pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

 ‌Heydar Omer

 

Vegere Destpêkê

 

Cegerxwîn, kelepûr û helbesta hevber

-1-                   

Dergeh:

Gava metirsî û belayên mezin gef û guran didin miletan û hebûna wan dixin ber dava dagîrkirin û pişaftinê, û gava zordariya polîtîkî û civakî hêzdar dibe, û hemî awayên azadiya gel dorpêç dike, û xwediyên peyva azad, çi helbestvan bin, û çi jî nivîsevan û ramanbîr bin, bi kotekî neçareyî bêdengiyê dike, wê hîngê ew miletan ji xwe berê û yekser vedigerin rehên xwe yên netewî, bi her du destan û bi hestên germ pê digirin, da hebûna xwe li hember wan metirsiyan biparêzin û giyanê berxwedana xwe gur bikin.

Kelepûr jî yekek ji hêzdartirînên wan rehan e, ku milet li hember bahozan xwe bi ser de pal didin, ji ber ku dikare hestên netewî hêzdar bike, û baweriya wan bi regeziya wan biçespîne, çimkê kelepûr gencîneya şahî û şînan, serkeftin û têkçûnan e, nimûneyên paybilind ji zargotin û dîrok û wêje di xwe de dicivîne, milet dikare waneyên kêrhatî jê werbigire.

Helbestvanê Misirê Mehmûd Samî El-Barodî; serkêşê raperîna wêjeya erebî di serdema sedsala nozdemîn de, bala xwe dide rewşa wêje û helbesta erebî, ku di serdema Ebebozan û Osmaniyan de gelek lawaz bûne, weha hizir dike, ku eger helbesta erebî venegere rehên xwe û li gel kelepûra xwe têkildar nebe, dê nikaribe, regeziya xwe biçespîne, pêre jî dê her lawaz bimîne. Vê lomê ewî da ser şopa helbestvanên serdema Ebbasiyan yên bi nav û deng, û helbesta xwe li gor şêwe û awayên helbesta wan rist.

Evê xebata El-Barodî rê li pêş helbestvanên Ereb vekir, ku di dema dagîrkirina welatên wan ji hêla îngilîzan û firansiyan de, vegerin kelepûra xwe û wê vejînin, da giyanê berxwedanê di derûnan de gur bikin. Rexnevan û dîroknivîsên wêje û helbesta erebî cefayên helbestvanên wek Ehmed Şewqî, Hafiz Îbrahîm, Ehmed Miherren, Ezîz Ebaze û hinên din di vê meydanê de zor biha dinerxînin, ji ber ku ewana nav û bûyerên ronak ji nav kelepûra xwe vebjartin, û xebata wan di nav helbestên xwe re careke din anîn bîra civakên xwe, da ew civakan riyên wan lehengan bişopînin, ji hêlekê de li hember dagîrkeran ber xwe bidin, û ji hêla din de wêje û helbesta xwe vejînin.

Helbestvan û rexnegirê îngilîz T. S. Îlyot jî hevtêkiliya helbestvan û kelepûrê gelek bilind nirxandiye, ewî sala 1917ê gotara xwe (Kelepûr û behreya xweyîtî ) weşand, tê de weha çûye, ku nirxdartirîn beşê xebat û karê helbestvanan ew e, yê ku tê de bavpîrên xwe yên mirine vedijînin, û helbestvan û hunermendên hemî awayên huneran nikarin bi tenha nirxê xwe bistînin, belê nirxên wan di navbera hevtêkiliya wan li gel helbestvan û hunermendên pêşîn re tê xuyairin, û wek çawa buhêrek rêbertiya serdema niho dike, divê serdema niho jî buhêrekê biguhêre.

Mebesta Îlyot ji vê boçûnê ne ew e, ku kesayetiya helbestvan di kelepûrê de wenda bibe, û helbestvan jî bibe awêneya ku rêz û bawikên civakê tê re werin xuyakirin, pêre jî her du rûçikên (sîfet) rasteqîniya wî; ango regezî û hemdemiya wî werin pişaftin. Mebesta Îlyot ew bû, ku giyanê wan rêz û bawikan were naskirin, ew giyanê ku yekîtiya hemî beşên kelepûrê pêk tîne, û tev li ramana serdema hemdem dike.

Ramana serdema hemdem xelekeke tev li xelekên kelepûrê dibe, ji ber ku berdewamiya wan e, vê lomê jî hevtêkiliya li gel kelepûrê ti caran rê li pêş hevbestiya helbestvan li gel realiteyê nagire.

Em nizanim gelo haya entilcênsiya çand û wêjeya kurdî, Cegerxwîn jî di nav de, ji bizava El-Barodî yê misrî û ji bang û boçûna Îlyotê îngilîzî hebû, yan na, lê tiştê ku em dikarin bê dudilî bibêjin ew e, ku gava  entilcênsiya kurdî bala xwe da rewşa welatê xwe yê parvekirî, û gelê xwe yê bi şûnda mayî, berê xwe da kelepûrê, û gelek awa û cûreyên wê kom ser hev kirin, ji ser lêvan wergirtin û xistin ser rûpelan da ji ber lepên wendabûnê biparêzin, û deynin ber destên her kurdekî. Her weha gelek helbestvanan jî hilgêrên raman û hizrên xwe di wan cûreyên kelpûrê de dîtin, û ew hizran di navbera wan hilgêran re pêşkêş kirin, wek çawa Xaniyê nemir hizrên xwe yên netewî û civakî û polîtîkî di navbera vejandina çîroka Mem û Zînê re diyar kirin.

