pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskar:

 Nizar Yosif:

 

Mirin birçiye

 

Vegere destpêkê

 

Kimlik a dusum ê bê terî !    

 Nizar Yosif          

Ajovan ê biyan

Endamek yê makîneyê

Bindar ê siwarvanên bajêr

Cadeyan di pîve

Têkilheviyên westandin ê de

Di ram e

Yekî bi şewqe

Keçelî veşêr

Nasîna min xwest

Min jî nasnameya kurdî

Nîşan wî da

Gotina min bû şûjinek

Di wî re çû

Hilbehiya

Bû xurxura hêlikên wî

Bi hêrs ket, got!

Kurd yox yahoooo

Bi giranî xemkerixî bersiv da

Çend daristan we sotandin

Û bi xîzaran çiqil birîn

Çend mûristan wêran kirin

Ra û tov di jenin

Dews şîn dibin

Bi hêsanî bingor nabin

Xoce !

Wî got :

Şimdî kurd kimlik yox

Dêmek milet yox haaaa!

 

Berpirsyarê karê xelkê 

Li pêşberî keso

Keliya,,,,

Matmayî ma

Min dît lawir

Bi du suman di lepitê

Bi wê pîvanê min pirsek kir

Jiyan ji bûna te çiye?

Got :

Xwarin e

Xew e

Û çiv e

Min jê pirsî

Pêdiviyên çarsuman çine ?

Wî got çawa ?

Min encam da û gotin birî:

Xwesteka wî hertim êm e 

Bi mêkeran re kirin e

Û erkê wî jî

Hildana bar ê giran e

Hinek li ser du sumanin

Lê bê terî ne

Hay jê nînin

Li pêşber min bi lotik e

Lê mixabin gelek ji me

Bûn mêşrevînên koş a we,,,,

 

Ne xwestekên kimlikê ne ji kujeran  

Hûn dinoşin wê bizav ê  

Tirs a roj û şev ê

Alav a vê nasnameyê

Verêj a ava jînê ye

Qencî ne babet ê kotekiyê ye

Dixwazin tav a nependî

Şihîn a maf ji cem ê ketî.

 

             13,04,10

www.myspace.com/nizarmusic

 

 

 

 

  

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org