DENGBÊJ RESOYÊ GOPALA
FÛAD SÎPAN
Kurdistaniyên hêja!
Dema min di sala 2002-an da dest bi nivîskariyê kir, di rastiyê da min dixwest êdî xwe dûrî siyasetê bikim, bi taybet li ser edebiyata Kurdî hin lêkolînan çê bikim. Lê ne di destê min da bû, ez hema wisa şiqitî bûm nava siyasetê û min nema xwe ji nava wê vedikişand û êdî jiyan ji bo min siyaset bû. Lê qasî ku ez giringiyê didim siyaseteke durist ewqas didim edebyata Kurdî jî. Çimkî ez bi kilam û stranên dengbêjan mezin bûm. Ji ber ku bavê min jî dengbêje loma dengbêjiya Kurdî bandoreke pir mezin li ser jiyana min hîştiye. Ez her dem gava dixwînim û dinivîsînim bi taybet kilamên dengbêjan û klasîka Ewropiyan guhdarî dikim. Îjar vê carê mijara gotara min bi kurtasî li ser dengbêj RESO û dengbêjiya Serhedê ye.
Bi saya pirbûna televîzyonên bi zimanê Kurdî roj bi roj hostayên dengbêjiya Kurdî jî dertên pêş. Ji wan hostayên dengbêjiya Serhedê bê guman yek jî dengbêj RESO ye. Mixabin ji ber çi sedemê ye nizanim, lê dengbêj Reso heya niha di civaka Kurdî da li seranserê Kurdistanê cihê ku wî heq kiriye negirtiye, nehate naskirin. Tenê li herêma Serhedê hatiye naskirin. Di warê deng, stran, kilam û rêzkirina ziman da ti kêmasiyê wî tine ye. Qat bi qat raserî û mezinahiya wî heye. Tew di ser da jî dengbêj Reso şaîr, destanbêj û helbestvanekî pir mezine. Birêz Ahmet Aras dengbêj Reso wek domdarê tradîsyona Evdalê Zeynikê bi nav dike. Bavê min jî ji nava hemû denbêjan, dengbêj Reso wek dengbêjekî bê emsal bi nav dike. Me dengê Evdalê Zeynikê ne bihîst, mixabin di dema wî da teknîka denggirtinê li Kurdistanê tine bû. Lê em di lêkolîna birêz Ahmet Aras da ya ku wî bi awayekî ampîrîk amade kiriye dibînin, ku Evdalê Zeynikê mîrê dengbêjane. Bi baweriya min dengbêj Reso jî şahê dengbêjane. Taybetmendiyeke dengbêj Reso jî heye ku ew welatparêzekî pir mezin e. Hê di jiyana xwe da dengbêj Reso bi hêviyeke pir mezin bûye ku ewê rojekê radyo û televîzyonên Kurdî hebin, lê ewê nebîne û bi wê kul û kederê bimîne. Birêz Ahmet Aras di televîzyonê da got, ku dengbêj Reso helbestên Cîgerxwîn jî wek kilam gotiye. Qasî ku min ji bavê xwe û van rojan jî di bernama Civat û Kilam da ji birêz Ahmet Aras bihîst, dengbêj Reso di warê ziman da pir hostayekî mezin bûye. Mixabin ew kilamên dengbêj Reso niha di bazarê da hene, dengê wî yê xerab be. Kurê dengbêj Reso di bernama Civat û Kilam da li ser xerabbûna dengê bavê xwe got, ku bavê wî li Kurdistana Sûriyê li mala Haco bi gelek dengbêjan ra straye, ji ber ku ti dengbêjekî nikaribûye bi dengbêj Reso ra bistirê hinekan bi xerabî û hesûdî hine xistine nava qahwê û dane dengbêj Reso û li ser vê bûyerê dengê dengbêj Reso xerab bûye. Lê birêz Ahmet Aras ji min ra got, îhtîmaleke pir mezine dermanekî pir xerab dabin dengbêj Reso. Çimkî dengbêj Reso di pê wê vexwarina qahwê da demek dirêj tedawî dibîne, lê mixabin dîsa jî dengê wî wek berê mînanî zengilan derneketiye.