Cegerxwîn jî, piştî ku derdora 25 salan ji temenê xwe di hicrikên olewerî de têper kirin, pê hay dibe ku ne ji bo wê yekê hatiyê dinyayê, vê lomê riha xwe kur kir, şaşik û çupe avêtin, û xwe berda nav civaka Kurd, evê civaka ku nîrên ayînî, aborî, civakî û dagîrkirin û parvekirina welatê dê û bavan, têkiliya wê li gel ziman û wêjeya wê lawaz kiribû.

Gava Cegerxwîn, wek helbestvan, bala xwe da rewşa ziman û wêjeya serdema xwe, û dît ku ji du hêlan de şerê wan tê kirin, çi ji hêla civaka kurdî de, ku ziman û wejeya xwe bi paş pişta xwe de avêjtiye, guh nade wan, û çi ji hêla dagîrkerên welatê wî de, ku bi her awayên fêlbaziyan hewl didin,da gelê kurd di nav xwe de bipişêfin û wenda bikin. Wê hîngê Cegerxwîn jî wek helbestvanên miletên din berê xwe da gencîneya kelepûrê, gelek çîrok, çîvanok, pênd û metelok ji ser lêvan girtin, kom ser hev kirin, dan çapkirin û xistin ber destên civaka xwe, lê bi vê yekê tenha nekir, belê bi ser de jî berê xwe da Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, û jînenîgariya gelek leheng û kesayetiyên kurd ji nû ve vejand, û di dîwanekê de bi sernavê ( Şerefnameya Menzûm ) weşand, da civaka Kurd, di xebata li hember kotekiya zordar û dagîrkeran de riyên wan kesayetiyan bişopîne.

Cegerxwîn di meydana helbestê de jî wê riyê digire, û nimûneyên geş ji wêjeya kevin vedibjêre, û helbesta xwe li gor şêwe, awaz û kêşa wan nimûneyan dirêse. Helbesta wî ( Dil ji min bir ), ku li gor ya Melayê Cizîrî (Şox û Sengê) nivisandiye, di vê meydanê de nimûneya payebilind e.

Mela yê Cizîrî; helbestvanê, ku di penava wêjeya kurdî de, bi nav û deng e, serkêş û pêşengê kilasîkên Kurd e, dîwaneke gewre, ku bi xebata Şêx Ehmedê Zivingî şirovebûye, bi şûn xwe de hêştiye. Di helbestên xwe de şeyda xuya ye, û dil û cergên wî bi germa evînê sotî xuyan in.Cegerxwîn jî  ala kilasîkan ta sedsala bîstem bilind hildaye, û ketiye ber dava evînê.                                                        

                                                     -2-                                                                                                                     

Têrm:

Me li jor  gotibû, ku helbestvanê Misirê Mehmûd Samî El-Barodî berê xwe dabû helbesta erebî ya serdema Ebbasiyan, ku rexnegir û dîroknivîsên wêjeya erebî pêşiya wê serdemê bi (serdema zêrîn ya wêjeya erebî)  nav dikin, û helbestên helbestvanên navdar, wek Ebû Temmam, El-Buhtirî, El-Mutenbbî, û hinekên din vebjartibûn, û helbesta xwe li gor awa, şêwe û awaza wan ristibû.

El-Barodî helbesteke wan pêşiyan vidibjart, û helbesta xwe li gor şêwe, kêş, awaz û  rêzbenda wê helbestê dirist, û tê de bi awayê ne yekser ew helbesta pêşî nîşan dikir. Rexnegir û dîroknivîsên wêjeya erebî ew helbestên El-Barodî bi (Muarede / مُعارَضَه ) nav kirin.

Wateya ferhengî ya vê peyva erebî, bi zimanê kurdî, (rikberî) ye, pêre jî weha xuya dibe, ku helbesta El-Barodî wek dijbera helbestên wan pêşiyan e, lê mebesta wan berevajî vê wateya ferhengî ye. Mebest ew e, ku helbesta El-Barodî ji her warên xwe ve, çi avakirin, û çi şêwe, kêş, awaz, û rêzbend li gor ya wan pêşiyan e.

Abdulkadir Bingol, helbestvan û nivîsevanê Bakurê Kurdistanê vî awayê helbestê bi (Nerzîre نظيرة /) nav dike, û weha diçe, ku ev peyv „ ji zimanê erebî têt. Wateya wê ya ferhengî hinkûf, deng, wekok e. Di îstîlahê de, dema helbestvanek helbesteka helbestvanekî dî ko jê hez dike deyne li ber xwe û bi heman awa, beşavend, pîvan û redîfê helbesteka dî çêbike, ji bo wê helbestê „Nezîre“ tê gotin“, û weha diçe ku ev awayê helbestê ji farisî derbasî wêjeyên dî bûye(1).

