|
Nivîsên din yên Nivîskar Abdusamet Yigit:
DI WÊJEYA KURDî DE JIN Û CIHÊ WÊ
-Bawê Tahirê Uryanî
-DEM BI DEM FELSEFE Û PÊŞKETIN
-UAR-TUTU Û BAXTÊ WÎ
-PIŞTÎ XWEPÊŞANDINÊN LI ROJHILAT RE
-NEWROZ, JI TIRAFA XWE
-AWAYEKÎ ÇAWA
-SÎYESETMEDERÊ KURD HATIP DICLE
-LI SER DENEZANDINA XWESERÎYA
-KURD Û STATÛYA WAN Û ŞERÊ WÊ YÊ KU TÊ DAYÎN
-DERSIM Û Î RO
-Geglê Kurd û Nirxên..
Vegere Destpêkê...... |
LI SER POLITIKAYA JENOSÎDÊ Û KOMKUJIYA QILABANÊ
Abdusamet Yigit
Dîroka kurdistanê, ku mirov ji kîjanliyê ve lê binerê, mirov wê bibîne ku dîroka komkujiyên ku wan jîn kirîya jî. Sê roj mana ku em bikevina 2012´an de. Min hizir û plankiribû ku minê ev nivîsa xwe li ser sersalê binivîsanda. Lê mixabin, dewleta tirk, li kurdistanê li Qilabanê bi balafirên şer hêrîş bira ser gelê kurd yê sivil û bi dehan mirov qatil kirin. Bi vê êşê her hemû kurdan biêş bû. Gelê kurd, bi dilê xwe, heta î ro, bi dehan dahan êş û elemên bi vî rengî jîn kirina. Di serî de, ez di xwezim ku li ser gotinaka ku di vê roja ku komkujî pêkhatîya de ji bo mirovên ku hatina qatilkirin, dihê bikarhanîn, ez di xwezim wê bi teybetî bênima ser ziman. Ew gotin jî, ev ku ew mirovên ku hatina qatil kirin, ji wan re gotina "kaçakçi" tê bikarhanîn. Di serî de divêt ku ez bibêjim ku ev gotin bi serê xwe gotinaka ku mirov divêt ku wê şermazar bike ya. Gelê kurd, ev bi dehan salan a, ku di bin şerekî ku dewleta tirk bi wan re dide de dijî. Di wî serî de heta vê rojê bi bi hezaran ciwanên kurd hatina qatil kirin. Tenê, bîlancoya vê sala 2011´an, ku mirov lê binerê, mirov wê bibîne ku ne bin hazarî re ya. Hemû jî, di ancam wî serê ku li kurdistanê bi kurdan re tê dayin di wan de hatina qatil kirin. Divêt ku mirov bi teybetî bibêje ku di vê dema ku ev şer bi kurdan re dihê dayin, çi kuştin û qan jî qatilkirin ku bi çi awayê bibin, divêt ku mirov ancama wê zihniyeta ku di temenê wê şerê ku bi kurdan re tê de dayin de heya, divêt ku mirov bi wê ve girêdayî bêne ser ziman. ev şerê vê dawîyê, şerekî ku gelê kurd, têde dihê xwestin ku were bi tememî ji dîrokê birin. Hukumeta tirk, di serê ku bi kurdan re dide de, heta î ro, hertimî bi armancakê tevgerîya ya. Ew armanc jî, ew e ku kurd, werina bêstatû kirin. Weke Salên 1923´an û hwd ku bi konfaranse Lozanê re pêvajoyek hat dest pê kirin û di berdewam wê de kurd, hebûna wan rastî hêrîşên mazin hatin, dihê xwestin ku pêvajoyeka bi vî rengî bidina berdewam kirin. Dewleta tirkî, dibêje ku zimanê kurdî, "êdî ne qadaxa ya". Lê divêt ku mirov bipirsê ku kar çend zarokên kurd li dibistanan karin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin? Li tirkî ti dibistanên ku zaroyên kurd têde karin perwerde xwe ya bi zimanê dayikê bibînin nin a. Bi vê yekê re, dewlet, hê jî, di wê de isrer dike. Di wê temenê û qadaxakirinê de şerê bi kurdan re dide berdewam kirin. Şer, ne şerekî giştî ya yê bi kurdan re. Komkujiya li Qilabanê jî, di ancama wê de pêk hatîya. Hê komkujiya li Kortekê ku pêkhatîya di xêve