pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

Nivîsên din yên Nivîskar Abdusamet Yigit:

DI WÊJEYA KURDî DE JIN Û CIHÊ WÊ

-Bawê Tahirê Uryanî

-DEM BI DEM FELSEFE Û PÊŞKETIN

-UAR-TUTU Û BAXTÊ WÎ

-PIŞTÎ XWEPÊŞANDINÊN LI ROJHILAT RE

-NEWROZ, JI TIRAFA XWE

-AWAYEKÎ ÇAWA

-SÎYESETMEDERÊ KURD HATIP DICLE

-LI SER DENEZANDINA XWESERÎYA

-KURD Û STATÛYA WAN Û ŞERÊ WÊ YÊ KU TÊ DAYÎN

-DERSIM Û Î RO

-Geglê Kurd û Nirxên..

-KomKujî....

 

Vegere Destpêkê......

  TUFANA NUH

 

Abdusamet Yigit

    Roj, li azmana bi pîrozî  hebû. Wê rohnî dida mirov. Jîyane mirov germ dikir. Hemû devî û geştî şîn bûn. Dunya, bi rengê xwe yê ku li berçav pir xweşik û sipahî bû. Li dunyê, heta wê demê sazûmanaka ku xwedanan danîbû û ava kiribû hebû. Herkesek, di wê jîyanê de dijî. Keskî, ku ji jîyane xwe nexweş nebû. Mirov, derfetên pirr mazin di destê wan de bûn. Aqilê wan pêşketibû û dikarîn ku aqilê xwe bikar bînin. Di çandin, coht dikirin. Bi wê jî, jîyane xwe didomandin.. Bi çeêkirina mal û bidest xistina semyan re, her mirovek gihiştibû dewlemendiyeka ku pirr mazin bû. Hingî dewlemendî çêbû, êdî wilo li mirov hat ku kes ti kesekî êdî li ser xwe re nas nedikir.

    Herkesekî, yê li ber xwe hinekî bi çavekî li bin xwe re didît. Çavê herkesekî li hewa bû.

    Herkesekî bawer dikir ku xwedanên wan pirr hij wan dikin, ji ber wê yekê ewqas dewlemendî dana wan. Jîyane wan wilqasî bi ser xistîya. Her weha êdî bi vê yekê re kibir ketibû dilê herkesekê de. Rewş, wilo dhat xuyakiirn û li berçav.

     Nuh, bawê wî jî, bawermendekî mazin ê ji xwûdê re bû. Navê xwûdayê wî yî dilovan, di dilê wî de bi rêz û hûrmet cih girtibû. Heta dawîya jîyane xwe jî, ew di nav mirovan de weke keyekî lê li cem xwûdê weke bawermendekî wî meşî bû di rê de. Nuh, ku kurê wî jî, di riya wî de meşî bû. Ew jî, di nav mirovan de weke keyekî bû û rêz û hûrmeteka mazin lê hebû. Lê li cem xwûdê jî, weke bawermendekî wî yê pir bibawer bû. Ji gotina xwûdê dernediket. Hertimî li gor gotina wî tevdigerîya.

      Jîyane Nuh, di vê rewşê de li dinyê, bi du xosletên xwe re bi rê ve diçû. Xosletê pêşî, ew bû ku di nav mirovan de mazin bû. Ji maleka asîl û mazin dihat bû. Lê di riya xwûdê de dimeşî. Wî, weke ku saltanetekî xwe yê bixweza, ku di riya xwe de jî dimeşî, bi wê re ava kiribû. Li male wî, maliyên wî, timî lê dihisandin û gotina wî dikirin. Nuh, mirovekî ku bizane bû.

     Lê dem, weke ku carna mirov dijî, namêne. Nuh temenekî pirr dirêj dijî. 950 salî dijî. Ewe temenê wî, di nava xwe de pirr demên dirêj di buhurêne. Wî, gelek nifşên ku hatin û çûbû ji xwe jî dîtibûn. Xwûdayê wî, jîyaneka pirr temen dirêj dabûyê de. Ew weke, mirovê ku wê rê şanî mirovan bide li dinyê. Ew yê ku hertimî bixwûdê re diaxift û peyama wî ya ji mirov re dihanî digihanda mirov. Bi vê yekê re, ew dijî di jiyane xwe de. Ew nebî bû. Nebîyek, karibû ku  xwe bigahanda cem xwûdê. Di deme ku bakira xwûdê, wê xwûdê dengê wî hisbikira. Wê bibihîsta. Ew jî, her weha yekî ku wilo bû. Dengê wî dihat bihîstin.

      Bi wî temenê xwe yê dîrêj re Nuh, gelek dem û devran dît in. Her demek û devranak ne weke ya din ya pêşîya xwe ku buhurtî bidawî bû. Wî hemû dît. Ew dîtinên wî hemû jî, xwûdayê wî, wilo kiribû ku hertimî di bîr û hişê wî de bin. Her timî di aqilê wî de bimêne. Nuh, çend ku li dinyê dimeyîzend, û an jî li riya xwe ya ku re têre dimeşî û diçû lê dimeyîzend, bi wê re ew dîtinîn wî jî di serê wî de bihiş bûn. Di bîra wî de bûn. Riya ku mirov têre meşe û herê, xwûdê jî dibînê. Hemû tişt li berçavên wî jî ya. Ew, weke ku Nuh jî carna ji mirovên ku lê dihisandin re digot, ”ew xwediyê hemû tiştê ku li dinyê hebû ya”.

   ”Ew xwûda bû, karibû biafiranda û bigotin bikira. Ti kesekî jî, ne dikarî jê re bigota ev çima bû û çawa bû.”

     Nuh, ev gotin û xosletên wî xwûdayê wî, hemûk, ji dora xwe dihanî ser ziman û bi wan dide fahm kirin. Wan jî, lê dihisand.. Li gotina wî dihisand. Gotina Nuh, diket serê wan de.

    Nuh, carna gotibû ji dora xwe re, ”gotin rastiyê dihêne ser ziman, divêt ku mirov karibê wê rastiyê fahm bike”. Bi wî û li gor wî, ku mirov karîbû ku wê rastiyê fahm bike û rêz û hûrmetê jêre bigirê, mirov wê bigihê rastiyê jî. Mirov wê li gor rastiyê bijî. Mirov wê rastiyê, bi tememî ji temen bibînê. Bi wê rastiyê re, mirov wê xwûdê jî, fahm bike. Li gor wî, xwûdê, di rastîya gotinê de bû. Bi vê yekê re, wî dihanî ser ziman. Wî gotina xwe dihanî ser ziman. Wî gotina xwe bi lêv dikir. Gotina wî, hertimî, ji rastîya xwûdayê wî bû. Xwûdayê wî, çi gotibû, çi hanîbû ser ziman, çi bilêvkiribû, wî ew dihanî ser ziman, ew digot û ew dihanî ser ziman. Ew ji wê dernediket. Ji wê, dûrnediket. Bi vê yekê re, ew di riya xweûdayê xwe de bû. Ew di riya xwûdayê xwe de dimeşî û dçû. Mafê jîyanê hemû di destê xwûdayê wî de bû. Ev jî, wî dizanî. Dihanî ser ziman jî, di dema ku ji dora xwe re diaxift. Ji wan re digot.

     Nuh, carna di cihê xwe de dirûnişt û di hizirî. Ka di serê wî de çû hebû, li ser wê dihizirî. Ka xwûdayê wî çi kiribû serê wî de, ew li ser wê di hizirî. Carna di kêlîkna de, di xwe de wilo ji xwe re diçû. Weke ku ew ne li dinyê bû lê dihat. Ka li ser çi dihizirî.

      Wî zehf dîtibû. Gelek dem buhurandibû. Gelek jîyîn û livîn dîtibû. Hemû di serê wî de bûn. Ew, ne tenê di deme xwe ya ku ew têde dijî de dijî. Ew, bi demên ku wî jînkirin hemûyan re jî dijî.

     Rastî biqancî baş a. Ku rastî ne biqancî bû, hingî, wê rastî bê zilmaka mazin. Lê ev jî heya ku divêt ku mirov wê bêne ser ziman. Ev jî ev a. Rastî, fahmkirinê jî dixwezê. Rastî bi rahm divêt. Rastî bi wijdan divêt. Xwûda, rastîyaka bi vî rengî bû. Wî tişta ku çêkiribû ji bo qancîyê çêkiribû. Rastiyên wî, ji bo qancîyê û kirina qanciyê bûn. Nuh, ev jî, di dema ku carna diaxift de dihanî ser ziman ji dora xwe re.  

       Gotin, dihêne ser ziman. Gelek gotinên Nuh yên li ser gotinê jî hebûn. Li gor wî, weke ku xwûdayê wî jî ji wî re hanî bû ser ziman, bi gotinê mirov bû mirov. Bûna mirov ya mirov, êdî bi gotinê re bû sedeme ku xwûda aqil çê û biafirêne û bike serê mirov de. Ji bo mirov bi aqil riya xwe bibîne. Riya xwe bi aqil dîtin ya mirov, ew jî, xwestekaka xwûdê bû. Li gor Nuh, ”ew xwesteka xwûdê jî, divêt kû xirab û nebaş newê bikarhanîn. Di rastiyê de başî were dîtin û bi başî, mirov karibê di riya xwe de bimeşê.” Ev jî, weke xwestekeka ku xwûdê ji mirov dixwezê. Ev sedeme bûna aqil bû. Lê ka bûna aqil jî, mirov ew fahm kiribû? Ev jî, weke pirsekê bû û wê dio demê de bihat bitêgihiştin kirin.