Mebesta rexnegirên wêjeya erebî, wek ku me li jor dabû xuyakirin, û boçûna Abdulkadir Bingol û ya me li hevdu dibanin; ango boçûnên me hersiyan yek e, lê behaneya, ku Abdulkadir Bingol pê vê cûreyê helbestê şirove dike, nikare şûna xwe di qada rexneyê de bistîne, ji ber ku eger hezkirina helbestvanekî ji yê din sedema vê yekê be, ma çima ev helbestvanê  duwem hemî helbestên yê jê hezdike ji bo helbestên xwe neke nimûne û mînaka bilind? Her weha navê, ku rexnegirên wêjeya erebî li vê helbestê kirine jî bi hewceyî şirovekirinê ye; ango bê şirovekirin mirov di mebesta wan nagihîne.

Ji ber ku peyva „nezîre“ erebî ye, nizanim Farisan çi nav li vî cûreyê helbestê kirine, lê li ba me, bi baweriya  min,  ya rast ew e, ku em têrmekî (musteleh) din bipelînin, û zimanê xwe ji dêndariya zimanên din derxînin.

Mebesta helbestvanê vî cûreyê helbestê ne ew e, ku şiyanên xwe di tenga huneriya avakirina helbestê re bide xuyakirin, her weha mebest ne ew e jî, wek rêzdar Abdulkadir Bingol diçe, ku helbesvanek ji helbesvanekî dî hez dike, vê lomê helbesta xwe li gor ya wî dirêse. Mebesta vê yekê ew e, ev helbestvan, bi vî karê xwe, dide xuyakirin, ku ew bi helbesta hevnifşê xwe qayîl nabe, ji ber ku  ji her du warên avakirinê û zimên de helbesteke lawaz e. Bi ser de jî ji hemî helbestvanên hevnifşê xwe dixwaze li kelepûr û pêşiyan vegerin, helbesta xwe mîna ya wan birêsin, da rê li ber lawazbûna wêjeya xwe bigirin.

Eger em boçûna rêzdar Abdulkaqir Bingol bipejirînin, û bi wê nerînê vî cûreyê helbestê vekolin, em dê gunehkariya mezin li helbestvanên vî awayê helbestê bikin, ji ber ku dê were xuyakirin, ku ewana tiştek bi ser bermayên pêşiyan de nekirin, û her tim di bin paşila wan de mane.

Bi vî awayî peyva (Nezîre) jî nikare barê vê helbestê hilgire, ji ber ku ev peyv dide xuyakirin, ku her du helbest; ya pêşiyan û ya din ji her warî de wek hev in, lê rastî tiştekî dine; rastî ew e, ku heye (belkî) ev helbesta nû ji ya kevin xurtir be, û heye jî nikaribe hilkişe asta huneriya helbesta kevin. Vê lomê ez vî cûreyê helbestê bi (helbesta hevber) dinavînim, ji ber ku gava mirov xwe dide hember yekekî din, mebesta wî ew e, ku xwe wek yê din, an jî xwe ji wî çêtir an xurtir bike. Her weha gava du tiştan dide ber hev, wê hîngê dixwaze warên hevbeş û yên ji hev cuda yên wan her du tiştan ji hev du veqetîne.

Heye ev boçûna min cihê xwe di meydana rexnegiriya kurdî de bigire, û heye jî negire, lê di vî warî de heya îro ji (nezîre)ya rêzdar Abdulkadir Bingol derbas be, min di dîrok û rexnegiriya wêjeyî kurdî de tiştek nedîtî, ev nav jî, wek ku min li jor diyar kir, ku ji hêla zimanewanî de ne peyveke kurdî ye, û ji hêla têrmînologî  de jî nikare mebesta vî cûreyê helbestê hilgire. Vê lomê ez dê li gor vî têrmî; ango helbesta hevber, helbesta Cegerxwîn vekolin.

                                                           -3-

                      Nimûneyên Helbesta hevber ya Cegerxwîn:

 

Dil ji min bir:                                          

Du helbestên Cegerwîn di nav destên me de ne, dikarim herduwan li gor têrmê helbesta hevber vekolim, hêmanên hevbeş di navbera wan û yên pêşiyan de bipelînim, ka ew û vî têrmî li hevdu dibanin, yan na. Lê berî pêşî dixawzim balê bikşînim ser wê yekê, ku Cegerxwîn helbsetek di dîwana xwe ya yekem de heye, sernûsa wê (Şox û şengê) ye(2), wek sernûsa helbesta Melayê Cezerî  ye, û mijara wê jî evîn e, lê ji vê pê ve, ji hemî waran de ji ya Mela cuda ye. Vê lomê em dê wê ji vê babeta xwe veqetînin. 

Helbesta Melayê Cezerî (Şox û şengê )(3) û ya Cegerxwîn (Dil ji min bir)(4).Her kesê, ku wan herduwan bixûne, dê bibîne, ku her du helbestvan dilber û bandora evîna wê dane ber xwe. Lê heya wê bandorê ( akam ) biderbirînin, pesnê (wesf ) hin beşên gewdên dilberên xwe didin.