me de zîndî ya. Hê, ew zarokên ku li wir, ku her yekê bûbûna piç û piç, hê ew dîmênên wan yên ku ketibûbûna ajansan de di berçavên mirov de na. Hê ku bîrhanîna komkojiya li Ranya ya li kortekê zîndîya ev komkujiya li Qilabanê pêk tê û têde bi dehan kurd tê de tên qatilkirin. Ezê di şîrovekriina xwe re berdewam bikim, Lê pêşî, divêt ku li ser wê gotina ku ji bo wan mirovên kurd ên ku hatina qatilkirin tê bikarhanîn û tê gotin ku " ew kaçakçi bûn" li sere wê bisekin im. Di dema ku li wanê di 33 mirovê ku kurd hatina qatilkirin ji aliyê mistefe muglali û ew î ro bi navê "33 gulê" tên bibîrhanîn, ji bo wan jî ev gotina kaçakçi hatibû bikarhan. Di wê demê de jî, mirovên sivil û gundî hatibûbûna qatil kirin û î ro jî, mirovên ku sivil û gundî hatibûbûna qatilkirin. Di naqabîna wan de, ti farq nîna. Lê divêt ku mirov vê yêkê bi bîr bixe. Ku li başûrê kurdistanê jî, gelek ji wan mirovên ku diuçûna wir, xizmên wan hebûn. Xizmên wan li wir hene, û ne biderfeta ku ew xizmên hevdû bi ser hevdû de neçin. Lê wekî din jî bi vir ve girêdayî, ez di xwezim ku vê jî bibêjim. Herême Qilabanê, herêmeka ku li ber sînor a. Ku hinekî ku mirov ji Qilabanê derketê, wê sînorê ardê bajerê başûrê kurdistanê yê Zaxo wê bibîne. Ji bakûrê kurdistanê ji wê herême ku ew mirov çûbûbûna Zaxo, ji wir, her roj, gelek mirov diçin û tiştên xwarinê û li xwekirinê ên weke cil û hwd jî, ji xwe re dikirin û divegerihina male xwe. Ew mirovên ku ji gundê Qilabanê jî çûbûbûna wir, gelek ji wan jî, bi wê armancê çûbûbûna wir, Ji ber ku sersal jî nêz dibe, êdî bi wê munasebetê ew jî bi zaroyên xwe re ketina rê de û çûna ku herîna wir û li wir tiştna xwarinê û li xwekirinê ji xwe re bikirin û werênina male xwe. Ji ber vê yekê jî, gelek ji wan yên ku çûna zaro bûna. Dewleta tirkî, li herêmê, hemû rayadarên wê yên ku li herêmê dimênin jî, vê yekê dizanîn. Minnaq, ez minaqaka din jî bidin. Ji Nisêbinê, dayimî, mirovên ku hertimî li sînor dixin û di buhurina herêma başûr rojavayê kurdistanê ku kurdên wê herêmê re dibêjin " binxat"ê jî, dibêt. JI wir jî, kom bi kom buhurina wan ya li wir dibêt. Ji ber ku gelek ji wan xizmên wan li aliyên din heya. Weke ku Xizmên Qilabanîya li Zaxo heya, xizmên Nisêbînîyan jî li Qamişlo û hwd li başûr rojavayê kurdistanê hena. Di salên 1923´an de, di dema ku li konfaransa Lozanê li masê sînor hatina xîzkirin, ew sînorên ku hatina xîzkiirin di nava malbatan de hatina xîzkirin. Malbat, hatina qatkiirn. Nêvîyê malbatan li wî aliyê sînor ma û nêvîyê malbatan li vî aliyê sînoran ma. Lê têkiliya wan jî, jev qût nebû. Hertimî jî, sînor derbas dikin û diçina cem hevdû. Vêca, ew sînor buhurîna wan ya li cem hevdû, gelo çawa û bi vijdanî dibe "kaçakçîtî? Bersiva vê pirsê divêt ku her mirovê ku piçêkî jî vijdan pê re heya divêt ji aliyê xwe ve bidiyê de. Komkujiya ku Î ro pêk hat ya Qilabanê jî, di ancama têkiliyeka bi vî rengî ya çûna mihvandariyê ya li cem hevdû ya xizmên hevdû pêk hatîya. Ev çûna