jî pêşîya pêşketina wê di demên wê yên pêş de hatîya girtin. Wilo dihê xwestin ku ev yek wilo bê berdewam kirin jî. Î ro, hê jî, ew temenê civaknasîya wê ji holê dihê rakirin. Derfetên wê û pêşketina wê nayên dayîn. Bi vê yekê re, ji î ro ve, di aslê xwe de, ji dêla ku pirsgirêkên herêmê bêna biçareserkirin, bi heman awayê ew heweleyî pêşarojê dihêne kirin. Heweleyî demên pêş dihêne kirin. Bi vê yekê ve girêdayî, ew gotinên xwenûkirinê, divêt ku mirov li wan bihizirê û wan dahûr bike. Divêt ku vir de, ew gotinên xwenûkirinê, ji temen ve werina ser ziman. Xwenûkirin, wê ti carî bi van rêveberîyên herêmê û awayê wan û nêzîkatîya wan nebe. Di serî de, divêt ku mirov vê yekê baş û qanc kifş bike. Di nav civakê de, bi ji holê rakirina civaknasîya xalkê ya jîyane wan jî, di aslê xwe de, bi wê re wilo zêde ti artarnatîf ji bo hêzne ku rêzanîyê ji pêşketina civakê re bikin di nav wê de jî ne hatiya hiştin. Bi vê yekê re, li herêmê, derfetên pêşketina wê, di aslê xwe de weke ku ji holê hatina rakirin bi awayekî. Li Misrê, serhildanên gelbûn, hê jî dibin. lê ka wê ew serhildan bi xwe re çê rêveberêyê bênina holê. Ji wê re di nav civakê de çê derfet hene? Mirov, divêt ku ji vî aliyê ve jî, lê binerê. Di serî de, ew gotinên ku bi navê gotinên xwenûkirinên dihêne ser ziman, ji bo wan gotinan û bicihhanîna wan, çî derfet hene? Ew jî, divêt ku mirov lê binerê. Rêveberêyên herêmê hem bi kirinên xwe re û hem ji bi rêveberîya xwe re, ji wê re derfet ne hiştina. Bi vê yekê re, weke gotinna ku di serî de bawerîyê nadina mirov, ew gotinên "xwenûkirinê" dihêne guhên mirov. Li Herêmê di çerçove hewldaneka dîzaynkirinê de hin hewldan hene. Lê ew jî, ji ber ku li gor wan hewldanan dihê xwestin ku xalkên herêmê ji qalibekî derxin û bibin û bikina qalibekî din de, wê ew jî, wilo zêde ti ancamên baş bi xwe re neyêne.Ku bi rastî nêhteka baş ji bo kirina tiştekî baş hebe, divêt ku pêşî, bi konfaransên weke yên Lozanê re mafên xalkên herêmê yên ku ji destên wan hatina girtin re carek din radestî wan bê kirin. Bi wê re, dîroka ku hatîya jînkiriin, di çerçova lêborînekê de bi nêzîkatiyekê nêzîkatî, divêt ku were nîşandin. Bi wê re jî, hewldanên dîzaynkirina herême ye li gor hin bîrdiozîyna ku dihê kirin, divêt ku dev ji wan were qarîn. Tirkî, li gor tirkîtiyê î ro li herêmê di hewldana afirandina tirkitiyekê de ya. Ev jî, piştgirîyê digirê. Wê ev, ne tenê di roje me de di demên pêş de ji bê temenê bûna pirsgirêkan. Heman tiştî ji bo Sûrî û Îranê jî, mirov divêt ku bêne ser ziman. Î ro li rojhilat, rewşeka pir ne baş heya. Sedema bûn û afirîna wan rewşên ne baş hemûyan jî, bi teybetî, mirov karê rêveberîyên herêmê ên ku ji bi piştgirîya rojava ku hatina avakirina di bin wan de bêne ser ziman. Li herêmê, di demên ku musulmanetî hat de, awayekî pergalî ê pergalîya "gelî" hebû. Bi wê re, li her herêmê, di asayîbûnekê de bû. Piştre, ew rewş hate guharîn. Li herêmê, bi dest afirandina netewan hate kirin. Herêm, di bin destê hêzên ku karîbûn ku li herêmê hêzê xwe bidina nîşandin de kete wê rewşê de. Di salên 1925an de bi têkçûna serhildanên weke yên Şêx Saîd re, kurdan mafê ye ku