Kurdî ( Kurmancî – Soranî ) de bikar tê . Ev paşgir digihêje çend c Paşgira ( andin ) di herdu şêwezarên rên bêjeyan û wan bi xwe re dike karinî derhingêv . Anku , erkê vê paşgirê yê sereke sazkirina karên derhingêv e , wekî ku di van xalên jêrîn de berçav dibe :
1 - Digihêje binyata ( regê ) dema nuha ya hin karên nederhingêv û wan bi xwe re dike karinî derhingêv .
Nimûne : Karên Nederhingêv Karên Derhingêv
- Razan razandin
- Xuriyan xurandin
- Perritîn perritandin
- Kelîn () kelandin
- Barîn barandin
- Revîn revandin
- Kenîn kenandin
- Xebitîn xebitandin
- Şewitîn şewitandin
- Geriyan gerandin
- HD ............................
Ev karên nederhingêv li gora vê rêzika jêrîn bûne derhingêv : ( Binyata dema nuha ya karê nederhingêv + andin = karê derhingêv ) .
Binyata dema nuha jî , bi vî şêweyî pêk tê :
- Kar di dema nuha de : ( kenîn ---- ez dikenim )
- Avêtina pêşgira dema nuha ( di ) û paşkokên kesîn ( im , î , e , in ) ji karê dema nuha : ( di - ken - im ------ ...ken... )
Dêmek binyata dema nuha ji jêdera karê ( kenîn ) bêjeya ( ken ) e . Binyata dema nuha ji karên dîtir jî li vê mînakê tê pîvan û bi vî şêweyî pêk tê :
Kar Dema Nuha Binyat Derhingêv
- Şewitîn ( ez ) dişewitim ..şewit.. şewitandin
- Xebitîn ( tu ) dixebitî ..xebit... xebitandin
- Mirin ( ew ) dimire ....mir..... mirandin
- Hejîn ( hûn ) dihejin ....hej..... hejandin
- Bezîn ( ez ) dibezim ....bez... bezandin
- Revîn ( tu ) direvî ...rev... revandin
- Zîvirîn ( ew ) dizîvire ....zîvir... zîvirandin
- Geriyan ( ew ) digerin ...ger..... gerandin
-HD...................
2 - Li hin herêman paşgira ( andin ) digihêje hindek navan jî û karên derhingêv ji wan saz dike .
Wek : ( şop , tep , xew , toz , pel ...... )
- Şop + andin = şopandin
- Tep + andin = tepandin
- Toz + andin = tozandin
- Xew + andin = xewandin
- Pel + andin = pelandin
- HD............... .
Li gora erk û cihê paşgira ( andin ) gerek ev nav ( şop , tep , toz , xew , pel ) binyatên karinî nederhingêv bin . Anku , ji van jêderan ( şopîn , tepîn , tozîn , xewtin , pelîn ) , weku binyat û navên jêderî hatine dariştin :
Şop - şopîn / şopiyan : Ew şopî / şopiya
Tep - tepîn / tepiyan : Ew tepî / tepiya
Toz - tozîn / toziyan : Ew tozî / toziya
Xew - xewtin . : Ew xewt .
Lê di warê kiryarî ( piratîkê ) de , ji bilî karê ( xewtin - xewandin ) ku di şêwezarê Kurmanciya Jêrîn ( Soranî ) de bikar tê , ew karên dîtir nayên xebitandin . Dibe ku jêderên van navan di zimanê Kurdî yê dêrîn ( kevin ) de , yan jî di şêwezarekî wî de hebûn , lê bi dirêjahiya demê re paşguh bûne û hatine jibîrkirin , wekî ku gelek jêderên bêjeyan di zimanê me de bi demê re winda bûne ().
3 - Paşgira ( andin ) digihêje hindek navên dengan jî û wan bi taybetmendiya xwe dike karinî derhingêv , bêyî ku karên nederhingêv ji wan hebin , wekî van dengên dûbarekirî ( lîlan , lorîn ) :
- Lîlan ( lîlî - lîlî ) : lîl + andin = lîlandin
- Lorîn ( lorî - lorî : lor + andin = lorandin()
- HD..............................
