KURD Û STATÛYA WAN Û ŞERÊ WÊ YÊ KU TÊ DAYÎN
Li Kurdistanê, ku mirov tenê li vê sadsale wê ya dawîyê tenê jî binerê, mirov wê bîne ku şer û pevçûn jê xilas nebûya. Şerê dewletên herêmê yên weke Îran, Sûrî, Tirkî û Îraqê, bi ser xwe ve sadsale me buhurand. Ew şer û pevçûna wan ya bi kurdan re hê jî berdewam dike. Kurd, ji destpêka sadsale 20´an ve li herême xwe bêstatû hatina hiştin. Hemû mafê wan ji destê wan hat girtin. Kurdistan bixwe jî, di nav çar welatan(Îran; Sûrî, Îraq û Tirkî) de bû çar qat. Her her welat, her qate ku di nav sînorê wê de ma, bi wê re dîrokaka xwe ya şer ya bi wê re nîvîsand. Ew dîroka wan ya şer ya bi kurdan re hê berdewam dike. Hê jî kurd, li ber wan ji bo mafê xwe û bidestxistina statûya xwe têdikoşîn.
Ev şerê bi kurdan re, Î ro, hatîya û ketiya demeka xwe ya nû de. Şerê bi kurdan re yê ku hate vê demê hate dayin yê heyîn û hebûnê û parastina wê bû. Lê di vê demê de bûna wê ya şerê statûyê jî, li wê zêdebûya. Bi vê yekê re, mirov karê bibêje ku şerê kurdan yê ku hate î ro wan da û yê ku bi wan re hat dayîn, hatîya û gihiştîya astaka xwe ya dîrokî. Mirov nikarê tenê wî şerî, tenê êdî weke şerê heyîn û hebûnê êdî şîrove bike û bêne ser ziman. Aliyê wê yê statûyê jî, li wê zêdebûya. Kurd, ew şerê heyîn û hebûna wan, hê bi dawî nebîya. Hê hebûna wan bi tûnebûnê re rû bi rû ya. Di vê demê de, ew şerê wan yê ji heyîn û hebûna wan dihat, li pêşîya xwe li gor demê û bi demê re xale statûyê jî danîya. Kurdan, bi xwestina statûya xwe re, êdî tekoşîna parastina heyîn û hebûna xwe rengê wê dîyarkirin. Bi vê yekê re, mirov karê balê bikişêne ser tiştekî din jî. Ew jî her weha ev a, ku şerê wan yê ku êdî weke ku bûya şerê statûyê, bûya weke şerê herêmî jî.
Şerê ku kurd didin, ji kîjan aliyê ve mirov ku lê binerê, wê baxtê rojhilat û yê pêşaroja wê jî di xwe de bide kifşkirin. Ji destpêka sadsale 20´an û hate vê roja me, tiştek ne guharîya. Ew jî, tekoşîna kurdan ya ji bo azadîya xwe ya. Lê bi wê re tiştekî din jî xwe parastîya. Ew jî, her weha ev a, ku di wê deme destpêka sadsalê de, tekoşîna ku kurdan dabû destpêkirin ji bo statûya ku di wê demê de ku gihiştîba serkeftina xwe, wê ancama wê ji ya î ro ku kurd bigihişina serkeftina wê ne cudatir bê. Divêt ku mirov wê yekê di serî de kifş bike. Statûya kurdan, di aslê xwe de wê statûya herêmê jî bi xwe re bide kifşkiirn û bêne. Î ro, ya ku li herêmê tekoşîna wê dihê dayin jî ev yek bixwe ya. Kurdan, deme ku konfaranse Lozanê bû û têde statûya herêmê hate kifşkirin û ew li dervî wê hatina hiştin û wan ku li ber wê li berxweda, ku ew di wê demê de bi serketiban, wê ev guharîna ku di vê demê de ku wê biserketina xwe re bihanîyan, wê di wê demê de destpêkek wê li herêmê bigiştî daba dest pê kirin. Ya ku hê heyîn û hebûna xwe re bi kurdan û tekoşîna wan re diparezê jî, ev yek bixwe ya. Ji ber vê yekê, hewldanên kirina bin kontrolê ya pêşketin û şoraşa kurdan, ketîya lezeka mazin de bi hêzên ku li herêmê xwedî sîyeset û serdestîyê na.