       Nuh ji vê jî bawer dikir ku aqil ji xwûdê tê pirsîn.  Divêt ku mirov vê yekê jî bizanibê. Zanebûn, li gor wî, ewa ku xwûdê dabû mirov. Mirov divêt ku wê baş bikar bêne. Di riya xirab de bikar neyêne û bi xirabî bikar neyênê.

      Aqilê xwûdê jî mazin bû. Mirov divêt ku vê yekê bibêje. Ev jî dihê zanîn. Nuh ew dizanî. Wî ew, ji mirov re digot. ”Mirov, heta demekê bi sawalan re jî çêrî. Lê piştre bi aqil û tiştkên ku kirina serê wî de, xwûdê ew ji sawalan cuda kir û riya jîyanê da pêşîya wî. Di wê riya jîyanê de, wê ew bawerîya xwe bixwûdê jî bêne. Dana aqil ya li mirov, di temenê wê de ev xwesteka xwûdê jê bi aqil ji mirov hebû. Nuh, yekî ku ev bi mirov dide bitêgihiştin kirin.

       Wî qancî dixwest, Ji ber vê yekê hertimî biqancî û ji qanciyê dihanî ser ziman. Bi wê yekê re dikir ku bide fahmkiirn û dixwest ku mirov fahm bike. Nuh, yekî ku ji maleka asîl dihat bû. Ew yekî torîn bû.

        Wî salên xwe di parastgiha ku têde wê berg ji xwûdê re dikir buhurandibû. Wî di wir de, pirr aqil kiribû. Di wir de, pirr biaqil hizirî bû. Her hizirkirinên wî, di serê wî de di bîr û hişê wî de bûn. Ew hemû, aqil bûn ji wî re. Ma ne, xwûdayê wî ew dabûbû hizirandin? Ji ber vê yekê, tişta ku ew bi hizirkirinê û bi aqilê xwe gihiştibûyê de, ma ne tiştê ku xwûdayê wî dabûyê de? Ji ber vê yekê jî, êdî divêt ku mirov qadir û qiymetê wêî bizanibê.

        Li gor wî û têgihiştina ku ew di serê xwe de gihiştibûyê de, tişte ku xwûdê çêkiirîya di serê me de bê û di jîyane me de bê, ji ber ku ya ku xwûdê çêkiirîya wê xwûdê bibîra me bixe û ew tişt, divêt ku em rêzekê bidinê de bi hûrmetî. Wî, ev jî, hanîbû ser ziman.Yekî ku lê hisandibê û ev gotin ne bihîstibê, nebû. Herkesekê li dora wî wilo bû. Herkesekê li dora wî, lê dihisand û gotina wî di serê xwe de digirtin jî. Herkesekê li dora wî, xalkê wî, pirr dewlemend jî bû. Her mirovek, xwediyê diyeyeka ku ji xwe re ava kiribû bû. Xwûdê hingî dabû, mirovan xwe di nav de êdî weke ku windakiribû. Di nav malê dinyê de winda kiribû. Êdî ji bo mirov hebû û nebû, malê dinyê bû. Ew malê li dinyê ku bidest xistibû. Hingî, ew dihat berçavên mirov, êdî mirov ji wê û pê de, di serê xwe de, weke ku ti tiştekî dî ne dihizirî. Di serê xwe de ne dibir û dihanî. Di serê xwe de, ew dihizirî û di bibîr û dihanî. Nuh ev yek bi mirov re di dît. Ew li ser wê re dihizirî. Hin gotinên ku wî ji bo wê jî dihanîn ser ziman hebûn. Ew gotin jî, hin ji wan, weha bûn.

    ” Ya rast ew a ku mirov xwe di nav malê dinyê ku ku xwûdê dayê winda nekê û ew xwûdayê ku ewqas mal û semyan dayê de ji bîr nekê. Yê ku ew mal dayî, karê wê ji mirov jî bistêne. Divêt ku mirov vê yekê ji bîr nekê û li ser bihizirê. Sedemeka herî mazin ya ku mirov li malê xwe meyîzêne û bi wê xwûdê bibîr û hiş bike heya. Ev jî ev a”.

      Bi vê yekê re, Nuh, zehf caran şîret jî li mirov dikir. Ji wan ya rastî çû digot. Yên ku lê dihisandin ji xwe lê dihisandin. Lê yên ku ne ew hisnedikirin û lê dihisandin û êdî ji xwe ew his nedikirin û lê nedihisandin. Ew jî, xwûdê ew di dît in.

      Tişta ku xwûdê dabû wan bi qadrê ku dabû wan re ku ji bîr nekin. Li ser vê yekê re û bi vê têgihiştina ku xwûdê kiribû serê wî de, ew bi mirovan re û bi kesên ku li dora wî bûn re diaxift.

     Nuh, zanebûna xwûdê ketibû serê wî de. Wî, dikir ku ew zanebûna xwûdê ya ku ketî serê wî de, ew bide mirov û bi wan re parve bike. Li ser vê yekê re, pirr diaxift û ji wan re dihanî ser ziman. Digot mirov, ”li dora xwe bînerin ku xwûdê çi daya we. Ji bîrnekin û lê bihizirin. Li yê ku ew daya we lê bihizirin”. Bi wan gotinan re, şîret li wan dikir. Dikir ku rastîya xwûdê çi ya bi wan bide fahm kirin. Bi wê re dixwest ku ji wan bêne ser ziman ku xwûdê çi ya û kî ya. Li ser wê re diaxift. Demna xwe yên dirêj bi vê yekê, bi axiftin û bi danûstandina ku bi mirov re dikir dibuhurand.

    Di wê demê de jî, ew pîr bû. Pirr dem buhurandibû. Gelek nifşên ku hatibûn û çûbûn, wê dîtibûn. Xwûdayê wî, temenek dabûyê de û kiribû ku ew  wan hemûyan bibînê. Ji wan re çavderiyê bike. Çawa jînbûn û biçi jîn bûn, da qana bibîne. Wî jî, dît. Ew jî, bi wê temen dîrêjî û dîtina wî re, nîmetek bû ku xwûdayê wî dabûyê de. Lê baxşkiribû.

       Di wê dema ku Nuh dijî de, ku yekî ku di riya xwûdê de ba û ku bakira xwûdê bidengê xwe re, wê xwûdê jî, dengê wî his bikira. Wê xwûdê pêre biaxiftta. Pêre bide û bistanda. Lê di nav wê demê de û vê yekê de, yekî ku bûbû nebî û li ser rûyê ardê bû Nuh bû. Lê herkesek jî, en di farqê û zanîna wê de bû. Lê yên ku ew dizanîn jî hebûmn ji mirovên li dora wî. Minaq, jina wî ya ku hertimî li cem wî bû û xwûdê ji bo xairê Nuh temenekî dirêj dabû wê ku bi wî re heta dawiyê bijî hebû û ew bi bawer bû li wî. Baweriya wê, lê hebû. Bi vê yekê re, ew hertimî li cem wî bû li pişta wî bû.

       Nuh, zaroyên wî, newîyên wî, zaroyên newîyên wî newîçirçirkên wê û hwd jî, pirr hebûn. Ew dayina ji destê xwûdê, gihabû wan jî. Ew jî, pirr dewlemend bûbûn. Xwûdê dabûbû wan jî. Her yekê ji wan, xwedîyê mal û semyeneka mazin bû. Li ser wê re jî, xwedî nav bû. Bi wê re deng û navê wan bilind bû.

    Nuh jî, xwûdayê wî dabûyê de. Lê ew li wê dayina xwûdayê wî ya ku dabû wî dernexistibû pêşîya nav û hebûna xwûdayê xwe. Ew di rewşa xwe de dijî. Li ber Diclê(degre) dijî. Ava diclê ji xwe, hingî bilind bû, mirov jê dima acêmayî. Ser û binê wê û dawî û kevîya wê ne dihat kifşkirin. Hingî mazin û bilind bû. Xwûdayê wî, hêzek ji bi rûmetî li diclê baxşkiribû. Nuh, ew jî, dizanî. Ew li ber diclê li wê rewşa xweş de dijî lê ku xwûdayê wî di bîra wî de bû.

     Dora diclê jî, pirr daristan bû. Ti kesekî zûka wêre ne dikir ku herê û bikeve nava wê daristana mazin ya ku pirr gurr de. Di nav de, şêr û piling hebûn. Gagamêş jî hebûn. Haspên bigaranî û pazkovî jî hebûn. Sûsk û kew jî hebûn. Marên mazin ku dikarin mirovan biqûrpênên hebûn. Pîrabûk û Cin jî, hebûn.

