DÎKTATORÎ Û XIZANÎ NE LAYÎQÎ MIROVAHIYÊ YE
FÛAD SÎPAN
Kurdistaniyên hêja!
Welatên Ewropa bi sedsalan li ser erdên xwe şer kirin, Ewropiyan hevdu xwarin, sotandin, lê di dawiya dawîn de ji xwe re rêyek dîtin û bi taybet di pê şerê cîhanê yê duyem de tifaq û edalet kêm zêde di nava xwe de ava kirin. Welatên Ewropa êdî qîmetê dide hemwelatiyên xwe û tevî ku pirsgirêkên sosyal, aborî jî pirin, lê dîsa jî demokrasî li Ewropa bi cîh anîn. Lê mixabin ew ehlaqê Ewropiyan tine û tinebû, ku ew tiştê ji hemwelatiyên xwe re bi kar anîn bikin para miletên din jî. Heger em rastiyê bibêjin, bi saya îdeolojiya Marx û Engels desthilatdarên Ewropî mecbûr man kêm zêde siyaseteke bi şefaf li welatên xwe bimeşînin, ku milet bê deng bibîne û li dijî saltanata dewlemenda serê xwe ra neke. Bingeha daxwazên mafên sosyal, mafê mirovan hemû jî xwe digihîne îdeolojiya Marx û ya Engels. Mixabin dîktatoran ew îdeolojiya paqij jî ku tenê ji bo însanetiyê bû bi niyeteke xerab lewitandin.
Welatên Ewropî, bi taybet yên wek Înglîstan, Fransa, Îtalya, Almanya û yên din gel û miletên Rojhilata Navîn bi zanebûn perçe kirin, nîfaq û xerabî kirin nava wan, sînorên bi cetvel di nava wan de kişand, ku wan miletan di bin kontrola xwe de bihêlin û bi awayekî din siyaseta mêtingeh bidomînin. Welatên Ereb û Rojhilata Navîn nikaribûn di nava xwe de ew edelat û tiqa, ku Ewropiyan ji bo miletên xwe re ava kirin ji xwe re jî ava bikin. Çewtiya wê çêbû. Ew dewletên çêbûn bi alîkariya welatên Ewropa û DYA dîktatorên xwe çê kirin û bûne bela serê miletên xwe, ti hebûneke wan welatan li xelkê nehate parvekirin. Tew di ser de jî zilm, zordarî, îşkence bû para miletên belengaz.
Niyet û mantiqê dewletên Ewropa û DYA li ser goya siyaseta wan ya reel li welatên Ereb û Rojhilata Navîn ev e “He is a son of a bitch, but he is our son of a bitch” (Ew lawê qehpikan e, lê ew lawê qehpikên me ne) Ev gotin yê serokê berê yê DYA Franklin Delano Roosevelt e ku di derbarê dîktatorê Nîkaragûa Somoza de gotibû. Ev nêrîna êdî bûye bingeha siyaseta dewletên Ewropa û DYA. Nêrîna van dewletên bê ehlaq û bêedeb ewqas eşkere ye, ku ew pir caran bi deng jî van gotinan dibêjin.
Miletên di xizaniyê de jiyana xwe didomînin êdî ji dîktator û têrnexwaran bêzar bûne. Çavbirçî û têrnexwarên Ereb û Rojhilata Navîn bi dehsalane saltanata xwe bi pergala totalîteriyê dimeşînin. Rûreşiya welatên Ereb ya herî mezin jî ew e, ku goya ew temsîla Îslamê dikin û bi navê Îslamê xizanî xistine para xelkê xwe. Halbûkî ew dîktatoran bi navê Îslamê sextekariyeka bê sînor dikin. Serkêşiya welatên Ereb yên çavbirçî û têrnexwaran jî Siûdî dikşînin. Li ba wan goya Şêx û Padîşah û serokdewletan ne ehlaq, ne etîk û ne jî moral maye. Jixwe tiştekî wisa li ba wan tine bû ku mabe jî.
