Ji bo Komara Îslamî
PÊWÎSTIYA HELWESTA NAVNETEWÎ
HESEN HUSEYîN DENîZ
Komara Îslamî ya Îranê bi dardakirina mirovan ket sala nû. Xuya ye di sala nû de wê dardakirin bi dijwarî bidome û pêla wê ji sala derbasbûyî zêdetir bibe. Îran vê yekê bi navê şerîat û îslamiyetê li pêş dixe. Jiyana ciwanan bi siparteka şerîatê ji dest wana digre. Dibe ku ew ciwanên tên dardakirin, li şûna dardakirinê derfeta perwerdeyê bidîtana, ji bo civakê bibana xwediyê ked û xebatên grîng. Lê potansiyeleke dewlemend bi rêka dardakirinan ji xezîneya mirovahiyê tê dizîn.
Li welatekî rojane mirov werin dardakirin, ev tê wê wateyê ku benê şeniqandinê di stuyê her kesî û di stuyê civakê bi xwe de ye. Li Îranê kesên karê celadiyê dikin bi xwe jî ji vî benê dardakirinê didtirsin û pêwîst e bitirsin. Îroj ben di stuyê ciwanên çalak û şoreşger de ye, sibe dikare di stuyê her kesî de be.
Bi vê sedemê civak zêde nikare li hemberî sazûmanê xwe bilivîne. Kî serê xwe rake, wê sazûman di cih de ben bixe stuyê wî/wê û jiyanê lê tarî bike. Di rewşeke wiha de, her kes wê bixwaze xwe dûr bigre û heta jê bê xwe bike xwediyê kesayeteke nediyar ku karibe stuyê xwe ji ber ben bifilitîne. Lê dîsa jî sazûmana îslamî wê hinek stuyan bibîne ku benê xwe di stuyê wana re rake; ji ber ku vê yekê wekî rêka domandina sazûmana xwe dibîne. Ji xwe xetare jî ji vir tê.
Komara Îslamî ya Îranê wiha dihizire ku bi rêka dardakirinan dikare sazûmana xwe li ser lingan bigre û bidomîne. Ev ji bo demekê dibe ku xwediyê rastiyekê be; lê wê heta ku biajo? Wê rojek bê ku kêm zêde ji her malbatekê yek – du kes çûne ber benê dardakirinê. Ev tê wateya kîngirtina van malbatan li hemberî sazûmana îslamî. Her çiqasî ev malbat ji tirsa xwe re nikaribin îroj serî hildin jî, di dilê xwe de nerazîbûneke mezin li hemberî sazûmanê dijîn. Ger sazûman piçekî biheje, yan lingê wê kêmekî bişemite, di serî de ev malbat wê pehîneke wiha lê bidin ku li Esfela Safilîn jî nikaribe bisekine.
Sazûmana Îslamî dema ciwanan darda dike ji bo dayîna cenazeyan ji malbatê re dibêje, ``ji leşkerên min re şêrînahiyê bînin ku em cenaze radestî we bikin.`` Qaşo dixwaze ji malbatê re bêje; `divê hûn kêfxweş bin ku sazûmanê kurê we kuştiye û hûn şêrînahiya vê yekê bidin.`
Di vê cîhanê de tiştekî din ji vê bêrûmetir, dijwartir, xwînxwartir û wehşîtir tine ye. Dixwaze bi navê îslamiyetê were kirin, dixwaze bi navê şerîatê were kirin, dixwaze bi navê desthilatdariya olî yan tiştekî din were kirin ev dijmirovahî û bêrûmetiya herî mezin û dijwar e ku ji kesekî tu kurê wî bikujî re tu bêjî ka kêfa xwe ji min re bîne. Ger tiştek bi nave `terorîzm`ê li ser ruyê vê cîhanê hebe, terorîzma herî mezin ev tişta Komara Îslamî ya Îranê dike ye.
Lê mixabin sazûmanên desthilat vê yekê dikin. Tirk, Ereb, Faris bi taybetî li hemberî kurdan û bi gelemperî li hemberî gelê xwe vê terorîxzmê şanî didin. Komara Îranê vê yekê hîn dijwartir pêk tîne û heyf mixabin e ku vê yekê li ber çavê gel û sazûmanên cîhanê dimeşîne. Dengên li dijî vê derdikevin jî pir lawaz in, nikarin bibin xwediyê bandoreke xurt.
Bi vê sedemê ji bangkirina Komara Îslamî zêdetir, banga me ji mirovahiya cîhanê ya hemdem, pêşketî, mafparêz û mirovhez e.
Hûn çima li hemberî van dardakirinan qiyametê ranakin û zorê nadin dewletên lê dijîn ku li hemberî Komara Îslamî ya Îranê xwedî helwestên tund bin?
Sazûmana sermayedar a Ewropa û heta Amerîka ji sedema dewlemendkirina Ûranyûmê bi salan e ambargoyê datînin ser Îranê û di têkiliyên xwe de bi navber nêz dibin. Çima vê hesasiyetê ji bo binpêkirina mafên mirovan şanî nadin? Bila Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa ambargoya têkilîdanînê deynin ser Komara Îslamî ya Îranê. Bêjin, `Heta tu dardakirinan ranewestînî, em bi te re ti têkiliyê danaynin û li hemberî sazûmana te çi ji destê me were emê bikin.``
Gelo pir zahmet e? Na! Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa dikarin di hundirê 24 saetan de dardakirinên li Îranê rawestînin. Bila banga rawestandina dardakirinan bi awayekî cidî li Hikûmeta Îslamî ya Îranê bikin. Dema Hikûmeta Îslamî ya Îranê guh neda wana, çawa ku leşkerên xwe şandin Afganîstan û Iraqê, bila bişînin hundirê Îranê û sazûmana Îslamî hilweşînin. Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ketin xaka Afganîstan û Iraqê, lê vê carê bila ji bo parastina mafê bingehîn ê mirovan bikevin xaka Îranê. Wê cîhan tev destekê bide vê û di jiyana xwe de cara yekemîn wê sermayedariya cîhanê tiştekî bi xêr ji bo mirovahiyê bike û mirovahî wê ji wehşiyeteke bi nave olê tê kirin were rizgarkirin.
Dîrok fermanê dide ku êdî sazûmana komara Îslamî ya Îranê were hilweşandin û di nava agirê dojehê de were sotin. Tişta li Îranê bi navê olê tê kirin, ti peywendiya xwe bi ti olan ve tine ye, tenê hovitî, wehşiyet û dijmirovahiya li hemberî nirxên mirovî ye. Rasterast terorîzma li ser gelan tê meşandin e. Kî li hemberî vê sazûmana xwînxwar û terrorist helwesteke dijber şanî bide, muslimanê rast û durist ew bi xwe ye û hêza ku vê sazûmanê têk bibe sedî sed wê di buhiştê de cihê xwe bigre.
HESEN HUSEYîN DENîZ