Helbestvan Tengezarê Marînî:
Helbest mîna sîberê ye, di gel mirov bi rê dikeve! *
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Helbestvan Tengezarê Marînî, di sala 1959’an de li Tirbespiya Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Pisporiya Karmendiya Mediya Nû’yê; Communication, Relation and Presentation (Ragehandin, Têkilîgirêdan û Xwepêşandan) xwendiye. Di kovarên Stêr, Pirs, Pêl û Bultena Tewşoyê de kar kiriye. Di Azadiya Welat de, qunciknivîs e. Di gelek rojname û kovarên kurdî de, li welat û derveyî welêt de dinivîse.
Kilît, helbest, 1992, Weşanên Kovara Zanînê, Çirûskên Xewneke Bazdayî,
helbest, 1993, Weşanên Ko vara Asoyê, Evîna Leylan û Mijê, helbest, 1998, Weşanên IIKê, Şevnema Şînê, helbest, 2001, Weşanên IIKê, Niserîna qedexe ji bêciriya te , helbest, 2005 Weşanên Belkî, Amed, Ev qêrîna şêxê min e 2006, Funken des Nebels (Tîrêjên Mijê), bi Elmanî helbest 1998, 2000, 2002, Weşanên IIKê, Kurdische Kulturtage, dokument 1998, di gel Roger Toppel û Ferîdon Qazî, Helbestên Rengîn, Erich Fried , Ekîtiya nivîsarên Kurd- Duhok, 2006, Pantelonê şeyanî, Îtalo Kalvîno, weşanên Kovara Sivore, 2008 hin berhem û wergerên Tengezarê Marînî ne.
Min pirsî, Marînî yê ku jiyana xwe li Almanyayê berdewam dike bersivand...
***
Helbest bo te çi ye?
Inger Christensen wiha dibêje; “Dema ez bixwazim helbestê binivîsim, ez wisa dikim, mîna ku ez ji derve ve, bibim çavdêrê zimanî. Ez xwe bi paş ve didim, mîna ku ne ez im ziman bi kar tînim. Li wir diyar dibe, ka çawa ziman û jiyan hev hembêz dikin, mîna ku peyv li derdora min wek diyardeyan bin û berê xwe bidin min, hinga jiyan wateya hebûna xwe nas dike. Ew hebûna ku berê jî hebû”
Eger mirov li xwe mukur were, wê tê derbixe, ku çu pênasîn nikare mafê peyva helbestê bidiyê, çi bizanistî û çi ne bizanstî jî. Lê tiştê mirov dikare hinekî nêzîkî pênasîna helbestê bike, an jî bihêle bihingive; giyanê helbestê, hilperîna peyv û hestan bixwe ye. Helbest dikare bibe lihevxistina pêlên hestan û peyv bibin dîwar an jî cengeke bêdawî di navbera peyvê û hestan de ye, ka gelo peyv dikare ji heqê wê kela hundurîn ya ku mirov serûbinî hev dike derkeve an na?!
Dikare bibe anîna wan refên hestan, bi şêweyê peyvan û spartina wan li hev!? Helbest dikare wek serîhildana nehişmediyê li dijî hişmendiyê û cenga wan ya ku qet bêdawî nayê be!
Mirovê ku wê sosretê, wê êşê, wê cengê dibîne, dikare çi bike? Ez bawer im,
ew ji derve dibe çavdêrê peyvan, ka çawan peyv, wan kambaxiyan, wê qiyametê, wê xirecirê razî bike, daku were li ser kexez ango monîtorê. Helbest, helbest e. Lê çend kilît hene, an jî çend çirûsk di wê dinya tarî û zulomat de hene, xwendevan/nivîskar, dikare bi dest xwe ve bîne, ew jî, ziman, ciwanî, avakirina hunerî -lihevsiwarkirina peyvan, avakirina hevokan, wêne-, dirûv û naverok.
Di dawî de helbest mîna sîberê ye, di gel mirov bi rê dikeve, dema mirov bixwaze wê bigire û zeft bike, destevala vedigere. Bi kurtî helbest, hertişt e û helbest netiştek e. Li vir nayê wê wateyê, ku ez bibêjim, helbest tiştekî evrayî ye. Dibe ku helbest li evraz û evrayên winda û veşartî digere, lê ger di wî tiştekî winda de, pêdivî bi rênas û rêzanekî heye.
Ew rênas jî bi tecrube û serpêhatiyan dikare bibe şareza û hosta. Şarezayî xwendin û bicehanîna wê di dem û cihên rast de û hostetî serpêhatî û çawaniya sûdwergirtinê ji wan serpêhatiyan e. Helbest jî pîşe ye, lê pîşeyekî zor e. Mîna wan tiblên ku fêrî kemanê dibin.