mirovên bakûrê kurdistanê ya li başûrê kurdistanê û li başûr rojavayê kurdistanê hertimî bûya. Dema ku di konfaranse Lozanê de sînor hatina xîzkirin jî, wan sînoran, ew çûna wan ya li cem hevdû astang ne kir. Pêşî lê ne girt. Ji salên 1970 û hwd heta salên 1990 û hwd, gelek mirov bi vî rengî ku yek bi yek bê û kom bi kom jî bê, li ber sînorê başûr rojavayê kurdistanê jî hatina qatilkirin. Ez bixwe jî, ji ber ku ji wê herêmê me, hemû rewşên ku li wir bi vî rengî di bin, pirranîyên di hatina guhê me. Di wan salan de jî, ku dihatina qatilkiirn, di hatina gotin ku " ew kaçakçi bûn û hatina kuştin" Yan jî, di hat gotin ku " dema ku kir ku sînor derbas bike pêr mayinê kir û mayin taqî û wî jî jîyane xwe ji dest da". Di aslkê xwe de, gelek ji wan herêmên sînor yên wê herêmê, mayin kiirna wan, bi armanca birrîna têkiliyan mirovên başûr û bakurê kurdistanê ku jev qût bikin bû. Her weha divêt ku miorv ji bo mayinkirina sînorê sînorê tirkî û Sûrî jî, mirov karê heman tiştî bibêje. Hemû mayinê ku di sînorê başûrê kurdistanê de jî hatina danîn û yên ku di sînorê başûr rojavayê kurdistanê de jhî hatîna danîn, bi vê armanca ku têkiliya wan jev qût bikin hatîna danîn. Piştî salên 1990´î û hwd, armanca têkilîbirrînê, sînor hatina jidandin. Lê dîsa çûn û hatin ne hate qûtkirin. Ji herêmên başûrê kurdistanê ji Serhedê û Botanê dayimî mirovên ku di digihênina bajerên başûrê kurdistanê hena. Ji wir tiştan ji bo mala xwe dikirin û tên. Her weha mirov karê ji bo van herêmên bakprê kurdistanê bibêje ku bi heman rengî di buhurina, başûr rojavayê kurdistanê jî. Di vir de, ez pirr mazin li ser nasekin im ji ber ku tê zanîn lê ezê bi gotinekê jî bibêjim. Didema salên1922´andedemakufermanmalaHacohatederxistin, bi haco û malbatewîregelek mal ji êlên din yên herêmê jî, bi malbata haco re rêgirtin û ji herêma botanê çûn û çûn û xwe li başûr rojavayê kurdistanê ku di wê demê de di bin serdestîya Firansîyan de bû, xwe li wir girtin. Ez bixwe, weke nivîsakarê van rêzan bixwe jî bibêjim, di wê demê de ji malbata bav û kalkê min bixwe jî, yên ku çûna wir di wê de hena. gelek ji wan ku ez î ro nasnakim lê mazinên min nas dikin, û ku xizmên malbatî na jî, hê li wir in û hate salên 1990´î û hwd jî, bi ser hevdû diçûn. Piştre jî, ew têkiliya wan jev qût nebû. Doma. Car bi car sibehê diçûn li wir diman û êvarî divegerîyan li malê. Di vir de, nexwe, ez vê pirsê, weke mirovekî ji hemû mirovên bi vijdan dikim, Ku siba, hin ji malbata min werina mêhvandarîya min ji wir û an jî ji malbata min herina mêhvandarîya xizmên xwe yên li wir û di sînor de werina qatilkirin, gelo ew hemû wê bina "Kaçakçî"? Ev gotina, kaçakçitiyê, gotinaka ku di bin wê de hin kirinên bi vî rengê yên kirêt ku dewlet wan dike, dihên veşartin. Di serî de, divêt ku mirov vê yekê kifş bike. Mirovên ku li ser axa xwe dijîn û diçina mêhvandarîya hevdû, gelo çawa dibina Kaçakçi? Bi vê yekê re, divêt ku ez bibîr bixim ku divêt ku bi vê komkujiya Qilabanê re