 

Bejna wê,li ba Mela serwe, û tox e, û li ba Cegerxwîn jî serwe û şaxê nû şivîn e. Gerdenê wê, li nik her duwan şemal e. Dêmê wê, li ba Mela, dur e, nedîr e, heyv e, û roj e, û li ba Cegerxwîn jî roj e, ji şana hingivîn e, sipî ye, dur e, û ji rengê tavê ye. Ebriwên wê, li cem Mela, nûn in ( tîpa nûn a erebî ), Qews in (kevan ), û hilal in ( heyva yekrojî ) , û li cem Cegerxwîn jî nûn in, xar in, zirav in, heyv in, û das in. Biskên wê, li ba Mela dal in ( tîpa dal a erebî ), sema nin, herîr in, tab in, û wek goyê nin ( gog ), û li ba Cegerxwîn jî dal in, li dor dêm çember in, li ser dêm belav in, û şêreng in. Dilbera Mela xemrîpor e, û ya Cegerxwîn reşpor e. ya Mele awirpiling e, û ya Cegerxwîn awirşûr û şêr e, ya her duwan peyvşêrîn e, û ya Cegerxwîn newqzirav û lêvşêrîn e jî.

 

Dilbera Mela, bi gelemperî, şox e, şeng e, nazik e, şêrîn e, xeram e, ciwan e, şêr e, eywan meqam e, û serfiraz e. Ya Cegerwxîn jî şox e, şeng e, nazik e, şêrîn e, ciwan e, gewr e, kaniya ava heyatê ye, û borcewaz e.

 

Ev in, rengdêrên her du yaran, li nik her du helbestvanan; ew bi xwe jî nîşanên evîneke pêjindar e (hissî ), ku bêpariya ( hirman ) evîndaran diyar dike.

 

Evîn, wek ku ezmûneke (tecrûbe) mirovane ye, bê hebûn û hevevîna her du aliyên wê ( jin û mêr ) naçe serî, û gava her du helbestvanên me, di evînê de, bê par xuya dibin, bê guman em dikarin bibêjin, tevî  ku her yekî ji wan dilberek heye jî, lê ezmûna wan ji ber kêmasiyê dinale, ji ber ku ev rengdêrên pêjindar (hissî) tîbûneke evînî diyar dikin, û nebûna hevevînê teqez dikin. Lewre em bawer in, ku ewana û yarên xwe negîhane hevdu. Ji ber vê yekê em dibêjin, ku

ezmûna wan, ya evînî, neçûye serî, û ewana bê par mane, çimkê evîn têkiliyeke, ku di bingeha xwe ya biyolojîk de, li ser xwaziyeke peyatî ( cinsî ) vedine, û pêk tê, têrkirina wê xwaziyê ji bo dûzana kesayetiyê ji warê derûnî de pêwîst e.

 

Lê gava evîndarên şeyda (muteyyem), ji ber hin sedemên civakî, û ayînî, nikarin wê xwaziyê, bi awayê biyolojîk, têr bikin, ewana di navbera pesna beşên gewdên yaran re, wek dêm, çav, lêv, gerden, û sîngan, wê xwaziyê têr dikin, û kesayetiya xwe bi dûzan û lihevhatî diparêzin. Lê ev têrkirina manewî, ku dûzana kesayetiyê diparêze, derbirîna hunerî ku asta wê bilind e, jê re divê. Ma gelo derbirîna her du helbestvanên me gîhabû vî astayê bilind, an na?!.

 

Helbesta Mela kilasîk e, ji 30î malikên, ku li pêlewaza remel a(urûda erebî ) siwar bûne, pêkhatiye. Pêlikên wê jî ev in (فـاعِـلاتـُن فـاعِـلاتـُن فـاعِـلاتـُن  - faîlatun, faîlatun, faîlatun ), di her birekî malikê de sê caran dubare dibe, ango bi tevayî şeş caran di her malikekê de dubare dibe, lê helbestvan dikare ji dêvla şeş caran, çar caran dubare bike.Mela jî weha çûye, û ya çarê jî di birê duwem de bi kurtahî haniye, û  (faîlun  فـاعِـلـُنْ) hêştiye. Ev yeka ne şermeke hunerî ye,lê lerzîna hêrsê helbestvan, di vê penavê de, dide xuyakirin, û bêtebatiya, ku ji dest germa evînê tê de dijî,  eşkere dike. Lê bêtebatiyeke nerm e, ti caran derbas astayê xewrevînê nabe, ji ber ku wêneyên helbestî li nik wî bi dûzan û lihevhatîn in, û tebata wî teqez dikin:

Şox û şengê, zuhre rengê.

Dil ji min bir, dil ji min.

Wê şepalê, miskî xalê,

dêm durê, gerden şemalê,

cebheta biskan sema lê.

Dil ji min bir, dil ji min.

 

Bi rastî jî, derûna mirov ji komek hestan peyda dibe, û qeşengî û ciwanî jî wan hestan dikşêne û dilerizîne. Lewre em li hember lerizîna ku,  wê keçika şepal, dilrevîn û bisksema berdaye hestên Mela, bi carekê mat nabin, çimkê tiştê, ku dilan dihejîne, hêjaye, ku ciwan be. Bi vî awayî girêdanên, ku di navbera destpêkan û encaman de hene, zelal û rava li ba Mela xuya dibin.

 

Çarînên helbesta Mela, tev bi vî awayî rêz dibin, û serkeftina wî di penava şêweyê kilasîk de berçav dikin. Di afirînên hunerî de, divê durvên wan berdestiya naverokan bikin, eger ne wusa bin, ew afirînan birîndar dibin, û bandora wan li xwendevanan sivik dibe, ji ber ku hîngê nerastiya hunerî, ya hunermend, berz  xuya dibe. Lewre gava helbesta Mela bi kêş, rêzbend, wêne, û peyvên xwe ve lihevhatî û bi dûzan tê, rastiya hestên wî yên evînî, tevî ku belkî yarê lê ne guhdar bû jî, berbiçav û teqez dike.