Li herêmê kurd, baxtê wan, weke ku baxtê herêmê jî bi awayê pêşketina wê re di xwe de diveşêrê. Mirov, vê yekê dibîne. Di vê demê de, di deme ku kurdan xweserrîya xwe li herêmên xwe denzandin de, êdî li ber wan şerê ku dihat meşandin, hat gurrkirin û mazin kirin. Îranê piştî ku kurdan li bakûrê kurdistanê xweserîya xwe denezand, êdî şerê xwe bi kurdan re da destpê kirin. Tirkî ji her aliyê ve bi oparasyonên didana meşandin re bişer maztir û gurrtir kir.
Li herêmê, bi tekoşîna azadiyê ya kurdan re kurd, hatina ber wê rewşê ku êdî yekbûnekê di nava xwe de biafirênin. Şerê ku bi kurdan re ji aliyê Îran û Tirkî ve di vê demê de tê meşandin, xoslet û teybetmendiyê wê yê ku heya yê demî, ew e ku wê yekbûnê nede çêkirin. Ev şerê ku bi kurdan re tê meşandin, bi wê re di nav kurdan re hewldana çêkirina nakokîyan jî tê nîşandin. Ew gotinên ku di çapameniyê de cihgirtin û gotin ku "başûrê kurdistanê, bi wê re levkirinek di vî şerî de hatîya mohrkirin", ku rast jî bê û ne rast jî bê, vê armancê di xwe de diparezê. ..
Bi vê yekê re, weke ku berê dihat kirin, êdî kurd di vê demê ku wê êdî baxtê xwe bidina kifşkirin, êdî tenê bi nava xwe re meşkul bin. Armanca duyemin jî, di vir de ev a. Di vê demê de li her aliyê kurdistanê, bi vê yekê kar û xabatên Îran û Tirkî dimeşîn. Li Sûrî, çend ku di wê demê de li ber guharina rejimê ya jî, di wê guharina ku pêk were de ku da qana kurd nebina xwediyê statûyekê hewldanên tirkî û Îranê hene. Wezîrê karê dervê yê tirkî çûna wî ya Sûrî û peyamên tirkî yên ku wî bi xwe re birin, tenê di vê xalê de na, bi pirsgirêka kurd ve girêdayîna. Peyema pêşî, li ser wê ya ku kurd bêstatû bên hiştin in di deme nû de. Xale wan ya şereka ew a ku kurd, di pergalê de nebina xwediyê ti statûyê. Bi vê yekê re, şerê ku dihê meşandin, hem ji aliyê kurdan ve bê û hem jî ji aliyê hêzên ku bi kurdan re şer dikin re bê, bûya şerê statûyê. Kurd, şerê statûya xwe ya ku ji wan hatîya standin didin. Dixwezin ku ew statûya wan carek din li wan were vegerandin.
Lê di vir de çendî ku were ser ziman û ne ser ziman jî, mirov karê bibêje ku kurd bigihiştina statûya xwe, wê ew statûya wan, wê herêmê û statûya wê, ji binî ve bide guharandin. Wê pêşketinaka nû ji herêmê re bêne. Wê herêm, weke ku ji nû ve were avakirin wê lê were. Herkesek jî, vê yekê dizanê û di farqê de ya. Bi vê yekê re, li pêşîya statûya kurdan, ne tenê hêzên herêmê yên ku serdest in hene, hêzên ku li herêmê politikayê dimeşênin, hemûya jî, statûya kurdan wan eleqeder dike.
Başûrê kurdistanê, baxtê wê bi qatên din yên kurdistanê ve bûya yek. Di van rojên ku Îran bi kurdan re şer daya destpêkiirn de, mirov vê yekê hê çêtir û baştir hîs dike. Başûrê kurdistanê, hate ku pirsgirêka kurd li herêmê bi tememî newê çareserkiirin, wê jê re rehetî û aramî nebe. Wê hertimî çûna bi ser wê de wê bibe. Bi statûya başûrê kurdistanê re, di aslê xwe de di statûya herêmê ya ku bi înkara kurdan hate roja me hatîya de qûleka mazin vebû. Ji wê qûlê Îran jî û Tirkî jî bi bandûr dibe. Bi statûya başûrê kurdistanê re pirsgirêka kurd bi awayekî vekirî hat ber tirkî jî û ber Îranê jî û ber Sûrî jî. Piştî wê bistatûbûna başûrê kurdistanê re tirkî jî heyîn û hebûna kurdan herê kir. Lê ew herê kirin, wê çawa li herêmê bi statû bibê jî, ew hate nahaka jî ne hatîya dîtin û herê kirin.