Em dibînin ku vegotina Tengezar Marînî ya li ser helbestê bixwe jî, vegotineke helbestî/helbestane ye! Baş e, yekem car helbesta te li ku û di kîjan berhemê de ronahî dît? Wê gavê hesteke çawa li te peyda bû?
Bêguman cara yekem, ku nivîsa yekî li cihekî bête çapkirin û belavkirin, wê mirov pê kêfxweş bibe û şûr simbêlan nebire! Lê ji ber min ji biçûkatiya xwe de, li dibistanê, di rojnema dîwêr ya dibistanê de dinivîsî -ez bawer im li pola 3’yan bûm, sala 1966-1967’an bû-, êdî weşana berhemekî, nema bû tiştekî seyr, ji bilî wê jî, hinek hunermendên deverê mîna Xwedê jê razî, şehîd Xebat, Nasir Temo, Ferzende û hinekên din, nema tên bîra min, peyvên min kiribûn stran û bo wan awaz danîbûn, ew weşan li ba min, berdewamiya tiştên bûyî bûn...
Çi ye ku Tengezarê Marînî bi helbestê ve dide girêdan?
Eş, kovan, derbederî, evîn, hizra mirinê, ziman û lîstikên bi zimanî, afirandina lêkdanên nû bi pergal û şêweyên cuda, avakirina zimanekî ji wêneyên heylohayî. Helbest min bi helbestê ve girê dide. Ez nema dizanim, gelo ez parçek im ji helbestê, an ew parçeyeke ji min e. Belkî ew ez im û ez carnan ken, girnijîn, girî, xemgînî, kovan, xurbetî, havîbûna helbestê me û li benda min dimîne, ku wan bikim peyv û wêne û daxînim li ser kaxezê!
Ma mirov bê ba dikare bijî?! Bo min jî helbest, henasa ez ji cergê spêdeyên serşehkirî diguvêşim û bi sermestî bi ser can û giyanê xwe de berdidim. Helbest dibe xewn û li derdora sewdayê min, tevna evîndara min dirêse. Deka were êdî bikaribe dest ji helbestê berde!
Tu ji min bipirsî, Tengezarê Marînî –bi tu awayî- wê nikaribe dev helbestê berde! Cenabê te, di wêjeya kurdî de asta helbestê çawa şîrove dike?
Dema wêjeya kurdî tenê helbest bû, ji xwe diyar bû, ka çendî rola helbestê heye. Li wir jî ji ber ku pir xwendevan nebûn, belê guhdar hebûn, hema hema zayendê bi tik û tena, ne li asteya helbestê dihate nêrîn, belê li naveroka wê û waneyên wê. Wate, helbest wek niviştê û helbestvan wek mela xwedî roleke mezin bûn.
Lê di vê demê, ku xwendevanên ji wêjeyê fêhm dikin hene û agahiyên wan li ser teknîka nû ya wêjeyê heye, bêguman helbest rola xwe hinekî winda kiriye, lê hîn jî ew rewşenbîriya guhdarîkirinê xwedî cihekî mezin e, di qada wêjeyê de û bi taybetî di ya helbestê de.
Helbestvanê îro, nema dikare wê rola berê bilîze, her wisa jî nikare bi wê teknîk, huner û ciwaniya rêzbend û terazûyê, xwe di qadê de diçespîne. Ji ber du sedeman:
Yek; Dem bilez û bez diçe û ferhenga jiyana nû, ji hêla ziman ve, lêkdan, hevok, wêne û zimanekî helbestî taze li ser nivîskar ferz dike ku xwendevan bi xwe seyr û sermest bike.
Dudu; Asta bête nivîsîn, xwe bigihîne ast û pêpeloka helbesta derdoran. Çimkî xwênerê kurd, nemaze ewê, di nav çar dîwaran de, belê bi kêmanî agahî ji wêjeyê bi du zimanan heye.
Ev merc û şertên nû ku hatine pê, dihêle ku nivîskarê helbestê bi xwe pêzanîn û teknîka xwe ya nivîsînê bigihîne asta marîfî ya xwe û xwendevan. Ez bi xwe geşbîn im, ku wê helbesta kurdî, cihê xwe li ba xwêneran winda neke, lê hem cih û hem xwêner jî, wê ne ew bin û ne li wê deverê bin. Bi wateyeke din, cihê helbestê di wêjeya nivîskî ya kurdî de, hîn jî sereke ye, lê asta wê jî ji nivîskarekî/xwendevanekî bo yê din tête guhertin û li ser asta wî ya zanistî dibe.
Rola klasîkên kurdî, li ser helbesta nûjen çi ye?
Ez bawer im, her helbestvanekî/a kurd yê vê qonaxê, eger ji kevneşopiya xwe neagahdar be û bi hêz, ew bo xwe nekiribe gencîne û stûn, wê nikaribe helbestek baş binivîse, bi kêmanî ji hêla ziman û hişê kurdewerî ve wê sistahî di berhema wî de hebe.