baxtê xwe bixwe bifş bikin ji destê xwe di ravênin. Bi wê re, êdî dikevina rewşeka pir ne baş de. Li herêmê, di sadsale 20an de, herêmê ti derfetên pêşketin û pêşveçûnê ên xwe ji bo xwe û pêşketina xwe bi kar ne hanî. Dewlemendîyên wê yên binardî weke niftê jî hate roje me barî rojava dihê kirin. Herêm, ji dewlemendîyên xwe yên bi wê awayî ji bêpar dimêne. Bi vê yekê re, li herême statûqûyak dihê avakirin ku wê wê rewşê çawa bê bedewam kirin. Bi vê yekê re, ew statûqûya ku hate avakirin, ye statûya ku dewlemendîyên wê ne ji bo wê bê bikarhanîn û ew li ber wê bi bêdeng bimênê ya. Di cihanê de herêmê rojhilat, herême herî dewlemend e. Ji kijen aliyî ve mirov lê binerê, mirov wê dewlemend bûnê bîne. Lê herêm, ji wan bêpar e. Xalkên wê di feqîrî û xizanîyê de dijîn. Hin mirovên ku bi piştgirî hatina ser rêveberîyê ên weke Hûsnû Mubarek û hwd, tenê rêveberîya wê rewşê û dimeşênin û ew statûqûya ku bi vê yekê hatîya avakirin bi wan li ser lingan digirin. Bi vê yekê re, mirov divêt ku bêne ser ziman û bêje ku hate ku statûqû newê guharandin, wê di wate gotinên weke gotinên "xwenûkirinê" jî wê nebin.Ev gotina ku xwenûkirinê, ku di wê statûqûya ku heya de, di çerçova wê de gotineka ku dihê gotin bê, wê çaxê, mirov karê bêje ku gotineka ku ti wate û qadr û qiymetê wê nîn e. Piştî, serhildanên gelan re, rêveberiyên ku dihêne avakirin, rêveberîyên ku wê wan serhildana ji holê rakin û wê bi wê re wê rewşa ku heya bidina berdewam kirin. Li Kurdistanê, ev 30 salin ku şer heya. Kurd, ev 30 salin ku ji maf û azadîya têdikoşîn. Lê li ber wê, rewşa ku helwesta ku dihê nîşandin, wê li herêmên din yên rojhilat jî, bê neynika nêzîkatiyên ku di bin gotinên xwenûkirinê de wê bêne nîşandin jî. Herême rojhilat, divêt ku bixwe bi gelên xwe re pirsgirêkên xwe re rû bi rû bimêne û wan bigihêne çareseriyê. Wê ev rêveberiyên herêmê ên ku hene, wê ti carî vê yekê nekin. Hemû jî, wê weke ku nahaka ketinê de wê piştre ji di destê û merema rêveberî û desthildatdarîya xwe de bin. Divêt ku mirov bêne ser ziman, li ber kurdan, piştgirîya herî mazin tirkî ji Amarîka distêne. Ku di wan rojan de salvegera wê tê, serokê gelê kurd Birêz Ocalan girtina wî û radest kirina wî, ji aliyê van hezên ku li herêmê ji weke hêzne herêmî xwedî heyîn û hebûn hate kirin. Bi vê yekê re jî, mirov karê fahm bike, ku çi awa û şekl dihê xwestin ku bê dayin li herêmê. Herêm, wê kiresekî ku lê bê kirin, wê li xwe nekê. Wê têra demeka wan rêveberîyên herêmê ku hate ku rêveberîya xwe jî demekê pê bi rêve bibin û bibina demekê jî nekê. Herêm, temenê wê yên pêşketinê ji aliyê dewlemendiyê wê ve pirr in.Lê ji aliyê bikarhanîn û sazîyên wê yên ku wê bidina kirin ve kêm e.Bi vê yekê re, bi piştgiriyê ol hatîya derxistin li pêş. Valahîyên ku bi pêşneketina wê re hatina çêkirin bi rêveberîyan re, bi wê re dihê tişî kirin. Ol, di vir de bi karhanîna wê ne tenê ji aliyê rêveberêyê herêmê ve dihê bikar hanîn. Ji aliyê, hêzên ku piştgirêyê diidina wan jî, ev bi karhanîn dihê bi piştgir kirin. Di vir de li herêmê, bi karhanîna olê, weke nêzîkatiya gelemper derdikeve pêş. Mirov wê wilo dibîne. Divêt ku ev yek wilo bên