ev rastîyên bi vî rengî jî, werina ser ziman û bên zanîn. Gotinên ku weke ên Kaçakçi û hwd ku ji bo têkiliya herêmên kurdan û kurdan bixwe jî ku jev bên birrîn ku tên bikarhanîn, divêt ku ew gotin jî, di serî de werina kifşkirin û şermazar kirin. Mirovekî ku piçêkî jî bale wî li ser rojevê hebe, wê bizanibê ku di her rojê cejnan de ku li sînorê başûr rojavayê kurdistanê û bakûrê kurdistanê ku li Rihayê û hwd, li gelek deverên bi vî rengî, mirov, ji her aliyan tên ber sînorên ku bi têlan ku di naqabîna wan de hatîya xîzkirin û li ber wê, weke mirovna ku girtî û di zindana de na, hevdû dibînin û cejna hevdû pîroz dikin. Ev mirov, ku êdî hinek ji wan buhurina aliyê din û çûna cem xizmên xwe, gelo çawa dibe kaçakçitî? Zihniyeta ku ew têl di naqabîna wan de kişandî, ew zihnîyet hov û nesîbê xwe ji mirovatiyê ne girtîya. Ev qatilkirinên di komkujiya di Qilabanê de ku bûn, mirov karê wan hinekî bi vê politikaya dewletê re jî bêne ser ziman. Bi vê yekê re, hinekî jî, ew qûtkirina têkiliyê û êdî ku neçina cem hevdû û hevdû nebînin, bi wê armancê weke komkujiyeka çavtirsandinê divêt ku mirov wê fahm bike. Wekî din jî, divêt ku mirov bibêje ku ev komkujî bi vê armancê bi plan hatîya kirin. Di roja ku civîna lijnaya bilind ya tirkî ya ewlakarîyê lev dicivê de, ev komkujî pêk têt. Bi vê yekê re, mirov divêt ku bibêje ku ev komkuji, bi ancamên wê re û bi hemû aliyên wê re hê berî ku bibe dewleta tirk ew hasabkirîya û şîrove kirîya. Bi vê yekê re, êdî di ancama wê de ew komkujî pêk hatîya. Axiftina mirovekî ku ji wê komkujiya li Qilabanê filitî, di wê de gotinak di buhurî, Di dema ku Ew ji çapameniyê de diaxift, got ku "hemû çûn û hatinên me di bin zanîn û agahîya qarakola herêmê de di buhurê." Ji xwe, ew tevna ewlakarîyê ya ku dewletê bi tekonolojiya pêşketî kirîya, ne bêderfet a ku dewlet, ji her gavên wan ne bi agahdar bê. Wekî din jî, heman mirovê ku ji komkujiyê filitî, ji çapamaniyê de got ku "balafirokên tirkî yên bêpîlot berî komkujiyê bi sê çar seaten li ser me re difirîn". Di vir de, bi vir de girêdayî, ez dixwezim ku vê jî bibêjim. Ev komkuji, di dema ku hjin mirovên kurd çûna başûrê kurdistanê ku xizmên xwe bibînin û an jî ku tiştna ji xwe re bikirin pêk hat. Lê heman rewş, di sînorê bakûrê kurdistanê û rojhilatê kurdistanê jî dibêt. Gelê kurd, yê ku li rojhilatê kurdistanê dijî û yê ku li bakûrê kurdistanê dijî, gelek ji wan rastrast xizmên hevdû yên malbatî na. Ji dema ku salên 1923´an û hwd ji dema ku ew sînor di nava de hat xîzkirin û heta î ro, ew hê jî bi ser hevdû de diçin. Car bi car bi navê "kaçakçitiyê" li wî sînorê jî, qatilkirin û mirin bûn. Ew jî, di çapamaniyê de bi navê "kaçakîyan" çih girtin. Lê ev gotin ne rast in. Wekî din jî, hin sedemên ku bi aboriyê re dihên ser ziman, bi wan re hat ser ziman. Rastê, ku dewleta tirkî bi teybetê politikayaka xizanîyê li van herêmên kurdistanê dimeşêne. Dîsa ji bo kar bê û kirîna tiştan bê, mirovên ku sînor derbas dikin û