Agahîwergirtin ji klasîkan, nayê wateya ku mirov wek wan binivîse, çi bi şêwe û dirûv û çi bi naverok. Piştî ku helbestvanê nûjen tûrikê xwe yê di wê hêlê de, dagirt, dikare dabirînekê bixe nav xwe û wan û xwe binivîse.
Di wî warî de, mixabin, ya ez jê agahdar im, yan agah ji klasîkan nînin, an jî tim dixwazin di bin sîbera wan de bimînin. Lê dîsa jî dibêjim, eger kevinê miletî nebin, nûyê wan jî qels in, an jî tune ne.
Nivîsandina helbestê ji bo te, li Hannoverê, li Dihokê, li Tirbespiyê, di warê veguherîna hestan de xwediyê ferq û meyliyeke çawa ye?
Ev pirseke ku gelek dergehan, li ber bersivê vedike, lê ezê bersiva xwe di çarçowa hestan û rola derbederiyê de, bidim. Bêguman, rola cografiya li mirovî heye. Derûdorên mirovî, dikarin bibin faktorên cuda bo nivîsandinê. Li welêt, êş û azariyên xelkê, çewisandin, belengazî, newekhevî, nenaskirina nasnameyê, qedexbûna ziman û mafê derbirînê. Ev hemû babet in ku mirov nikare xwe ji wan rizgar bike.
Li derbederiyê, bêrîkirin, jibîrkirin, havîbûn, guncîna di nav civata nû de, prjirandina civata nû, civata nû û pejirandina mirovî, zimanê biyanî, kultûra biyanî -kengî ew kultûra biyanî dibe parçeyek ji kultûra takekesî-, teknîk, şaristanî, jîngeh, azadiya derbirînê, mafê takekesane, mafê mirovan, guhertin û cudabûna têkiliyên civakî, hezkirin, mirin, perwerdekirin, têkiliyên malbatan, sinor û Kurdistanîbûn. Evîn, mirin, Seks, zanebûn û zanistî. Astengên bîrokratî û rojane... Ev hemî babetên nivîsînê ne û her yek ji van babetan, li cografiyeke cuda û bi hestekî cuda têne nivîsîn. Lê dixwazim vê jî bibêjim, erê em penahende û revend in, wate li cihekî cuda ne. Lê êş, derd, kovan, xem û asteng, alozî û sosretên bi ser miletê me de tên, ew hemî bi me re jî li vir dijîn û mezin dibin. Wate pir zor e, em herdu aliyên jiyanê, yê cografiya fîzîkî û cografiya derûnî ji hev cuda bikin, mîna strana Mêremê “Tu min dibînî, laşê min li vir ê û hiş û sewdanê min li cemê.” Lê li Duhokê bi rastî, ez di jiyaneke taybet de dijîm. Li wir, azadî, serfirazî, ken, welatekî ku pez, dar, gor, devî, robar û xelk û teyr û tilûrên wê bi azadî bi kurdî diaxivin, hestekî dilxweşiyê peyda dike û ev jî kartêkirinê li nivîsê dike. Wekî ku êşên welat û valabûna derûnî li derbederiyê kartêkirinê li nivîs û biyavên wê yên hunerî û ciwanî hene.
Tengezarê Marînî di edeba kurdî de bala xwe dide ser kî û kê? Canik û camêrên di peyva kurdî de li ber dilê wî şêrîn in, dikare bi nav bike?
Min ji destpêkê de, pala xwe da ser klasîkên kurd, lê her wisa jî min agahdarî bo xwe li ser helbesta nûjen ya kurdî û edebiyata dorûber û cîhanî dane hev û hîn jî li ser vê berdewam im. Ji bo ku klasîk mîna pişteke bihêz e bo min, min gelek geryan li klasîkan kir û ji dengê feqe û melayan, gelek helbestên Cizîrî, Feqiyê Teyran, Macin, Bateyî, Xanî, Mîna, Siyapoş, heta bi Extepî, Pertew Begê Hekarî, N. Brîvkanî, heta bigehe, Cegerxwîn, Tîrêj, Sebrî Botanî. Lê min jibîr nekir, ku ne tenê ew gencîna min ya helbesta kurdî ye û min berê xwe da Qedrî Can, Dr. Kamîran, Mîr Celadet û Ehmed Huseynî, Rojen Barnas, Mihsin Qoçan, Ebdulrehman Mizûrî, Mueyed Teyîb, Berken Bereh bala min dikişand. Lê bêyî ku jibîr bikim, cîheneke ku taybet bi min jî heye. Ev bo min bo handanek berev bi wêjeya erebî û yên bi erebî dinivîsin, mîna Adonis, Selîm Berekat, Maxût û Unsî Al Hac.