 

Cegerxwîn jî ev babet daye ber xwe, lê şêwe û ramanên Mela tev li nik wî diyar in. Reh (kok) û damarên wateyên wî ji yên Mela dipişkivin. Xwendevan dikarin li her du helbestan vegerin, da bi xwe bibînin. Ten   ê em dixwazin li nik hin rengdêrên, ku Cegerxwîn xwastibû wan biguhêre, rawestin, da bibînin ka helbesta wî hevber e, an lase ye (teqlîd).

 

Dilbera Mela dêm nedîr e, ango bi ronahî ye. Cegerxwîn  ev wate birî û gotiye “ Dêmên ji rengê tavê “ . tenê peyv guhertine û wate jî wek ya Mela hêştiye, ji ber ku her du peyvên nedîr û rengê tavê wateyekê didin. Dîsan gotiye “ Dêm ji şana hingivînê “. Ev wêne ji her du aliyên wateyê û zimên ve ne lihev e, ji ber ku ciwaniya hingiv çêjtî ye (zewqî) û ya dêm çavkî ye ( nerînî, dîtinî ). Ango rewşeke hevbeş di navbera her du aliyên wekhevbûnê (teşbîh) de nîne. Ev yeka rewanbêjiya vê wekhevbûnê lawaz dike. Ji warê zimên de jî, ya rast ew bû, ku bigota ( Dêm ji şana hingiv e ) an ( Dêm şana hingivîn e) an jî ( Dêm şana hingivînê ). Ji ber ku ( ê ) di hevoka Cegerxwîn ne kirar e, belê wê (ê )yê rengdêra dilberê xistiye şûna navê wê ,û bang wê dike, (wek çawa mirov dibêje : Bejinbilindê, û mebesta wî :” lêêê bejinbilindê” ye ), pêre jî divyabû, ku hevoka Cegerxwîn bê daçek ( ji ) ba, û bigota : ( Dêm şana hingivînê ), ne (Dên ji şana hingivînê).

 

Em bawer in, ku kêşê û rêzbendê (qafiye) Cegerxwîn neçareyî vê çewtiyê kirine, lewre ev wêne li ba wî qels û sist bûye, ji ber vê yekê jî ev wêne negîhaye rewaniya, ku bi perê Mela sazbûye.

 

Ebriwên dilberên her du helbestvanan heyv û kevan in, ango xwar û zirav in, lê yên ya Cegerxwîn wek (das) ê ne jî “ Ebriwên wek heyv û dasê “. Hebûna (Das)ê di vê hevokê de nazikiya vî wêneyê hunerî birîn dike, ji ber ku xweristiya wê ya hesinî sitemeke dijwar li ebriwan dibarîne, û Cegerxwîn der heqê wê keçika ( ciwan û newq zirav ) de tawanbar dike.

 

Biskên wan dilberan mîna tîpa (dal) in, ango lihevgerîn in. Li ba Mela heya dawiya helbestê lihevgerî dimînin, lê biskên yara Cegerxwîn wusa namînin; hin caran (dal)in, û “ bûne çember bisk li dor “ dêm, û hin caran jî “ bisk li ser dêm bela “ nin.

 

Tiştê aşkere ew e, ku biskên wek ( dal û çember ) lihevgerîn in, lê yên ( bela ) bi ber jêr de dadigerin û diherikin, ango yên lihevgerîn û yên belabûne ne wek hevdu ne. Bi ser de jî Cegerxwîn me li hember rengê wan biskan mat dihêle, gava dibêje: “ Şê gulî berdan bi mestî “, û di dû re jî yekser dibêje: “ Por şevê, rû rengê tavê “.  Em nizanin çawa biskên şê ( çîl/ber bi zer ) û porê reş dê li ser yek serî bêne xuyakirin?!.Lê tevî vê jî, ev wêneyê hunerî, ku şevê (tariyê) û tavê (ronahiyê) li gel hevdu girêdide, hem lerzîneke ciwan berdide dil û hestên xwendevanan, û hem jî berztirîn rengdêrên wêneyê nûjen; ango matmayîn û havîbûnê, diyar dike, û hemdemiya Cegerxwîn dide xuyakirin.

 

Cegerxwîn, di pehnava rengan de, careke dîtir dikeve vê çewtiyê, ji ber ku hin caran yara xwe sipî bêşkêş dike “ Dêm sipî, xal gewr û sorê “ , “ Rengê berfê sîng û zendê “, û hin caran wê bi rengê gewr li me dimîne “ Borcewazê, gewr û nazê “.

 

Tevî ku em dizanin her du rengên ( sipî û gewr ) ji hevdu ve nêzîk in,  lê ji hevdu cudan in jî, bi carekê çênabe, ku tiştek bi her duwan bête pesinandin. Weha mirov pê hay dibe, ku Cegerxwîn pesna du jinan, an du keçan dide.

 

Cegerxwîn, di vê helbestê de, pirîcar  xwe bi ser Mela de pal dide, û wateyên wî bi kar tîne û dubare dike. Gava pesna gotûbêja yara xwe dide, dibêje: „ Peyve qendê „, Lê Mela berê gotibû „ Şêrîn kelamê „, û gava qala pergala wê ya civakî dike, dibêje: „Ketme tora borcewazê „ û „ Ez birim birca serayê „ lê ev wate jî ji ba Mela biriye, çimkê Mela berê gotibû: „ Totiya eywan meqamê „.