diçin û tên dibin. Ev yek pirr rast a. Lê divêt ku mirov bi teybetî bibêje ku ev politikayên dewletê yên weke yên "tenkil û tendit" yên li Dersimê di meşandin in. Mirov nikarê ji wan dûr ji têgihiştina wan dûr bêne ser ziman. Dsi vê çerçovê de ku mirov gotineka gelember ji bo komkujiya Qilabanê bibêje, mirov karê bibêje ku du armancên teybet yên dewletê bi wê komkujiyê re hene. Yek, bi çavtirsandin û têkiliya kurdan jev qûtkirinê re tê li holê. Ya duyamin jî, bi şerê wê yê ku bi kurdan re dimeşênê re dihê li holê. Ev herdû armcanc, ji dewletê giring in. Têkiliya kurdan, ya kurdên her çar qatên kurdistanê pêşketina wan bi hev re, di serî de politikaya dewletê ya bişavtinê vala derdixe. Bi vê komkujiyê de, bi vê yekê re, mirov kifş dike ku dewlet, êdî bi vê yekê re di politikayên xwe yên şer û bişavtinê de isrer dike. Dewlet, di vê demê de, bi piştigirîya ku ji welatên andamê NATO na, ku ji wan distêne, şerekî giştî li ber kurdan daya dest pê kirin. Di çerçova wê politikaya komkujiya ya ku komkujiya Qilabanê pêkhanî, doza girtina roj tv jî, divêt ku bibîr bixe. Bi vê yekê re, êdî şerekî ku bi komkujiyan re êdî bi kurdan re dihê dayin heya. Di demên me yên pêş de, heya ku dewletê, bi dehan zaroyên kurd yên din jî, di ancama van politikayên xwe de bikujê. Ji xwe, bi hezaran nahake girtî di zindanan de na. Ev kirin hemû, di çerçova politikaya bêstatû hiştina kurdan de pêk têt. Dewletê, bi zihniyeta xwe ya kujar re, girtin û qatilkiirna bi hezaran kurdan daya pêşîya xwe weke armanc. Li ber wê jî, ya ku di keve ser milê her kurdekî ku dibêje ez bi rûmetim de ku li rûmeta xwe xwedî derkeve û li ber wê politikaya komkujiyê ya dewleta tirk bisekinê. Dîroka, dewleta tirkî, ku mirov ji dema Osmanîyan ve hilde li dest û bêne heta ya dema komarê jî, dîrokaka ku di wê de bi dehan komkujiyên kurrdan pêkhatina ya. .. Tekoşîna azadiyê, berî î ro bi 34 salan dema ku bidest tekoşîna azadiyê kir, hingî kurd di dem û pêvajoyaka ku li ber ji dîrokê çûnê bûn. Ji wê roja ku tekoşîna azadiyê dest pê kir û heta î ro, dem bi dem kurd rabûna ser xwe û xwe nas kirin. serokê gelê kurd bîrez Ocalan, Di axftinaka xwe de dibêje ku "me bi gotinekê dest bi tekoşînê kir". Î ro, ew gotin bûya hezar. Gelê kurd, ji wê demê û heta vê demê xwe nas kir. Zilmkarên ser serê xwe nas kir. Êdî li ber wan di rabê ser xwe. Bertekên xwe dide nîşandin. Zordestiyê herê nakê. Bi nirx û têgihiştina azadiyê re tevdigerihin. Ev gelê ku î ro bi nirx û têgihiştina azadiyê tevdigerihê, dewletê di serî de pirr mazin bi hêrs dike. Ji ber ku ew kurdekî ku kola dixwezê û kurdekî ku nikaribê li mafê xwe xwedî derkeve û li ber wê bahse ti mafî nekê, li kurdekî wilo digerihê. Lê êdî ew kurd nemaya. Ew kurd, hatîya li muzexaneya dîrokê. Lê dewlet, di xwezê ku dîsa wî kurdî û keseyetiya wî ji wê muzaxaneyê derxe û dêne ber kurdan weke artarnatifekê. Her gotin û dengê ku têde nirx û têgihiştina mirovê azad heya, li ber dewletê di ber hêrîşê de