Ji yên kurd ku bi Tirkî nivîsîn ku kartêkirina wan li min, Ehmed Arif bû û bi taybetî, dema di sala 1990’î de, berhevoka wî ji hêla Dildarê Şeko ve hatibû wergerandin bo kurdî. Ji farisan jî Farox Ferxozad, Mehmûd Giyanoş, Ehmed Şamilo û Nîma Yosîç ( Elî Isfendiyarî). Yên cîhanî jî gelek hebûn û hîn jî lîste mezin dibe. Di kurdî de jî nivîskar û helbestkarên nû mîna Rênas Jiyan, Arif Hîto, Bilind Mihemed, Gulnar Elî, Emîna Zikrî bala min dikêşin. Û niha jî nivîskara kurd ya bierebînivîs Xalîda Xelîl pir bala min dikişîne. Kurdî/Kurmancî roj bi roj xweş û geş dibe û nivîskarên nû bi asteyeke bilind dadikevin meydanê.
Rêberayetî û pêşengiya komelayetî, wergêrî, helbestvanî… Çawa dikarî dem ji bo van karan veqetînî?
Salihcan; ji ber ev karê nivîsînê, nikare pariyê nanê mirov û malbatê ebor bike, ez bi pêdivî dibînim, ku karên din di ber re bikim, lê tiştê ez dikim, ne gelekî dûrî karê nivîsînê ye, belkî serpêhatî û tecrubeyên min bo nivîsînê bihêztir dike. Ew beşên ku te nivîsîn, bi serê xwe babetên nivîsînê ne, lê dibe mirov bi şêweyekî edebiyatane serederiyê di gel wan bike û bihingive wan. Ev kar hemî pêkve û di gel xwendin û komkirina agahiyan di warê edebiyatê de berdewam pêdivî bi sîstem û disiplînê heye. Ez di jiyana xwe de, mîna eskerekî me, jiyana xwe û plana xwe bi alîkariya salnamê ji hev cuda dikim.
Te xwendina xwe li ser ‘Pisporiya Karmendiya Mediya Nû’ “Communication, Relation and Presentation” kiriye. Çi ye Pisporiya Karmendiya Mediya Nû?
Xwendina pisporiya karmendiya Medya û medya nû, Ev beşekî nû di xwendina multî, an jî massmedia de ye ku li ser çend beşan belav dibe, Radio, TV û internet, Arşîva pirtûkxaneyan, afirandin û veguhestina nûçeyan, danûstendin di gel peyva mediyayî -şêwe û teknîkên derxistinê, hêza derxistinê, şêweya rawestana li ber kamîreyên TV’yê, şêweya axaftinê, zimanê laş û ciwaniya wî, kartêkirina peyvê ji hêla derûnî ve û gihandina wê, şêweya avakirina têkiliyan û teknîka wê di medya de, hilbijartina peyv û têgehên xwedî banoreke pozîtîv- Cudabûna kar di navbera mediyomên cuda de.
Xewn û xeyalên Tengezarê Marînî çi ne?
Hîn zû ye, ez ji ser xakê bar bikim û berev bi azmên de bifirin. Xwezî ew dem bihata. Lê hêviya min, omîda min, daxwaza min ew e ku ez nivîsên xwe di her demekê de, cuda binivîsim. Ew hêz bo min peyda bibe, ez bi rastî azad û serbest di hundurê xwe de, bêkartêkirineke neyinî bijîm, biramim, binivîsim. Ez bibînim ku ev zimanê xweş, ev zaraveyê xweş perdeyan biçirîne, dergeh bo wî vebin ku êdî hêza wî ya xwenûkirin, xwebihêzkirin, xwebedewkirin, xwederbirîn û xwe li ser xweavakirin vebe. Ez bibînim, ku birastî peyva kurdî, di her warî de ava bibe, wate bo her şaxekî ji jiyanê zimanekî wî kurdî kurmancî zîl bide û tevna xwe bi ciwanî li bedena peyv, lêkdan û hevokan bipêçe.
Kar û barên pêşerojê
Kar û bar ên li pêşiya min pir in, gelek pirtûk hene dixwazim wergerînim û yên wergerandî dixwazim çap bikim. Çar pirtûkên min ên helbestan hene dixwazim wan biweşînim. Du pirtûkên rexneyê hene û ew karên min kirine, li pêşiya min in, çi di hêla medyayê de be, an jî di hêla edebiyat û wêjeyê de, an jî di hêla şanoyê de bidim hev. Mixabin Arşîva min heta niha nîne, min li ber e, ku hin bi hin bidim hev.
Tengezarê Marînî, malî ava ezbenî…
Avatir!..
rojnameger@hotmail.com