Qata mazin ya kurdistanê aliyê bakûrê kurdistanê ya ku dibin destê tirkî de ya. Çareserîya li vê qatê, wê bi xwe re çareserîya li qatên din hê zûrtir bi xwe re bêne. Tirkî, hate vê kêlîkê jî, ti planên wê yên çareserkirina pirsgirêka kurd nîn in. Li ser tûnebûna kurdan sîyeseta xwe dimeşêne û şerê wê dikir. Eleqeye wê ya bi pirsgirêka sûrî re jî ji bo pirsgirêka kurd a. Hewldana wê ya ku ew dide nîşandin, li ser bêstatû hiştina kurdan a. Bi vê yekê re hem bi Emerîka re û hem jî bi hêzên rojava re dîplomasîya xwe dimeşênê. Yanî bi kurtasî mirov karê bibêje ku hê sîyeset û dîplomasîya înkara kurdan dike.
Ew gotinên ku hin rayadarên dewleta tirk binavê "vekirina kurd" bilêv dikin û dibêjin jî, tenê di armanca domandina wê sîyeset û dîplomasîya înkara kurdan de dibê. Ji wê zêdetir, nabuhurê. Li ser sûrî jî, danûstandinên tirkî yên bi Emerîka re jî, li ser vê yê na. Di hemû danûstandinên wê de tenê tiştek û armancek li pêş a. Ew jî her weha ew a ku pergala sûrî ya ku were afirandin de kurd nebina xwediyê ti statûyê. Î ro, tirkî şerê vê jî dide. Gotina serok wezirê tirkî T. Ardogan ya ku got "meseleya sûrî, meseleya me ya hundir" e jî, mirov divêt ku di vir de bi pirsgirêka kurd ve girêdayî bixwêne. Di Sûrî de di guharandina pergala wê de gihiştina kurdan ya statûya xwe, wê bandûra wê statûya wê li tirkî jî bike. Tirkî, vê yekê naxwezê. Bi statûqûya herêmê ya ku heya re hê şerê înkara kurdan tê dayîn.Tûnekirina kurdan, hê tê hasibandin. Ji dîrokê birina wan, hê tê hizirkiirn. Hê jenosîd, tê ferzkirin.
Tirkî, ti programên wê yên çareserkiirna pirsgirêka kurd nîn in. Bi vê yekê re, li ber xwe dide. Di çûna bi ser Sûrî de Tirkî, ji ber vê yekê dixwezê ku di refê pêş de cih bigirê. Li ser vê temenê bi Îranê re levkirina tirkî heya. Di şerê de Îranê yê bi kurdan re, tirkî jî heya. Li bakûrê kurdistanê, kurdan xweserîya xwe denezand. Kurdan, bi vê denezandinê dan nîşandin ku êdî naxwezin êdî bêstatû bijîn. Tirkî, bi wê denezandinê re politikayên wê yên ku di vî warî de bide meşandin jî, ketina zorê de. Lê di vir de, ji bo ku kurd, navaroka wê xweserîyê tişî jî nekin, di nav kirin û hewldanê de ya. Ewqas çûna wê ya bi ser kurdan de ya Tirkî ya piştî denezandina xweseriyê jî, vê ancamê û armancê di hundurê xwe de dihawêne. Ji ber vê yekê jî bê, di vê demê de di nav kurdan de yekbûnek, ji her aliyê û demê ve şart a. ..
