pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Kakshar Oremar

- Seyîd Riza û Qazî Mihemed!

Kurek û dayikek!

 -

-Boykot û Paşeroja Me!

-HusenXiziri

-  Girîngiya Arşîvê Ji Bo Hunermendan

-Xwîna me û qedera diktator Xaminêyî!!

Vegere Destpêkê

 

 

Komara Me Pêkhat!…

Kakşar OREMAR

 

Kakşar Oremar

 

Sala 1946an li rojhelatê Kurdistanê komarek pêk hat û li pey wê jî jiyana Kurda ya siyasî derbasî qunaxeke din bû. Beriya wê li dijî Îranê gelek serhildan ji hêla Kurda ve hatibûn çêkirin: Serhildana Kela Dim-Dim li Urmiyê, Serhildana Şêx Ubeydulahê Nehirî, Serhildana Simkoyê Şikak û Serhildana Qedemxêra Lek Îlam û Loristanê ku tev jî bi armanca bidestxistina mafên netewî-siyasî bûn. Hemû serhildan bi awayê xapandinê an jî di çaxê hevdîtinên siyasî bi serokên hereketan re hatibûn dawiya xwe. Serokên bizavê dihatin kuştin û êdî şoreş jî mina agirê bin xweliyê demekê dikete halê bêdengiyê.

Bi çêbûna komarê re cara yekê bû ku di serê hereketeke siyasî da mirovekî rewşenbîr bibû serokê Kurdan. Nave wî Qazî Mihemed û ji malbata Qazîyên Mehabadê yên naskirî bû.

Gelo komar çawa û di çi şertan da pêk hat? Çima têk çû û hwd… belkî ev nivîs bikarîbe bersiva hinek pisrên we bide.

 

Malbata Qazî

Ew malbatek şêx û qazî bûn. Di nava gel da karê dadweriyê dikirin. Rewşenbîr û di nava gelê herêmê da xwedî îtibar û hurmeteke bilind bûn. Li ba wan şehîdbûna di rêya parastina welat da ji ferzekî dînî jî pîroztir bûye. Bi giştî ew malbateke olî, rewşenbîr û qet jî xwe ji doza netewî dûr nedixistin.

Bapîrê Qazî Mihemed yanî Şêx Elmeşayêx li sala 1930an di rûniştinekê da ku li gundekî binavê Erbato yê girêdayî Dîwanderê pêk anî, gelek serok eşîrtên Kurd li dora hev civandin. Armanc ji vê komcivînê pêkanîna „eniyeke yekgirtî“ li dijî Ingilîz û azadiya Kurdistanê bû.

Kesayetiyên din yên malbata Qazî jî hebûne ku bo axa xwe şehîd bûne an jî di q

karên çandî û wêjeyî da berhemên dîrokî li pey xwe hiştine. Bi awayekî ku nav û xizmeta wan ji bîra dîrokê naçin. Mamê pêşewa Qazî Fetah Qazî sala 1916an di şerê li dijî leşkerê Rusiya Qeyserî hate kuştin ku tenê li pey kuştina wî Rusa karî bajarê Mehabadê dagîr bikin. Qazî Elî yê babê pêşewa mirovekî zaniyar û birayê wî Ebulhesen Seyfulqozat jî rewşenbîrekî mezin bû. Helbestên wî di geşkirina hisên milî û ramanên rewşenbîrî yên Qazî Mihemed da xwedî rolekî mezin bûne. Sala 1920an wî karî rêxistineke nastionalîstî ya binavê „ bizava Mihemedî“ pêk bîne ku bi şoreşgerên herêmên din yên Îranê (wekî Mihemed Xiyabanî) re di peywendiyê da bû.

 

Îran hate dagîrkirin

Sala 1941an Îran ji hêla Rusiye û Ingilistanê ve hate dagîrkirin. Hêzên Rûs piştî ku ji Erse derbas bûn ketin nava Mako û Xoy û piştre ber bi başûr ve hatin û Bane û Sine jî xistin bin kontrola xwe. Lê nayê zanîn ka çima piştî demeke kurt hêzên xwe ji Şino, Miyanduaw, Bokan û Mehabadê ber bi paşde kişandin.

