xebat…
Beşîr Mele
Ne tenê hezkiryê axa te bû Dêrik ev şehîd
Wer li şopa wî binêre kî bû hemsazê Egîd
Bîst û hevt kulîlk vejandin li kat û kohî ro lê
Cûdî zane kî bi Nûh re ketî keştiya xwedê
Berf û baranek girane li sert xaka Horiya
Ê li van giran bikole wê bizane çi çiya
Bîst û hevt salan li hespê bê westan dikme cirîd
Ma şindokekî ez kuştim? Na bi xwîna ez Şehîd
Ev dirama min xebatî Apê Mûsa Alçiya
Jehreke kevnare nû tê girekî bê dawiya
Ne tenê ev dem buhare şereke ser çavreşê
Qeşmer û tajî ranazên tên beroşa şoreşê
Ez di sînga xwed dihêrim kîn û rûdawên weha
Leşkerê tarî zemanan tev li ser min bûn bela
Ez ji ber Enkîdo tême hol û qada du çema
Ebû Qasim û Xelîlim Gurê Kevn û Senema
Hê ez xwedayê keştiya helbest û tîpa ewilî
Ma gelo şanoy e herdem bibim Derwêşê Evdî
Mekne guft û go li ser min kê ; çilo û kê diye
Bên "qereol û mefreze" kê di sîngad çandiye
Min dixwest ez ne bi vê şîn û xemê bêm dawetê
Destê felekê dirêj bû jana wê li bejna me tê
Min nexwest destê çepelan bedke bejna sorgulan
Ez gunehkarê vê rême deyndarê emanetan
Hîndibin kevrên albeşkî bi sebr û vîn û xebat
Ev Xebat û ez xebat û ew xebat û her xebat …