      Di nav xalkê de, di dema ku bahse Cinan dihat kirin, bi du awayan dihat kirin.Cin jî, weke me mirovan ji dayika Hawa û bawê me Adam bûn.Lê dema ku ew bûn, hingî jî, dayika ma cilikek avêtibû ser ziman.Ew di bin wê cilice de xawr bûbûn.Piştre ew wilo bi wê xawritîyê mabûn.Lê wek ku dihat zanin, mirov ji axê bûn.Lê Cin jî ji hewayê bûn.Wan karibû bi afsûn û sêhra xwe re, xwe bikira awayê hemû tiştê ku bi berçavên wan dikir û ku dikarin di sere xwe de bihizirin.Bi vê yekê, ew bi xoslet û teybemendî bûn.Di nav wan de, yên baş ku di riya xwûdê de jî dimeşîn hebûn.Lê yên ku xirabî bi mirovan û Cinên ji xwe jî dikirin hebûn.

      Ji ber vê yekê, êdî wilo zêde bi tenê ne diçûna ber wê daristana gurr û reş de. Bahse wê jî ku dihat kirin, tirsek dihat û diketa dilê mirov de. Bahse wê jî, bitirs bû. Tirsek dikira dilê mirov de. Mirov ku çû, wir û hundur, êdî wê çi hatiba serê mirov, êdî ne dîyar bû. Ji ber vê yekê, nêçîrvanên ku diçûna nêçîrî û hwd jî, bi hev re diçûna bi vir ve. Lê ku yekî bi tenê ba, nêzî wir nedibû. Şivanan, sawalên xwe dibirina çolê û ji xwûdêyê ku wê wan biparêzê, parazvanî dixwestin. Wî jî, ew diparast in.

      Nuh, di dema wî de, pirr keyên ku xwe weke xwûdê binav dikirin û navê wî li xwû dikiirn hebûn. Lê Nuh, ji wan re jî gotibû ku ”xwûdê li azmana ya û ku ew nexwezê, wê ti kesek nikaribê wî bibîne.” ”Xwûdê li ser me hemûyan re ya.” ”Ew bi navê xwe re jî, mazin a.”. Keyên ku digotin ku em biafsûnê karin biafirênin jî hebûn. Lê Nuh, ji wan pirsî bû ku ”kê win çêkirina û hanîna dinyê. Ku win xwûda jî bin, yekî ku wa çêkiriîya ma nîn a?” Li ber wê pirsa Nuh, yê ku wî ew ji wan pirsî bû, bêbersiv mabûn. Di cihê xwe mabûn sekinî. Ti bersivên wan yên ku ew wan bênina ser ziman ji wî re nebûn. Ew pirseka bêbersiv bû di serê wan de. Lê di serê Nuh de, ew pirs ne bêbersiv bû. Bersiva wî, xwûdayê wî bû.

     Nuh, ji dayika xwûda starê jî aqil girtibû. Ji gelekên din aqil girtibû. Ew hemû jî, di serê wî de hebûn. Nuh, xwûdê wilo çikiribû ku avazimzim ya ku karê jîyane mirov bêdawî û sermedî bike jî dabû herikandin. Ew bawê, mirovê biaqil ku di riya xwûdê de bû.

      Nuh, rojekê di parastgahê ji xwe re rûniştî bû û dihisand di hazn de. Ew demeka dirêj bû ku wilo di rewşa xwe de dihisand û dihazn de bû. Ji kengî ve wilo ew di hizir û hazn de bû, ew jî xwûdê dizanî, ka ji kengî ve bû. Lê divêt ku mirov bibêje ku ew demeka pirr dirêj bû ku ew di rewşa xwe de dihazn de bû. Lê carekê re weke ku dengekî wilo pirr stûr weriyê de û wê xwe bide hilçandin lê hat. Ew deng jî çi deng bû? Bi wê re Nuh, weke ku hat xwe û dawî li hizirkiirn û haznkirina xwe hanî û serê xwe rakir û li dora xwe meyîzend. Lê wî, ku li dora xwe jî meyîzend, wê ti kesek ne dît. Ti kesk bi berçavên wî ne ket. Weke ku dengek ji hewayê weriyê de lê hat.  

      Nuh, bi wê nerîna xwe re ku li dora xwe meyîzend û di kesek nedît êdî wî şerê xwe kir ku bike berxwe de, carek din. Lê ew deng, sahwa wê hê li ser wî hebû. Bi wê sahwê, wî êdî wî ew jî ne kir. Ji ber ku di serê wî de di mejiyê wî de, zingênîya ku wî dengî dabû çêkirin û sahwa wê dengê hê li ser wî hebû. Weke ku deng, carekê li berçavên wî bi wêne bibe lê hat. Ew weke ku biwênebûn jî, ne safî bû li berçavên wî. Wî kir ku li berçavên xwe bide safî kirin. Lê çi kir û ne kir, ne karî ku safîbûnekê bide çêkkirin.

        Lê deng, weke ku di serê wî de, dikir ku xwe bide safîkirin, wilo, bi wê yekê re weke ku di serî wî de lê hat. Lê ew lêhatin jî, tenê bi lêhatina xwe re ma. Ji wê û pê de, ti tiştekî din nebû. Lê Nuh,. Ji xwe biêmin bû ku wî dengek hiskiribû. Dengek çûbûyê de. Lê wî jev dernedixist ku ew deng dengê çi bû û ji çi hatibû. Serê xwe rakiribû û li dora xwe jî nerî bû. Lê wî li dora xwe jî ti tiştekî ne dîtibû. Ji ber vê yekê, ew êdî di xwe de bi wê re ketibû hizir de. Lê piştî deng re êdî ew aramiya bi bêdengiyekê re ku li wî serwer bû, ew jî ji ser wî rabû bû. Êdî wî, xwe wilo di wê aramiya bêdengîyê re hîs ne dikir.

       Weke, demekê têve çû, Nuh, di serê xwe de bi hiuzir bû. Di serê xwe de çû û hat. Hizir. Bi hizirkiirna xwe re di rewşa xwe de li ser wî dengî kir ku bihaznê. Mejiyê wî, kir ku wî bike haznekê de. Lê piştî ku demek têve çû, êdî wî ew deng darek din bihîst û hiskir. Lê vê carê, ku Nuh ne di hizir û haznê de bû ew deng carek din hatibûyê de. Deng, vê naqlê, ku bîra wî li hiş bû, hatiyê de. Wê cara duyemin ku deng hatiyê de, deng gote Nuh, ”li min bihisêne, ez xwûdayê de te me, ewq xwûdayê te yê ku ti jê bawer dike û baweriya xwe pê dihêne”.

     Ku Nuh wilo hiskir ji deng, êdî piştre da xwe û rabû ser lingên xwe. Hinekî bi dilperyekê re weke ku hinekî tirs ketibû dilê wî de. Nuh, wilo di xwe de û bi xwe re hîs kir. Ji rûyê wî yê ku li dora xwe biçavên şaq dinerî jî, ev yek pirr baş û qanc dihat fahm kirin. Deng, cara sêyemin bi axiftinê bi wî re bidest axiftinê kir û wê carê pêre axift û gotiyê de. ”Ez, ji hazna serê tê ji dibînim. Ti li min dihizirê. Ez jî, li cem te me. Ezê te û navê mazin kin. Piştre zûrîyeteka mazin ku hetaheta bijî bidina jînkiirn. Lê tê ji wan re bêje ku divêt ku hertimî bawerîuya xwe bixwûdayê ku te yê ku te bawerî pê hanîya bênin”. Deng, ev jê re got û ma sekinî. Lê Nuh, hinekî weke hejîya di cihê xwe de. Wilo lê hat. Hinekî jî, bi wê hejîya xwe re bibal û hey bû li deng. Piştre ew bawerî û qanaat bi Nuh re çêbû ku ew deng denêg xwûdayê wî ya ku ew bi wî dengî bi wî re diaxivê. Piştre, ku wilo zêde dem bi serê wê rewş Nuh re ne buhurt, Nuh, carek din deng hiskir û lê hisand û deng jê re axift û weha jê re got ji wî re di derbarê qawmê wî de di wê demê û kêlîkê de:

       ”Ez xwûdayê we tê û we hemûyan im. Min, hemû tişt û dewlemendî li vir da we. Min, ji malê dinyê gelek tişt dane xalkê. Li devê deriyê herkesê, zêr dirjihina li ardê. Min zehf dewlemendî û mal da. Min da ku min û hebûna min û navê min bibîr bixin. Lê heçiyê ku hilda, di nav tişt û malê ku ji min holda de, ez yê ku ew tişt, mal û semyanê ku hemû daya wan, hatima ji bîr kirin. Here nava xalkê vê yekê ji wan re bibêje. Ji wan re bibêje ku ez hatima ji bîr kirin. Ji wan re bibêje ku ez yê ku evqas daya wan, karê wêqasê jê ji wan bistêne û wan bike rewşa wan ya xizan ya berê de. Bila vê yekê bizanibin”

      Xwûdê wilo ji Nuh re got û piştre dengê wî qût bû. Lê hingî heybeteka wilo mazin di dengê xwûdê de hebû, Nuh, li ber wê dengê wî, diraharî û di racifî. Hindik dima ku kabokên wî di bin wî de bişkihin û ew bikeve ardê. Nuh, di wê demê de, xwe pirr bêhêz û qûwet hîs kir. Lê wî xwe neberda. Piştî ku ser axiftina xwûdayê Nuh ya bi wî re ku demeka zêde dirêj ne buhurtî, êdî piştre, xwûdayê Nuh, carek din deng jê hat û bi wî re axift û weha jê re hanî ser ziman:

     ”Bawerîya dilê ya li min ji wan re bêne ser ziman. Bêja wan ku ji min bawer bikin û min hertimî bibîr bikin, êzê ji ya ku min daya wan qat bi qat hê jî bidima wan.”