--------- ----------
Doza girtina Roj tv, qadaxakirina zimanê kurdî û oparasyonên leşkerî û sîyesî yên tûnekirinê: Ji kîjan eliyî ve ku mirov li rewşa kurdan binerê, mirov wê bibîne ku dibin pêvajoyaka tûnekirinê de na. Di 15 tîrmehê de doza televizyona kurd ya ku bi kurdî weşanan dike, li danimarka li ser daxweza tirkî dest pê dike. Tirkî dixwezê kuu televizyona kurd were girtin. Dixwezê ku dengê kurdan bitamirinê. Li gor wê, çendî ku dengê kurdan tamirand, wê ewçendî karibe kurdan bike bin kontrola xwe de û wê karibê, li gor ku dewlet dixwezê wê ew karibe wan bi rê ve bibe. Li kurdistanê, dozên lawazkirina siyeseta kurd yên ku ji wan re dibêjin "dozên KCK", doza roj ya birrîna dengê kurdan, oparasyonên leşkerî û siyesî yên şîkandina vîna kurdan û tesfîyekirina wan, hemû jî divêt ku mirov wan bi hev re bi yek destî hildê li dest. Di van rojên dawiyê de amadekariyaka pir mazin ya leşkerî tê kirin. Tê gotin ku "wê amadekarîya oparasyonaka dervî sînor tê kirin". Di vê demê de doza televizyona kurd tê dîtin. Berî vê televozyona kurd Med tv û Medya tv, hatibûn girtin. Piştî wan televizyonên kurd yên ku hatina girtin re roj tv di kevneşopîya wan de bidest weşanê kir. Bi teybetî, divêt ku mirov bibêje ku roj tv ji bo kurdan pirr girîng a. Roj tv, çand kurdan bi dîroka wan re weşana wê dike. Bi teybetî, li ser çanda kurd û pêşketina wan di sekinê. Roj tv, yê, di civaka kurd de, pêşketinaka mazin derxista li holê. Bi teybetî jî, di jina kurd de pêşketinaka mazin derxista li holê. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bibêje ku civaka kurd, weke ku ji nû ve afirand.
Di vê demê de tê xwestin ku roj tv were girtin. Daxweza girtina roj tv, mirov karê bi xwestekên tirkî yên veşartî re fahm bike. Tirkî, kurdan weke civat û civakekê nasnakê û naxwezê ku nas bike. Roj tv jî, civat û civaka kurd esas digirê û ji bo pêşketina wê, weşanên xwe dike. Bi teybetî, aliyê ku dewleta tirk û Îranî jî li ser disekinê ev aliya. Di vê demê de, êdî nikarê weke berê zimanê kurdî qadaxa bike. Ji ber vê yekê, wê bixwe jî televizyonaka ku bi kurdî weşanê dike ya bi navê "trt-şeş" vekir. Lê zimanê, bi nirxên xwe yên civatî re ziman a. Ku ziman, ji nirxên xwe yên civatî û civakê yên ku ew ji wan afirîya ku hate dûrkirin, wê tenê, weke bêjeyna ku tên bikarhanînin wê bêmene. Dewleta tirk, di televizyona ku vekirîya, ti carî cih nadê nirxên kurdan yên ku ew pê xwe biafirênin. Ti carî cih nadê nirxên wan yên civatî. Bi zimanê kurdî, çand tirkîtiyê pêşkêşî kurdan dike. Bi vê yekê, dixwezê ku kurdan, ji civatîya wan dûr bike. Bi awayekî din jî, mirov karê bibêje ku bi vî rengî trt-şeş, ew televizyona ku wê vekirîya, xizmeteka mazin ji wê re dike ku netewa kurd, di nav ya tirk de bihalêne. Trt-şeş, xizmeteka mazin di vî warî de ji wê re dike. Lê roj tv, bi kurdî û çanda kurd weşanê dike. Ya ku dewleta tirk eleqedar dike, ev aliya.
Pêşxistina çanda kurd, ji aliyekî ve pêşxistina temenê pêşketina civata kurd a. Ji vî aliyê ve ku mirov lê binerê, mirov wê bibîne ku roj tv ji bo kurdan û pêşketina wan, karekî mazin yê dîrokî dike. Di aslê xwe de di vejandina kurdan de roj tv, bi televizoyên kurd yên berî wê ku hatina girtin re di nav kurdan re bi pêşketina wan re bûya xwediyê weyneka mazin ya dîrokî. ..
Piştî ku kurdan xweserîya xwe denezand, êdî ev êrîşên li wan pirr zêde bûn. Oparasyonên leşkerî û yên sîyesî li wan zêdetir bûn. Bi dozên weke yên roj tv. re di qadaxa navnetewî de jî, alyê sêyemin yê oparasyonî li dijî kurdan hatîya destpê kirin. Li kurdistanê oparasyonên leşkerî û sîyesî berdewam dikin. Bi oparasyonên leşkerî re bi sadan ciwanên kurd hatina qatilkirin. Bi oparasyonên sîyesî re jî bi hezaran sîyesetmederên kurd hatina girtin û î ro di zindanê de na. Î ro jî, doza girtina roj tv tê dîtin. Mirov divêt ku van aliyan hemûyan bi hev re şîrove bike. ..
