Operasyonên Artêşa Tirk
Ji roja 16ê Tebaxê vir ve artêşa tirk li hember gêrîlayên HPGê operasyonan pêk tîne. Wusa diyar e ku wê ev operasyon bi cureyên din jî bidomin.
Ji sala 1984an vir ve PKK li hemberî dewleta tirk şer dike. Ji heman demê vir ve jî cur be cur hêzên dewletê li hember PKK û herweha li hember gelê kurd şer dikin û qirêjian pêk tînin. Ev ne cara yekem e ku hêzên dewleta tirk dikevin axa Başûrê Kurdistanê, heya niha bi sedan, belkê bi hezaran caran ew çûne Başûr.
Tê bîra me hemuyan, di sala 2008an de operasyonekê pir dorfireh, bi hêzên bejayî li herêma Zapê pêk anîn. Lê belê encamê wê operasyonê bû têkçûna artêşa tirk. Ji heman demê vir ve dewleta tirk bi tevlêbûna hêzên bejayî li Başûrê Kurdistanê pêk neaniye. Ji 16ê Tebaxê vir ve tenê balefirgehên şer tevlî operasyonê dibin, hê operasyona bejayî nehatiye dest pê kirin. Li gorî ku ez dibînim, rayedarên dewletê û hikûmetê bi tirs nêzîkê operasyona bejayî dibin, eger heman operasyon pêk were û carekê din, weke ya sala 2008an bê encam bimîne, wê demê ti rûmeta artêşa tirk namîne.
Qasê ku em dişopînin, di van rojan de rayedarên dewletê civîn li ser civînê lidar dixin, mijarê analîz dikin. Nepêkanîna operasyona bejayî jî, pêkanîna wê jî, jibo dewleta tirk mijarekê pir girîng û xetere ye. Eger heman operasyon pêk neyê wê di derbarê artêşa tirk de bibe sedemê nirxandinên neyênî. Lewre, bi çi cureyê dibe bila bibe, ew di cewherê girtina biryarekê de xeteriyên mezin dibînin.
Li gorî ku ez dizanim, operasyona hewayî zêde zerarê nade hêzên gêrîla. Lê belê, eger heman operasyon dirêj bidome û di dawiya vê demê de jî operasyona bejayî pêk were, mirov dikare bêje ku wê hêzên gêrîla hin tengasiyan bijîn. Di vê rewşê de, dê were zanîn ku, wê bi sedan leşkerên tirk werin kuştin, herweha wê hejmara wendayiyên gêrîla jî zêde bin.
Bi çi cureyê dibe bila bibe, encama operasyonê, an jî ya operasyonan, ji tu pirsgirêkê re nabe çareserî. Ji niha ve tê xuyan ku gelê kurd lidijî nêzîkatiya AKPê bê deng namîne. Eger rewş bi vî awayî bidome, nakokiyên di navbera Gelê Kurd û dewletê de kûrtir dibin. Bi vê nêzîkatiya siyasî, AKP wê nikaribe carekê din ji Kurdan dengan bixwaze. Di nava AKpê de jî wê hin Kurd (nêzîkatiya Mehmet Mir Dengir Firat weke nimûne ye) bê deng nemînin.
Çi jibo Kurdan û çi jî jibo dewletê, bi rastî ev pêvajo pir girîng û xetere ye. Divê ji her du aliyan ve jî xwînsarî serdest be û çareserî bi rêbazên demokratîk were ceribandin. Di vê şerê de ne feydeya Gelê Kurd û ne jî ya Gelê Tirk tine.
Ahmet DERE
29.08.2011
Ev nivîs di rojnameya Rûdawê de hatiye weşandin