     Piştî wê dengê care çaremin re, êdî Nuh, rabû ser xwe û di ser û dilê xwe de ket rewşaka awarte de. Êdî dilê wî zû diavêt. Mejiyê wî, weke ku ew nava rewşaka bixilobat de winda kiribû. Mejiyê wî, bi hizirkirinê, weke ku serdestî wî bû. Lê gotinên ku ji dengê xwûdayê wî yên ku xwûdayê wî ji wî re gotibûn, di serê wî de weke barq û beledîyna ku divadan bûn. Weke biruskên ku nava awrna ku roj li pêşîya wan sekinî û dinya pirr birahnî dikir in, û di wê rohniyê de ew birusk divadan dibû. Her biruskek, weke ku şaqek di dil de jî dida. Her şaqe ku di dil de dida jî, ew di dilê wî de pirr bi dilper dikir û ew dikira rewşeka pirr awarte de. Nuh, ji dengê xwûdayê xwe pirr heybet girtibû.

      Piştî ku demek li ser wê rewş û dilperîya Nuh ya bi pêre buhurt, êdî piştre ne bi gelekî re Nuh weke ku were xwe lê hat. Wî jî, wilo xwe hîs kir. Lê bandûra deng û gotinên xwûdayê wî jî pirr li ser wî hebûn. Bi wê bandûrê, piştî ku ew hate xwe, êdî piştre wî dem neda winda kirin û çû ku herê nava xalkê û gotinên xwûdê, weke ku wî hiskirina û hatina guhê wî ji wan re bêne ser ziman. Nuh, deme ku ji cihê ku lê bû ku  kir ku jê vaqatihê, weke ku dest û lingê wî ji wir nedibû. Weke ku ewder jî, wî ne diberda. Hêzeka ku wan dikişanda hevdû, weke ku hebû. Wilo li Nuh dihat. Nuh, deme ku kir ku rabê û herê jî, di cihê xwe de ma sekinî. Di cihê xwe de rabûyî ma sekinî. Bi wê laşê xwe yê ku di nav salan de buhurtî, li ser çokên xwe ma sekinî. Lê ew li ser çokên xwe mayîn sekinî, weke ku tenê ew dide sekinandin. Nuh, hê jî, pirr di bin bandûre wê dengê xwûdayê xwe û gotinên wî de bû.

     Piştî wê axiftinê re, gelek hizir û raman hatin û ketina serê Nuh de. Hizir û ramana pêşî, ew bû ku ”xalkê min, xwe û navê xwûdayê xwe yê ku ew çêkirîya ji bîr kirîya” bû. Bi vê hizra ku hatebû serê wî, weke ku ew carek din, weke wê deme ku di deme ku dengê xwûdayê wî hatiyê de raharî û racifî bû, wilo lê hat. Ket rewşeka wilo de. Wilo êdî ma sekinî di cihê xwe de. Li ser wê hizrê hizirî û di serê xwe de, kur û dûr çû. Di wê kêlîkê de jî, ew li ser lingên xwe rabûyî bû. Wilo rabû li ser lingan sekinî bû û çûbû bû.

      Nuh, piştre bi qadarekê re, êdî kir ku ji cihê xwe vaqatihê. Lê hê jî, ew hêz ku wî di cihê wî de di dilê wî de dide sekinandin, li ser wî bihêz bû û ew dide sekinandin. Li wir, di wê heyemê de, Nuh, dengê xwûdayê xwe bihîstibû. Dibêt ku ew bû ya ku ew ji wir ne dikir. Hingî, girêda wî bixwûdayê wî ve hebû. Wilo, ew di cihê xwe de mabû sekinî.

      Nuh, wilo di wê dema ku kir ku herê ji wir, weke qadarekê weke ku di dilê xwe de bi xwe re tekoşîya. Wilo ji wî û ji rewşa wî dihat fahmkirin. Ku mirov lê dinerî, wilo lê dihat fahm kirin. Di wê rewşê de Nuh, weke bêhnekê bi sekina xwe ya li ser lingên xwe re weke ku li berxwe da. Lê piştre ne bi gelekî re, êdî ew ji cihê xwe re rabitî û bi gavên ku ne zêde dirêj û mazin re kir ku ji wir derkeve. Lê dilê wî, weke ku xwediyê hêzeka ku dixwest ku wî bida sekinandin bû. 

  Piştre weke demekê ku ne zêde dirêj bû ku ji wir ket rê de êdî derket û çû ku herê nava xalkê û gotinên xwûdayê xwe ragihêne wan. Piştre weke bêhnekê hate nava wan xalkê û li ber parastgaha mazin li pêşîya xalkê ku li pêşîya sekinî û yên ku diçûn û dihatin ji wan re kir ku biaxivê. Lê di dema ku kir ku biaxivê û hê ku neaxivî, ji dengê wî yê ku di dengê pêşî de ku derxist de, jê dihat fahm kirin û têgihiştin ku weke ku bêhna wî bi ser dilê wî ketîya.

     Piştre weke bêhenkê ku xwe lev da hevdû, êdî axift. Di dema ku axift de, mirovên ku li dora wî gihiştibû bûna hevdû lê hisandin. Nuh, gotinên ku ji xwûdayê xwe hiskiribûn yek bi yeke weke ku hiskiribû, ji wan re bilêvkir û hanî ser ziman.

       Di deme ku Nuh di axift de ku hê ku wî gotinên xwe bidawî ne kiribûn, dengên di nav hevdû de ji nav koma xalkê ya ku lê dihisand de bidest derketinê Kir. Lê dengên ku dihatin jî, wilo zêde ne dihatina fahm kirin. Her yê ku diaxift, bi yê di rax xwe re diaxift.

      Piştî ku Nuh axiftina xwe bidawî kir, êdî piştre, ma sekinî. Lê di dawîya axiftina xwe de Nuh, ew hizra ku hatibû hişê wî ya ku wê ”xalkê min, xwe û navê xwûdayê xwe yê ku ew çêkirîya ji bîr kirîya” jî bi ser axiftina xwe ve kiribû. Ew jî gotibû. Ji xwe ya ku kiribû ku mirov di nava xwe de bidest axiftinê bikin jî ev gotina wî bû. Herkesekê ji hevdû dipirsî ku ka wê çawa malê xwe winda bikin. Hinekan jî digot ku ev yek ne rast a. Hinek jî, digotin ku ”em nahaka xwûdayê xwe biafirênin û kin ku ew me bi parêzê”. Li ser van gotinan êdî Nuh ma sekinî di cihê xwe de bêdeng. Deng jê derneket. Lê di serê xwe de, weke ku ew hê bi hizir bû. Weke yekî ku ji yên ku li pêşîya wî sekinî re bêje win xelat dikin, bi nerîneka bi vê wateyê li wan mirovên li ber wî sekinî bûn, nerî bû. Kurekî Nuh jî, di nava wan de mirovan de bû. Wî jî, weke yên ku ev gotin ji Nuh re gotibûn, wî jî gotinaka bi heman rengî gotibû. Nuh, li ser wê gotina kurê xwe, weke ku lê bihêrs bûbû. Lê kurê wî jî, lê ne hisandibû.

        Nuh, piştî ku gotinên xwe gotin, êdî piştre mabû sekinî. Ji xwe, piştre ne bi gelekî re, mirovên ku lê hisandibûn, bêî ku li gotinên wî bawer bikin ji cem vaqatîyabûn. Nuh, tenê, êdî di rewşa xwe de mabû. Di wê demê de, ji parastgahên du mirovên mêr ku yek navê wî Xêr bû yê dî jê navê wî Têrî bû hebûn û sekinî bûn. Herdû jî di rewşa xwe de mabûbûn sekinî. Her weha du keçikên Starê jî li cem wî sekinî bûn. Ew jî, yek navê wê Hebe bû û ya din jî navê wê Jîhnê bû. Piştî wê axiftina wî re, deng ji wan jî derneketibû.

    ”Nuh, weke ku hinekî ji weke ku ne lê hisandin û bawer kirinê bêzar bûbû.” Wilo ji rûyê wî dihat xûyakirin. Nuh, piştre, weke ku demek têve çû, êdî piştre vegerîya û lingên wî ew hanîna heman cihê ku lê dengê xwûdayê xwe hiskiribû. Heta wir, li wir êdî di cihê xwe yê ku berê lê mabû sekinî, li wir ma sekinî. Piştre, êdî bi wê bandûrê, weke bêhnekê din li wir ma sekinî û piştre çû ku herê malê. Ku çû malê, dît ku wa jina wî li devê derî ya û wa ew hin kar û barna malê dike. Nuh û gihişt dehma wê û li dehma wê ma sekinî. Ku Nuh, li deham wê li ber wê sekinî, êdî ew jî li ber wî rabû ser xwe û li ber wî ma sekinî. Lê wê jî, ji rûdêna wî, fahm kiribû ku tiştna ku bandûra wan pirr ser wî bûna bi wî re hena. Nuh, piştre ji jina xwe re bahse wan kir. Nuh, bahse tişta ku jînkiribû ji wê re kir. Piştre Nuh, ku ji wê re jî bahse kir, êdî ma sekinî di cihê xwe de di wê heyemê de.

