Girîngiya Arşîvê Ji Bo Hunermendan
Kakşar Oremar
Hewldanên kesên ku li ser arşîvê dixebitin û bihayê wê dizanin cihê rêz û teqdîrê ye. Berî demekê ji rojanama Yeni Ozgurpolitika li ser arşîva Kurdî û şêweyên parastina wê çend pirsyar ji min re hatin. Ez vê xebata wan teqdîr dikim û bersiva min jî ev e:
Arşîva me bi qasî oqyanusekê kûr û dewlemend e. Gelek xizîne, durr û cewahir di vê oqyanusê da ketine bin gemarê an jî jengê girtine û divê berraqiya wan ji wê tarîtiyê derkeve ber ronahiyê. Lê çawa? Ya girîng jî ev e.
Her netewek li rû dinê xwedî hinek taybetmendiyên xwe yên netewî-civakî ye
ku hîmê wêjeya wan ya devkî û nivîskî pêk tîne. Lê wêjeya Kurdî ji ber rewşa siyasî-civakî û dîrokî ya Kurda xwedî yê hinek taybetmendiyên xwe yên cuda ye. Yanî wêjeya me ya devkî(şifahî) ji nava dilê civaka Kurdistanê derketiye û bi hezaran sal e ku cihekî xwe yê taybetî di nava rewşenbîr û gelê civakê da heye. Mesela Mem û Zîna hezretê Ehmedê Xanî hemen çîroka Memê Alana e ku kes nizane ji kengî ve li herêma Cizîrê di nava gel da sing bi sing û nifş bi nifş hatiye. Ehmedê Xanî ew kiriye destaneke milî û xwestiye gelê Kurd baştir ji Zîna xwe(Kurdîstanê) re xizmetê bikin û bibine xwedî dewletek serbixwe.
Xaleke din jî ewe ku wêjeya Kurdî hinek ji wêjeya gelên din natur an jî sirûştîtire û ew wêje û edebiyata sirûştî ku çavkaniyên xwe ji rastiyên jiyana gel digire, di sedsala globalîzimê da hêşta neketiye qalibê xwe yê nivîskî. Ger romannivîsên cihanê yên navdar bihatana Kurdistanê û zimanê Kurdî jî bizanîban, bawerim yê berhemên dîrokî bihatana afirandin û êdî pêwîst nebû ku bikevin pey fantaziyên dûr ji heqîqetê ku çi peywendî bi jiyana mirovan ve nînin. Mixabin ji ber dagîrkerina Kurdistanê ziman û edbiyata me jî kêmtir hatiye naskirin. Ji wan bêtir jî em dîroka xwe baş nas nakin. Yanî têmayên wisa dewlemend û rastîn di nava çanda Kurda da hene ku serûkaniya xwe ji rastiyên jiyana gel standine û peywendî bi heqîqeta jiyanê ve hene. Bawerim hêşata 15% ji wan ratsî yên jiyana gel jî neketine qalibê nivîsê û nebûne pirtûk.
Ji bo arşîvkirina stran û zargotina Kurda pêwîstiya me bi akademî, enstîtû û
wan saziyan heye ku bi awayekî ciddî li ser komkirin û tomarkirina wan kar û xebatê bidin dest pê kirin. Hewldanên arşîvkirina berhemên hunerî-çandî di nava me Kurda da bi awayekî amator heye. Sedem jî ewe ku kesên bispor an jî akademisyen ku ji teknîka arşîvkirinê fam dikin di sazîyên me da kêmin. Kesên dilsoz jî ku qîmet û bihayê arşîvê bizanîbîn, kêmin. Tu li mala hemû hunermend û stranbêjên Kurd bigerî arşîveke dewlemened ji stranên Kurdî peyda nakî. Gelo ger hunermendek bixwaze stranên Kurdî yên kilasîk û folk bixwîne an jî li ser qesîde û destanên Kurdî tiştekî bêje, ger xwedî arşîveke dewlemend nebe, çawa dikare di karê xwe de biser bikeve. Guhdarkirina stranên kilasîk û dengbêjiyê ji hunermendan re mîna xwîndina nivijê ye ku kesên dîndar wek ferzekî olî herdem cî bi cî dikin. Ji bîr nekin ku hunermend û stranbêjên me yên niha ku xwe „dengê hunera Kurdistanê“ binav dikin, piranî li derve ne û ji ber wê jî pir-pir pêwîste ku bihayê bidin arşîvê. Çimkî ew ji hêlîna xwe dûr in û roj bi roj axa dilê wan ji bêaviyê hişik û bêhêztir dibe. Ew hewayê esmanê xwe nakişînin ku xwîna wan baştir bigere û berhemên baştir biafirînin. Hunermendên berê piranî li Kurdistanê bûn û di nava gel de bûn. Ser û karê wan raste-raste bi gel re hebû. Di nava xweşî û nexweşiyên gel da bûn. Gel jî hemen kanî û derya zargotin û arşîvê bûn. Her gund û mala ku diçûnê hem stran û gotinên Kurdî dibihîstin û hem jî bi çavê xwe çanda Kurdî didîtin û pêre dijîn. Ji ber wê jî kilam û awazên ku afirandin bûne malê dîrokê. Mesela dewlemendî û zindîmayîna nav û hunera hunermemdekî mîna M. Arifê Cizîrî ji ku tê? Çima ew ji bîra civakê wenda nabe? Mihemed Arif heya sax bû di nava gel da jiya. Carna mewlûdname dixwendin, carna sûnnetçî bû, carna li qehwexana kar dikir û carna jî dengbêjê dîwanxaneyên axa û begên Kurda bû.
