pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskarî:

:Yasîn Hisên

 

 

 

Vegere destpêkê

 

Ji birçîbûnê re

-1-

ji bona te

min çiqas dest ramûsandin

....

ne mîna lêvê te bûn...

-2-

Ger tu jinek baya

Min dê te himbêz bikira..

Da dîsa bême kuştin

-3-

Hevalekî ji min re got:

- wê sibeh ji îro xweştir be.

Ez jî dijminê sibehê me

Û hevalê şevê me

Şev jî sitara birçiya ye

-4-

 

Dema  termê wî li xeîbiyê dîtin

Dibin palgeha wî de rûpeleke sipî û pênûseke şikestî

Dinaliyan...

 

Pênûs

 

Erê...xwîn bi xwînê tê şûştin...

 

Rûpel

 

Şevê li ser sînga min paldaye

Ez jî bi sipîbûna xwe

Xwe paye dikim

Dema helbestvan bê limêj

Ez perçiqandim....

 

Peyamber

 

Destekî reş ji newala rastê pêrgî wî hat

Dicefilî…

Gava keriyekî gura  ew binerd dikirin

Ji wê rojê de...

nivîsên Melayê Cizîrî di xew de didîtin...

 

Helbestva

Yasîn Hisên

  

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org