       Nuh, piştre buhurî li hundur. Di deme ku ew buhurî li hundur, êdî jina wî jî da rex wî û bi wî re buhurî li hundur. Wê, ew bi tenê ne berda û ne hişt ku ew bi tenê herê û ji wê bi buhurê û herê hundur. Nuh, deme ku buhurî hundur, êdî piştre, ew hat hundur û li hundur li ser doşekeka ku li ardê ji bo rûniştinê bû, buhurî û li ser wê rûnişt. Jina wî jî, hat û di rax wî de rûnişt û ma sekinî. Navên wê li ser wî bûn. Weke ku li bendî wî û gotinekê ku ji devê wî derkeve bû. Ku gotinek ji devê wî derketiba, êdî wê jî, wê êdî bersivdayinê û an jî bi axiftina bi wê gotinê re bê, êdî wê jî, wê dengê xwe xira bikira û biaxivî ba bi wî re. Lê ew bêdeng bû. Di hizirî. Ji xwe, di serê xwe de weke ku ew ne li wir bû. Wilo ew dihat berçav. Wilo ew dihat dîtin. Nuh, bandûra dengê ku hiskiribû hê pirr mazin li ser wî hebû. Hê bi awayekî pirr mazin û dîyar di bin bandûra wî dengî de bû. Di deme ku ji xalkê re axiftibû û piştre ku hatibû malê û ji jina xwe re axiftibû jî, weke ku di dengê wî yê ku wî bi wê gotinên xwe dihanîn ser ziman de, rahronek hebûn. Dengê wî, weke ku di raharî. Yê ku li dengê wî dihisand di wê heyemê de, wê ev yek bi wî re û bi dengê wî re kifş bikira. Ji xwe, mirovên ku lê hisandibûn li derve di dema ku ew ji xalkê re axiftibû, hema bêja hemûyan jî, ev yek di dengê wî de kifş kiribû. Jina wî jî, kifşkiribû, heta ku helqasî bandûra wê çûbû bû ser wî di wê heyemê de. Êdî wê, ew bi tenê ne berda bû û ne hiştibû û pêra hatibû hundur.

    Nuh, hatibû hundur û li hundur rûniştibû. Jina wî jî, li cem wî rûniştibû. Wilo weke demekê li hevdû rûniştî dimênin. Lê deng û meng ji ti kesekî ji wan dernakeve. Deng, ji ti kesekî ji wan dernayî. ..

   Wê roja nû Nuh, wilo doma û buhurî. Nuh, wê şevê deme ku çûbû ku di nav nivînên xwe de bikeve xewê de jî, xew ne ketibû çavên wî û ne razaha bû. Wilo ji xwe re şîyar mabû. Nuh, wilo roja xwe li xwe dike şev û şeva xwe li xwe dike sibah. Wilo wê dem û roja xwe di buhurêne.

   Roj ku tê roja dîn, êdî Nuh, dike ku xwe û rewşa bi pîvêne ku ka ew çawa ya. Deme ku hinekî li xwe di hizirê, dibîne û fahm dike ku ew hê di bin bandûra şevê dîn de ya. Ev vê yekê bi xwe re di bîne. Çi tişt şevê dîn wî jîn kiribû, hemû, di bîra hişê wî de bû. Yek jî, ji bîra hişê wî ne çûbû bû. Deme ku wî kiribû ku ji xalkê re di nav wan de bahse gotinên xwûdayê xwe bike û li ber wî ji nav mirovên ku lê hisandibûn ku gelek ji wan li ber wî bêxem û weke ku tiştek nebûyî û hisnekirina tevgerîyabûn jî, di bîra hişê wî de bû.

       Heta wî ya li malê û axiftina wî ya pêşî ya li ser wê rewşê re ku bi jina xwe re axiftibû jî di bîra hişê wî de bû. Nuh, çi jîn kiribû, di bîra wî de bû. Xêveka wî ya xort hebû. Ma ku xêveka wî ya xort neba, wê karîba heta wê kêlîkê, wilo´qasî bi hêz bibîr bikira?

      Lê mirov, deme ku tiştekî dijî, bi bandûra wî tiştê ku mirov jîn kir re, mirov xêva wî jîndî û zindî li xwe dimêne. Dibêt ku ev jî bi wî re hebû. Dibêt ku wilqasî ew bandûra rewşê ya li ser wî, ew wilo di bi xêv û bîra hişê wî re jîndî, zîndî û şîyar hiştibû.

     Nuh, dengê xwûdayê hiskiribû û zanibû ku dengê wî çawa bû. Ew, di xwe de û di serê xwe de êdî bi demên piştre pirr bi êmin bû ku çavên xwûdayê wî li ser wî ya.

     Wê rojê, roj bû sibah. Yên ku ketibûna xewê de û razahabûn û ji xewê dirabûn. Lê Nuh, wê şeva xwe şîyar buhurand bû. Ku ku hat û bû roja dîn, êdî ew dike ku xwe amede bike ji roja din ya nû re. Dike ku êdî derkeve derve. Nuh, wê roja nu, dike ku bide dest pê kirin bi xwe re. Lê berî ku derkeve derve, êdî hinekî li malê ji xwe re dirunihê û di hizirê. Deme ku dihizirê, dihizirê di serê wî de, şevê din tê bîra hişê wî. Hinekî li wê di hizirê. Jina wî jî, li cem wî ya û bal û heya wê jî li ser Nuh a. Lê Nuh, di hizir de ya.

     Nuh, ku weke demekê wilo dema xwe di buhurêne, êdî piştre di rabê ji cihê û xwe dike ku ji hundurê malê derkeve. Ew, ji malê derdikeve û tê li piştre malê lê bi tenê ji xwe re hinekî dimêne. Weke çend gavan jî ji malê dur dikeve. Weke ku wê karek bikira tevdigerîya û gavên xwe diavêt. Lê deme ku hatibû derkeve, êdî weke ku wî xwe bi carekê re di rewşeka xarîb de hîs kir. Weke di dilê wî de, tiştn xwe pêre bikin ku bidina dîyar kirin lê hat. Wî jî, wilo di xwe de hîs dikir. Bi wê yekê re, dilê wî hinekî zûtir avêt. Bêhna wî, weke ku zûtir çû û hat. Wî, di xwe de, kir ku sedeme vê yekê bi xwe re fahm bike. Bi vê yekê û armacê, hinekî ji xwe re di xwe de hizirî. Weke demekê hizirî. Lê dilavêtina wî û dilperîya ku pêre çêbûya, serwerîya xwe lê zêdetir kiribû. Çendî ku wî ew dilperî bixwe bi xwe re kifş dikir, weke ku zêdetir dibû.

     Nuh, weke bêhnekê û qadarekê wilo ji xwe re bi xwe re ma. Lê wê rewşa wî wilo zêde ne doma. Piştre weke bêhnekê weke ku Nuh, dengekê weriyê de lê hat. Di wê demê de, êdî di xwe de, wî hizirkirina xwe jî da sekinandin, di hundurê xwe de, kir ku wê bêdengiyê bide çêkirin, bi wê yekê re kir ki safî bike ku ka çi deng bû hatiyê de. Nuh, piştî ku bi tememî ket bêdengîyê de êdî wî carek din deng his kir û deng wê carê jî, dengê xwûdayê wî bû ku di dihatiyê de. Xwûdayê wî deng lê dikir û dikir ku pêre bi axivê. Nuh, deme ku wilo bi xwe re kifş kir, êdî dilê wî bi dilperiyekê hê zûtir bidest avêtinê kir. Lê Nuh, xwe li xwe girt û li ber dengê xwûdayê xwe sekinî. Deme ku deng hatiyê de, di deng ev gotin pêşî Nuh hiskir:

    ”Here û bêje wan bila bila min bibîr bikin û baweriya xwe bênin”.

     Nuh, wilo hiskir. Piştî ku nuh wilo hiskir, êdî Nuh, wê naqlê xwe girt û ji xwûdayê re kir ku tiştekî bibêje. Lê bi bandûrê, pêşî, di xwe de kir waswas ku biaxivê û yan jî ne axivê. Lê axift û weha ji xwûdayê  xwe re got:

   ”... Ez çûm û min hemû gotinên te ji wan re got, lê li min bawer ne kirin. Li min, ne hisandin”.

  Nuh wilo got û ma sekinî. Piştre xwûdayê wî deng lê kir û axift û weha jê re got:

  ”Ez karim damomên xazabê bişênima bi ser wan de. Ez karim, bi dadê bahozekê li wan rakim. Bikim ku ew dengekî derxe ku guhê wan ker bike. Û hemû tiştê wan yên ku min dana wan ji wan bistênim. Careka din here û vê gotina min jî ji wan re bêje. Here ji wan re bêje ku ew tanurên ku win têde her roj nanê xwe çê dikin û têde agir têde pêketî heya, ji wan, avê bikim ku bifişiqin.”

      Xwûdayê Nuh, wilo jê re got û jê xwest ku herû û carek din bi mirovan re bi peyivê û wan bêne ser rastiyê. Nuh, ji xwûdayê re gotibû ”bila” û di cih de ji wir bidest dûrketinê kiribû. Lê Nuh, weke şevê din di xwe de bi dilper bû. Dilê wî wilo zû diavêt, wî digot ku qay wê dilê wî ji cihê xwe bifirê.