Li başûrê Îranê Ingilîza berî her karekî komandoyên xwe li kompaniyên petrolê peya kirin û piştî vegera Rusa wan jî başûrê wilayeta Xuzistanê heya Kirmaşan xistin bin kontrola xwe. Êca ew herêmên di navbera du herêmên dagirkirî da (Mehabad, Serdeşt, Bane, Seqiz, Dîwandere) ew herêm bûn ku azad bûn, lê di bin bandora meinewîya wan du hêza da bûn. Yanî Rus li bakur û derdora Mehabadê û Ingilîs jî li başur Îranê bi bandor bûn. Ev ji Kurd û Azeriyan re hem derfetek dîrokî û hem jî ji bajarê Mehabadê re şansekî mezin bû ku êdî pênc sal pişt re bibe paytexta komara Kurdistanê û di nava Kurda da jî bibe xwedî navekî bilind û pîroz. Bi awayekî ku li pey damezirandina komara Kurdistan dema behsa rojhelatê Kurdistanê û doza wan ya siyasî tê kirin, navê Mehabadê wek navenda nationalîsima Kurdên wira gelek tê bihîstin.

 

Helwesta Ingilîs û Rusan

Di rewşeke wiha hesas û dîrokî da ji bo çarserkirina pirsa Kurd an jî peydakirina rêyeke çareseriyê bo diyarkirina qedera siyasî ya Kurdan ne Ingilstan û ne jî Sovyetistan xwedî istratêjiyeke diyar an jî bernameke eşkere nebûn. Inglîsa zû bi notekê ji komîta qirargeha artêş û serleşkerên xwe re dan xuyanîkirin ku armanca wan:“ piştgîrîkirina ji dewleta navendiya Îranê ye. Bi ti awayî gere em tadaxulê nekin. Sebeb: Kurd bi awayekî otomat xwedî bizaveke paşverû ne û em jî nikarin wan kontrol bikin. Û ya girîntir jî ewe ku her tadaxula ku ji hêla me ve bê kirin ji xeynî wê hindê ku hêzên Ingilîzî di kêşe-kêşên bêencam ên di nava qebîle, eşîret û şexsa da bikeve nava serêşiyên mezin, çi encamê nade…“ Herwiha di wê notê da dîsa Ingilîz dibêjin ku:“ tedaxula Ingilîza ku alîgiriya Kurda li Îran, Tirkiye û… têde bê hisskirin, di cih da yê bibe sedema reaksiyona hêzên dagîrkerên Sovyetistanê….“

Li vira mirov tenê dikare bi helwesteke wiha bikene. Çimkî tevî ku ew bixwe jî hêzeke dagîrkerin, lê tawaneke wiha didine pal Sovyetistanê jî!!.

Yanî dagîrkirina Îranê ji hêla Ingilîzan ve bi sedemên stratejîk bû û birayar bû ku piştî bidawîbûna şer ji Îranê derkeve. Ji ber wê jî rayedarên Ingilîzî pir dixebitin ku peywendiya xwe bi Kurda re bi başî bidomînin û dilê wan neêşînin.

 

Kurd çûne Bako

Dema sîxorên Sovyetî pêdihesin ku li bajarê Bokan hevdîtinek di navbera çend kesayetiyên Kurd û hinek rayedarên Ingilîzî de çêbûye ji nişkave û di demeke zû da 30 kes ji kesayetiyên Kurd berê deiwetî bajarê Tebrêz û pişt re jî bi hevkariya du efserên xwe(Mîr Eslanov û Elîyov) wan dibene paytexta Azerbayicana Sovyetistanê bajarê Bako. Ji wan kesên ku bo yekemîn car çûne hevdîtina rayedarên Sovyetî Qazî Mihemed, Hacî Babaşêx Reşîdbegê Herkî, Mihemed Sedîq Şemzînî, Emîr Esied Dêbokirî, Mihemed Visûq Qasimlo û Zêrobegê Bihadurî. Ew 10 roja li wira man û li navend û saziyên çandî û aborî dîtin pêk anîn.

Li wira Kurd û ji teva jî baştir pêşewa Qazî pêhesiya ku kesên mina Baqirof(serokê komara Azerbayicanê) gelek bi êhtiyat nêzî mesela Kurd dibin û çi bernameyên eşkera bo paşeroja Kurda li ber wan nînin. Wî carekê wiha gotiye:” Yekîtiya komarên Sovyetistanê di derbarê serxwebûna netewên biçûk da xwedî nêrîneke pozitîve, lê hêşta dem bo serxwebûna Kurdistanê musaid nîne û divê Kurd bo armanceke wiha carê sebirê bikin...”. Lê di bersîvê da jî Kurda gotiye:” Em niha serxwebûna xwe dixwazin…”

 

