pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Nivîsên din yên Nivîskar:

Ezîz ê Cewo:

 -YEKÎTÎYA NETEWÎ YE ERÊNÎYA DEMÊ!

-R’ÊFÊRÊNDÛM  PÊK HAT! Ê, PAŞÊ..?

-K’URD, CÎHAN Û Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URDÎ

-ZIVIR’, ZIVIR’, DÎSA LI VIR!

-MEŞA BERBI AZADÎYÊ VA DIDOME!.. 

 

- HÛN IN NIRXÊN ME YÊN HRE HÊJA

  

Vegere destpêkê

 

             

         

                              NAME YA VEKIRÎ

 

Ji serokdewletê Fêdêratsîona R’ûssîyayê

Bir’êz Dmîtrî Anatoliêvîç Mêdvêdêv r’a

 Ezîz ê Cewo

   Birêz Dmîtrî  Anatoliêvîç!

  Ez bi wê armancê ji We ra dinivîsim, ku bala We bikişînim ser rewşa trajêdîk di Kurdistanê da û ji We hîvî bikim, ku Hûn, wek serokê dewleta gewre – ya endama Şêwra Ewlekarîyê ya Rêxistina Netewên Yekbûyî,  destekê bidin bi aşîtî çareserkirina pirsgirêka kurdî.

Di dîroka gelê kurd a hezarê salan da rûpelên berxwedanê û têkoşîna lehengî ya ji bo mafên netewî hebûne. Di dîroka gelê me da her weha rûpelên trajêdîk jî hebûne: gelê me di nav zulm û zelûlîya dojehî ra derbas bûye, siyaseta nepejirandinê, bişavtin, têrora dewletê û tevkujî dîtine.

Lê bûyera 28-ê berfanbara 2011-an cîhan hejand. Rêjîma Tirkîyayê vê care jî gunehkarîyek a hovane ya din li hember mirovayîyê  pêk anî. Hêzên dewleta tirk ên hewayî li navçeya Ûlûdereyê, li ser sînorê di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê (Tirkîyayê û Îraqê) da, dan ber bombeyan û 35 kurdên ji gundê Roboskîyê  qetil kirin. Piranîya wan di temenê  ji 12 heya 18 salî da bûn. Paşê, hê derng, rayedarên dewleta tirk xwemukur hatin, ku wan mirovên sivîl kuştine, lê, xwedêgiravî, ew bi şaşî bûye, leşkeran ew şûna partîzanên PKK-ê danîne. Bi vê ewan bi fermî daxuyandin, ku “şaşîyên” wisa dîsa dikarin pêk bên.

Desthilatdarîya tirk li hember hemwelatîyên xwe pêşî li şerekî berfireh vekirye. Û ev ji ber wê, ku kurd dixwazin reng û rûçikê  xwe yê netewî, ziman û çanda xwe biparêzin, dixwazin, ku ew jî bibin hemwelatîyên Komarê yên xwedî maf. Lê Destûra bingeyîn ya Tirkîyayê hemû hemwelatîyên Komarê tirk dihejmêre: “Hemû binecîyên Tirkîyayê tirk in!” Yek zimanê dewletê heye, ew jî tirkî ye. Û li dijî wan, ên ku ji  bo kurdan jî heman mafan daxwaz dikin (û di Tirkîyayê da jî zêdetirî 25 mîllîonî kurd  dijîn), li ser asta dewletê  hemû derfetên rêprêsîv (cezakirinê) tên bikaranîn: biçavkirinên girseyî, êşkence, cezakirinên bê lêpirsîn û dadgeh, bikaranîna çekên kîmyawî. Îro di hebs û zîndanên tirkîyayê da bi hezaran zarokên kurd, ên ku temenê wan ji 12 heya 14 salî ne, têne zêrandin. Û cezayê wan jî her tenê  ew e, ku wana kevir avîtine wan tank û panzêran, ên ku di bajarên kurdan da  xwepêşandanên kurdan tepisandine. Bi sedan rojnamegerên kurd û parêzerên  rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan hatine binçavkirin û di bin lêpirsînan da ne. Di vî welatî da girtîyên sîyasî yên kurd ji danzdeh hezaran zêdetir in, lê Abdullah Ocalan hebsîyê sîyasî yê tenê ye li girava Îmralîyê. Hemû pêşniyarên wî yên ji bo bi aştî çareserkirina pirsgirêka kurdî di Tirkîyayê da, û di nav wan da wisa jî “Nexşeya rê”, bê bersîv dimînin. Lê di  vê navberê da, ji ber bêxemîya civaka navnetewî û bi bêdengî erêkirina wan, di Tirkîyayê da bi xwe hebûna gelê kurd tê redkirin, siyaseta bişavtinê,  têrora dewletê û tevkujîyê li hember wî tê meşandin. Xwezaya Kurdistanê ya nebînayî û peykerên wê yên dîrokî tên tunekirin. Rêjîma tirk wêrankirina  wî parçeyê cîhanê yê herî xweşik  didomîne, û ew kirye qada şer û pevçûnan.

Gelê me bi bawer e, ku her mirovek heye, yê ku dikare aşîtîyê ji Tirkîyayê, Kurdistanê û tevayîya herêmê ra bîne, ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Û ji bo ku bikaribe rola xwe di pêvejoya aştîyê da bilîze, ew divê azad û serbest bijî. Lê ew li girava Îmralîyê di dorpêçek a hişktirîn da ye, tê êşkencekirin, zêdetirî pênc meh û nîvan e, rê nadin parêzerên wî, ku bi wî ra hevdîtinan pêk bînin.  