 

Ev têbînên, ku me li jor diyar kirine, didine xuyakirin, ku Cegerxwîn di bin bandora Mela de milxwar e, û di gelek wêne û wateyên xwe de deyndarê wî ye, bi ser de jî hin caran wate, wêne û zîmbolên hunerî yên Mela di destên wî de lerizîne. Gelo çi yê nehênî di paş vê yekê de heye?!.

 

Gava em bibêjin, ku raman zimanekî bê deng e, û ziman jî ramaneke bi deng e, em hîngê ti tiştê nehênî aşkere nakin, ji ber ku civaknasan ji zû de tiliyên xwe dane ser vê rastiya, ku lihevhatina ramanê û zimên pêwîst û diva dibîne. Lewre gava raman di hişan de ne sayî û ne zelal be, an di bin mij û dûmên de mexelî be, hîngê ziman û şêweyê, ku wê ramanê diderbirîne, lerzandî û bê dûzan tên. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin, ku wêneyê dilberê di hişê Cegerxwîn de ne numa ye, çimkê hin caran pesna wê bi rengdêrên, ku berevajî hev in, dide, wek ( sipî , gewr, porşev, şêgulî ). Ev yeka dide xuyakirin, ku ne evîn û derbirîna ciwanî, belê bîranîna şêweyê avakirina helbestê û reseniya zimên xem û qisaweta Cegerxwîn bû.

 

Belê… Me gotibû, ku Mela jî ji hevevînê bê par e, lê bê guman wî dilberek daye ber xwe, û jê hez dike, û kela evînê û ya  bêpariyê di vê helbestê de dirêje. Gîhaye dilberê yan na, ev nabe mijara pirsê. Lihevhatina naverok û durvê helbestê û awayê derbirînê nîşanên vê baweriya me ne. Lê mixabin ne tenê wêne û zîmbolên hunerî li ba Cegerxwîn cih negirtine, belê peyv û wateyên wî jî pirîcar bê hevgirêdan hatine. Li vê çarîna jêrîn binêr, û bide ber a ku di dû re tê:

Ketme tora keyxwedayê.

Min dema awir vedayê.

Dane dil lerzîn û tayê.

Dil ji min bir, ahî dil.

 

Wate û peyvên vê çarînê mîna cûbareke biharê, hêdî û nerm li gel hevdu diherikin, xêza dawî bersiva her sêyên berê ye, û encameke xweristî ye, ku ji wan zayî ye. Lê gava em li vê çarîna ku yekser di dû ya jorîn re tê, binerin, bê guman em hinekan ji hevokên wê bê hevgirêdan û bê hevtêkilî dibînin:

Lê dema dilber vewesta.

Mesrefa qehwê di desta.

Sed xwezî min jê bixwasta.

Dil ji min bir, ahî dil.

Xêza dawî ji bo ya yekem ancameke xweristî ye, lê her duwên dîtir bê hevgirêdan, ne li gel hevdu, û ne jî li gel yên din, ketine wê navberê. Evê kêmasiyê di du – sê çarînên dîtir de jî cih girtiye.

 

Helbesta Cegerwîn jî wek ya Mela li kêşa pêlewaza ( remel ) siwar bûye. Lê hin caran peyvên wê li kêşê nehatine, lewre jî helbestvan ji neçare peyvên welê guhertine, û wate kiriye qurbana kêşê, wek peyva ( xwînvexwar ), ku kirasê kêşê lê teng bûye, hema Cegerxwîn kiriya (xwînxwar) û gotiye: “ xûnxwarê, Teymûrî – Dame ber top û tivingê “.Li gor wateya hevokê, û di vê pehnavê de, peyva ( xwînvexwar ) rastir e, ji ber ku gava ravakirina zor û sitemê mebesta gotinê be, Kurd dibêjin ( xwînvexwar ) lê nabêjin ( xwînxwar ).

 

Weha diyar e, ku helbestvanê me gelek caran dibe dîlê kêşê. Ev yeka di rêzbendê de gelekî sayî xuya ye. Cegerxwîn pirîcar peyvan li gor dûzana kêşê bi kar tîne, û diguhêre,wek (hingivînê ), ku me berê nîşan kiribû, û peyva ( dasê ), ku em bawer in, eger ne ji bo dûzankirina rêzbendê ba, wê bi kar nanîba, her weha peyva ( zendê ), di vê xêzê de “ rengê berfê, sîng û zendê “ ku divyabû bêyî vê ( ê ) yê bihata, ji ber ku ew bangê li dîlberê nake, belê mebesta wî ew e, ku sîng û zendên wê wek berfê sipî ne, pêre jî divê (ê) ji dawiya peyva (zend) bihata avêtin.

 

Wek meberê jî gotibû, û dîsan dubare dikin, ku gelek miletên din, di demên raperînên rêzanî û çandî û wêjeyî de, berên xwe bi ber pêşiyan de dane,                                                                    ew û berhemên wan rêzdaran anîn bîriya xwe, û aferînên xwe li gor yên wan pêşiyan afirandin, wek çawa helbestvanên Ereban ew gav avêjtin, û beriya wan jî helbestvanên Girîkan û Latînan, di çerxa raperîna şiyarbûna Ewropa de, bûbûne qublegaha helbestvanên Ewropayê.