Sovyetistan: Ferqa Kurd û Azeriyan

Tevî ku li Îranê Kurd xwedî pêşîneyeke dîrokî û beriya Azariyan dest bi têkoşîna siyasî kirine, lê rayedarên Sovyetistanê ferqeke mezin dixin navbera heyetên Kurda û Azerîyan ku hingî hatin-çûyîna Bako dikirin. Ew bi eşkerahî ji berpirsên firqa demokrata Azerbayicana Îranê re dibêjin:” Peywendiyên xwînî û nejadî yên di navbera Azeriyên Îran û Sovyetê da wan nêzî hev dike û Rus derd û elemên Azeriyên Îranê fam dikin“. Herwiha carekê Baqirov jî wiha gotibû:” êdî di warê çandî û rewanî da sinorê di navbera du Azerbayicanan da tuneye û rojekê yê bê ku tenê yek Azerbayican yê hebe...”

Yanî bi eşkerahî tê dîtin ku rayedarên Sovyetê û di encamê da jî siyaseta wan ya derve li hemberî Kurd û Azeriyan ne wek hev bûye û ferqeke mezin danîne navbera du netewên ku siyasetmedarên wan baweriya xwe bi wan anîne. Ev jî bi awayekî xapandin û ji bo berjewendiyên aborî karekî wiha kirine.

 

Helwesta komara Tirkiyê

Bi van liv û lebatên siyasetemedarên Kurd re rayedarên dewleta Tirkiyê ku ew nêzî du sal bû bi agir û hesin serhildana Dêrsimê vemiradnibûn, ketin nava herketê. Tirk ku bi hevkariya Ingilîzan û li ser ked û xwîna Kurda bibûn xwedî “komara Tirkiyê” dema ku dibînin hêzên Rusî di nava Kurdên rojhelatê Kurdistanê da bi mezin û gire-girên Kurd re di nava têkeliyan da ne ji 2ê Septambera sala 1941an li dijî van dan-standinên bi Kurda re şikayetnameyekê dide hukumeta Ingilistanê. Li wira şikayet li dijî hêzên dagîrker e, lê ew navê dewlet an jî hêza dagîrker naînin û bi du peyvên”hêzên dagîrker” bes dibînin ku giliyên xwe eşkera bikin. Ev bes bû ku Rus bi wateya vê raportê bizanin û Tirka li dijî siyaseta xwe bibînin. Ji ber wê sedemek sereke ya deiweta gire-gir û mezinên Kurda bo Bako ji hêla Sovyetistanê ve ew şikayetnama Tirkan bûye. Hingî Trik di wê baweriyê da bûn ku:” ev cure peywendiyên hêzên dagîrker li Îranê yê bibe sedem ku Kurd ji bo damezirandina hukumeteke serbixwe bêne teşwîqkirin û ji ber wê jî têkeliya Tirkiyê û Îranê di piratîkê da hatiye qutkirin û Kurda di nava axa Îranê da jî dest bi hêrişa li dijî leşkerên Tirk kirine...”

Yanî xuyaye ku damezirandina komareke serbixwe an jî otonom di nava sîstemeke seltenetî da wehşeteke mezin di nava rayedarên komara Tirkiyê da jî durist kiriye.

 

Kesayetiya bi karîzma Qazî Mihemed

Qazî Mihemed di sala 1900an da li Mehabadê hat dinê. Dersên dînî li cem bavê xwe Qazî Elî xwendin û gelek di bin bandora bîr û ramanên mamê xwe nemir Ebulhusên Sêyfê Qazî da bû. Ew dereca qazîtiyê jî ji destê qazîyên mezin standibû. Hemû kesên biyanî û nas ku bo yekemîn car çûne Mehabadê seredana Qazî Mihemed jî kirine. Ew gelek di bin bandora axaftin û kesayetiya wî ya bi karîzma da mane. Beriya ku ew bibe serokkomarê Kurdistanê jî ji hêla gel ve wek „pêşewa“ dihate binavkirin.

Li pey têkçûna komara Kurdistan û durûtiyên rayedarên Îranî ew di dadgehê da bi merdî li hemberî hemû general û serleşkerên Îranî sekinî. Xwe ji wan re kêm nekir û li dijî siyaseta çewta dewleta navendî li Kurdistanê bi rojan axivî û ji karnama xwe ya siyasî li Kurdistanê berevanî kir. Serleşkerek binavê Serheng Fiyozî serokê wê dadgeha leşkerî bû ku her sê Qazî tê de hatine mehkemekirin. Roja 23. 01. 1947an hukimê îdama Pêşewa Qazî û her du hevalên wî hat dayin û roja 31ê Adara sala 1947an her sê Qazî li qada Çiwar Çira hatin îdam kirin.