Hukumeta tirk, dii bin navê "vekirina kurd" de weke ku hinek nivîskar bahsa wê dikin dabû dest pê kirin. Wilo dihat gotin.Ev çend salin ku bahse pêvajoyaka bi vî rengî tê kirin. Lê bi van oparasyonên leşkerî û sîyesî û her weha dozên weke yên dozên roj tv re mirov karê fahm bike ku ew vekirin çi vekirin in û vekiirnên bi çi armancê na. Pêvajoya vekirina kurd, di aslê xwe de pêvajoya paxtawkirdina kurdan û ji holê rakirina wan ya bi nirxên wan re ya bi demê re ya. Divêt ku mirov wê gotina "vekirina kurd", bi vî rengî fahm bike. Serokê hukumeta tirk T. Ardogan, çû almanya û got ku "bişavtin şûcê mirovatiyê ya" û hate tirkî û got ku "bişavtin rabûya ji holê". Lê deme ku wî ev gotin digotin de, kurdan kampanya perwerdehîya bi zimanê dayikê dabû destpêkirin. Deme ku kurdan gotin û xwestin ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin, heman mirovî bersiva ku da kurdan ev bû," bila ti kes mafê bi perwerdehîya zimanê dayikê ji me nexwezê". Wekî diin jî, deme ku bahse mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê hat kirin jî, wî bixwe digot ku "bi kurdî perwerde nabê, wê welêt perçe bike". Bi vê yekê re, wî bi gotina xwe re qadaxaya li ser zimanê kurdî da berdewam kiriin.
Di vir de, derdikeve li holê ku ew vekirina kurd ya ku rayaderên dewlet bahs dikin, hat dîtin ku tenê safsatayaka. Ji safsatayakê pêde ne ti tiştekî dî ya. Di bin navê vekirina kurdan de, tesfîya kurdan hatîya plan kirin. Ya ku hat dîtin jî, ev yek bixwe bû. Di wê roja ku ev gotina "vekiirna kurd" hat rojevê û hate vê rojê, pêvajo û pêşketinên ku bûn jî, hemû jî, dan nîşandin ku gotina vekirina kurdan tesfîya kurdan di xwe de dihêne ser ziman. Di çerçova wê pêvajoya tesfîya kurdan de mirov divêt ku vekirina wê doza televizyona kurd roj tv bihasibêne û bêne ser ziman. Ji xwe, li tirkî nahaka zimanê kurdî hem li gor destûra wê ya bigihîn û hem jî li gor hemû qanûnên wê qadaxa ya. Kurd, li gor destûra wan, wek "tirk" tên dîtin û nîşandin. Navê kurdan û kurdistanê qadaxa ya. Bi wê zihniyetê jî, nêzîkatî, î ro tê nîşandin. Li gorî destûra tirkî ya ku heya û li gor zihniyeta ku T. Ardogan ku dihizirê ku wê li gor wê destûraka nû ya din wê çêkirin jî, kurd, tirkkirina wan tê farzkirin. Bi vê yekê re, çend ku hin gotinên tên gotin ku "me qadaxaya li ser zimanê kurdî rakirin" jî, ji rastiyê dûr in. Rastîya vê gotinê wê kengî rast bê? Kengî ku kurd, bi navê xwe hatina ser ziman û bi zimanê xwe û li gor dîrok û çanda xwe perwerdehîya xwe ya zimanê dayikê dîtin, hingî mirov karê vê gotinê jê re bêne ku rast a. Lê nahaka ne rast a. Tenê dereweka.
Dewleteka ku di nav qada navnetewî de jî li dijî kurdan hê dîplomasîyê dide meşandin û zimanê kurdan qadaxakirîya li cem wê li gor destûra wê ya bingihîn û dîplomasîya girtina televizyonên kurdî dike, çendî ku mirov karê gotinên wê yên weke yên "vekirina kurd"an rast û samîmî bibîne?