Rewşa ku niha cîhana me tê de ye, bi taybet jî dewletên Ereb û li Rojhilata Navîn ew e, ku feqîrî û xizanî serê xwe girtiye dawiya wê ne belûye. Tiştekî êdî baş kifşe, milet êdî bi gotinên vala, tirûvir qanî nabin. Milet qedera xwe daye destên xwe û li hemberî rejimên totalîter û dîktatoran li ber xwe didin. Êdî ne dîktatorê Misirê, ne dîktatorê, Sûrî, ne dîktatorê Îranê û ne jî yên din nikarin li pêşiya pêla milet liberxwe bidin. Dawiya dîktator û çavbirçiyan hemûyan jî sergoyê dîrokê ye.
Mirovên di nava hebûnê de lotikan diavêjin haya wan ji kesên di nava xizaniyê de derbas dibe nîne û ew cewhera ku ew mirovên dewlemend in ji halê mirovên rewşa wan ne baş e fahm bike jî nîne. Lê divêt mirovanî baş bizanibe, ku mirovên jiyana xwe di tinebûnê de derbas dikin sînorê wan heya radekê ye. Dema ew kesên feqîr destpêkirin kirasên xwe biçirînin, dibe ku dereng be ji bo kesên teqla li ser dolaran didin. Nivîskarê navdar yê Almanya Berthold Brecht dibêje “Erst kommt das Fressen, dann kommt die Moral!“ (berê têrxwarin tê, paşê jî ehlaq) Ev gotin raste, di cihê xwe de ye. Bi gotineke din zikê têr hay ji yê birçî nîne. Bê guman daxwaza serxwebûnê, azadî, demokrasî û daxwaza mafê mirovan heya radeyekê girînge, lê tenê merivan têr nake. Heya di nava civakekê de xizanî hebe, qet qîmeta wê serxwebûnê, azadiyê, demokrasiyê û mafê mirovan tine. Heya di welatekî de siyaseteke bi şefaf nemeşe li wê derê pirsgirêk çareser nabin. Daxwazên xelkê yên xwezayî berî her tiştî xizanî ji ortê rabûne. Paşê divêt dewlet, hukumet ji her alî ve daxwazên civakê bi cîh bîne. Pirsgirêkên sosyal, pisgirêkên avahiyan, pirsgirêkên tenduristiyê, pirsgirêkên perwerdehiyên, zanistiyê, pirsgirêkên jinan, keç û xortan û ya herî girîng jî çareserî ji pirsgirêkên kar û bara re bêne dîtin. Yanê bi kurtasî divêt jiyaneke mirovahî, însanî bi edelat û tifaq ji bo her kesî hebe. Van daxwazana ne wisa zehmetin ku bêne bi cihkirin. Heger desthilatî durist tevbigere, hebûna milet bi wan parve bike, pirsgirêk namîne. Lê mixabin çavê desthilatdarên birçî û têrnexwaran têr nabe. Loma dawiya hemû dîktatoran hilweşandine. Dîktator wisa pijyayîne, xwe di qalibekî wisa de dibînin, ji wan wetrê ew nebin tiştek bê wan nameşe û wî mafî dixwe de dibînin, ku hebûna welat ji xwe û xismên xwe re tarûmar bikin.
Em îro di cîhaneke wisa de dijîn ku pirsgirêkên xort û keçan û hemî çînên civakê li her derê yekin. Welatên di warê sosyal, aborî de pêşdayî ne êdî li tiştên biçûk nagerin. Xelk êdî li jiyaneke bi kalîte digere. Ev jî tiştekî pir xwezayî ye. Jiyana ku kalîta wê tine be, ew jiyan ne jiyan e. Daxwazên keç û xortan li Tunisê, li Misirê û li derên din çine li Kurdistane jî ewin.
Almaniya, 06.02.2011