Pêşewa tenê 47 sala jiya, lê bi gel re jiya û xwe jî kire fîdayê wî gelê ku soz dabû wan di xweşî û nexweşiyan da li kêleka wan bimîne û qet ji wan dûr nekeve.

Di wan salên ku hakimiyeta Îranê li Kurdistanê bêhêz bû, li Mehabadê bi piştgîrî û teşwîqa dewleta navendî yek-du kesa xwestin ku li hemberî Qazî rabin an jî pê re reqabetê bikin, lê ew bi ser nektin. Qazî hingî jî û bi taybetî jî ji 1941ê û pêda karê asayêş û îdara bajarê Mehbadê xistibû destê xwe. Kesên mîna Emîr Esied Dêbokrî an jî Rehmet Şafiî nedikarîn je re bibine reqîb. Çimkî ew di nava gel da xwedî hêz û hezeke mezin bû ku heya wê rojê kesek wiha bi germî ji hêla gel ve nehatibû pêşwazî kirin û neketibû nava dilê gel. Tevî ku Emîr Eseid di meha Febriya sala 1942an ji rayedarên Iranî re dabû diyarkirin ku ew amade ye bi navê dewleta navendî li Mehabadê asayêşa bajar û herêmê misoger bike. Di karekî wiha da kesên mîna tîmsar Şahbextî jî gelek hevkariya wî kirin û bi awayekî fermî ji hêla dewleta navendî ve bû fermandarê Mehabadê, lê nekarî û piştî demeke kurt neçar ma ku îstifayê bike. Qazî Mihemed li wira bi awayekî azad û di etmosfêrekî demokratîk da karê xwe yê desthilatdariyê dimeşand.

Nivîskar Rehîm Qazî di derbara şexsiyeta Qazî Mihemed de wiha dibêje:”Ew rêberekî neteweyî û rewşenbîr bû. Ne marksîst, ne sosyalîst, ne jî lîberal bû...”

Dema şahidên zindî yên ku ji nêz ve Qazî dîtine, behsa wî dikin, mirov bi vê rastiyê bêtir dihese ku pêşewa Qazî rêberekî bi zekawet yê xebata azadîxwaziya netewa Kurd û pir jî bi aqil û zana bûye.

Pêşewa Qazî di Oktobra sala 1944an de bû endamê komeley Jiyanewey Kurd(J.K) û ji ber karîzma û şexsiyeta ku hebû hinek birêveberên komelê li dijî endametiya wî bûn. Tevî ku qet nebû endamê komîta navendiya K.Jê, lê zû hemû kar û xebatên komelê ketin jêr kontrola wî û weke sekreterekî giştî yê komelê bû.

Ew di gotinên xwe de mirovekî rûrast bû. Hem bi siyasetmedarên Îranî û serleşkerên artêşê û hem jî di bersiva pirsên rojnamevana da xwe neçar bi sansurê nedidît. Ev exlaqê wî dibû sedem ku di çavê dost û neyarên xwe da xwedî hurmetek mezin be.

 

Sefera Tehranê

Êdî li Kurdistanê Kud xwedî hêzeke mezin bûn. Deweleta navendîya Îranê Kurd wek aliyek dihesibandin û dixwest ku bi wan re bikeve nava dialogê. Ew li rêyekê digeriyan ku li ser rewşa Kurdistanê bi Qazî Mihemed re biaxivin.

Di destpêka Oktobra sala 1944an da Pêşewa Qazî bi hevkariya birayê xwe Sedrê Qazî(hingî li Tehranê nunerê parlmanê bû) diçe Tehranê û çendîn cara selşker Hesen Erfe`i dibîne. Ew li wira ji Erfe`i re dibêje:” em amadene ku ji bo baştirkirina rewşa jiyana gelên Iranê hevkariya we bikin…”. Herwiha wan rexne dike û dibêje:” daxwazên me hemen daxwazên dîrokî ne ku hûn dizanin. Rêveberiya we li Kurdistanê fasid û kesên nelayêq di îdarên dewletî da dixebitin…”.

 

Helwesta Kurda li Urmiyê

Di rewşeke wiha da ku herêma Mûkriyan bibû navenda kar û xebata Kurdiniyê, li Urmiyê jî Kurd bêliv û xebat nebûn.