Ji hêleke din jî baş temaşe bikin: Kesên weke Yaşar Kemal, Mihemed Qazî,
Selîm Berekat, Îbrahîm Yunisî jî tevî ku Kurd in, lê ji kaniya wêjeya me ya şifahî sûdê distînin û bi zimanên gelên serdest berhemên xwe belav dikin. Lê naveroka berheman tev ji jiyana Kurda hatine. Ji bona wê jî ew berhem xwedî çêj û tameke taybetî ne. Yanî ger arşîva kilam û derya zimanê Kurdî dewlemend nebûya, wan çawa dikarî berhemên wiha dîrokî biafirînin.
Ji bo mayîna û arşîvkirina mîrasê bav û kalan pêwîstiya me bi karê kulektîv heye. Mesela di ROJ TV an jî KOM MUZÎK û MÎR MUZÎK da divê ekîpek her roj li ser nivîsandina stranên dengbêjiyê û stranên otantîk bisekine. Hinek wan binivîsin, hinek notayên wan amade bikin û hinek jî bo çapkirina wan kar û xebatê bikin. Mesela li ser beyta Dim-Dim gelek kes xebitîne. Lê versyonên wê beytê gelek in. Li Urmiyê bi awayekî tê gotin, li Behdînan bi awayekî din, li Colemêrgê jî bi awayekî cuda ji her du herêmên navbirî. Binêrin tenê ger em li ser vê destana rastîn ku di sedsala 17an da li rojhelatê Kurdistanê qewimiye, dest bi kar û xebatê bikin, salha kar û xebat jê re pêwîste. Ger versyonên stran û hikayetên ku tenê li ser serhildana Emîrxanê Lebzêrîn hatine gotin, bêne komkirin yê pirtûkek mezin jê derbikeve. Hemû versyonên vê bûyerê jî li jêr navê“ Dim-Dim“ di nava gel da belav bûne. Baş tê bîra min li gundê Silîwana li Mergewera bajarê Urmiyê denbêjek hebû bi navê Bêmal ku heft roj û şeva beyta Dim-Dim digot heya ku xelas dibû.
Berî demekê Cewad Merwanî gelek stran komî serhev kirin û bi notayên wan
wek pirtûk çapkirin. Ev karekî gelek baş û li ba min bihayê wê qet nayê zanîn. Berî çend salan Prof. Ordîxanê Celîl û hunermenda hêja Cemîla Celîl jî li ser zargotina Kurda pirtûkek amade û belavkirin ku xebateke kulektîv bû û Prof.Dr. Celîl Celîl jî hevkariya wan kiribû. Ger hemû stranbêj û hunermendên me mîna C. Merwanî karekî wiha bikirana, êdî Tirk û Farsa nedikarîn samanê me bi hêsanî bidizin û ji xwe re bikene mal. An jî kesên akademisyen yên mîna endamên malbata Casimê Celîl ku bi dehan sale di vê qadê hem xizmetek mezin kirine û hem jî xwedî ezmûnên baş in. Em di pêkanîna karên wiha de dikarin ji tecrûbeyên wan sûdê bistînin.
Ez bi salane ku li ser proja Navdarên Kurd dixebitim. Di nava wan kesan de kesên wiha hene ku bi qasî deryayekê dilê wan firehe. Mixabin carna berpirsên TVyên me bihayê karên wiha nizanin û rê li ber kesên mîna min venakin ku jiyana kesayetiyên Kurd mîna xwedîkekê dekeve pêşberî raya giştî û gel wan û keda wan baştir nas bike. Ji bîr nekin ku herkesayetî, her dengbêj û hunermendê ku dimire û diçe nava axa sar, mîrasekê ji gotinên bav-kala, stranên gelêrî, qesîde, beyt û kurt û kirmancî xezînekê bi xwe re dibine nava axa sar. Min tim xwestiye bi bernama navdarên Kurd vê arşîvê an jî mîrasekî giranbuha ji mirinê rizgar bikim.
Ez naxwazim em „zindîkujên mirîperest“ bin. Werin heya em saxin qîmeta hev bizanîbin.
Ez di wê baweriyê da me: mîna ku rewşa hunera Kurdî hatiye guherandin û şax û likên wê zêde bûne, yê Kurd ji vir û pêde bihayê arşîva xwe ya millî jî baştir nas bikin. Yê jê re kar bikin û jê xwedî derkevin.
Ji bîra nekin ku xebatên ku îro bêne kirin, ji bo paşerojê dibine mîrasekî nemir.
01.01.11 ROJ TV