pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskar:

 Ebdil Mecît Şêxo :

 

 Kovanek di

-Sê birûskên çêrok

dergûşê de dişewite

Awaza Xilxalan

Toxtir Axa

Şermezename    

Vegere destpêkê

 

 

 

 Rusiya û siyaseta  kevneşopî

Dr.Ebdilmecît Şêxo

 Em  dixwazin bê serdorên dirêj û fereh bêjin ; Sovyetistana  berê jî siyaseta xwe ya dervayî li gor berjewendiyên xwe dajot ; ewê raman û bîrdozên Markis-  lênîn û  ramanên  pêşverû  bin pê diikir û ewanan  dikir rajeya aboriya siyaseta  dewleta xwe .

Destlata Sovyetistanê  hevpeymana dostaniyê di sala 1972  an de bi rêcîma Ehmed Hesen Bekir ( Partiya Bes ) ya faşîst  re  mor kir û her weha jî  ewê partiya kumunîst jî neçar kir ku ewa  bi partiya (Bes )re di hundir (Eniyekê )de alîkar be . Destlata Bes pişta xwe bi Sovyetistanê   li dijî hêzên dêmokrat û tevgera azadîxwaza Kurdistanê  hêztir dikir .

Li gor  vê (Hevpeymana dostaniyê)Sovyetistana berê  çekên xwe  bi zêrên reş difrot  destlata dîktetur û xwînvexwar; ewê bi wan çekan  şerê  tevgera  dêmokratîxwaz  û   bizava  azadîxwaza gelên Kurdistanê  bi seroketiya nemir M.Berzanî dikir.

Sovyetistanê ev şêwesiyaseta bi xwe jî  li Sûriyê pêkanî û mixabin  ta niha jî partiyên kumunîst ji bin bandora siyaseta kevneşopî rizgar nebûne  û ewanan bi rêcîma  partya Bes re  hîn alîkar in , lewra jî em kanin bêjin tevgera kumunîst  li Sûriyê jî ji hev şeliya ye û hikariya wê di nav  gelên Sûriyê de  hema ,hema nema ye .

 Dêmek Sovyetistana berê  ji ber siyaseta xwe   ya çewt li derve û hundir hilweşiya û di pê re hemû dewletên  sosyalîst ;yek li dûv yekê  tarûmar bû.

Rusiya niha jî dîsan li gor siyaseta  sovyetistanê ya derve  dimeşe , ewa jî  dixwaze pêşbaziya  Emêrîka û welatên din sermiyandar li navçeyên cîhanê bike, ewa dibêje ; Rusiya jî dewleteke mezin e û  ewa xwe ji Emêrîka  û welatên din kêmtir nabîne,lewra divê ewa jî mîna dewletên din  sermiyandar  li bazarên aborî bigere û kirîn û firotanên xwe bike .

Çawa sovyetistana  berê ji bo berjewendiyên xwe aborî hemû mafên gelan  û dengên azadîxwaz  binpê dikir  ,îro jî Rusiya   li ser  rêç û şopa wê siyaseta  kevneşopî berdewam e .Ji 15.3. 2011 ê de şoreşa aştiyane  li gelek bajar û bajarokên Sûriyê  li dijî rêcîma  Bes ya dîktetur  destpêkiriye ;pirtirî 10000  hemwelatiyên Sûriyê li pênavê  azadiyê pakrewan bû ne û bi deh hezaran têkoşer û dêmokratîxwaz  di zîndanên rêcîmê de ji ber êş û lêdanên ne mirovane de dinalin û dimrin.

Gelek welatên sermiyandar ,pir  rêxistinên  mafên mirovan  ,  pir  mislimanperest ,xaçeperstên cîhanê û komelgeha dewltên Ereban  helewesta destlata Sûriyê şermezar  dikin   lê mixabin Rusiya  ta niha  hîn çekan( 36 balefir)  difroşe Sûriyê û hîn baregehên xwe  yên leşgerî  li Sûriyê  ji bo parastina  sudên xwe dihêle.

Rusiya raste rast li rex dewleta Sûriyê  radiweste ,ewa ta niha  naxwaze  rêcîma Bes  were hilweşandin û rêzê li vîna gelên Sûriyê nagre  û  ewa bi vê siyaseta xwe  ya ne mirovane  ruya xwe li hember  dîroka civakamirovperwer, mîna Sovyetistan berê  reş dike.       

     

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org