Di 28ê .04. 1942an da Kurdên Urmiyê û derdora wê li dijî hatina leşkerên Îranî û ji çekkirina Kurda û dayina sileha bo jandarimên Îranî meşek li bajar çêkirin û hakimê bajar neçar revî Tebrêzê. Berpirsên Rus neçar dibin û tên Urmiyê û li ser pirsgirkan bi serokên Kurd re rûniştinekê çîdinin. Li wira aliyê Kurda van daxwazan dikin:

Izina hilgirtina silah bi awayekî azad û derketina hemû jandarmên Îranî ku di navbera bajarên Xoy heya Mehabadê da hatibûne bi cih kirin.

Azadî di kar û barên millî yên xwe da û hizûra nunerên Kurda li hemû îdarên bajarê Urmiyê.

Li xwendigehan perwerde bi zimanê Kurdî

Azadkirina bîst Kurda ku wek girtiyên Siyasî di girtîgeha Urmiyê da bûn.

Hingî li Urmiyê û derdora wê Kurd xwedî 10-12 hezar şervanên çekdar bûn û Rus ji vê hêza Kurda ya mezin tirsiyan. Tevî van hewldanan dîsa Rusa li vira jî algiriya Îraniyan kir û di 07.06 1942an da artêşa Îranê bi aramî ketin nava bajar. Beriya wê hakimekî nû bi navê Fehîmî bi hevkariya Rusan hatibû û li Urmiyê bi cih bibû.

 

Konferasna Şino

Mezinên Kurda mîna ku agehdarî guherandinên paşerojê bin li Septembera sala 1942an bi qasî çend rojan li bajarê Şino ku wê demê qesebeke biçûk bû li dora hev kom dibin û „Eniya Yekgirtiya Kurd“ pêk tînin. Belgenameyên Inglîza dibêjin ku ev karê han bi hevkarî û teşwîqa Rusa çêbûye û armanca Rusa jî ew bûye ku ji Kurda re peyameke dîrokî bidin:“ Kurd bila mîna dostên wefadar ji bo Sovyetistanê bimînin…“

Di şert û mercên wiha da tevî ku hinek mezinên eşîrtên Kurda yên weke Emîr Esied Debokrî, Ebdulah Bayezîdî û Qerenî Mameş li dijî hev bûn û şerekî bêdeng di navbera wan da hebû, hemû fikr û hewla Qazî Mihemed ew bû ku Kurda bigehîne hev û yekîtiyekê di navbera wan da durist bike. Ji ber wê jî gelek hewil dan ku bi Ingilîz û Rusan re li ser mafên Kurda bigehe encamekê. Lê Ingilîz ji wî bi gomanin û texmîn dikin ku mirovê Rusa ye. Qazî zû bi vê meselê dihese û ew bi hişyarî bi wan dide famkirin ku Kurd ji siyaseta Inglîza ya li hemberî Kurdên başûrê Kurdistanê razîne û heta dibêje:“ Tenê bi hevkariya Birîtaniya ye ku Kurd dikarin rewşa xwe baştir û bi azadî û qedera xwe ya paşerojê jî hîvîdartir bin…“.

Hemû armanca wî ewe ku bi rêya hêzên dagîrker ji pirsgirêka Kurdan re rêyeke çareseriyê peyda bike.

Di etmosfêrekî wiha tevlîhev de elbete Rus jî ji Kurda bi şubhe bûn. Qazî dixebitî ku di vê navê da bi rêya her du aliyan rêykê peyda bike û mafên Kurda yên siyasî tezmîn bike. Dawiya dawî ew xwe dide aliyê Soveyetistanê, çimkî Ingilîz alîgirê wê hindê bûn ku:“ divê dewleta navendîya Îranê bimîne û sinorên wê jî têk neçin…“. Lê li vira pirseke wiha tê hişê mirov:“ Gelo di wan şertan da Kurdistan çend ji Rusan re rxwedî cih an jî statoyek siyasî bû?“

 

KDP cihê J.K digire!

Di 16.09.1941an da li baxekî derdora Mehabadê çendîn rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd li dora hev kom bûn û rêxistineke nihînî bi navê „Komeley Jiyanewey Kurd“(J.K) damezrandin. Wan bi daxuyaniyekê armancên rêxistina xwe ji raya giştî re dan xuyanîkirin. Di temenê xwe yê nêzî çar salan da J.Kê di warê bilindkirina sewiya rewşenbîriya siyasî-civakî rolekî gelek erenî di nava Kurdên herêma Mûkriyan da hebû. Kovara Nîştiman organa wan ya fêrmî dest bi dest digeriya û bi hezeke mezin dihate xwendin. Şanoya „Dayikî Nîştiman“ zêdetrîn bandor di bilindkirina hissên netewî da lîst û Kurda bi dîtina wê şanoyê zanîn ka li pey peymana Seidabad ya sala 1937an da çi bi serê wan û welatê wan hatiye.