Taybetiya van karan û yên di rêza wan de , weku (fîkandin , tewwandin ... ) ew e ku bi van formên xwe ( lîl + andin , lor + andin , fîk + andin , tew + andin ) weku binesaziya karên derhingêv pêk hatine , lê bi wate û hevoksaziya xwe weku karên nederhingêv tên xebitandin .
Wek : - Zînê di daweta birayê xwe de lîland
- HD......................
Di vê mînakê de karê ( lîland ) , li ber çavan , karekî nederhingêv e , hevoka wî ya mînakê bêyî berkarê rasteder watedar û sergihayî ( temam ) e . Lê ku em bibêjin : - Zînê di daweta birayê xwe de ( dengek ) lîland , hingê gotina ( dengek ) dibe berkarê rasteder û karê ( lîland ) dibe karekî derhingêv . Anku , karê ( lîland ) di reseniya raweya xwe de derhingêv e , lê nederhingêv bikar tê , yan jî berkarê wî hatiye avêtin .
Karê ( lorandin ) jî weku ( lîlandin ) , ku em bibêjin :
- Zîn ji birayê xwe re dilorîne .
Li vir karê ( dilorîne ) nederhingêv e û hevok , bêyî berkarê rasteder jî watedar û sergihayî ye . Lê ku me got :
- Zîn ( birayê ) xwe dilorîne .
Hingê gotina ( birayê ) dibe berkarê rasteder û ( dilorîne ) dibe karekî derhingêv , wateya hejandin û teppandinê jî bi xwe ve digire .
Arîşeya van karan ( lîlandin , lorandin , fîkandin , tewandin ..... ) ew e ku ev kar di raweya xwe de derhingêv in , lê di warê xebitandinê de nederhingêv bikar tên . Em dizanin ku karên derhingêv ew kar in , ên ku dihingivin berkarên rasteder , wek ( dan , badan , xistin , raxistin , çandin , hilçandin , kuştin , guran , kirin , kolan ..... ).
Karên derhingêv di dema borî de bi cînavên kesîn , ên koma ( min )re û navdêrên di rêz û raweya wan de tên veguhestin .
Wek : - Min pirtûk xwend
- Te name nivîsî
- Wî heval dîtin
- Zînê gul avdan
- Şagirtan sêv çinîn
- HD ............
Lê di dema nuha û paşerojê ( ayinde ) de hemû karên derhingêv bi cînavên kesîn ên koma (ez) re tên veguhestin .
Wek : - Ez pirtûkê dixwînim
- Ez ê pirtûkê bixwînim
- Tu nameyê dinivîsî
- Tu yê ( tê ) nameyê binivîsî
- Ew hevalan dibîne
- Zîn gulan avdide
- Şagirt dê sêvan bixun
- HD .....................
Karên nederhingêv jî , di hemû dem û raweyan de bi cînavên koma ( ez ) re tên veguhestin .
Wek : - Ez çûm , ez diçim , ez ê biçim............
- Tu ketî , tu dikevî , tu yê bikevî..........
- Ew hatin , ew tên ( dihên ) , ew ê bên ( bihên )....
- HD .........................
Li gora vê pîvanê , ew karên ku ji navên dengan û paşgira ( andin) saz bûne , ew jî di dema borî de bi cînavên koma ( min ) re tên xebitandin :
Wek : - Min di Nûrozê de lîland
- Te ji birayê xwe re lorand
- Wî ji hevalê xwe re fîkand
- Me ji dengbêjê xwe re tewand()
Anku , ev kar jî , dikevin rêza karên derhingêv , bêyî ku berkarên rasteder di hevokên wan de xuya bibin .
Em dizanin ku çi karê derhingêv ê heye dihingive berkarekî rasteder . Berkarên van karên derhingêv jî hatine avêtin . Reseniya hevoksaziya van karan , gerek bi vî şêweyî be :
- Min di Nûrozê de ( awazek ) lîland
- Te ( birayê ) xwe lorand
- Wî ji hevalê xwe re ( dengek ) fîkand
- Me ji dengbêjê xwe re ( dengek ) tewand.