Bê guman nabe ku em malbata Haco bi tevayî tawanbar bikin, lê bi baweriya min ev îdîaya kurê dengbêj Reso pir cidî ye. Tika min ji kesayetiyên malbata Haco ew e, ku li ser vê bûyerê lêkolînekê çê bikin, ka gelo ew bûyera bi çi awayî hatiye qewmandin? Min ji birêz Dr. Zerdeşt Haco ra telefon kir, jê rica kir ku divêt malbata Haco bersivekê ji wê îdîayê ra bidin. Mixabin heya ev pirsa êdî zelal nebe dê wek “barekî” li ser malbata Haco bimîne. Çimkî birêz Ebdulkerîmê lawê dengbêj Reso ew îdîa di televîzyona Dunya TV di bernama Civat û Kilam ya ku ji aliyê birêz Ahmet Aras û kek Mehdî Mutlu va tê amade kirin got.
Em nivşên nû deyndarê dengbêjên wek dengbêj Reso ne. Çimkî ew ne tenê dengbêj û dengxweşin, ku kilam û stran bi ahengî strane, herwisa dîroknas, helbestvan, destanbêjin û şaîrên me yên herî mezinin jî. Neyarên Kurdan bi hemû dek û dolabên xwe va bi hovîtiyan lê xebitîne dîroka me, zimanê me û hemû hebûna me ji ortê rabikin, veşêrin. Lê dengbêjên me mînanî ku meydanê ji dijmin ra bixwînin, dîroka me ya sedsalan û hezarsalan ji her aliyê jiyanê va, bûyerê rojeva dem û salan, neheqî, xweşiya xwezayî, eşq û evîna dîrokê ji me ra vegotine, anîne heya roja îroyîn. Bi saya dengbêjên wek dengbêj Reso em bûne xwediyê kaniya dengbêjan, destanbêjan, dîroknasan, helbest û şaîran. Bi saya wan camêran ev kaniya êdî ti demê namiçiqe. Van gernasan ji me ra destanên wisa hîştine, ku miletê me heya hebe dê her dem bi wan serbilind û serfiraz be. Qet hewceyî pesnê nîne, lê dîsa jî em çiqas jî pesnê dengbêjên wek dengbêj Reso bidin ne pire.
Dengê dengbêj Reso yê di xortaniya wî da li ba hin kesan heye, lê me xwe hên negihanidiyê. Lê min ji niha de xwe gihandiye du çavkaniyan, hêvîdarim dengê xortaniya dengbêj Reso ji wendabûnê rizgar bibe û bibe malê xelkê Kurdistan bi tevayî.
Serpêhatî, an jî bîrhanîneke bavê min li ser dengbêj Reso!
Bavê min, Aliyê Husêyn li ser dengbêj Reso wisa got. (min ev serpêhatî di 11.01.2009an da nivîsîbû)
Ez nizanim kîjan salbû, lê dibe ku di sala 1967-68 be. Ez wê demê hema hema hersal diçûm bajarê Mûşê, ku ji xwe ra titûnê bînim. Dem jî dema payîzê bû. Yanê dema titûnê bû. Ji me ra hate gotin, ku lawê Simko dengbêjek ji Kurdistana Îranê anîye, ew û dengbêj Husêyno bidin ber hev, ka kîjan dengbêj zora yê din bibe. Serokê belediya Mûşê jî wê salê di salonaeke mezin da hazirî ji bo dengbêjan çê kiribû. Ez jî bi hevalekî xwe ra çûme wê salona dengbêjan. Ez bawerim êvarê saet 8 an jî 9 bû ku dengbêj Husêyno û ew xortê ji Kurdistana Îranê ku ez niha navê wî nizanim dane ber hev û heya nîvê şevê kilam gotin. Teqrîben di saet 3-an da yekî di nava Cumuatê de destê xwe rakir û got, “ez dikarim hinekî mijûliya bikim, ku ev herdu xortan hinekî bîhna xwe bidin, îstîrehet bikin” Serokê belediyê jî got, “xortê delal erê tu dikarî mijûliya bikî, ma me xwîna van xortan nedaye, em xwîna wan bistînin”
Ewî xortî jî hema destê xwe da ber guhê xwe û kilama Filîtê Quto got. Kilama Filîtê Quto tam 40 deqeyî berdewam kir. Dema xort kilama xwe bi dawî anî, serokê belediyê rabû ser piyan û got “xortê delal em dikarin te nas bikin”? Xort jî got “ez heya mijûliya xwe bi dawî neynim, ez xwe nedim naskirinê” Xort berdewam kir heya Melê sibehê azand da bê westan kilam got. Dema ezan bi dawî bû, serokê belediyê got “xortê delal, emê niha nimêja sibehê bikin, tuyê xwe bi me bidî naskirinê, paşê ji me re bi kilamên xwe berdewam bikî” Xort jî wê çaxê got “belê ez Resoyê Qulîwelo me”
Dengbêj Husêyno ji nişkan ve rabû ser piyan û çû destê Reso paç kir. Lawê Simko jî rabû di destan de bi zerfek ku hundurê wê tije pere bû da destê Reso. Reso jî got “na ev hediya min nîne, ya Husêyno ye” Lê Husêyno bi îsrar ew pere da dengbêj Reso. Ez wê çaxê hazirê wextê bûm.
