pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Kakshar Oremar

- Seyîd Riza û Qazî Mihemed!

Kurek û dayikek!

 -

-Boykot û Paşeroja Me!

-HusenXiziri

-  Girîngiya Arşîvê Ji Bo Hunermendan

-Xwîna me û qedera diktator Xaminêyî!

-

-Komara Me Pêkhat!…

Kakşar OREMAR!

Vegere Destpêkê

 

Xem û Xewnên General Îhsan Nurî Paşa

 

Kakşar Oremar

 

Dema navê wî dibihîsim xemeke giran xwe di hiss û hestên min da dialîne. Diltengî singê min digovişîne û ez ji xwe dipirsim: çima ew qedera nexweş bû bi para general Îhsan Nurî Paşa?

Cara yekê min navê wî ji zimanê bavê xwe bihîst. Dema dîwana malê germ dibû, êdî bi dengekî nizmtir axaftina mêvan û xwediyê dîwanê derbasî siyasetê dibû. Li ser her derê diaxivîn û hissên Kurdîniyê jî digehiştin astê xwe yê herî bilind. Di pirtûkekê dîrokî da wêneyekî Ê.Nurî Paşa(1892-1976) û xanima wî hebû. Serbihuriya wî wêneyî babê min ji zimanê Emîrxanê Herkî bihîstibû. Wêne bi kincên Kurd û li bajarê Urmiyê li wênegirxanekê ya bi navê „Zarya“ li sala 1963an hatibû girtin. Kincên Îhsan Nûrî û xanima wî (Xedîce Yaşar) yên kur û buka Reşîdbegê Herkî bûn ku wê demê li Urmiyê mêvanên wan bûn. Li wêney baş temaşe bikin: Di reng û rûyê Îhsan û Xedîcê da meznahî û esalet dibare. Rengê mezina li sere û mirov zû bi dîtina wî wêneyî pêdihese ku Îhsan kesekî maqul û mezin bûye. Dema babê min li wî wêney temaşe dikir, hercarê bi axîneke tejî êş û şewat wiha digot:“ Ax mala min xera be…“ û demekê bêdeng dima.

 

Sal derbas bûn û dema hinek çavên me vebûn, me şoreşa Agirî û serokên wê bêtir naskirin. Ji salên 1985an û pêde ku kadroyên PKKê tovê şiyarbûnê li her derê direşandin, min ji zimanê her du hevala Bedran û Silêman gelek tişt li ser serhildana Agirî bihîstin.

Piştre kesên ku ew ji nêzve dîtibûn behsa Kurdperwerî û ramanên wî yên Kurdistanî dikirin. Mîna Qazî, Dr. Haşim Şîrazî, Sarimedîn Sadiqwezîrî, Dr. Ebdulezîz Şemzînî, Seyîd Elî Gîlanîzade, Emîrxan Cihangîrî(Herkî), Tahirxanê Simko, Yusif Kurdnejad, Perwîn Gîlanîzade, Dr. Mihemed Salih Îbrahîmî(Şepûl), Fewziye Qazî û hwd ku ew ji nêzve dîtibûn, herdem behsa sifetên wî yên bilind dikirin ku tim bi feqîrî û nedarî jiya, lê li hemberî dijiminê xwe qet serî neçemand. Ew rêber û generalê şoreşa Agirî bû ku heya mirinê strana „hilbe Agirî“ ji bîr nekiribû:

Agirî, Agirî, tu agir bûy / Li nav dinya serbilind bûy

Li ser Kurdistanê çira bûy / Hilbe Agirî, hilbe Agirî

Agir dirijand ser seran / Ronahî direşand her dera

Erd dihejand car caran / Hilbe Agirî, hilbe Agirî

Newalên te tejî xwîn bû / Xelxele tejî cendek bû

Raste berê agir tu bûy / Îro agirê lawêd te bû…“

 

Ji sala 1930an heya mirina xwe ew wek hêsîran di bin kontrol û çavdêriya êstxbarata dewleta Pehlewî da bû. Gelek caran bi destûra Mihemed Riza Pehlewî hinek Kurdên xwefiroş ji Îhsan Nurî xwestin ku hemû daxwazên xwe yên şexsî bi nameyekê pêşkêşî dewletê û hizûra padişahê Îranê bike. Lê wî ti cara teşbuseke wiha nekir. Bi feqîrî jiya û heta carna nedikarîn xwarinekê bidene mêvanên xwe jî, lê qet bo tiştên biçûk û rojane meznahiya xwe di çavê dost û dijiminan da kêm nekir. Wî dizanî ku rojekê serokê şoreşeke mezin bû. Şoreşa ku bi hevkariya sê dewletên mezin(Îran, Sovyet û Tirkiyê) têkçûbû, lê lîderê wê heya mirinê ew sifetên xwe yên lîderekî xwedî karîzma wenda nekirin. Derd û elemên ku wî û hevala wî di rêya Kurdistanê da kişandin romaneke nenivîsandiye. Ji karkeriyê bigire heya çêkirin û firotina kiravatan ew her du xebitîn ku muhtacî nemerda nebin. Heya mirinê jî bi serbilindî jiyan û xwe nefirotin malê dinê. Mirovên wiha bi esalet û zanane ku zindîmayîna me Kurda garantî kirine. Ger ew nebûna bawerim bingeha şoreşa îro jî wiha bihêz nedibûn.

Xemên ku Îhsan Nurî Paşa di oxira Kurdistanê da bi xwe re birin bin axa xerîbiyê, bêhisabin, lê xewnên wî mezin bûn. Xewnên ku îro di qêrînên Amed, Urmiyê, Sine, Qamîşlo, Colemêrg û…da digehin guhê hemû cihanê. Navê general Nurî Paşa gelek tişta tîne bîra me: Xweybûn, serhildana Agirî, Heskê Telî, Ferzinde, Derwêş û şervanên din yên navdar ku heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li dijî Tirkên înkarger şer kirin.

 

NOT: Ev nivîs destpêka lêkolîneke berfirehe li ser serhildana Agirî û jiyana General Nurî Paşa ku di demeke nêz de yê bidawî bibe.

 

 

Kakşar OREMAR

Gmail:kaksharoremar@gmail.com

 

05. 02. 2011 ROJ TV

Belchîka

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org