pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Kakshar Oremar

- Seyîd Riza û Qazî Mihemed!

Kurek û dayikek!

 -

-Boykot û Paşeroja Me!

-HusenXiziri

-  Girîngiya Arşîvê Ji Bo Hunermendan

-Xwîna me û qedera diktator Xaminêyî!

-

-Komara Me Pêkhat!…

Kakşar OREMAR!

 

-Xem û Xewnên General Îhsan Nurî Paşa

-Mamosta Şêxê Izzedînê Huseynî

-Du Ziman: Kurdî û Farsî

 

-Helepçe, Newroz û Bihar

-Cihada Xumêynî!

-Dengê Dîrokê!

 

 

Vegere Destpêkê

 

Maska Fethullah Gülen!

Kakşar Oremar

Gmail:kaksharoremar@gmail.com

 

 

Heya niha hereketa azadiyê li bakurê Kurdistanê gelek sirr û esrarên veşartî eşkere kirine. Sîstema fasd û totalîter a desthilatdar baştir bi raya giştî daye nasandin. Wiha bû ku Kurda baştir xwe naskirin û ketin ser rêya xwe ya rizgarîxwaziyê. Rêya pîroz a ku îro em berhem û encamên wê li bakurê Kurdistanê dibînin. Ger gelê Kurd û hinek azadîxwazên Tirk îro di qada xebatê da ne, bi xêra wan dûrbîniyên siyasetmedarên Kurd e ku hinek ji wan li serê çiyayên Kurdistanê ne, hinek di girtîgehan de û hinej jî li bajar û gundên welatê xwe bi şev û roj mijûlî kar û xebateke bêrawestan in.

Van rojan di ekranên ROJ TV da rûçikê kesekî bi navê Fethullah Gülen pir tê dîtin. Heya niha min wisa dizanî ku ew mirovekî xêrxwaz û ji gelek kesên din baştir bi naveroka felsefa îslamê hesiyaye, lê gotinên wî yên li dijî Kurd û azadîxwazên Kurdistanê rûçikê wî yê di bin maskê da derxist holê.

Ew xwe peyrewê rêya civata „Seîdê Kurdî“ dihesibîne lê niha ji me re eşkere dibe ku rêya wî û Seîdê Kurdî pir ji hev cudaye. Çimkî Seîdê Kurdî li dijî hebûna Kurda nebû.

F. Gülen di rûniştinekê da bersiva du pirsên alîgirên xwe dide. Pirsa yekê li ser teror û kuştina eskerên wan li Çelê ye. Li vira F. Gülen bi eşkerahî û gelek bêşermane fetwayekê li dijî hemû şoreşgerên Kurd li bakurê Kurdistanê dide. Ji wê jî bêtir ew ji me re dide eşkere kirin ka mirovekî çiqas fenatîk, nationalîst û nifşparêze. Ger we baş li gotinên wî guhdar kiribe ew çendîn cara dewlet û MÎTê rexne dike ka çima heya niha çend hezar kes „eşqiya“ xelas nekirine! Çima heya niha bi rêya dînçiyên xwe ew neanîne ser rêya rast!!!, çima heya niha bi rêya çêkirina xwendingeh û şandina bisporên tenduristiyê bo rojhelatê Tirkiyê(yanî Kurdistanê) ew di nava kultur û zimanê Tirka da nehelandine!! Çima bi rêya zarokan û asîmîlekirina wan neketine nava dilê hemû malên Kurda!!“

Van daxwazên F. Güllen tiştek bi navê “ nifşkujiya spî“ anî bîra min ku ji hemû tevkujiyan xerabtire. Sivkatiya herî mezin li dijî hebûn û mayîna komeke êtinîkî jî ev rê ye ya ku F. Gülen fetwayê li ser dide.

Gelo niha pirsa esasî ji F. Gülen eve: ma Kurd ne misilmanin? Gelo îslama me Kurda û ya F. Gülen û Xumêynî çiqas ji hev cudane ku ew carna li dijî me „cihad“ê û carna jî dewletên xwe teşwîq dikin ku bi çi rêya ku mumkine, Kurda ji holê rakin.!??

Nifşkujî an jî „Genocide“ xwedî rengên xwe yên cuda ye ku ji hêla partî an jî rejîmeke desthilatdar ve li dijî netewe an jî komeke din ya dijber, hewlên ji holêrakirina wan tê dayîn. Di sedsala derbasbûyî da nifşkujiya Ermenî, Yehûdî, Kurd, Asurî, Yunanî, Darfur û Ruwanda di dîrokê da hatine tomarkirin. Lê ya ku niha li dijî Kurda tê kirin tenê nifşkujiya fizîkî nîne, belkî bi dehan sale ew hewil didin bi rêya dîn û olê îslamê me bikene Tirk û nasname ya netewî biy ek carê ji rû erdê nehêlin.

Weko Kurd dibêjin: Hay Fetüşê durû, derewîn tu li kuyî û çi difikirî? Qey baweriya me bi wan hêsrên te yên Tîmsah hatiye ku dest ji doza xwe rewa berdiyin? Ma haya te ji rewşa Tirkiyê û Kurdistanê heye? Tu dizanî ku êdî Kurd ne bêxwedî ne? Tu dizanî ku gerîla û şoreşgerên Kurd xebata xwe ji serê çiya anîne nava dilê bajar, gund û heta metrepolên Tirkiyê jî? Tu dizanî ku dînçî û peyrewên te yên ku bi peran hatine xapandin, êdî di nava civaka Kurd da bêrûmet û kerametin? Ez vê mizgîniyê jî bideme te ku tu gelek dereng ji xewê şiyar bûy. Êdî Kurd û Kurdistan ji xewa sedsalan şiyar bûne û nayêne xapandin. Çimkî êdî rêber û şoreşgerên me bi felsefa xwe ya kûr hem maska gelek kesên mîna te rakirine û hem jî Kurd baş bi dîrok û mezibûna wan hesandine. Êdî roja we Fetüşçîyan li Kurdistanê ava bûye.

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org