Belê bi saya hazirê wê wextê em jî bi vî awayî bi vê çîroka dengbêjan ya wê demê hesiyan. Ev bûyera kêm zêde ji vir 40 sal berê qewimiye.
Wekî din Bavê min di xortaniya xwe da dengbêj Reso naskiriye. Bavê min wê çaxê huvdesalî bûye. Dengbêj Reso û dengbêj Şakirê Bedîh di daweta Apê minê Îbrahîn da beşdar bûne. Dawetê 6 rojan kudandiye. Bavê min got, ku dengbêjan hemûyan rêz û hurmeteke pir mezin ji dengbêj Reso ra digirtin, kesî li pêşiya dengbêj Reso nikarîbû kilam bistira. Bavê min herwisa got, di cimiatê de heya dengbêj Reso destûr neda dengbêj Şakir, wî kilam nedigot. Hêvîdarim emê di demên hatî de di pirtûka birêz Ahmet Aras de ya ku ew niha li ser dengbêj Reso amade dike, hostatiya wî ji nêzîk ve nas bikin.
Dengbêjiya Serhedê
Birêz Amet Aras dengbêjiya Kurdî wek dîroknas û sosyolojiya civaka Kurdî bi nav dike. Lê dengbêjiya Serhedê di dîroka dengbêjan da cîhekî pir girîng digire. Ne tenê di dîroka dengbêjan da herwisa di dîroka Kurdistanê da jî cihekî payebilind digire. Herêma Serhedê hêlîna dengbêjan e. Evdalê Zeynikê, Mistefayê Xelê Heyran, Resoyê Gopala, Koçero, Şakirê Bedîh, Mihemedê Canşa û pir dengbêjên din ji herêma Serhedê derketine. Lê divêt em ji bîr nekin ku di nava dengbêjiya Serhedê da jî bajarê Qereyazî-Karayazi xwedîtî ji wê hêlîna dengbêjan ra kiriye. Loma ne ku bajarê mine wisa dibêjim, lê bi baweriya min Qereyazî di dîroka Kurdistanê de cihekî pir girîng lîstiye û taybetmendiyake wê ya sereke heye. Xelkê bajarê Qereyazî û der û dora wî çiqas bi vê dewlemendiyê bifirin ne hindike. Çimkî Qereyazî bi vê dewlemendiya dîrokî ya dengbêjan, kevneşopiya dîrok û edebyata civaka me niha radixe pêşiya me.
Dengbêj Şakirê Bedîh wek niha tê bîra min. Min ew him di biçûktiya xwe da li gundê Sêlemeza jêrîn dît û him jî paşê li Qereyaziyê em cîranên hev bûn. Tişka ku niha ez pê serê xwe diêşînim ewe, ku gelo beriya Evdalê Zeynikê kî û kê ew kevneşopiya dengbêjan heya dema Evdalê Zeynikê aniye. Min ji birêz Ahmet Aras rica kir ku ew ji kerema xwe lê bixwebite, dibe ku di arşîvên Osmaniyan de meriv xwe bighîne çavkaniyan. Ewî jî got, ewê vê pirsê bi serokê Enstîtuya Zimanên Dijîn ya Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Kadri Yildirim ra biaxive. Çimkî birêz Kadrî Yildirim zimanê Erebî-Osmaniyan baş dizane.
Tirkan ne tenê tecawizî welatê me Kurdistanê kiriye û welatê me îşqal û îhlaq kirine. Tirkan tecawizî çand û kultura me jî kirine. Tirkan bi hezaran klam û stranên Kurdî bi destê caş û qeşmerên Kurd tecawizî çand û kultura me jî kirine. Tirkan naveroka stran û kilamên me yên şîn û şahiyan, evîn û eşqa dilan û yên şer û tekoşîna Kurdan li dijî Tirkan vala kirine, bêyî ku fedî bikin goya ji xwe ra kultureke nû ne serî û ne jî binî belûye çê kirine. Lê hêz û qudreta ku Tirk bikaribin denbêjiya Kurdî bikin malê xwe tine bûye. Çimkî ew cewher, ew hûner û ew feraseta ku Tirk di xwe da bibînin, dengbêjiya Kurdî bikin malê xwe ne bûye. Tirkan ne tenê tecawizî çanda me kirine, herwisa tecawizî çanda hemû miletên Rojhilata Navîn û welatên balkanê jî kirine.