Di roja 16.08. 1945an da li pey komcivîneke endam û berpirsên J.Kê Qazî Mihemed(Bînayî) pêşniyar kir ku komele navê xwe bide partiyeke nû ya bi navê Hizbî Demkoratî Kurdistan“. Hingî navê „Îran“ê li pey navê KDPê nebû. Li gor kesên mîna William Eaglton(pirtûka: The Kurdiş Republik of 1946 ) û Arçibald Roosvelt dema ku bo cara duyê li Septambra sala 1945an Qazî û çend kesên din çûne Sovyetistanê rayedarên Rus û di serî da jî Cefar Baqirov pêşniyareke wiha raxistiye ber wan. Ev daxwaza rayedarên Sovyetî tê pejirandin, lê Kurd jî bo cî bi cîkirina pilanên xwe yên paşerojê bi nivîsandina daxwaznameyekê ji Sovyetê dawa Sileh, çek û piştgîriya maddî dikin. Tevî ku Baqirov ji Kurda daxwaz dike ku wek pareke komara Azerbayicanê di nava sinorên wê komarê da bimînin, lê Qazî Mihemed napejirîne û jê re dibêje:“ Ger wiha be, emê bi Îranê re bimînin. Çimkî ew ji we kevintir û bihêztirin û ji hêla ziman û kulturê ve jî Kurd zêdetir nêzî Farsa ne, ne Azeriya…“.

Bi vê rewşê û zanîna niyeta Azeriyan rayedarên Kurd dema vedigerin Mehabadê dest bi amadekariyên îlana komara Kurdistan dikin.

Manifesto û bernama KDPê ku îmzaya gelek siyasetmedarên Kurd li jêr bû wiha bû:

Di çarçova Îranê da otonomî bo Kurdistanê.

Fêrmîbûna zimanê Kurdî.

Bi awayekî acil hilbijartina şiwreke herêmî.

Destbikarbûna karmendên herêmî.

Erêkirina zagûneke wekhev ji bo dewlemend û gundiyan.

Hevkarî bi bizava Azerbayicanê re.

Kar û xebat ji bo baştirkirina rewşa aborî, çandinî û baştirkirina rewşa paqijî û perwerde û fêrkirinê.

 

Îlana du komara: Azerbayican û Kurdistan

Roja 17.12. 1945an gelek ji rûniştivanên bajarê Mehabadê meşeke mezin ber bi binaya edliya li bajar çêkirin. Ew edliye sembola dawiyê ji hêza hukumeta Pehlewî bû ku li Mehabadê mabû. Li wira Kurda ala xwe ya sê reng: spî, kesk û sor ku bi rojek zer ya di nava du şûran da hatibû xemilandin, li hemû binayên bilind yên bajarên Mehabad, Şino, Neqede û Bokanê bilind kirin.

Êdî ev bi serê xwe destpêka hereketeke nû bû ku motîve û heyecana gel sed carî zêdetir kir û wek dibêjin êdî nefes û bêhna azadiyê ketibû nava rih û canê xelkê.

Roja sêşeme 20. 11. 1945an li Tebrêz komara Azerbaycan tê îlam kirin. Qazî Mihemed û çendîn kesayetiyên din di merasimê da beşdar dibin û li pey wê jî li ser daxwaza Sovyetistanê diçine Bako û bi Cefar Baqirov re hevdîtina çêdikin. Hemû rêberên Kurd li bendê ne ka serokkomarê Azerbayicanê yê derheqa paşeroja Kurdistanê ji wan re çi bêje. Di vê bendewariya Kurda ya bêsebrane da ew li dijî pêkanîna komareke mîna komara Azerbayicanê li Îranê ye û ji wan re dibêje:“ komara Kurdistan hingî dikare çêbibe ku Kurdên parçên din yên Kurdistanê jî azad bibin û hûn niha wek herêmeke komara Azerbayicanê bimînin….” Lê Kurd qebûl nakin, bi ecele vedigerin û 62 roja piştî komara Azerbayicanê roja sêşemê 22. 01. 1946an komara Kurdisatan jî bi şahî û merasimeke taybetî tê îlankirin.