Cîhana şaristanî bi bêdengîya xwe destek da eşîrên tirkan ên koçer, ku ew şaristanîya Vîzansê tunebikin, tevkujîya kurdan, ermenîyan, yûnanan, asorîyam pêk bînin, û naha jî destê xwe dirêjî beşê kurdan ê mayî kirine û xwe bi Qibrêsê ra gîhandine…

Serokdewletê rêzdar!  

Bi nêrîna me, dem pêra gihîştye, ku cîhan gotina xwe ya biryardar bibêje. Gelo ne dem e, ji bo ku mirovayî vê pirsê wisa çareser bike, ku aştî bê vê herêmê jî, ya ku ewqas zêrandin, êş û azar dîtine?! Lê heya pirsgirêka kurdî nehatye çareserkirin, hê zû ye, ku mirov di derbarê aştîyê di vê herêmê da tiştekî bibêje.

Dibe ku pirs derê hole: “Dewletên gewre dê çawa bikaribin rola xwe di karê çareserkirina pirsgirêka kurdî da bilîzin, û ji bo destpêka pêvejoya aştîyê divê çi bê kirin?”

Di vê rewşê da, dema di Tirkîyayê da “faşîzma kesk” devxwîn bûye, kurd û dostên gelê kurd, bendewarîya wan ji civaka navnetewî heye, ku ji kirên rêjîma tirk ên nemirovî û dijqanûnî ra bibin asteng û ji bo ku pirsgirêka kurdî bi aştî bê çareserkirin, rêyekê bibînin.

Û hişmendîya pêşveçûnên pêvejoya vê serdemê jî, yen ku îro li Kurdistanê û Tiurkîyayê dibihurin, ji mirov ra dibêje, ku civaka navnetewî di vî warî da dive van gavên piraktîk biavêje:

Dewletên gewre, eger ewana bi rastî dixwazin, ku pirsgirêka kurdî bi aştî bê çareserkirin, dive dest ji siyaseta dustandartîyê bikişînin û li hember Tirkîyayê wan sanktsîyan pêk bînin û gavan biavêjin, yên ku li hember Yûgoslavîyayê hatin pêkanîn –di dema krîzîsa Kosovoyê da, û li henber Îraqê – di dema agrêsîya dijî Kûvêytê da (“Bahoz di xîzgehê da”)… Bi her hêz û derfetan li ser rêvebirîya Tirkîyayê bandor bikin û wê neçar bikin, ku ew guhartina bike wî beşê Destûra bingehîn a welatê xwe, li ku tê gotin, ku Tirkîya dewleta monoêtnîk (yeknetew) e.  

  –Civaka navnetewî dive girtina rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan wek kirinek a cerdevamnîya dewletan a navnetewî qîmet bike, ewê tewanbar bike û daxwaz bike, ku wî zûtirîn demek a kurt da serbest berdin –di bin garantîya R’êxistina Netewên Ybûyî, Yekîtîya Ewropayê, Yekîtîya Êkonomî ya Ewropayê û Asîyayê û rêxistinên din ên navnetewî û dewletên gewre da. Tirkîya divê wisa jî girtîyên sîyasî û wan zarokan serbest berde, yên ku di girtîgehên wê da dizêrin û hemû zyanên ku wan kişandine, li wan vegerîne.

–Ji bo ku qîmetekî tam bidin  wan kirên hovane û tevkujîyan, ên ku rêjîma Tirkîyayê naha û berê li hember kurdan, ermenîyan, yûnanan, asorîyan û yên din pêk anîne, trîbûnalek (dadgeh) a navnetewî damezirînin, a ku karên zulmkaran –rêvebirên Tirkîya îro û duh  bipirsin, wek karên gunehkarên leşkerî, yên ku li dijî mirovayîyê sûcên giran kirine.

   –Leşkerên dagirker ên Tirkîyayê ji Bakûr û Başûrê Kurdistanê paşva bên kişandin.

   –Ji hesabê byûcêyên Tirkîyayê û wan dewletan, yên ku destek dane zulmkarîyên wê, yan jî çek danê, zîyana ku kurdistanîyan kişandîye, li wan vegerînin: gund û şênîyên wan û rêyên wêranbûyî ji nûva ava bikin, merc û derfetan biafirînin, ji bo ku kurdistanîyên bi neçarî ji ber zulm û zordarîya dewleta tirk penaber bûne, vegerine war û meskenên xwe (ew penaberî di kîjan demê da bûbe, bila bibe, di bin garantîya rêxistinên navnetewî da).

Birêz Dmîtrîy Anatoliêvîç!

Em, kurd hêvîdar in, ku Rûssîyayê, wek dewletek a gewre, wê di pêvajoya bi aştî çareserkirina pirsgirêka kurdî da mîssîyona xwe ya dîrokî bilîze.

Li gel rêz û hurmetên xwe,

Aziz ê Cewo Mamoyan,  

Nivîskar, rojnameger, pûblîtsîst;

Endamê Yekîtîya rojnamegerên Rûssîyayê û

PEN –klub a navnetewî

 

11-ê  rêbendanê, sala 2012-an

Bajarê Pyatîgorsk, herêma Stavropolê/Rûssîya                                                               

kordamad@yahoo.com

mamaziz@yandex.ru

Ezîz ê Cew 

 

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org