    Nuh, piştî ku dengê xwûdayê xwe hiskiribû û xwûdayê wî jê xwestibû ku careka din herê li mirovan û peyamên wî ji wan re bibêje, êdî piştre Nuh, ne sekinî bû û di cih de û kiribû ku herê û peyama xwûdayê de bide mirovan. Naqle pêşî, ku ew bi wan re axiftibû, lê ne hatibû hisandin. Lê wê care çawa êdî bibe?

   Nuh, di serê xwe de di hizirî. Di rê de dimeşî û diçû û di hizirî. Di serî wî de dengê xwûdayê wî hebû. Nuh,  di demeka kin de hatibû navendê û êdî kiribû ku li xalkê biaxivê. Dema ku Nuh hatibû navendê, êdî wilo zêde nema bû, êdî di cih de bidest axiftinê dike ku biaxivê li mirovan. Lê wê carê jî, weke care din rastî bêaleqeyê tê. Lê nayê hisandin. Nuh, ji wê yekê dîsa weke naqlê pêşî bêzar dibe. Piştî ku bi wê ser wê rewşê re weke demekê Nuh dibuhurêne. Êdî piştre ku ew bi xwe re bi têne dimêne, êdî ji xwe re bi dengekî bilind ku diaxivê û weke bangaka wî ya li xwûdayê wî bê, weha dibêje; ” ne xwûdayê min di bixwe dibîne.” û dimêne sekinî di cihê xwe de. Nuh, demek bi ser ve naçê, êdî ew dengê xwûdayê xwe dike û xwûdayê wî jê re dibêje ku ”min dengê te his kir. Dengê tê, tê min Nuh”. Li ser wê hiskirinê, êdî Nuh, ji xwe re dimêne sekinî di cihê xwe de.

      Nuh, piştre tê male. Deme ku ji wir rê digihê, êdî berê xwe nadê ti deran û tê malê. Dema ku tê malê, êdî li malê, ew jina xwe û zaroyên xwe dibîne. Zaroyên wî li mal bû. Lê kurekî wî jî, bawerî bi wî ne dihanî.

   Nuh, di wê heyemê de, deme ku hatibû malê, hingî, tişta ku berî hingî bi kêlîkekê ji mirovan re gotibû ji kurê xwe re jî dihêne ser ziman. Lê kurê wî jî, jê bawer nakê. Lê bialeqeder nabê. Nuh, ji wê yekê bêzar dibe.

      Piştre, demek bi ser ve diçê, ku Nuh, hinekî dîn bi xwe re dimêne. Êdî dengê xwûdayê wî tê wî û xwûdayê wî carek din bi wî re dipeyivê. Wê carê xwûdayê wî, hinekî bi hêrs bi wî re ji bo mirovan diaxivê.

     Nuh, ji axiftina xwûdayê wî, weke ku kabokên wî, êdî weke ku ji qaram dikevin. Weke ku qaramên wî dişkihin lê tê. Xwûdayê Nuh, jê re dibêje ”care dawiyê jî here wan dewetî ser rêya min bike, ku newin ezê vê dinya wan li wan xira bikim, dibin avê de bihêlim. Nuh, di deme ku wilo di bihizê. Êdî di cih de, ji cihê xwe de di rabê û dike ku herê û gotina xwûdayê xwe ji xalkê re bêne ser ziman. Nuh, diçê û ji wan re dihêne ser ziman. Lê wê carê jî, Nuh, weke herdû carên pêşî rastî nêzîkatîyê tê. Herkes di jîyane xwe de di kêfe xwe de ya. Ti kesek li ti kesekê na hisêne. Yê ku zorê yê dîn dike jî ji xwe zora xwe dike. Zor kirin û xirabî kirin, êdî bi hev re di jîyane de pêşketîya. Hemû jî, ji ber ku xwûdê hatîya ji bîr kirin.

  Ew xwûdayê ku hemû tişt xuluqandî û hemû tişt daya tê ji bîr kirin.Yê ku ewqas dewlemendî û zêr û zîv daya mirovan di jîyane de  ku jîyane xwe bibijîn, ew hatîya ji bîr kirin. Miorv ketîya nava kêfe xwe de. Êdî xwe li cihê xwûde dibîne. Hingî têrxwerîya, êdî dibêje ez karim hemû tiştî bikim. Lê mirov nikarê hemû tiştî bike. Yê ku harê tenê xwûdê ya.

     Nuh, di wê demê de bi hizir bû. Di hizir di serê xwe de, lê ka çi dihizirî. Xwûdayê wî ew sê caran şandibû li mirovan lê hercaran jî bê bersiv mabû. Ya ku wî di dît, êdî xwûdayê wî jî di dît.

    Nuh, bêzar bûbû. Lê xwûdayê wî bi hers bû bû. Piştre careka din, xwûdayê Nuh, pêre diaxivê û weha jê re dibêje. ”hemû mirovên ku li gotina min ya ku te ji wan re hanî ser ziman ne hisandin, bê ceza kirin. Nahsî û zordarîya ku wan li ardê di nava xwe de çand, weke sedeme wê cezakirina wan bê. Ezê ji bo wê dinyê xirakim û ji nû ve ava kim. Jîndayên ku dijîn li dinyê, teyrik û sawal, û hemû heywenet jî, bi wê xirakirinê re wê bimirin. Lê wê gunehê wan jî, di sûkra mirovên ku ji rê derketina û bûna sebeba wê de bê. Ezê tufanekê rakim û hemû tiştî li ber wê û bayê bidima birin. Dinyayê hemûyî di bin avê de bihêlim. Wê hemû tişt, di nav de winda bê û wê ji holê rabê.”

   Xwûdê wilo ji Nuh re got û piştre dengê wî qût bû. Nuh, li ser wê gotina xwûdayê xwe, êdî hinekî bi hazn bû. Nuh, dilê wî biêşeka mazin bû. Bi wê êşê serê xwe rakir û li dora xwe meyîzend. Dilê wî biêş bûbû. Nuh, weke demeka dirêj wilo ji xwe re sekinî hizirî. Di serê xwe de çû. Di nav ramana de çû. Weke ku ji wê dunyê herê dunya ya din lê hat.

   Ew hizirkirina Nuh, demeka dirêj bi wê re doma. Piştre yê ku ew bêdengîya wî bi hizirkirina wî re ku li serwer bûbû, ne wî xira kir. Dengê xwûdayê wî xira kir. Nuh jî, nizanî bû ku ka çendî û çiqas demî ketîya nava hizran de û hazînî ya. Lê ku deng hate wî, hingî, weke ku ji nava hizna xwe bi hilçenê lê hat û hat xwe û li gotina xwûdayê xwe ya ku xwûdayê wî ji Nuh re hanî ser ziman hisand. Xwûdê, vê naqlê, weha ji Nuh re got:

     ”Min ti naqandî ji bo peymanên min yê ku ragihihê ji mirovan re. Min ti weke Nebîyekî hilbijartî. Bila dilê biêş nemêne. Ew dinya ku wê xira bibe. Ezê ji bûna xatirê re û zaroyên tê yên ku wê li gor gotina te jîyane xwe bidomênin, êzî ji bo wan û xatirê tê, dinyê careka din ji wan re ava bikim. Wê ji bo xatirê de dunya ji bo ve ava bibe.”

     Xwûdê, wilo ji Nuh re got û piştre dengê wî qût bû. Nuh, li ser wan gotinên ku hiskirî, di xwe de, êdî weke ku pirr bihizir bû. Pirr hest û raman bi hev re di nava hev de di ser û dilê wî de ketina jîyînê de. Bi hev re gelek raman çêbûn hatina bîra wî. Hatina hişê wî.

     Li ser wê gotina xwûdayê xwe, êdî Nuh pirr hizirî û hazinî di serê xwe de. Di nava hizran de çû û hat. Hizrek di wê deme ku ew di serê xwe de di hizirî di serê wî de çê bû. Ew hizir jî ev bû: ” Nexwe, wê dinya ji nû ve ava bibe. Mirov, wê êdî ji nû ve carek din bijîn. Lê yên ku ne di riya xwûdê de na, wê li ber helakê herin.”

     Ev hizir, di serî wî de çêbû. Nuh, li ser wê hizirê, careka din hizirî û li ser mirovan hizirî. Mirovên ku wê li ber helakê herin, ew li ser wan hizirî. Dilê wî, çend ku ew ne di riyeka baş jî de bûn, ji wan şawitî. Nuh, di serî wî de, xwûdayê wî têgihiştina hemû deman bibîr kiribû. Deme Adam û hawa jî, di bîra wî de bû. Ew dê û bawê hemû mirovan bûn. Hingî, Necis bi wan leyîst û kir ku ew ji bihuştê werin derxistin. Î ro jî, bi mirovan leyist ku wan ji rêya xwûdê û qanciyê derxe.

