EY NETEWA BINDEST!
Ey netewa bindest û pirr bar giran
Werin bigrin destên hev wekî biran
Her kes diçin hîvê, sitêrkê û deran
Em mane reben, bindest û talan!
* * *
Li cîhanê carek tev rabin ser xwe
Bi zanebûn bikin kar û barê xwe
Bidin hev, mil û destan, dil û can
Dijminan zarê derxin ji warê xwe!
* * *
Wekî morîyan bikin xebat û lebat
Hemberî dijminan bibin hêz û lat
Tevger da Enî, tektîk û pêşva çûn
Ko rizgarkin ji destê dijmin welat!
* * *
Çav vekirin min li cîhan
Ez diger im şev û rojan
Bûm perîşan û belengaz
Xelqan çêkir Al û dewran!
Ketim xarê hatin ser min
Dev girêdan, ling li ser min!
Min go haho cîhan dibîst
Ez kirim pêmal û talan!
Didane min ramana xwe
Ez bûme dijmin ji bo xwe!
Xeml, War û Ala min xweş
Wana girtin kirin ya xwe!
Ko nekin tektîk, enî û yek destûr
Bindestê dijmin da bibî tar û hûr
Her kes werin li ser te bidin dar
Nema tu netewî û nema bikî kar!
* * *
Tu mayê şerpeze, bindest û reben
Mal tunene, ne hêz heye ne dûzen
Rabin ser xwe li cîhanê bide deng
Bi têkoşîn, eme bimrin yan hebûn!
* * *
Ey Feqîr`no, rabin rista xwe çêkin
Ala rengîn bi, ser xwe da li bakin
Di cîhan da, em jî hene yek netew
Bi nûjenî komara xwe peydakin!
Feqîr Ehmed