Bila hemû dibistan bêne girtin
RUKIYE ÖZMEN
Vê dema dawî zimanê dayikê bi awayekî xurt ketiye rojevê, çalakiyên ji bo daxwaza pratîzekirina perwerdeya zimanê kurdî gihaye asta herî jor.
Piştî avakirina komara tirk û bi şûnde zimanê kurdî hate qedexekirin.
Bi qedexekirina ziman re kurd û hemû nirxên kurdayetî jî hatin qedexekirin, mîrata kurdan hate talankirin û şewitandin.
Kesên bi kurdî biaxiviya dihat îşkencekirin, afarozkirin û li gorî hejmara peyvên axivî pere ji wan dihatin standin.
Ji xwe hemû kurdên ku perwerde bi tirkî dîtine dizanin, roja ewil bilêdana zilihekî, an jî ya darekî tê pêşwazîkirin.
Zimanê dayikê di giyana mirov de birîndar dikirin, bê ku mirov sûcê xwe bizane.
Cendirmeyên ku biqrewat û bi navê mamosteyan ders didan, hîn zarok di temenê 7-8, salî de, fêrî sîxurtiyê dikirin û wekî sîxur bi kar dianîn, da giliyê zarokên kurdîaxêv bikin û ji ber van giliyan her di nava zarokan de pevçûn hebû.
Ev jî pêşwaziya şaristaniya perwerdaya tirkan e ku vê atmesforê bandoreke negatîf di aliyê derûnî de li ser zarokan dikir û hê jî dike.
Asîmîlasyona ku ev 80 sal in bi armanca ferhenga hest û peyvên kurdewarî ji holê rake bi her awayî hewl da ku dawî li kurd û kurdbûnê bînê.
Ne tenê pergala dogmatîk; her wiha kesên xwedêgiravî xwe sosyalist jî dihesibandin helwesta wan li hemberî hemû qedexe û asîmîlasyonê hebûn, lê dema mijar dibû zimanê kurdî ewan jî kurd bi nijadperestiyê tawanbar dikirin, me kurdan jî biçepikan hêviya dahatuya xwe di ramanê wan yên em bi wan xapandibûn dianî.
Ger zimanê kurdî qedexe ye û bi parastin û bi pêşxistina wî nijadperestî be divê ku hemû dibistanê li cîhanê heyî werin girtin, ji bo ku perwerde bi tu zimanan neyê dayîn.
Divê hemû nivîskar werin zîndanîkirin bo ku ew pênusa xwe nelivînin û dîrok û dahatuyê nenivîsîn..
Divê ku hemû amûrên xwendinê ji holê werin rakirin da ku tu kes bi perwerdeya zimanê dayikê nebe nijadperest û daxwaza zimanê dayikê zirarê nede mirovahiyê...
Kurd bi zimanê serdestan bi zorê têne perwerdekirin; ew zimanê her kesî fêr dibin, lê dema daxwaza fêrbûna zimanê kurdî dikin ew têne cezakirin û bi nijadperestî têne tawanbarkirin...
Ludwîg Wittgenstein dibeje: ''Sînorê zimanê min sînorê cîhana min e.''
Sînorê kurdan jî bûyê cihê ku zimanê wan lê tê axaftin ji ber ku cihê zimanê kurdî lê tê axaftin di hilbijartinan de kurd tenê ji wan herêmên kurdîaxêv wekîl û şaredaran derdixin..
Celadet Bedirxan gotiye ''Zimanê xelkê wekî cilê li ber mirov in, wan li xwe dike û ji xwe dike, lê zimanê dayikê postê mirov e.''
Ji bu ku em kurd xewna bavê neteweya kurd Ehmedê Xanî realîze bikin; divê ku em ewil qedexebûna zimanê kurdî li ser mêjiyê xwe rakin .
Ji bo pêşxistina ziman, dixwazim çend pêşniyaran parve bikim.
Mînak, BDP dînamîka siyasî ye li bakur, rêvebirê ku bi kurdî nizanin hefteyê 20 deqîqeyî jî xwe fêrî kurdî bikin wê bandaroke pozîtîf li li ser civakê bike.
Nivîskarên kurd ku bi zimanê biyanî dinivîsîn 2 hefteyan carekê bi kurdî binivîsin wê xwendevanên ku bi tirkî dixwînin jî motîveyî fêrbûna kûrdî bibin.
Alimên kurd, Xutbe, mewlûd, tehzî û weazên xwe bi kurdî bidin, kitêbên olî bi zimanê kurdî werin wergerandin, kurd ola xwe bi zimanê xwe bixwînin; wê demê dijminên kurdan wê olê ji bo berjewendiyên xwe yê neteweyî li hemberî kurdan nikaribin bi kar bînin.
Şaredar kitêbxaneyan vekin li bajar û bajarokan, ger ev derfet li gundan nebe kitêbxaneyên seyar vekin û her meh pirtûkan bibin gundekî. Ez bawerim wê hemû niviskar û weşanxane pirştgirî bikin.
Festivalên zarokan her sal werin lidarxistin û li her herêmê rojnameyeke zarokan a mehane werê amadekirin,
Kursên kurdî ji bo dayikan werin dayîn hwd.
Ev tev sudewarin ji bo pêşxistina ziman