Basbux û şoreşa Kurdistan
Dadgehkirin û girtina serfermandarê artêşa Tirk yê berî bi sê salan, ne ji rêzê, di ser rêzê re û li pêş rêzê ye, mîna qantir bize, li welatekî wek Tirkiye ku “ herkes esker ji diya xwe dibe”, esker pîroz û “artêş ocaxa pêxember e” diqewime.
Basbux, mirovê di ser mirovan re; di asta Firewn, Nemrûd, Neron û Hulagu de bihêz, texî, jixwe piştrast û li xwe ewle, êdî di zîndanê de, ne seet, belê roj û şev lê derdikevin û diçin ava. Ew jî li 140 efser, general û amîralên li Silîvre zêde dibe.
Tirkiye ji ku hate ku û hê wê çi bibîne û çi na !!!!
Ji roja komar çêbûye û bi vir de 28 serfermandarên artêşa Tirk hatine û çûna, giş ji awira zihiyet û mentalîteya xwe zarwên heman malbatê, neyarên kurdan û xelekên heman zincîrê ne.
Di çend qonaxan de mirov dikare dîroka serfermandariya dewleta dagîrker bigre dest û di çend rêzan de wek pêşgotinekê gilale bike:
Inonu û Fevzi Çakmak ku ji yên ewil in û bi taybetî yê duhem ku zêdeyî 20 salan li ser kar maye, artkîtekt, plançêker û tetbîqkarên qirkirin û jenosaydên serdema Şêx Seîd, Geliyê Zîlan, Dêrsimê û Hwd. in.
Di salên di nav Fevzi Çakmak û Mustafa Ruştu Erdelhun de ku sala 1958 an tê ser kar de ku dibe demek li dora 6 salan, 7 kesên din tên û diçin.
Ragib Gumuşpala û Cevdet Sunay serfermandarên serdema Kodetaya Gulana 1960 î û şeş salên piştî wê ne. Gora Seîdê Kurdî mehên Ragib Gumuşpala serfermandar e, li Rihayê tê vekirin û cenazeyê wî tê nebedî kirin.
Kodeta û darbeya Adara 1970 î jî di salên Memduh Tagmaç de li dar dikeve.
Ev fermandar giş herçendî bi aliyên xwe yên îdeolojîk û siyasî mîna libên heman tizbiyê bin û dirêjayî û dewamên heman hiyerarşiyê bin jî, hinek ji wan bi kirinên xwe, bi salên mana li ser kar û piştî kincên leşkerî danîne û yên sivîl lixwekirine, hinekî din zêdetir derketine pêş û bi êş û azara dane milyonên gel, di asteke fireh de di bîr û hafiza milyonan de qar bûne, cîh girtine.
Wek nimûne Ahmet Kenan Evrenê ku salên di nav Adara 1978 û Tîrmeha 1983 an de wek serfermandar kar kir û piştre jî heta sala 1989 an xwe kir serokkomarê heftemîn yê Komara Tirkiye, ne bi tenê kodeta û darbeya navdar ya 12 ê Ilona 1980 î kir, belê bi sedhezaran kes avêtin zîndanan, di mengeneyên şkencexaneyan re derbas kirin, hejmarek lawên ciwan îdam kir, belê di serî de Destûra Hîmî û pê re jî giş qanûnên partiyên siyasî û ceza û hwd. serobinî hev kir, civak depolîtîze kir, riya senteza îslama Tirk vekir ku AKP ya îro û Fethulah Gulenê Pensîlvanî jî xelatên wê pêvajoyê ne.
Di ser kodetaya Kenan Evren re nêzîka 32 salan derbas dibin û ji Kenan Evren û bi vir de heta bi serfermandarê îro Necdet Ozel ku Kurd jê re Necdetê kîmyewî dibêjin 10 serfermandarên din bûn şepene û rêz.
Ev 32 sal jî bûne salên mestirîn, dirêjtirîn û biserûbertirîn şoreşa gelê Kurd li dijê artêşa Tirk û serfermandarên wê.
Heta niha Tevgerarizgarîxwazî 11 serfermandarên ji kategoriya “ ev û ne ev” ku her yekê hatiye bi sonda ku wê PKK tesfiye bike hatiye, bê ku encamekê bigrin ew qediyane, pişta stuwê xwe xwirandine, dawya xwe dawşandine û çûne.
Piştî Kemal û Ismet Inonu, meqamê Serfermandariya Giştî, meqamê helî bilind û organê helî xwedî hêz yê dewleta xwiya û nexwiya bû.
Ev meqam. li himberê tu kesî ne berpirsiyar bû, ew xwediyê bi tenê yê dewletê û milet bû. Di rastî û realîtê de pozisyona wî di ser ya serokwezîr û serokkomar re bû, kesî newêrîbû li siya wî binere.
Ji ber ku ev wiha bû jî ji sala 1960 î û pêde jî kodetayên leşkerî û tehdîdên artêşê, çucarî nesekin în. Piştî her derbe û midaxelê jî, ya serokwezîr û serokên siyasî dihatin îdamkirin û girtin û yan jî serokwezîran radihiştin şefqên xwe, kursî bicîh dihiştin, ser di ber de û di devê derî re derdiketin.
Gotinên li ser kaxetê wek gotina “dewleta Hiqûqî” gotineke bênaverok,vala û ji qirikê û berjor de bû. Hiqûq di destên kesên xwedî çek de û di destê serfermandarê artêşê de bû.
Girtina serfermandar Başbug gav û rûdaweke nû û ciddî ye, ji bo vê gotin nave, belkî yek ji wan tiştan e ku berî bi çend salan nedihate xeyalkirin. Belê pêwiste ji bîra nebe ku raste Basbux di hundur de ye, belê hiqûq û syaseta kodetaya 12 ê Îlonê û giş qanûn û mewzûatên wê li ser kar in.
ji bo demokrasî bi pêş bikeve, sefera demokrasiyê bighe rawestgeh û armancên xwe, hewcedariya Tirkiye bi şoreşeke demokrasiyê; guhertin û xwebinûvekirineke pilûralîst, naskirina mafê kurdan, elewiyan, êzdî û giş etnîsîte û kulturan û misogerkirina van gişan di destûreke nû ya Hîmî de heye.
Tirkiye di nav guhertinê de ye, naçarê guhertinê ye û motora vê guhertinê û ber bi pêş de başbûna wê jî, şoreşa Kurdistan e ye.
Demokrasî û her guhertina li Tirkiye dibe, dicire û li serê wan girtina Basbux, ku çend roj in di medya de manşet e û li derve jî nûçe ye, giş bi xêr û saya berxwedana kurdan, gerîalyên gelê Kurd, serokayetiya neteweyî û di encama vê berxwedanê de bêprestîjbûn û bêotorîtemayîna artêşa Tirk û serfermandarên wê ye ku di şer de bi serneketin.
Ka em binerin çi li pêşiya serfermandarê dawî Necdet Ozel e ?