dîtin. Ku mirov bi karhanîna olê tenê weke hin nêzîkatiyna ku dihê nîşandin bibîne, mirov wê di vir de bikeve xelatiyê de. Ji wê zêdetir, weke nêzîkatiyak bi pergal ku li herêmê bi statûqû bûya û piştgirîya wê jî ji aliyê rêveberîyên weke yên Amarîka ve heya, dihê dîtin. Ew cîhane olî ye ku bahse wê dihê kirin ku dihê gotin ku mirov di wê de dijî, mirov mahkumî wê dihê kirin. Derfetê ji wê derketinê bi rêveberîyan re ji mirov re nayê hiştin. Tenê ew, weke artarnatifekê ji mirov û jîyane mirov dihê hiştin. Divê ku mirov vê yekê, ji gelek aliyan ve dahûr bike û jê ancamna pir mazin ji bo pêşketina herême derxe holê. Artarnatifa derketina derve ji wê cihane û li cihane derve ji xwe cihane avakirin ne hatiya hiştin. Ev yek, weke ku me li jor hanî li ser ziman, bi ji holê rakirina civaknasîya herêmê re hatiya kirin. Di aslê xwe de, ol, xwediyê civaknasîya civakî ya. Lê ew civaknasî, ji holê hatîya rakirin. Tenê bi awayê bawerîyê re jînbûn, ji cihane mirov e dervî ye di serê wan de ji wan re hatiya hiştin. Bi gotinên di derbarê Îslamê û pêxemberê wê de ên ji rojava jî, bi wan jindandin di olê de dihê hoyandin. Ev gotin hemû jî, bi hin nêzîkatîyna ramyarî dihêne kirin. Bi vê yekê re, mirov î ro, ew gotinên xwenûkirinê ên ku bahse wan dihê kirin, nikarê ji wan re ti hîmê bi çav li jyanê bibîne. Ji bo bûna temenekî wilo jî, bi qasî wê deme ku bi wan rêveberîyê ên ku hene re hatîya buhurandin, wilqas dem ji bo afirandina temenê wê pêdivî pê heya. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku di vê demê de tenê ev gotin ji bo haşkirina mirovên serhildêr dihê bi karhanîn. Lê ji vê demê pêde, wê dem jî nebe weke ye berê. Xalkên herêmê, êdî weke ku dihêne bixwe. Lê ev hatina bi xwe re, divêt ku bi sazîbûnê re bê berdewam kirin. Di serî de konseyeka herêmê ye civakîyan ku xalkên herêmê hemû têde xwedi nav û deng in, divêt ku werê avakirin. Ev konsey, divêt ku ti farqê û cudatiyê neke nava ti kesekî de. Bi vê yekê re jî, divêt ji peyman û levhatinên nivîskî ên dadî divêt ku biafirêne û mafê her xalkên herêmê bi cuda û cûrabûnê xwe re di wan de bêne misoger kirin. Ev konsey, divêt ku tenê ya civakî û civatî bê, Ji xaynî wê jî, ji bo ku pêşîya bi karhanîna olê ye ji aliyê rêveberîyan ve bê girtin jî, divêt ku sazîyeka herêmê ye giştî ye olî were avakirin. Ew, dervî rêveberîyan û nêzîkatîyan wan, divêt ku tenê bi nêzîkatîya olî xal û zagonên olî kifş bike û bêne ser ziman. Bi vê yekê re, pergale herêmê ye giştî ye civakî divêt ku were avakirin. Konseye giştî ye civakî ye herêmê divêt ku were avakirin û ji her xalkî têde nîmînêrên wan hebin. Her weha mirov divêt ku j bo wê konseye olî jî, ye ku bê avakirin ji ev yek divêt ku wilo bê, Ji her gelî têde zaneyên wê yên olî divêt ku hebin. Bi vê awayê pêşketin û pêşveçûnê re, wê hîm û temen ji wê gotina xwenûkirinê re jî bê afirandin. Lê berî hertiştî, divê ku saziyên civakî û civaknasî li herêmê werina avakirin. Bi vê re, wê ancax, ew gotina xwenûkirinê ji wan nêhtên di bin wê de wê rizgar bibe û wê bi nêzîkatiyeka rast wate xwe bi pêşketina herêmê re bistêne.
05.02.2011/Abdusamet Yigit
Vegere Destpêkê...... |
 |