Ne pêwiste em li ser koka gotina demokrasiyê têkevin nava dîrokê, hûr û kûr li ser bisekinin. Kêm zêde her kes jî dizane dîroka wê ji 2500 sal berê ji Yûnanîstanê ango welatê Grekan derketiye. Lê ezê li ser hêjayiya demokrasiya kolektîv ango ya hevbeş ku kara wê ji bo milletan re çi ye kurtasî bisekinim. Bi taybet jî ji bo milletê Kurd.
Destpêka derketina ango afirandina demokrasiyê bi gotina rast û durist ve girêdayiye. Li welatên Rojava, bi taybet li nava Yekîtiya Ewropa pêkhatina demokrasiyê jî bi gotina rast û durist ve girêdayiye. Bê guman Rojava çiqas li rastî û duristiya demokrasiyê xwedî dertê, ew tiştekî dine. Lê heger em pîvanekê di nava Rojava û welatên Rojhilata Navîn û yên din de bikin, dikarin bibêjin cidahiyek pir mezin di navbera wan de heye. Li welatê ku gotina rastgoyî tine be, li wê derê demokrasî jî tineye. Stûna bingeha demokrasiyê naskirina hebûna tolerans, ango xweşbînîye ye. Ji bo ku efsûn ji bo demokrasiyê neyê wendakirin, divêt desthilatî bi tifaq û edalet be, wisa nebe bawerî ji bo desthilatiyê çênabe.
Li welatekî demokrat desthilatiya hemdemî tineye. Û li welatekî demokrat çîna jêr û ya jor jî tineye; wekhevî heye. Di demokrasiyê de parvekirinek bi edalet heye. Desthilatî dest diguhere, kî karê xwe ji xelkê re baş neke, xizmetê neke, diçe û di dewsa wî de yekî din tê. Ev jî tiştekî pir suriştî ye. Pêşeroja demokrasiyê bi desthilatiyeke rasteqîn tê mîsogerkirin.
Em ji van zanyaran (Rousseau, Kant, Hobbes, Locke û yên din) dizanin ku di demokrasiyê de, aqiltî, rasyonalîte, laîktî, hukmê zatî, kesayetî ango xweserî, rastî, cîhantî ango pir alîdarî û mafê mirovan heye.
Di cîhanê de ti nimûne tinene ku du welatên Demokrat bi hev re şer bikin. Çimkî Demokrasî ango siyaseta bi aqil, rastîtî, lihevhatin heye, loma şer li wan welatan çênabe.