pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

RUKIYE ÖZMEN:

-Keştiya Nuh dişewite

-Hezkirin bi kurdî xweş e

 -Bandora çîrokan ji bo pêşxistina zarokan

-Bila hemû dibistan bêne girtin

 

Vegere Destpêkê

 

Ev perda dawî ye

RUKIYE ÖZMEN 

Şevê din dîrokê xwe pirbare kir di rabirduya mêjiya neteweya me de.Gur û hovan peyman danibûn; rûyê xwe ji şerma mirovahiyê bi maskên reş pêçabûn.
Û derketin nêçîra rûmeta min li aqarê Medan.

Şevê din, tîmsahan bi neynokên xwe yên qirêj nava min qelaştin û bi diranên xwe yên zingarî xwîn ji kezeba min dohtin..

Dilê min gurand, giyan tavizand di laşê min de û bêbextan rayê hêviyên min qetandin, hemu reng reşkirin di çavên min de.

Delala min tu zanî, daxwaza wan ew bû roja min a ku nû bitêhna wê qeşa sînga min dihela bi konê reş bipêçin.

Daxwaza wan ew bû carek din min lal û bê hiş bikin û te jî bi min re bixin gora servekirî tevî kesên di xewa mirinê de, da ku navê welatê min ji nava nexşa cihanê rakin.

Lê ev hingavtina şevê din wê neyê hesêbê li ser carê din, wê ew reqem êdî tu reqema li xwe siwar nekê.

Delala min leyîstoka vê şanoyê ji hezar salan ve hatiye, guhdêr be li vê şanoyê perda herî qelebalix e ku di nav xwe de civandiye, ji lewr berxwedan siwar bû li tirsê û hêvî şeng bû.

Tenê bi ronahiya çavên xwe binêre, li vê perdê ev perda herî dirêj e ji bîst û heştan. Perda dawiye ji lew baweriyê zora bêhêvîtiyê bir.

Delala min dixwestin min li pêşberî seqlanên hêvîyên te yên bêhna nergiz û gulan ji wan tê kor bikin, dixwestin xwîna min li ser berfê bimeyînin li kolanê betonê welatê roviyan ku navê şaristaniyê li xwe kirine.

Dibînî çeqmeqê dilê min jenî û pêt girt agir, germ bike destên xwe yên şevê din cemidî bûn, ev agir ne yê darê berûye, ev agir, agirê bedena min ya ciwan û gewre, sirê xwe di nava xwe de gêr dikê, dipijiqê bilind dibe û careke din pê pêt digirim li nava bistên zirav û tûj de, li zîndanê biyaniyê.

Delala min tu dibînî bê çawa deşîfre dike rûyê bêbextiyên duh û îro û belavkirin reş ewrên mirinê li raserî me kombûyî, dibihîzî çawa bi yek dengî hemû mirov hilçenandin û bi yek dilî dijmin matmayî hiştin.

Delala min gavên xwe mezin bavêje ber bi wê şikefta ku bi agir min namûs diparast li qiraxê Mûnzûr da silava te wergirê Pîrê min Seyîd Riza.

Tîrên hêviyên çavên xwe dûr bavêje, da bi qetînî kendîla li gerdena kalê Şêx Seîd:
Lezke da tu bişûn de vegerînî kenê hatî darvekirin li ser lêvên parezerê min Qadî Mihemed Li Çarçira.

Nenase van sînoran ew serkeftineke ji xeyalên dijminê me ne, hembêz ke rastexewna Melayê min Mustafa Barzanî.

Delala min denge bilûra xwe bilind bike kerba dilê min bişkîne, bi zimanê qedexe bi qîre bila çiya û gelî sermest bibin ji ber awazên te ji bîr neke ev wesyeta Mîrê çeleng Celadet Bedirxan.

Bi berbangê re li ser kopî çiyayê Cudî binêre bedewiya welatê min bi yek dilî himbêz bike.

Gund û bajarên min. Hez bike ji xwe û hevalên xwe û tu hez kî ji dayika me Kurdistan, jî bîr neke ev şîreta Mamosteyê min Xanî ye.


Delala min navê îxanetê qedexe bike li ser vê xakê, çavê xwe qet xilmaş neke tu dizanî ji nû ve pişkivandina vê darê rewa xwe ji xwîna keç xortan kişandiye.

Bi soza mêrxasan pak hatiye şûştin ji qirêja binê potînên metingeran, biparêze ew keda wan e.

Destê xwe deyne ser sînga xwe û hilde ber jor de, vê ala me, azad bike rêberê welatê rojê.Ew li nav keştiya quflekirî de li giravêk biyanî dîl kirine:

Lezke delala min ez bawerim bi te, li pişta te ye karwanê azadiyê.

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org