Şermezename
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Me bi dilekî pir xemgînî nûçeya komkojî (35) Kurd li gundên bi ser Şernexê ve bihîst; Dewleta Ordexan, dewleta Muslimanên ne Musliman, dewleta regezperest ji hêlekê de di nav qada navnetewî de stêran li ser pakrewanên şoreşa Suriyê dibarîne ,gefguran dide destlata Sûriyê û hin rikberên Sûriyê hembêz dike ,bê şermî û pîvanên sincî û bi derew dibêje ; ez bi azadiya gelê Sûriyê re me, li aliyê din bi balefir û tangan şerê azadiya 25 meliyon Kurd li Kurdistanê (Turkiyê )dike. Ez bi dengekî pir bilind vê komkojiyê şermeze dikim û dibêjim her dilopek ji xûna Kurdan û azadîxwazan dê şoreşvanekî bi,afrîne.
Her bijî têkoşîna azadîxwazan!
Bimre rêjîmên dîktetur !