Di vê demê de karê ku di keve ser milê kurdan de pirr a. Kurd, divêt ku vê yekê bibînin. Divêt ku li van nirxên xwe xwedî derbikevin. Ji bo wan gerek qiyemetê biqatênin. Kurd, di vê demê de ku li nirxên xwe xwedî dernekevin, wê nikarin di demên xwe yên pêş de bi navê xwe sîyesetê bikin û xwe ji halandinê rizgar bikin. Divêt ku vê yekê di serî de bibînin. Di çerçova doza girtina roj tv de, divêt ku mirov hêrîşên li ser xweserîya kurdan ya ku wan denezandî jî bi bîr bike. Ji ber ku ev jevnecuda na. Bi hev ve girêdayî na. Yek ji ya din cuda û qût nayê dîtin û ser ziman. Li kurdistanê, ji bo ku navaroka wê xweserîya ku kurdan ji bo xwe denezandî newê tişî kirin, ji her aliyê ve hêrîş hene. Li ser wê ne tişîkiirina navaroka wê ve jî, hêrîşên ku li wê dibin hene ji bo nava wê newê tişîkirin. Ji ber vê yekê kurd, di pêşketin û pêşxistina xweserîya kurdistanê de bi hev re yekbin û wê pêş bixin. Ne pêşxistina wê navarokê xweserîyê jî, temenê pirr hêrîşên mazin yên ku li kurdan dide amedekirin û afirandin. Aliyekî wê doza girtina roj tv jî, bi hewldana astengkirina tişîkirina navarok xweserîyê re jî girêdayî ya. Divêt ku mirov vê yekê jî, her weha bi teybet, bi hev re û bi hev ve hildê li dest û şîrove bike.
Xweserîya kurdistanê denezandina wê bixwe jî, berpirsîyasî û barekê li li ser milê hemû kurdan dike. Bi bicihhanîna pêdîvîyên vê pêvajoyê ve girêdayi, ew berpirsîyarî û bar dikeve li ser mirovê her kurdî de. Ku hizir û ramana wan çi bê û bi çi awayî bê, her kurd, di vir de di çerçova kurdistanîtiyê de li xweserîya demokratikê xwedî derketin divêt ku bibê. Di vê demê de li kurdistanê bi xweserîyê re çêkiirna pêşketinekê di nav kurdan de, wê kurdan bêne astaka ku karibin li herêmê jî êdî weyn û rol bileyizin. Lê di vir de, divêt ku pêşî, di çerçova nasnametiyê de lê xwedî were derketin. Ev pêvajo, ku mirov li kîjan aliyê ve lê binerê, mirov wê bibîne ku xûy û qarekterê wê guharîya. Xûy û qarakterê wê bûya yê statûyê. Doza roj tv jî, divêt ku mirov di wê çerçovê de şîrove bike û fahm bike. Di vir de, li dozên weke yên roj tv jî lê xwedî derketin, li kurdistanê divêt ku bi awayekî sazî bê. Siyesetmederên kurd, divêt ku wê hildina rojeve xwe û li ser bisekin in. Di siyesetê de hanîna li ser ziman û parastina nirxên gelê kurd yên bi vî rengî, wê rengê wan û yê xweserîya wan jî bide nîşandin. Wê rengê siyeseta wan jî bide nîşandin.
Ji vê pêvajoyê, wê yekbûnaka kurdan ya ku wan di nava xwe de çêkirîya, wê wan biserfirazî derxe. Ev pêvajo, pêvajoyaka ku têde tekoşîna statûtiyê tê dayin a. Bi vê yekê re, di çerçova vê pêvajoyê û gîyan û qarakterê wê de di wê de tekoşînkirin, wê kurdan ji wê pêvajoyê bi serfirazî derxe. Dewleta tirkî, li kurdan û bidestxistina statûyê ya wan, pirr mazin di sekinê. LI ser sûrî re jî, wê şerê bêstatû hiştina kurdan dimeşêne. Bi Îranê re bi kurdan re ketina wê ya şer jî, mirov divêt ku bi vê hewldana wê ya bêstatû hiştina kurdan ve girêdayî şîrove bike û hilde li dest. Di vê pêvajoyê de wê kurd, weke pêvajoya 1923´an bstatû êdî nemênin. Ew bêstatûtîya ku heya, wê tekoşîna kurdan wê bi xwe re wê ji holê rakê. Pêşketina kurdan ya ku wan bi xwe re û di xwe de û li dora xwe daya çêkirin, wê derfetê êdî nadê. Lê tekoşîna statûyaka ku kurd têde ji bindestiyê rizgar nebin jî, tekoşîna wê tê dayin. Bi çê awayê bê bindestî, hertimî wê tekoşînê û şer bi xwe re bêne.
11.08.2011/Abdusamet Yigit