ya. Dewlet, di aslê xwe de, li ber kurdan li azadiya wan û dîroka wan di hêrîşê de ya. Komkujiya Qilabanê, ji ber çi pêk hat, Divêt ku mirov bersiva wê pirsê pirr baş bidiyê de. Di bersiva wê pirsê de pirr planên dewletê hene. Dewletê ku di salên 1923´an de ji komkujiya li Wanê ku bi navê "33 gulê" bû malê dîrokê ji mirovên ku têde hatina qatilkirin jî digot "kaçakçi" û ji kurdên ku bawerîya li Sêx Saîd û Sêz Riza hebû jî re digot "Şakî". Î ro, çi guharîya ji wan gotinan? Ne ti tiştekî. Hingî, ew kurdên ku ji wan re Kaçakçi" û "şakî". î ro bûna "terorîst" û Kaçakçî". Lê di temenê de politika heman politikaya. Heman zihniyet heya û bi wê komklujî pêk tên. Di vir de, di serî de ez dixwezim li ser gotina "kaçakçî"tiyê bisekin im. Ev gotyin giring a. Ev gotin, têgihiştina ku di temenê wê de çi ya û di ancama ti plan.politika û têgihiştinê de hat afirandin û gotin, divêt ku mirov wê fahm bike. Di zane min de, ev yek pirr giring a. Di çapameniya kurd de jî, car bi car ev fgotin hatîya bikarhanîn. Lê ev gotin, weke gotinaka xavkê ya. Divêt ku mirov di serî de vê yekê bibêje. Ji ber çi ev gotin, weke gotinaka xavkî ya? Ji ber ku ev gotin, bikarhanîna wê di ancama kirina pretikê ya hin politikayan de dihê bikarhanîn. Kurd, waletê wan di sala 1923´an de di Konfaranse Lozanê de hat çar qatkirin. Piştre paxtên weke yên Sadabadê pêk hatin. Di paxta sabadabê de, hin biryar hatina girtin. Biryara pêşî ew bû ku wê têkiliya kurd û herêmên wan yên ku di sînorê Îran, Sûrî, Îraq û Tirkî de mana, wê jev were birrîn. Bi vê armacê, hin politika hatina kifşkirina û kirina miriyetê de. Sînor, bi biryaraka ku di wê paxtê de hat girtin de hat jidandin. Li gor biryarên wê paxtê wê destûr ne hatiba dayin ku ti kurd buhurîba ji sînor li herêmeka din. Yê ku buhurî ba, wê weke "buhurînaka dervî destûrê ya kaçak" wê bi hate dîtin û ser ziman. Gotina "kaçak" û "kaçakçi" jî di ancame wê qadaxakiirna buhurîna ji sînoran ya kurdan li cem hevdû hat gotin. Li gor wê zihniyetê, Kurdên bakûrê kurdistanê ku bi buhurina herêmê başûrê kurdistanê, wê tiştekî bêdestûrî û an jî bi gotina ku rayadarên dewletê dibêjin wê kaçaxîyek kiriban. Heman tişt, wê ji bo kurdên başûr, rojhilat û başûr ojavayê kurdistanê jî buhurî ba. Bi vê yekê, Li gor hasabên ku bi gotinê re hatibûbûna kirin, wê derketina dervî sînoran û buihurin w, hatiba rawastandin. Ev gotin, di ancama tedbireke dewletê ya li ber kurdan ku bi wê têkiliya wan jev biqatêne hat gotin. Mirovekî ku piçêkî jî, dîroka kurdistanê bizanibê, wê bizanibê ku dewletê, sînorên xwe yên li ber Îranê jî û Sûrî jî û Îraqê jî bi mayin kirina. Bi têgihiştina ku li ser wê danîna mayinan re hat danîn re hat gotin ku " ji ber hêrîşên dewletên Cîran li li hevdû bibin".Bi vê yekê, weke peyemaka awlakariyê hat ser ziman. Lê di aslê xwe de ev derewke mazin bû. Ev ne rast bû. hemû mayin, ji ber ku kurd têkiliya wan ya ji hevdû were birrîn hatin danîn. Tenê, armanc û têgihiştina dewletê ya