     Nuh, demeka dirêj li ser wan demên berî xwe hizirî bû. Ew heta wê demê, bi temenekî pirr demdirêj jîya bû. Nuh, ew 950 sal bû li jîyanê bû. Pîr û kal bû. Lê weke ciwanekî li ser xwe jî bû. Piştre, xwûdê bi demekê re careka din bi Nuh re dipeyivê û weha jê re dibêje. ”Ezê baranaka pirr şitt bidima barandin. Wê di hundurê sê şev û sê rojan de, dunya, hemû nêvî wê bike bin avê de. Piştî sê rojan, wê ava baranê ya ku ji azmana tê, wê kêm nebe, wê zêdetir bibe. Bi wê re, êdî wê ji ardê jî, av bifişiqê. Ji Tanûrên ku têde nan çêdibin, wê av derkeve. Ax, wê di bin avê de bimêne. Ti der, namêne ku wê di bin de nemêne. Lê ti, ji xwe re kiştiyekê çêke. Her sawal û ajalê ku li ser rûyê ardê heya, ji wan cohtekê bixiyê de. Her cohtê ku te kiriyê de, wê bina destpêka jîyane li dinyê ya piştre wê bê jiyîn.”

     Ku xwûdê wilo got, êdî Nuh ji xwûdê re got, xwûdayê min, ezê çawa karibim, hemû ajalan di vê dema kin de bibînim û her yekê cohtekê bênim û bikime hundurê kişta xwe de. Kiştek, ma wê çawa karibê, wêqasê hilde li hundurê xwe”

    Li ser vê gotina Nuh ya bi pirsînli Xwûdê, êdî xwûdê careka din bi Nuh re axift û weha jê re got:

     Ew jî karek ji karê min a. Ezê wilo bikim ku ji her sawal û ajalî, heywenet û beşeretî, cohtek were cem te. Kişte ku tê çêkir jî, ezê hundurê wê wilo lê kim ku weke cihanekê bê, çiqas bikevinê de jî, wê hundurê wê tişî nebe.” Nuh, weke ku bersiva xwe hilda bû û êdî piştre tiştek ne hat serê wî ku ew ji xwûdê bigotin bipirsê. Piştre Nuh, bidest çêkirina kiştê kir. Wî kişta xwe ji dara tûyê kir ku çêkê. Dara hajîrê ya ku hê tira û ku tira mirov karê wê weke qarîşekê bikar bêne, ew jî, di hundurê wê de bikar hanî. Nuh, ji ber ku pêdivîya wî bi hajirê hebû. Her hajîr, navika wê di cih de tiştî bizrik dibû ku hê tir bû, û divebû û bizrikê wê dike ardê û jê re dibû dar.

    Xwûdê wilo kir ku Nuh, di cih de bidest çêkirina kiştê kir û di hundurê sê rojan de bidawî kir. Çawa ku wî bi dawî kir, êdî baranê dest pê kir. Baran barî. Baran, di roja pêşî de, pirr bi şitt barî. Nuh, di nava wê baranê de, careka din jî, bakira hemû mirovan ku werin û bawerîya xwe bixwûdê bênin. Lê deme ku baran barî, êdî ti kesek ne li wî û ne ji li gotina wî bûna xwedî. Herkesek, ket derdê xilaskirina mal û semyenê xwe de. Nuh, deme ku wilo dît ku her kesek bi maê xwe ve diçê, êdî gota wan;

   ”ew malê ku xwûdê ev daya we xwûdê ya û karê ji wê jî bistêne. Male bi bawerîya xwe li xwûdê ji xirabûnê xilas bikin”. 

    Nuh, gota wan,” winê bi wî rengî male xwe ji xirabûnê xilas nekin”. Lê ti kesekî lê ne hisand. Baran jî di barî û av zêde dibû li ardê. Şat û çemên ku di harikin jî, ava wan zêde dibû û bilind dibû. Dicle, pirr bilind bû. Wilo bilind bû, ku derkete sere hemû tiştî û malê re.

     Piştî ku Nuh kişt çêkir, êdî piştre ji her heywenetî weke ku di navbara wan de peyman hatibê çêkirin, di rêzê de hatin û buhurtin û ketina kiştê de. Gurê ku li kuderê mihek didît hêrîşê wê dikir û ew dixwar, di wê demê de bi wê re di hewlbendîyekê de bû. Gur û mih, bi hev re bûn. Mar, bi mirov re bû. Lê bi ti kesekî ve ne dida.

   Piştre ku hemû tişt ket kiştê de êdî Nuh, weke yê dawiyê kir ku bikevê kiştê de. Lê berî ku ew bikeve kiştê de, jina wî, ketiyê de. Zaroyên wî hema bêja hemû jî ketinê de. Lê kurekî wî, hê li dinyê bû û bi malê xwe yê ku li ber avê ve diçû. Dikir ku xilas bike. Ew kurê wî jî, ji hêz û zaxmbûna xwe pirr bi bawer bû. Nuh gotiyê de, ”kurê min, wer û bikeve kiştê de, dev ji hemû tiştî berd.” Lê kurê wî lê nahisand. Gota Nuh ”na, ezê neyêm. Ez karim li çareya serê xwe binerim. Dema ku av bilind bû, ezê çima ser çiyayê herî bilind û xwe xilas bikim.

    Piştre Nuh, ket kiştê û lê sûwar bû. Lê hê jî dilê wî bi kurê wî ve bû. De ne, ew kezeb bû. Dilê her bawî bi zaroyê wî ve ya.

    Av jî, hin bi hin bilind dibû. Hin bi hin li dinyê av zêde dibû û dunya di bin avê de dima. Lê kişta wî, ji aliyê xwêde vê jî dihat parastin. Ew wê tiştek pê ne hatiba. Lê li ser rûyê ardê çi hebû, wê binav bûba û wê dawî lê hatiba. Nuh, bi çavên xwe re li ava ku bilind dibû dimeyîzend, lê di ser û dilê xwe de jî li kurê xwe yê ku lê ne hisandî û ne ketî kiştê jî di hizirî û dihazinî. Di wê deme ku ew dihizirî û dihaniznî, xwûdê pêre axift. Di deme ku pêre axfti, xwûdê ya dilê wî zanibû û weha got, bila bawerîya te li min hebe û ji tiştekî ji min ne kev xûf û gûmanê.” Piştî wê gotinê re Nuh, got ”xwûdêyê bila, ez ti carî li te ne ketime xûf û gûmanê.” Lê di wê deme ku Nûh diaxift bi xwûdê re de, hingî di dilê xwe de xwest ku tiştekî ji xwûdayê xwe bixwezê. Lê di xwe de ma sekinî ku bixwezê û an jî nexwezê. Piştre bîryar da û ji xwûdayê xwe xwest ku kurê wî yê ku li kiştê sûwar nebûyî bi parêzê. Lê deme ku Nuh wilo ji xwûdayê xwe xwest, hingî, xwûdayê wî bi dengekî bi hers, bersiv Nuh û weha jê re got; ” ku ti careka din bahse wî ji min re bike, ezê tê jê ji yên bêbawer binivîsêm.” Ku Nuh, wilo hiskir, êdî Nuh, ji xwûdayê re ceraka din din got ”xwûdayê min, min afûka, ji ber ku ew kurê min bû dilê min ew bi min da gotin ji te re.” Piştre xwûdê gotiyê de, ”bila li min kêm nebe û li min bi hizira”. Piştre Nuh ma sekinî. Di wê navberê de jî, av bilind dibû. Kişt jî, bilind bû. Piştre, ku ava gelekî bilind bû, êdî kişt li ser avê re hat û li ser çiyayê Cudî ku navê xwe ji navek ji navê xwûdê jî digirt ma sekinî.  

      Di kiştê de Nuh, bal û heya wî li derve ve bû. Xwûdayê wî di bîra hişa wî de bû. Li wî di hizirî. Nuh, kurê wî jî di hişê wî de bû.

     Piştî ku av bilind bû bû, êdî kurê nuh jî, dike ku herê û xwe bigihêne cihê herî bilind. Lê ew wê yekê nikarê pêk bêne û di nav avê de winda dibe. Av ku bilind bû û kişta hat û li ser serê Çiyayê Cudî sekinî û piştre, êdî rewş, bi wê re bi sînor nema. Av hinekî dîn jî bilind bû. Xwûdê, ji wir, berê kişta Nuh û yên ku bawerî bi wî û xwûdayê wî hanîna û ku pêre na, kişta wan,  li li ser Çiyayê Cudî ne hişt. Av ku bilind bû, êdî wilqasî bilind bû. Êdî bi ser avê re kişt hat û li ser ser çiyakê herî bilind ku serê wê di nav awran de derbasî biber azmana ve dibû, çiyayyê araretê. Li wir, êdî, weke ku kişt bû xwediyê sekna xwe ya mayînda.

      Kişta Nuh, li wir 40 rojî ma. 40 rojî li ser avê ma. Her roj, Nuh, ji xwûdayê xwe di pirsî ku ka wê karibin herina xwerê. Lê Xwûdayê Nuh, ew li wir dida sekinandin di kiştê de. Piştre, xwûdayê wî, aqilek kira serê wî de ku Nuh, teyrikna ku difirin bişêne ku ka av kêm bûya û an jî ne bûya. Ji wê roja yekemin heta roja 40´min, Nuh, her roj teyrikke şand. Lê her teyrika ku wî şand, lê nevegerîya. Nuh, kevok hertimî li cem wî bû. Ahlî wî bû bû. Roja 40´min, Nuh, kevokê dişêne. Kevok, diçê û li ser hemû herêmên ku di bin avê de na, li ser wan re digerihê û li wan dinerê. Kevok, xwûdê jî, hêzekê dike pirkên wî de ku karibê dayikê bi firê û newastihê.