Pêwşewa Qazî wê rojê piştî ku bi dirêjî li ser dîroka Kurdistanê axivîbû, li pey gelek şîretên siyasî-civakî wiha qêriyabû:

“Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi niştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwina xwe ya heri dawiyê, bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekitiya gelê Kurd û Azerbayicanê, muti’i û wefadar biminim.’’

Li pey pêkhatina komara Kurdistan hemû hevkariya Sovyetê ji Kurdan re 10,000 tifeng, demancên piştê, reşaş û 20 kamiyonên leşkerî ji bo cî bi cîkirina pêşmerge, erzaq û tiştên wiha bûn. Herwiha bi hevkariya wan çapxanek li Mehabadê hate damezrandin ku jê re „çapxana Kurdistan“ dihate gotin.

 

Kabîna Wezîrên Komara Kurdistan

Kabîna wezîrên komarê piranî ji herêma Mûkriyan û tev jî dewlemendên bajarî bûn. Lê sedema ku piraniya wezîran ji wê herêmê hatin hilbijartin mesela demê û helwesta Sovyetî û komara Azerbayicanê bû.

Li pey îlana komarê bi çend rojan endamên kabîneya wezîrên dewletê bi vî şêweyî hatin diyar kirin:

1. Hacî Babe Şêx: Serokwezîr

2. Mihemed Husên Xanî Sêyfî Qazî: Wezîrê Ceng û parastin û hevkarê serokkomar.

3. Sidîq Heyderî: Wezîrê propagande û ragehandinê.

4. Menaf Kerîmî: Wezîrê Perwerde û hînkariyê.

5. Mihemed Emîn Mo’înî: Wezîrê karê hundurîn (Wezîr navxwe).

6. Seyîd Mihemed Eyyûbyan: Wezîrê Tendurustiyê

7. Ehmed Îlahî: Wezîrê Aborî(Êkonomî).

8. Xelîl Xusrewî: Wezîrê Kar

9. Kerîm Ehmedyan: Wezîrê post û têlêgiraf

10. Hacî Mistefa Dawûdî: Wezîrê Bazirganiyê

11. Mela Husên Mecdî: Wezîrê dadperweriyê

12. Mihemed Welîzade: Wezîrê kiştûkal(çandiniyê).

13. Hacî Ebdulrehman Îlxanîzade: Wezîrê Tegbîr û meşweret pêkirinê

14. Îsmaîl Îlxanîzade: Wezîrê rê û ban.

 

Destkeftên komara Kurdistan

Di çend meh temenê komara Kurdistanê da gelek kovar û rojnamên weke „Kurdistan“, Helale, Girûgalî Minalan“ û dîwana şaêrên weke Wefayî jî hatin çap û belavkirin.

Girîngtirîn destkeftên komara Kurdistan ew bûn ku li pey têkçûna serholdana Simkoyê Şikak Kurda xebata xwe ya siyasî derbasî pêvajoyeke nû kirin. Yanî di nava dilê sîstmeke seltenetî da „komar“ek hatibû damezirandin. Hisên netewî ji nûve bişkivîn û hîvîyên mezin hatin afirandin. Di warê ragehandin û rojnamegeriyê da serdema komara Kurdistan gehştirîn çax tê hesibandin ku pêre şaêrên millî Hêmin, Hejar, Heqîqî, nivîskarên weke Qizilcî û Zebîhî û hunermendên mîna Mihemed Mamlê di civaka Kurda da roheke nû dan vê qada jiyana Kurda. Di qada siyasî da jî êdî li Îranê „pirsgirêka Kurdî“ bû faktorek dîrokî ku heya roja îro jî nehatiye çareser kirin. Pisrgirêka ku îro mixabin „komara wehşet û cehaletê“ dixwaze bi îdama ciwanên Kurd pêşiyê li ber bigire.

Jin û xizmeta ji bo jinê li ba serokkomarê Kurdistanê ferzekî olî, netewî û exlaqî bû. Ji mala xwe destpêkir û Mîna Qazî razî kir ku bibe seroka yekîtiya jinên Kurdistanê. Reaksioyana axa, şêx, mela û oldarên civakî li dijî karekî wiha tund û dijwar bû. Lê pêşewa Qazî çend roja bi wan ra kete nava behs û axaftinên dûr û dirêj. Di dawiyê da ew tev hatin ser rêya Qazî û zanîn ku di civakeke demokratîk da gere jin û mêr xwedî hemû mafên wekhev bin.