di bin wê de ya ku heya ev ya. Bi vê yekê re, bi gotina weke yên "Kaçak" û "kaçakçî" re û bi mayinkirina gelek herêmên kurdistanê re, politikayak li ser wan sînorên ku di nava kurdan de di konfaranse Lozanê de hat danîn dihê meşandin. Di vir de, ku mirov vê yekê baş û qanc fahm nekê, mirov wê politikayên dewletê yên di bin komkujiya Qilabanê de de jî baş û qanc fahm nekê. Dewlet, bi têgihiştinekê ew komkujiya li Qilabanê kirîya. Ew komkujiya li Qilabanê, divêt ku ne tenê ji aliyekê ve lê were nerîn û dahûrkiirn. Divêt ku mirov wê ji pirr aliyan ve wê dahûr bike û lê binerê. Ev yekê, her weha divêt ku mirov wê fahm bike û bêîne ser ziman. Komkujiya li Qilabanê, di ancame hin politikayên dîrokî de pêk hatîya. Divêt ku mirov di serî de vê yekê kifş bike. Ev yek, her weha di serî de weke xaleka giring ya ku mirov wê kifş bike ya. Komkujiya li Qilabanê, çend xalên ku serekê mirov jê kif bike ev in. Yek: Kokumijiya Qilabanê, bi xale xwe ya pêşî weke tebbireke dewletê ya ku hê di xwezê wan sînoran di nava kurdan de bidejidandin. Ji xwe, biryaraka jidandina sînoran ku di paxta Sadabadê de hatibû kifşkiirn hebû. Ew biryar, bi aliyê xwe yê dadî û sîyasî ve jî, hê di meriyetê de ya. Xale duyemin: Ew a ku dewlet, di xwezê wan sînoran bide domandin û têkiliya kurdan, jev bide qûtkirin û wê qadaxakirina li ser zimanê wan bide berdewam kirin. Ji ber ku Qadaxaya ziman, hinekî jî, bi vir ve girêdayî ya. Xale sêyemin: Ew e ku serê ku î ro dewlet hê bi kurdan re dimeşênê ya. Ev şer, şerê jenosîdê ya. Dewlet, li ser tûnekirina kurdan re wê şerê didomêne. Di vir de, divêt ku em hinekî dî jî, wê xalê lê bikolin. Ji ber ku ev xale sînoran, xaleka giring ya di pirsgirêka kurd jî. Bi wê re, divêt ku em bi jidandina sînoran re, bi dîroka komarê re bi komkujiyên weke yên li Dersimê re li kirinên wê yên li ber kurdan yên ku wê kirina jî, li wan jî binerê. Komkujiya dersimê ji ber çi pêk hat? Ji ber ku wan sînorên ku hatina kifşkirin bi kurdan bidina herêkirin. Kurd, wan herê bikin û li ber wan dernekevin. Bi vê yekê û armancê pêk hatîya. Politikaya dewletê, li ser du lingan meşîya li ber kurdan. Lingê pêşî Komkujiyên bi vî rengî bûna. Lingê duyemin jî, bişavtin bûya. Bi lingê pêşî tafisandin kiriya armanc û bi lingê duyemin jî ji ziman, dîrok û hwd ji hemû nirxên wan dûrkirina wan hatiya armanc kirin. Ev herdû ling, î ro jî bi hev re didom in. Hê politikayên dewletê yên ku van herdû lingan dimeşênin bi hev re ku ji lez û hêza ti tiştekî winda nekin didom in. Li herêma botanê, bi teybetî ku ez bahse wê herêmê bikim. Ji salên 1970 û hwd ku mirov hilde li dest, kurdên ku kirina ku ji sînoran derbas bikin, bi sadan hatina qatilkirin. Ev gotin, ji ber vê yekê di nava kurdan de hate î ro jî, pirr bi nav û deng bûya," çû ku sînor derbas bike lê di sînor de pêl mayinê kir û jîyane xwe ji dest da". Bi vê re, gotinaka weha jhî heya, tê gotin ku "dema ku sînor derbas kir ku aliyê din yê sînor ku xizmên xwe