Serbixweyên bindest û bindestên serbixwe
Mirhem Yigit
Çend sed sal in Rojhilata Navîn negotiye xwezî bi îro. Herêm ji bin destên Osmaniyan derket ket bin deshelatdariya dewletên rojava.
Têkilî û girêdana bi pêşengên kapîtalîzma cîhanê re, herêm modern nekir, bervaja ji kilerîkalîzm û dogmatîzma sedsalan re bû alîkar, palik û piştgir.
Derdê Ingilîz, Firensa û Emerîka ne ew bû ku nirxên şoreşên Firensa, George Wasingthon û sedsalên piştretir derbasî vê herêmê bikin, derdê wan ne demokrasiya li herêmê, emaret, şêx û cûntayên li vir, belê berjewendên wan bûn.
Derketina ji bin nîrê Osmaniyan û ketina bin kontirola dewletên emperyal, azadî neanî Rojhilata Navîn.
Hewlên navxweyî ji aliyê kesên wek Dr.Musediq, Evdilkerîm Qasim û Nasir, partiyên ser bi Sovyet û yên mîna Xumeynî, Telîban, Hizbulah û El Qaîde jî nebûn dermanê derd, vekrokên girêkan.
Raperînên dawiya sala 2010 an û mehên heta niha ji sala nû jî wê çendî bibin çare em dê bibînin.
Deshelatdarî û dewletneteweyên Rojhilata Navîn ber û berhemên salên piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn in, statuya 90-100 salên dawî, ne mîna heta berî bi demekê dihate texmîn kirin, ne bi tenê li dijê kurdan, belê di esil û bingehê xwe de heman statû ne li xêra gelên ereb, faris û tirk bû jî.
Raperînên van çend mehên buhurî ji Oseana Atlasê heta bi Kendava Farisî ku qar û belabûne, ne bi tenê despotên ku ev bi qasî temenekî ne li ser kar in xistine nav qelaqê, belê ewçendî jî hêzên mezin û dinyaxwur ku arkîtektên vê statuyê bûn bi xwe jî dide ponijandin.
Kurdan her ji destpêka xwe de ev statû û kirasê biyanî, ev tefsala bi zorê ne pejirand , li dij derketin, ew hezim nekirin û bi dirêjaya sedsala dawî qet pê re li hev nekirin, serê xwe jê re dananîn.
Dema mirov li rewşa hinek ji welatên dewletneteweyên Rojhilata Navîn dinere hin caran fikreke wiha, fikra ku gelo ”serbixwebûna” van welatan, çendî serxwebûne û hêjaye çi, çêdike li ba mirov.
Em îro di vê rewşa çendparçeyî û bindest de jî şikra xwe bi rewşa xwe tînin û em van neteweyên serdest gelekî ji xwe azadtir û serbixwetir nabînin.
Ez bi navê xwe bêjim dilê min nabije wan, nadexisim wan, heta dibêjim çendî ji dest me bê pêwiste em neşibin wan.
Di nav şerê li dijê vê statûya dudamarî de; li aliyekî paşverûtiya tirk, ereb û faris û li aliyê din modernîteya navnetewiya bêperwa de em ji diya xwe bûn, ketin rê, hatin îro û bûn enerjî, xwîn û can ji demokrasiyê re .
Tam kengî bû di bîra min de nemaye, belê wê berî bi 15 salekî be, Tevgera Rizgarîxwazî behsa perwerdeya bidehhezaran dikir, em kurd bi taybetî li Bakur û piştre jî li perçên mayî, tam di vê qonaxê de ne û em rojane vê dijîn.
Bi tenê li hejmarên ketine nav çend çalakiyên 70-80 rojên dawî, çalakiyên meha Adar û Nîsanê, hejmara beşdarên Newrozê û Newala Qesaban, xelkê li ser riya Amara û ev pêlake tên û diçin Çadirên Aştiyê, di nav rêz û sefên limêjên Înan de milên xwe didin hev binerin, hun dê ne dehhezaran belê milyonan bibînin.