     Kevok, heta devera ku karê herê diçiyê de û difiriyê de. Kevok tê ber çemê diclê. Li wir, darna, zeytunê ku Nuh dizanî hebûn, kevokê ew dîtin û çiqilkê biçûk ji wê kira devê xwe de û vegerîya û hat cem Nuh. Ku kevok hata cem Nuh, êdî Nuh ji hatina kevok û çiqilkê dara zeytunê fahm kiribû ku êdî av li ser ardê çikaha ya. Bi çikîna avê re, êdî ard, bixwe û axa xwe ya harî maya.

      Nuh, piştî hatina kevokê re ji kişta ku li ser çiyê bi çikîna avê re ku hatîya û li ser ardê sekinîya jê kirin ku derkevin. Lê xwûdayê Nuh, pêre axift û gotiyê de ”di kiştê bimênin, nahaka paya nebin ji kiştê.” Nuh, li gotina xwûdayê xwe hisand û jê derneket. Bi ser axiftina Nuh û xwûdayê wî ya bi hev re sê roj buhurtin. Sê roja roj derket û germehîyaka pirr xort derxist û da dinyê. Dunya germ kir. Xwûdayê Nuh, wilo kir ku kişta Nuh, ji çiyayê araretê were û xwe li çiyayê cûdî bibînê. Dema ku Nuh ji kiştê derket, li wir, wî xwe dît.

       Hersê rojên roj ku derketibû, dunya hişkkiribû ji harîtîya ku ji şûn çikîna avê mabû.

       Nuh, deme ku ji kiştê paya bû û lingê xwe yê pêşî danî ser ardê, hingî dît ku wa ard, dîsa weke berê lê hatîya. Piştre li ser ardê boraqek(qûrban) qût kir û kira sarq. Piştî wê sarqê, êdî xwûdayê wî, jê xwşbûna xwe hanî ser ziman.

    Li şûnê ti tiştek nemabû. Di tufanê de hemû tişt winda bûbû. Ji mirov û sawal û heywenetan, yên ku bi Nuh re bûn û jê bi bawer bûn û bawerîya wan bi wî re li xwûdayê wî hebûn li jîyanê mabûn. Bi wî re, kurên wî bûkên wî jî ji kiştê derdikevin. Piştî ku Nuh, ji kişte paya û derket, êdî hemû sawal, ajal û heywenet jî coht bi coht ji kiştê derketin û li dinyê belav bûn, ku êdî bijîn. Tevî ku hemû ajal derketin, dîsa weke ku dilê Nuh ne rehet bû. Weke ku tiştek û an jî yek li şûnê di kiştê de mabê lê hat. Ev hizir û hîs xwûdayê wî kira serê wî de.

       Nuh, li ser wê hîsa xwe ya ku di xwe de hîs kir, li şûn xwe vegerîya û çû hundurê kiştê. Dît ku wa Hacîreşk, wê li ardê ya û nikarê bifirê. Weke ku çendê wê birîndar bê, ji ber wê nikaribê bifirê. Nuh, rahişta wê û ew bi xwe re girt. Piştre ku hinekî dî meşî, dît ku wa mar, wê di devê qûlekê de sekinîya û dernekeve. Nuh, deme ku bi tememî bala bi hey da ser wê dera ku mar têde ya, dît ku wa, ewder qûleka ku di dema tufanê de vebûya ya. Mar jî, ji ber ku av ne dizê(herikê li hundurê) li hundurê xwe di devê wê de bicih kirîya. Piştre Nuh, ew jî, ji wir derxist û hanî derve. Mar li derve ji Nuh qaraha û weke hemû ajalên din çû bi riya xwe de ku êdî bijî. Lê Nuh, piştî ku derket û ji xwe re mal ava kir, heta wê demê jî, hacîreşk li dem wî ma. Li malê wî ma. Wî teyrikî, di malê de di dema hêkkirinê û çêlîk çêkirinê de di hundurê male de ji xwe re hêlîn çêkir.

    Ew çûk, êdî weke baxtê wê ma û her demsalê wê di malan de di hundurê xanîyan de hêlîna xwe çêkir. Har sal wê hêlîna xwe çê dikir. Ku demsal buhurt û wê jî goçî deveraka dî dikir. Wî çûkî, hêlîna xwe ne disilikand û demsala piştre jî dihat û têde di rûnişt.  

       Nuh, piştî tûfanê re, êdî li jîyanê maliyên xwe yên li şûn mana re jîyane xwe didomêne. Piştî tûfanê re, ew ku di bi aramîyaka ku ji bo xatirê jîyane wî ya li dinyê ku xwûdê kirîya dilê mirovan de ew dijî. Nuh,  serdemeke din jî, bi zaro, newî û newîçirçirkên xwe yên ku piştre tên dinyê re dijî. Nuh, bi tememî wê heta tufanê 950 salî dijî. Lê ew demeka dirêj jî piştre tûfanê re dijî. Di nav mirovan de, ku rê şanî wan dide, dimêne. Ew, aqil dide mirovan. Ew destûr û zagonên xwûdê fêrî mirovan dike.

      Nuh, ji mirovan re dibêje ku ”aqil bûya ji bo mirov bi wê di rîya xwe ya jîyanê de bimeşîn û êdî carek din weke deme berî tufanê ji riya xwe xwûdê dernekevin diafirê. Wî got, ku ”xwûdê, aqil çêkir û kira serê mirov de.”. Wî got ku ”mirov, bi bûna qil re, ji dinya heywenetan û ajalan cudabû bû û beyenî bû.

      Xwûdê, kiribûn zanîna Nuh de ku wê di demên piştî wî re wê çend pêxember werin. Nuh, ew jî dizanî. Xwûdê, dem jê re kiribû bêdem, ku ew karibê li demê li hundurê wê meyzêne û wan jî bibîne. Nuh, ji mirovên li dora xwe jî gotibû ku ”xwûdê, dinya çêkir ji bo jîyanê.”  Bi wê re got ku ”mirov, divê ku hertimî aqilê xwe bikar bêne û bi pê, riya xwe bibîne.”

     Nuh, deme ku tê ku herê ber dilovanîya, di deme zikretan de, hemû maliyên xwe li dora xwe dide li hevdû û şîretên xwe yên dawiyê li wan dike. Ji wan re dibêje ku , wê piştî wî re çend pêxember werin. Ji wan re dibêje ku her dem û serdeme ku pêdivî pê bû, ”wê xwûdê pêxemberne ji we re bişêne.” Lê ji wan re dibêje ku ”win di riya xwe de bin, wê xwûdê jî li cem wan bê.”

     Nuh, deme xwe, weke deme ku bi xwûdê tê jiyîn binav dike. Lê dibêje ku wê êdî ”xwûdê li ser were bê û wê bi yên ku peyemên wî ragihênina li we, wê bi we re bê.”

    Xwûdê, Nuh û kurên wî, pîroz kirin li jîyanê û tirs û xem ji wan dûr kir. Ew, bi aqil, mazin kirin û li jîyanê li ser hemû heywen, ajal û sawalên xwezayê re girtin. Lê ji wan jî, xwest ku rêz jê bidina dora xwe û wî. Xwûdê, di wê demê de, deme bawê me adam û dayika me hewa bibîr xist û ew dilopa xwûnê ya pêşî ku rijaha bû li bibîr xist û kira hişê wan de û rijandina xwûna hevdû ji bo mirov qadaxa kir. Xwûdê, mirov ji nurha xwe afirand û xwe têde dît. Bi Nuh re axift û jê re got ku ”ezê kim ku zûrîyeta te li ser rûyê ardê zêde bibe. Lê wê ji min re dua û berg jî bike. Vê jî, ji wan re bibêje.” Bi wê re, xwûdê ji Nuh re got, ezê peyema xwe bi zûrîyet û dûndana re ji deman buhurênima deman û mayinda û qayîm bikim. Piştre ji Nuh re got, ku ”êdî ev tûfanên ku wan(mirovan) ardê helak bikin, wê hew çê bibin. Lê ew, bila êdî xirabiyê nekin. Ne li ber min û ne ji li ber hevdû.” Piştre xwûdê weha jî ji Nuh re got, Yê ku keskesor di nav awran de buhurandî, ez im. Ew jî, nîşanaka peymana min a. Ne tenê mirov, wê hemû jîndayan li jîyanê jî, bi wê min û peyeman min bi bîr bikin û fahm bikin. Ezê, wê bibîra wan bixim.”

     Nuh, piştre, zêde li jîyanê manêne. Piştre, xwûdê cihekî ku wî ji jîyanê li wir qûtnekê lê ku ser dinyê re ji wî re çê dike. Wê bi jina wî ya ku di ti şert û mercan de ew bi tenê ne berdayî, li wir di aramiyê de dide jîn kirin. Piştî wî re hemû nebî û pêxemberên ku werina li ser rûyê ardê, wê wî bibîr bixin. Ew, êdî weke bawê hemû pêxemberên ku werin û herin wê hebe.

---

Pirtûkên pîroz ku ji wan sûd hatiya girtin

*Mishafa Reş

*Pirtûka celwê

*tewrat

*Kuran

*Încil

*Mewluda kurdî ya Mele hisne bateyî

---

*Danûstandinên bi zaneyên olî  ku bi teybetî li herêma Cizîra bota li Kurdistanê ku hatina kirin.

Abdusamet Yigit 

 Vegere Destpêkê......

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org