bibîne, hêzên dewletê ew dît û agirî wî kirin û ew qatilkiirn". Dîroka hemû komkujiyên li ser sînorên ku di nava kurdan de hatina xîzkirin ku bûna, di bin wê de biryarên ku di paxta Sadababê de hatina girtin heya. Ev buyar, ku mirov li ser wan dihizirê, ji aliyekî dî ve mirov rastî dîrokaka kurdan ya biêş tê. Bi vê yekê re ez dixwezim vê jî bibêjim ku gotina "kaçakçîtiyê", di temenê wê de hin politikayên ku giştî hena. Îranê jî, Sûrî jî û Îraq jî weke tirkî xwediyê hin lingên wan politikayana ku wan li ser lingan digirin. Ji ber ku politikaya qatkirinkirina kurdistanê û bi wê re jî bi teybet politikaya sînorîyê ya li kurdistanê ya ku hatîya afirandin bi hev re dimeşênin. Komkujiya Qilabanê, komkujiyaka ku ne ji rêzê ya. Divêt ku mirov vê yekê bi teybetî kifş bike. komkujiya Qilabanê, komkujiyaka ku di ancama zihniyeta Statûqûya ku li herêmê serdest a û di wê statûqûyê de kurd bê maf hatina hiştin û hewl têdayin ku ew ji dîrokê werina birin, di ancama wê de bûya. Di temenê de, zihniyetaka herêmî ya giştî heya. Bi vê yekê re, divêt ku mirov di serî de kifş bike ku ne bidefet a ku bi teybetî ew temenê wê komkujiyê ne hatibê afirandin. Di aslê xwe de, mirov karê wê komkujiyê weke şerê dewlet û bi wê re yê statûqûyê ku bi gelên herêmê re jî binav bike. Vabalê vê komkujiyê li ser Îranê, Sûrî Û Îraqê jî heya bi tirkî re. Çend ku ew welatên cîran in jî, ji ber ku xwediyê wê zihniyetê na, divêt ku mirov wan jî bi wê re bêne ser ziman. Tekoşîna azadiyê, dema ku bidest tekoşînê kir, ne tenê li ber dewleteka dagirker ya li ser serê kurdan bidest tekoşînê kir. Li her hemû dewletên dagirker û zihniyeta wan bidest tekoşînê kir. Ku mirov, mirov tekoşîna azadiyê bi teybetî ziyhniyeta wê baş û qanc fahm nekê, mirov wê tekoşîna wê jî, baş û qanc fahm bike. Di serî de, weke serokê gelê kurd Birez Ocalan jî got, Ku bi çi zihniyetê û awayê têkoşînê dest bi tekoşînê hatiba kiirn jî, wê serketin pêre ne hatiba. Di serî de, zihniyeteka nû divîya". Bi vê yekê re şerketin bû. Bi Zihniyeta nû ya tekoşîna azadiyê re, li ber zihniyeta statûqûyê ya ku têde têgihiştin û baweriya li mirov û li pêşketina wî nîna tekoşîn hat dayin. Li ber wê, di serî de di zihniyetê de serkevtin hat. ma ku Birehim Xalîl, bi zihniyeta nemrûd bi wî re ketiba tekoşînê de wê li ber wî bi ser ketiba? Na, wê bi serneketiba. divîya ku zihniyeta ku têdse mirov û nirxîtîya wî li pêş ba, heba heta ku ew li ber wê têkçûba û hatiba têkiirn. Komkujiya Qilabanê, bi vê yekê re, divêt ku mirov, wê di ancama zihniyetê sîrove bike û bêne ser ziman. Di aslê xwe de, komkujiya Qilabanê, komkujiya wê Zihniyeta statûqûperez ku tiurkî, Îran, Sûrî û Îraq jî, hê jî tekoşîna wê bi şerên ku bi gelên herêmê yên weke kurdan û hwd re ku dikin û hwd re bûya. Komkujiyaka wê zihniyetê ya. Di serî de divêt ku mirov vê yekê bibîne. Bi vê yekê û hêstê, ez carek din komkujiya Qilabanê Şarmazar dikim û lenet dikim. 29.12.2011/Abdusamet Yigit
Vegere Destpêkê...... |
 |