Bi vê yekê ew navên di nav kevanan de dibin berkarên rasteder . Wilo jî karên ( teppandin , reqqandin , reppandin .... ) .
4 - Paşgira ( andin ) digihêje hin karên biyanî ( Erebî ) û wan bi xwe re dike derhingêv .
Wek : - Cerrib + andin = cerribandin
- Ricif + andin = ricifandin
- Xecil + andin = xecilandin
- Reş + andin = reşandin
- Bexir + andin = bexirandin
- Qesim + andin = qesimandin
- HD ...........................
Berî nuha me gotibû ku erkê paşgira ( andin )ê sereke ew e ku digihêje hin karên nederhingêv û wan dike derhingêv .
Wek : - Zarok razan ( ew bi xwe razan )
- Zînê zarok razandin ( ew hatin razandin )
Li hin herêmên Kurdistanê paşgira ( andin ) digihêje çend karên derhingêv , wek ( nivîsîn , hêran , dêran , pêçan , guran , kolan ..... ) . Ev karên xwerû bi van formên resen derhingêv in .
Wek : - Nivîsîn : Min name nivîsî
- Hêran : Zînê danê xwe hêra
- Dêran : Cotyar genim didêrin
- Pêçan : Fatê cil pêçan
- Guran : Temo berxek gura
- Kolan : Gundiyan çalek kola
Vêca ku paşgira ( andin ) digihêje van karan , dîsan ev kar derhingêv dimînin :
Wek : - Nivîs + andin = nivîsandin
( Min name nivîsand )
- Hêr + andin = hêrandin
( Zînê danê xwe hêrand )
- Dêr + andin = dêrandin
( Cotyar genim didêrînin )
- Pêç + andin = pêçandin
( Fatê cil pêçandin )
- Gur + andin = gurandin
( Temo berxek gurand )
- Kol + andin = kolandin
( Gundiyan çalek koland )
- HD....................
Pirsa ku derbarî van karan , raberî me radiweste ev e : Eger ev kar bêyî paşgira ( andin ) jî derhingêv bin , ka rol û kartêkirina vê paşgirê li wan çi ye û ka bo çi gihiştiye wan ?!
Dr . Nesrîn Fexrî dibêje () : Wateya karê ( nivîsîn ) û (nivîsandin ) ne wekî hev in . Paşgira ( andin ) wateya (pêdakirin ) , ( pê da nivîsîn )dide . Li gora Dr . Nesrîn Fexrî , wateya her du raweyan ( nivîsîn ) û ( nivîsandin ) ji hev cuda ne .
Wek : - Zînê name nivîsiye
( Wê bixwe nivîsiye )
- Zînê name nivîsandiye
( Hinekan pê daye nivîsîn )
Ez bixwe ne bi vê dîtina Dr . Nisrîn re me . Ez dibînim ku çi têvelî di navbera wateya ( nivîsîn ) û (nivîsandinê ) de nîn e . Dema ku em dibêjin :
- ( Min pirtûkek nivîsî ) û ( Min pirtûkek nivîsand ) ,wateya van her du hevokan yek e . Ew jî ew e , ku pirtûkek ji hêla min ve hatiye nivîsîn . Ew karên dîtir jî wek ( hêrandin , dêrandin ..... û stirandin ) li karê ( nivîsîn ) û ( nivîsandin ) tên pêvan .
Bi gumana min , paşgira ( andin ) bi şêweyekî gelêrî gihiştiye van karên derhingêv , bêyî ku çi bandorê li wan bike , yan çi sûdê bide wan .
Têbînî :
Eger nêrînin cuda derbarî naveroka mijarê hebin hêvîdarim ku berçav bibin !
- Hinek kar bi du şêweyan bilêv dibin , wek( kelîn - keliyan , gerîn – geriyan , kenîn - keniyan , bezîn – beziyan , barîn – bariyan , revîn – reviyan.... ) .
- Em ê vê mijarê di bin navê ( jêderên winda ) de di vê pirtûkê de vekolin .
- Dr . Nesrîn Fexrî : Govarî zanyarî Kurd - Bergî sêyem - Beşî yekem . Bexda ( 1975 ) – Rû ( 228 ) .