Komar xwedî manêfestoyeke Kurdistanî bû. Kurdên başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora Pêşewa Qazî kom bibûn. Wan teva bi dil û can xebat dikirin ku ji vê derfeta zêrîn sûdên herî mezin bistînin û liyaqeta xweîdarekirnê ji dost û dijiminên xwe ra îspat biken.

Hêza di bin serkêşiya general Mistefa Barzanî da riheke nîştimanperwerî û mezin xistibû nava civaka rojehelatê Kurdistanê. Piştgermiya wan ya bi paşerojê bi hebûna hêza Barzanîyan ra mezintir bibû. Tirsa herî mezina artêşa Îranê jî ji hêza Barzanîyan bû. Di çend şerên ku di navbera her du aliyan da qewimîn, aliyê Kurd hêzên Îranî têkşikandin. Azmonên wiha dagîrkerên Ecem bi vê rastiyê hesibandibûn ku nikarin wiha rihet bikevin nava sinorên komara Kurdistanê.

Di warê aborî da hêdî-hêdî rewşa jiyana xelkê dihate guherandin. Kompaniyek bi navê ”Tereqî” ji bo armacên ticarî bi welatên biyanî ra, hate çêkirin.

Bi çêbûna komarê ra Kurd bûn xwedî artêşeke milî û ciwanên Kurd bi şev û roja dixebitîn ku xwe hînî hunera şerkirinê û taktîkên xweparastinê biken. General û serleşkerên Kurd bi hezeke bêdawî kar dikirin ku artêşa wan bikarîbe di rojên teng da sinorên welatê xwe biparêzin.

Xwîndin bi zimanê zikmakî, marşa netewî(ey reqîb), çêbûna ala Kurdistanê, şaêrên millî û çendîn tiştên din di çaxê komarê da ketin nava jiyana Kurda ya siyasî û civakî.

Di nava sinorên komara Kurdistanê da kênnetewên Yehûdî, Azerî, Asûrî û Ermenî mîna Kurda xwedî hemû mafekî bûn. Ev nîşana îspata wê rastiyê ye ku bîr û ramanên serokkomarê Kurdistanê bi demokrasiyeke modern û hemdem ra hatibûn avdan. Pêşewa agehdarî rewşa cîhanê ya siyasî bû û dixwest dewleta Kurda mîna welatên demokratîk xwedî hemû pirensîpên aştîxwazî û demokratîk be.

 

Li pey têkçûna komarê heya îro

Piştî şikesta komar û îdama pêşewa Qazî dîsa rewşa Kurdistan mîna goristaneke tarî kete nava bêdengiyek xemgîn. Ji sala 1948an û pêde çend xwîndevanên rêbaza Qazî hêdî-hêdî dest bi karê rêxistinî kirin. Kesên mîna Rehîm Sultaniyan(kurê Rehîm Sultaniyan), Ezîz Yusifî, Ebdulrehman Qasimlo, Xenî Bilûriyan, Kerîm Ovêysî û Ebdulah Êşaqî di bin çavdêriya hizba Tudeheya Îranê da careke din liv û lebateke nû dan KDP, lê wan nedikarî bi bê hizba Tudeh biserê xwe her karekî bikin. Salên piştre ew bi yekcarî ji hizba Tudeha Îranê dûr ketin.

Di dawiyê da tenê bi daxbarî û hesreteke mezin dikarim vê bêjim ku mîratgirên rêya pêşewa Qazî îro ne tenê 180 dereca ji qada doza wî ya bi şan û şeref dûr ketine, belkî di nava xwe da bûne çend perçe û ji hêla partiyên başûrê Kurdistanê ve di jiyana kempnişîniyê da hatine îzole û heta fetisandin jî. Hemû hîvî niha bi ciwanên PJAKyî û keç û xortên Kurd e ku hem hêzeke ciwan in û hem jî bi rêbaz û manîfestoya xwe ya siyasî nêzî rêbaza pêşewa Qazî Mihemedê şehîd in.

 

Jêder û çavkanî:

1. Kirîs Koçera / Bizava Netewiya Kurd

2. Hevpyvîn bi Mîna Qazî re / Tehran 1993

3. The Kurdiş Republik of 1946 / William Eaglton.

4. Hevpeyvîn bi Menaf Kerî re / Mehabad 1994

5. Hevpeyvîn bi Elî Qazî / Almaniya 2003

6. Xatratê ma / Elî Esxer Êhsanî(bi zimanê Farsî)

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org