Kurdistan warê bav û kalên Kurdan e.
Bê guman her kesê ne Kurd be jî, lê li Kurdistanê dijî, Kurdistan welatê wane jî. Kurdistan bi hemî hindikayiyê xwe va, bi çînên civata xwe va, bi gund û bajarên xwe va, bi keç û jinên xwe va, bi xort û ciwanên xwe va, bi mêr û mêrxasên xwe va, bi camêr û gernasên xwe va, bi mîr û beglerên xwe va, bi evîn û evîndarên xwe va, bi destan û destanbêjên xwe va, bi helbestvan û hozanên xwe va, bi çiya û baniyên xwe va, bi deşt û zozanên xwe va, bi çem û avên xwe va, bi havîn û bihara xwe va, bi baran, bager, tofan û babîloskên xwe va, bi payîz û zivistana xwe va, bi berf, qeşa û sermayên xwe va, welatekî pir xweş e. Rabûn û rûniştandina jiyanê, şahî û govend li Kurdistanê bi zimanê Kurdî xweş e, bi kilam û stranên Kurdî, bi henek û kenên Kurdî pir xweş e.
Bê guman pir zimanzanî jî xweş e. Mirov çiqas zimanên din bizanibe, ewqas zanîna mirov li ser cîhanê zêde dibe, wêje û kultura mirovan dewlemend dibe, asoyên mirovan jî fireh dibe. Lê tama ku zimanê dayika mirovan dide, ti zimanên din nade. Ez ji mûzîka klasîk ya Ewropiyan jî pir hez dikim. Lê meriv dema klasîkên Kurdî guhdar dike, klamên dengbêjiya Kurdî yên wek dengbêj Reso dibîhîzim mûyê serê merivan dibin wek şûjin, meriv ji xwe va diçe, mest dibe. Heycana ku bi kilam û stranên zimanê dayîka mirov dide ti ziman nade mirovan. Jixwe heger ev Kurdî be, wê hingê tama wê qat bi qat zêde dibe. Loma divêt em qedr û qîmeta zimanê xwe baş bizanibin, bi zarokên xwe ra bîst û çar saetan bi Kurdî bipeyvin. Û divêt em ji welatê xwe Kurdistanê hez bikin. Heger em pîvanekê di navbera neteweyan, miletan û di navbera neteweya Kurd de bikin, ti kêmasiyeka Kurdan ji miletê cînhanê yên din nîne. Belkî zêdehiya Kurdan heye. Lê qet û qet kêmasiya Kurdan nîne. Welatê me xwedî dengbêjiya dewlemende. Dengbêjan di malên mîr û beglerean de kilam strane.
Ji bo ku nifşên nû jî baş bizanibin mîr û beglerên Ewropiyan jî bi kilasîkên xwe dewlemend bûne û îro di cîhanê da kesên wan miletên Ewropî ji nêzîk va nas jî nekin, lê klasîkên Ewropiyan li seranserê cîhanê belav bûne. Komponîstên Ewropî yên wek Antonio Lucio Vivaldi, Johann Sebastian Bach, ,Wolfgang Amadeus Mozart, ,Wilhelm Richard Wagner herwisa dengbêjên Opera Tenorên wek José Plácido Domingo Embil, Luciano Pavarotti, Josep Carreras i Coll jî di qesr û qonaxên mîr û beglerên Ewopiyan da mûzîka xwe pêşkêş kirine. Hên jî li Ewropa mûzîka klasîk bi taybet ya mîr, begler û dewlemendane. Çimkî çûyîna wan konsertan pir biha ye, loma her kes nikare bilêta wan konsertan bistîne. Ez van tiştana loma dinivîsînim, ku em baş bizanibin qasî ku em ji aliyê her çînê civaka xwe va dewlemendin, ewqasî jî bi dengbêj, mîr û beglerên xwe va dewlemendin. Loma em miletin, netewene, ti kêmasiya me ji ya xelkê tine. Em zêde zêde têra xwe hene û divêt ti Kurdek nekeve wê kompleksê ku çima ew Kurd e.