 

Weha diyar e, ku mebesta Cegerxwîn jî ew bû ku, bala rewşenbîr û helbestvanên serdema xwe bi ber awa û şêweyê pêşiyan de bikşêne, da li ziman û wêjeya xwe xwedî derkevin, ji ber ku ziman û wêje yekemîn parêzerên milata ne, dikarin wan ji ber davên pişaftinê biparêzin.

 

Ev hewildana Cegerxwîn, tevî hebûna hin kêmasiyan,li hember ya Melayê Cezîrî, dide xuyakirin, ku wî nirxê helbestvsaniya pêşiyan û hukariya kelepûrê baş nas kiribû, û karîbû vê riyê li pêş helbestvanên serdema xwe, wek Tîrêj, Keleş û hinên din veke, lê hewildana wî, di vê helbestê de, ji hêla ramanî de,di qunaxa (tomarkirina kelepûrê) de dimîne, û negîhaye qunaxa (derbirîna bi kelepûrê), û ji hêla şêwe û huner û avakirina helbestê de, eger xwe ji derbirinên laseyî (teqlîdî) rizgar kiriba, dê ji bo helbesta hevber ya hemdem, mînaka peyebilind ba.

 

 

Şeva hicran:

Helbesta Cegerxwîn ya din, ku mirov dikare wê bi ya hevber binavîne, helbesta (Şeva hicran)e(5). Cegerxwîn vê helbestê dide hember helbesta (Li kurdistanê kêvî ez)(6) ya Şêx Nûredînê Birîfkanî.

 

Ev helbest berevajî ya (Dil ji min bir) hinekê dûrî laseykirinê (teqlîd) ye. Ş. N. Birîfkanî di helbesta xwe de li gel Xweda dipeyivê, û hinek nerînên xwe yên tesewufî tê de diyar dike, û eşkere dide xuyakirin, ku baweriya wî, wek pirên  sofiînizman  bi yekîtiya heyînê heye, nemaze gava dibêje:

Bi xwe feyda îlah im ez, bi text û şah kulah im ez.

 

Ş. N. Birîfkanî helbest xwe li gor awaza pêlewaza (Wafêr) ya urûda erebî dirêse, û rêzbenda (qafîye) wê bi gotina (Ya Reb) girêdide; ev gotin her tim di dawiya birê çarem de dubare dibe, û weha jî heya dawiya helbestê dom dike.

 

Awaza pêlewaza Wafêr li ser pêlika مُفاعَـلَـتُن(mifaeletun ــ/ــ ــ/ )tê ristin; kîteke dengkurt, kîteke dengdirêj, du kîtên dengkurt, û yekeke dengdirêj li pey hevdu rêz dibin, û hin caran ev pêlik bi awayêمُفاعَـلْتـُن  (mifaeltunــ ///) tê, ku herdu kurtekîtên (berg) sêyem û çarem tev lihev dibin, û bi yekeke dengdirêj têne guhertin ( / ) û di here malikekê de sê caran dubare dibe, lê pirê caran li ba helbestvanên Ereb,pêlika sêyem bi awayê kurt tê ristin, û dibe  فَعولن (feolun ــ// ). kilasîkên Kurd, yên ku helbesta xwe li gor awaza vê pêlewaza urûda erebî ristine, hin caran pêlikeke din bi ser wan sisiyan ve dikin, û her birekî malikê bi du pêlikan dirêsin. Ş. N. Birîfkanî jî li ser şopa wan çûye, û  pêlika (mifaeltun) çar caran di her malikekê de dubare kiriye.

 

Her weha, eger em birên helbesta Ş. N. Birîfkanî bi forma çarînan li pey hevdu rêz bikin, em dê bibînin, ku her sê birên pêşî yên her çarînekê rêzbendeke hevpar hene, lê birê çarem yê hemî çarînan rêzbendeke hevpar heye, ji ya sêyên din cida ye, wek nimûne:

Eger mîr im, eger begler

Bi xwe nûrê çi xweş rehber

Li ber çawêm tenê dilber

Nîmaye her hew im ya Reb.

 

Tenê çarîna yekem ji vê sîstemê cida ye, ji ber her du birên yekem û sêyem rêzbendeke hevpar, û yên duwem û çarem yekeke hevpar hene:

Muhemmed hate mîiracê

Yeqîn ez her ew im ya Reb

Ji sîne şibhê wehhacê

Çi nûra pertew im ya Reb.

  

Cegerxwîn jî helbesta xwe bi awayê ya Birîfkanî ristiye, helbesta wî ji 16 malikan peyda bûye, her du malikan, wek Birîfkanî, yekser li pey hevdu rêz dike, û herduwên din hinekê ji wan bi dûr dixîne, ku helbesta wî, wek ya Birîfkanî, mîna çarînan xuya dibe, û peyva  dawî ya birê çarem heya dawiya helbestê (Ya Reb) dimîne.

 

Şêweyê helbesta Birîfkanî, xwe bi ser mecazê de pal dide, û wêneyên hunerî dixebitîne, lê awayê xebitandina wêneyên hunerî li ba Birîkanî pirê caran bi gavekê bi pêş pirên kilasîkan dikeve.

