Gmail:kaksharoremar@gmail.com
Gotineke bav û kala wiha dibêje:” Tole bi sebire, lê bi zebre…“.
Çiqas ku diktator Xaminêyî û Ehmedînejadê ehmeq li ser kuştina azadîxwazên Kurd û Îranî bi îsrar bin, ewqas jî kîn û kerba gel yê zêdetir komî ser hev bibe. Avabûna roja wan ne zêde dûr e. Bi van hovîtiyan ew roj bi roj xwe nêzî mirinê dikin. Ew ji qedera dîktatora jî dersê nastînin. Ka binêrin tenê xwîna ciwanekî Tûnêsî çi bi serê dîktatorê navdar Zêyn elabêdîn Bin Elî anî:
Ciwanê Tûnisî Mihemed Albuezîzî tevî ku xwedî lîsans bû û bêkar, dawiya dawî dest bi karê firotina tiştan li ser cade û kolanan kir. Lê nehiştin wî karê han jî bi rihetî bike û nanekê ji malbata xwe re peyda bike. Wî li deriyê her îdareyeke dewletê da kesî ne karek dayê û ne jî dengê wî bihîstin. Ji êşa bêkarî û birçîtiyê roja ron agir berda canê xwe. Ew agirê canê wî bû agirekî wisa gor û geş ku di dema çend rojan da hemû welat girte ber xwe. Dikatorekî din ji cihana ereba vê carê jî nekarî li hemberî îradeya gel li berxwe bide û mîna roviyan revî. Dîrokê careke din dersa xwe ya herî girîng dubare kir û bi bîra me anî ku ti hêzek ji hêza gel mezintir nîne. Ewên ku texmîn dikin dikarin bi kuştin, şikence û îdamê li hemberî hêza gel bisekinin, xuyaye ku bi mezinahiya îradeya gel nizanin û mirovên apolitik in.
Dema diktator diçin an jî direvin cesareta gel zêdetir dibe. Ev cesaret guherandinên mezin li welat û herêmê çê dike. Bawerim di van çend şevên derbasbûyî da Xaminêyî jî ji tirsa qedera xwe perîşanhal bûye. Di şert û mercên wiha da wan marên kor dîsa jî şoreşgerekî Kurd şehîdkirin. Ew bi dehan sale ku têhniyên xwîna me ne û têhnatiya wan naşkê.
Li ser erdê serhildanên dîrokî, li ser xaka Zerdeşê kal, li Urmiya Emîrxanê Lepzêrîn û Dim-Dimê, li paytexta Simkoyê Şikak, li Urmiya dêrîn lawekî din jî gehişt kerwanê şehîdên rêya azadiyê. Belê Husên Xizirî… ew xortê ku ji zarotiyê hemû êş û elemên jiyana bindestiyê bi dil û can hiss kirin û çi tam ji jiyanê nedît. Cinayetkarên namerd û derewîn ew bêdageh kuştin û heta pêre jî hemû zagûnên xwe yên hûqûqî binpê kirin daku dengê Kurda yê azadîxwaziyê di qirka wan da bifetisînin. Ji wan re kuştina Kurda xêreke helal û şerîi ye. Çi xewin û xeyalên vala!! Ew nizanin ku ew axa kevnar bi xwîna hezaran kesan hatiye avdan û xwesiparî û bindestiyê napejirîne.
Husên di van 6 salan da mîna şoreşgerekî qehreman li hemberî zagûnên sîstmeke totalîter sekinî. Hucreyên sar nekarîn îradeya wî bişkênin ku laşê wî yê derddîtî di wan şevên dirêj da gelek diêşand. Şikenceyên berdewam bi wî nekarîn. Ew ji van tiştên kêm teva mezintir bû. Hawar û qêrînên wî bilind bûn, lê cihana berjewendparêzan kerr û kor ma. Ji wan re hemû tiştek yanî kapîtal û jiyana wan ya rojane. Demokrasî benîştekî çend sed salî ye ku tenê qirçe-qirça wî tê guhê me û di piraktîkê da bêwate ye.
Îdama Husên Xizirî ji nişkave çêbû û ew bêdeng birin bin sêdara îdamê.
Karekî wiha dûr ji exlaqê mirovahiyê careke din rastiyek ji me re îspat kir:
Êdî dengê hêz û îradeya Kurda li rojhelatê Kurdistanê gehiştiye Tehranê. Sine li dijî îdama Hebîbulah Letîfî rabû ser xwe. Komara wehşet û cehaletê ji vê helwestê tirsya û mîna marê kor serê xwe yê jehrdar birin nava kûna reş. Lê pêwîst bû mîna kesên nexweş wê jehra xwe birijînin. Hatin Urmiyê, lê bêdeng û ji nişkave ew marê kor gehişt girtîgeha Urmiyê. Kurê Kurda, mêrxasê leheng Husên Xizirî kirin armanca xwe û di tarîtiya roja şemiyê 15.01. 2011an de ew îdam kirin. Xweziya me ew kêliyên dawiyê bidîtana ka wan cinayetkara çawa azadîxwazekî xwedî armanc ji jiyanê bêpar kirin. Xweziya ew der û dîwar bi ziman ketana û behsa berxwedana Husên Xizirî bikirana ka wî çikir û çi got.
Em tev deyndar û şermezarên şehîdên doza Kurdistanê ne. Tenê li hemberî meznahî û rêbaza bi şan û şerefa „Husên Xizrî“yên welatê xwe ez dikarim secdê deynim. Sed cara sozê bidim ku li ser rêya wan bimeşim û herî hindik layiq bim ku mîna şagirdekî di xwîndingeha wan da xwe fêrî dersa mirovahî û insaniyetê bikim…
16.01.2011 ROJ TV