pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Kakshar Oremar

- Seyîd Riza û Qazî Mihemed!

Kurek û dayikek!

 -

-Boykot û Paşeroja Me!

-HusenXiziri

-  Girîngiya Arşîvê Ji Bo Hunermendan

-Xwîna me û qedera diktator Xaminêyî!

-

-Komara Me Pêkhat!…

Kakşar OREMAR!

 

-Xem û Xewnên General Îhsan Nurî Paşa

-Mamosta Şêxê Izzedînê Huseynî

Vegere Destpêkê

 

Du Ziman: Kurdî û Farsî

Kakşar Oremar

Kakşar OREMAR

Gmail:kaksharoremar@gmail.com

 

Fars di nasandina zimanê Kurdî da wiha dibêjin:“ di rastiyê da „zimanê Kurdî“ weke zimanê Farsî bi wateya yek ziman û xwedî formekî istandard û sinorekî diyar û eşkere nîne. Belkî îro ew ji komek ji ziman û zaravên Îranî yên girêdayî şaxa bakurê rojava tê gotin ku geh nêzî hev û geh jî li gor zanista zimannasiyê ji hev dûrin.“

Ev nêrîn di serdema selteneta Mihemedriza Pehlewî da gelek bihêz û panîranîstanên şovînîst li her derê li dijî hebûna netewa Kurd jê re propagande dikirin. Çimkî M.R. Pehlewî dabû ber xwe ku zimanekî istandard li jêr navê „ zebanê êstandardê Farsî“ biafirîne û hebûna hemû zimanên din li jêr navê „zimanekî cuda ji zimanê Farsî“ yasax û heta tawanek siyasî jî bû. Ji hêlekê wan digotin zimanê Kurdî zaraveke zimanê Farsî yê kevin e û ji hêla din jî dema behsa destpêka dîroka selteneta xwe ya 2500 salan dikirin, destpêka salnama xwe ya şehenşahî ji 550 beriya zayinê dihesibandin ku sala têkçûna Medan bi destê Koroş Hexamenişî bû. Wan destpêka têkçûna impiratoriya Aşûr û damezirandina impiratoriya Meda ku li 612 beriya zayinê çêbibû, wek despêka salnama xwe ya fêrmî nedipejirandin. Kurda û bi taybetî jî siyasetmedarên mîna Îhsan Nurî Paşa sala 612(B.Z) wek destpêka salnama Kurdî dane nasandin.

Li vira ye ku mirov bi xapandikarîyên wan yên li gor siyaset û berjewendiyên rojê dihese. Çimkî ew Meda wek ejdadên Farsên îroyîn nahesibînin, lê Kurda bi Îraniyên esîl û zimanê Kurdî jî bi zaravek ji zaravên zimanê Farsî binav dikin. Ev du nêrîn li dijî hevin û qet hev nagirin.

 

Zimannas û dîroknivîsê navdarê Rusî Prof. Vladimir Minorsky (1877-1966) derheqa zimanê Kurdî da wiha dibêje:“ Ger Kurd ji neviyên Meda nebin, lê gelo çi bi serê netewek wiha kevnar û xwedî desthilatdariyek bihêz hatiye û evqas qebîle û tîreyên cur bi cur ên Kurda ku bi zimanekî Îranî û cuda ji zimanê Îranîyên din diaxivin, ji kû hatine!?

Herwiha Prof. Mackenzie jî wiha dibêje:“ Di nêrîna yekê da mirov dikare bêje ku merem ji zimanê Madî hemen zimanê Kurdî ye.“

Sedemek din ku zimanê Kurdî ji zimanê Farsî cuda dike berhemên helbestvanên mîna Melayê Cizîrî, Xanay Qûbadî, Ehmedê Xanî û kilasîkên din e ku ne zimanzanên Fars yên sedsalên berê û ne jî yên îro heta nikarin dêrêk ji wan nivîsan bixwînin û jê fam bikin. Berhemên ku sedan sal berê bi zaravên Kirmancî( Mishefa Reş a Kurdên Êzdî), Lekî(dîwana Baba Tahirê Ûriyan an jî Hemedanî) û nivîsên bi zaravên Hewramî û Goranî( pirtûka Yarsanên herêma Kirmaşan) zû ji me re didin kifşê ku zimanê Kurdî û Farsî ji gelek hêlan ve du zimanên ji hev cuda ne.

 

Îro ji hêla zimannasan ve zimanekî xwedî diyalêktên zêde, dewlemendiya wî zimanî îspat dike. Ji vê hêlê ve zimanê Kurdî gelek dewlemende, lê mixabin heya niha lêkolîn û xebateke berfireh ji hêla zimannas û lêkolînên me Kurda bixwe li ser van dewlemenidyên zaravên Kurdî çênebûne. Belkî berevajî wê ji hêla lêkolînvan û zimanzanên biyanî karekî wiha hatiye kirin ku wan jî nekariye bi têr û teselî xebateke wiha bibine serî. Çimkî ew bi qasî Kurdekî zimanê Kurdî nizanin. Zimanê Farsî xwedî zêdetir ji 20 diyalêkt û jêrzaravên cur bi cure. Di nava wan zarave û zaravên zimanê Kurdî da peyvên hevpar hene, lê ev nayê wê wateyê ku Farsekî herêma Simnan ku bi zarava Simnanî diaxive ji Kurdekî herêma Kirmaşanê ku bi zarava Goranî, Lekî an jî Kelhurî biaxive, fam dike. Ziman dikarin ji malbatekê û di bin bandora hev da bimînin, lê ev nabe sedem ku ew ziman yek ziman bin. Ingilîzî û Almanî jî hem xwedî diyalektên zêde û hem jî peyvên wan yên hevpar gelekin, lê du zimanên ji hev cuda ne.

 

Van salên dawiyê têkoşîna siyasî li Kurdistana mezin bilind bû. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê vê têkoşînê bi Kemalîstên înkarger daselmandin ku zimanê Kurdî ne zimanên „Tirkên çiyayî“ û ne jî zaraveke zimanê Farsî ye. Wan bi awayekî ne fêrmî ev rastî di piratîkê da pejirandine, lê hêşta jî Kurd li ser fêrmîkirina zimanê Kurdî li Tirkiyê bi îsrarin. Ewê ji vê xana giran jî bi serbilindî derbasî xaneke din bibin.

 

Li Îraq û başûrê Kurdistanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî zimanê fêrmî û bikaranînê ye, lê desthilatdariya Kurdistanê di van 20 salên derbasbûyî da biqasî ku pêwîst be di xwendingeh û zanîngehan da nekarîne zimanê Kurdî bikar bînin û di sîstema xwe ya perwerdê da bikene zimanekî fêrmî û istandard.

Li Suriyê zimanê Kurdî tê înkar kirin û yasaxe. Ew hê jî bi xewnên Baasîyên cinayetkar dijîn.

 

Li Îranê jî tevî ku „komara cehalet û wehşetê“ bi hemû şêweyan li dijî hemû cure liv û lebatên Kurda yên siyasî-çandî dixebite, lê zimanê Kurdî li wira di halê pêşketinê da ye û gelek pirtûk, rojname û kovar li wilayetên rojhelatê Kurdistanê tên weşandin.

 

Îro(duşeme 21.02.2011) roja cihanî ya zimanê dayikê ye. Zimanê me hebûn û çperê dawiyê yê mana me ye. Kurdino di vî çeperê han da şervanên mêxas, dayikên çeleng û zarokên jîr bin.

 

21. 02. 2011 Denderleeuw / ROJ TV

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org