Nameyeke vekirî ji rewshenbîrê kurd re li bashur-rojavayê Kurdistanê
Dr. Zerdesht Haco
Kekê birêz,
bi destûra Te dixwazim bi kurtî be jî ez dîtina xwe di biwara tevgera kurdî de li bashur-rojavayê Kurdisatanê bi Te re parve bikim. Li gor chavdêriya min di van salên dawî de du diyardeyên wêranker di tevgera rizgarîxwaza kurdî de li vî parchê welatê me xwe dane pêsh.
Ya pêshî ew e, ku serdestiya zimanê erebî li zimanê me gelekî shax vedaye, êdî beshê peyvên erebî di zimanê me de dem bi dem bihtir dibe û rewsh ber bi wê yekê ve diche, ku zimanê kurdî ewchendî hejar û belengaz dibe, heya hevwelatiyên me êdî ji Kurmancî sherim dikin û rûmeta xwe di zimanê erebî de dibînin.
Ku em ji niha ve li dij vê diyardeyê nexebitin û rê lê negirin, ne dûr wê zarokên me xweshiya xwe û pêsheroja xwe di zimanê erebî de bibînin. Ku rewsheweke wisa bi ser me de girt, em bê chare dibin.
Vêce ji ber ku zimanê me stûna sereke ya neteweya me ye, ew ji aliyekî ve hêza hebûna me ye û ji aliyê din ve alavê siyasî yî herî mezin e, ji bo pejirandina me weke gelekî serbixwe.
Ji ber vê yekê bi dîtina min armanca sereke, ya ku di ber de divê rewshenbîrên kurd “biha û arzan” bidin, ev e.
Ya didiwan jî ew e, ku ez di van salên dawî de chavdêriya chirokkirina doza me yî neteweyî dikim. Piraniya hêzên siyasî yî kurdî li bashur-rojavayê Kurdistanê dest bi ajotina siyseteke ku dirushma wê bûye, em sûrî ne, kirine.
Ev siyaset bêgoman dûrî rastiya dîroka gel û welatê me ye. Ew siyaseteke ne rast e û divê ziyanên wê yî mezin werine bi nav kirin.
Gava em dibêjin em sûrî ne, em xwe bi xwe dixapênin. Li aliyekî ji me we ye, ku em bi vê yekê dikarin „dek û dolaban“ li dagîrkeran girêdin û em dixwazin bawer bikin, ku dagîrker ewchendî nezan e û ewê ji me bawer bike. Li aliyê din em giyanê chirûktiyê di nav gelê xwe de dichênin û hestên wî yî kurdistanî pûch dikin.
Rastiya heryekî mji me ew e, ku hestên dayikên me, yên ku piraniya wan ji Kurmancî pêve nizanin, li Amedê, Qersê, Mêrdînê, Cizîra Bota, Dîlokê (Intabê), Mereshê, Dihokê, Helebche, Silêmanî û Mehabadê ne, û ne li Horan, Besra Ash-Sham, Laziqiyê, Banyas, Riqqayê û her wekî dî ne. Piraniya dayikên me jî ev navên bajarên Sûriyayê ne bihîstine. Êdî hest û giyanê dayikên me bi Kurdistanê ve girêdayî ne û ne bi Sûriyayê ve.
Li derveyî welat û li kochberiyê jî, hevalên me xelkên Mêrdînê, Amedê, Wêranshehrê, Zaxo, Silêmaniyê, Shingalê, Hewlêrê, Ûrmiya, Sine û Mehabadê ne, tu di nav me de hevalekî erebê Sûriyayê nabînî.
Vêce bo chi em sûrî ne? Chima em ji destpêkê ve di ber rastiya xwe de xebatê nakin? Chima em baweriya gelê xwe bi doza wî yî dadimend qels û chirûk dikin, li shûna ku em mirovên xwedîbawerî bi giyanê rastiya dîrokî perwerde bikin?
Dem hatiye, ku em ji Erebên sûrî re bêjin, xushkino, birano, chawa hûn parcheyek ji neteweya ereb bin, wisa em jî parcheyek ji neteweya kurd in, chawa ji we re rewa ye, hûn di ber armancên neteweya ereb de bixebitin, wisa ji me re jî rewa ye, ku em di ber armancên neteweya xwe de bixebitin. Chawa derveyiyan welatê we tar û mar kir, heman derveyiyan welatê me jî tar û mar kir û em û we xistine nav sînorên dewleteke chêkîrî de. Êdî tenê rastiya dîrokî dikare di nav me û we de bibe xwedî biryar. Ku em û we bixwazin bi hev re di nav vî sînorê chêkirî de bijîn, divê ev yek tenê li ser bingihê dilxwaziyeke azad be. Di dewleteke weha chêkîrî de tenê li ser bingehê wekheviyê em dikarin bi hev re bijîn, wekî dî wê hashtî di nav me û we de nebe.
Divê dan û standina me bi Erebên sûrî re li ser vê bingehê be. Her helwesteke din xwexapandin e, ne baweriya me pê heye û ne ya dijberên me pê heye.
Divê dest ji siyaseta keysperestiyê were berdan û siyaseteke li ser bingên rastiya dîrokî were ajotin.
Pêshewayên vê rêya rast jî, berî her kesî rewshenbîrê kurd e.
Dr. Zerdesht Haco
18.04.2011