 

Delameta wêneyê hunerî li ba kilasîkan ew e, ku wateyê şirove dike,lê helbesta hemdem delameta wêneyê hunerî guhertiye; ev wêne, di helbesta hemdem de nema wateyê an jî ramanê şirove dike, belê bûye alava derbirînê. Hinek wêneyên Birîkanî jî ev delamet hilgirtine, û gavekê bi pêş wêneyê kilasîk ketine, wek nimûne:

Şeva tarî ku roj im ez ………

 

Ev wêne bûye alava derbirînê, û dide xuyakirin, ku helbestvan di nav heyama nezanîn û cehaltê de dixebite, da riya rast şanî mirov bike. Ciwaniya vî wêneyê hunerî di navbera berhevdana dijberan re xuya dibe; di tariya şevê de biriqîna tavê derdoran ronî dike. Her weha Ş. N. Birîfkanî peyvên hêzdar, ku gulma mirov dadigirin, vedibrêje, û pevka (hevok) xwe pê dirêse, wek peyvên (ayîn, soj, pehlew, salar û,h,w).

 

Ji vê pêve pêjna zargotina (folkilor) kurdî jî ji helbesta Birîfkanî tê, wek çawa birê dawî (çarem) yê çarînekê, di birê yekem yê çarîna din de dubare dike. Ev cûresîstem di helbesta gel û ya gelêrî û kulamên kurmancî de pir dubare dibe, helbestvanê gel û dengbêjan her tim di helbest û kulamên xwe de vê yekê bi kar tînin; ev sîstema helbestê û kulamê li hin deverên Kurdistanê bi (serdor) dinavînin. Birîfkanî jî vê yekê di çarînên 4 û 5 û di yên 11 û 12 de dubare dike. Di yên 4 û 5 de dibêje:

Disojim ez bi narê xwe

Bi nar û qehrê yarê xwe

Rûh û canêt neyarê xwe

Biyar û pehlew im ya Reb

 

Biyar û pehlewan im ez

Sipeh salarê wan im ez

Xwedawendê cîhan im ez

Ku seidê qeylew im ya Reb

 

Cegerxwîn helbesta xwe (Şeva hicran) dide hember ya Birîfkanî, ew jî li gel  xweda dipeyive, û her tim li dawiya çarînên xwe bang xweda dike, ji ber êş û derd û kulên, ku dilberê pêre peyda kirine, hawara xwe dike xweda û dibêje:

Nema min sebr û aramek

Ji ber jana evîna dil

Evîn behr e, belê tenha

Di ber pêlan ketim ya Reb.

 

Tevî ku herdu helbestvan bang xweda dikin, û pêre dipeyivin, lê mijara herduwan ji hevdu cida ye, Birîfkanî nerînên xwe yên tesewufî diderbirîne, lê Cegerxwîn êş û azarên, ku dilberê lê peyda kirine diderbirîne. Cidabûna naverokê çi kêmasiyê nagihîne helbesta hevber, ji ber ku merem û mebesta helbestvanê duwem, (ku li vir Cegerxwîn e) ne naverok e, belê awa û şêweyê avakirina helbestê ye. Vê lomê emê vî awayî li ba Cegerxwîn bipelînin.

 

Helbesta Cegerxwîn, ku ji 8 çarînan peyda dibe, li gor awaz û pêlewaza ya Birîfkanî; ango li gor pêlewaza Wafêr, hatiye ristin, lê wî jî wek Birîfkanî herdu kurtekîtên sêyem û çarem tev li hev kirine, û bi yekeke dengdirêj guhertine, ango ji dêvla (mifaeletun ــ/ــ ــ / ) ( mifaeltun ــ/// ) xebitandiye. Xuya ye forma (mifaeletun) li awaza zimanê kurdî nabane, ji ber ku hemî helbestên kurdî, ku li gor awaza vê pêlewazê hatine ristin, (mifaeltun) xebitandine, û Cegerxwîn li pey vê şopê çûye.

 

Cegerxwîn rêzbenda birê çarem ya çarînên vê helbestê ji ya Birîkanî wergirtiye, û ew jî banga (ya Reb) dixebitîne, û ev rêzbend di her du birên 2 û 4 yên çarîna pêşîn (yekem) de hatine xebitandin, wek ku Ş.N Brîfkanî jî wusa kiribû, û ji bo her sê birên pêşîn yên çarînên 2, 3, û 4 re rêzbendên cida veqetandine, çarîna pêşîn weha ye:

Di tarîka şeva hicran

Çiraxek sîfet im ya Reb

Ji ser heta piyan ar e

Bi carek vêkeim ya Reb.

 

Û çarîna duwem jî wisa ye:

Nema min sebr û aramek

Ji ber jana evîna dil

Evîn behr e, belê tenha

Di ber pêlan ketim ya Reb

 

Û ji her sê birên pêşîn yên çarînên 5, 6, û 7ê re rêzbendeke hevpar vebjartiye, wek nimûne, çarîna pêncem wisa ye:

Şev û rojan bi kovan im

Bi bilbil re dilovan im

Hevalê xuncê baxan im

Ji gul ez dûr ketim ya Reb.

 

Lê rêzbenda van her sê biran di her çarînekê de tê guhertin; ya sê birên çarîna 5ê li jor diyar e, ku ( an im) e, lê ya sê birên çarîna 6ê (lim ez) û ya yên çarîna 7ê (rî me) ye, lê ya yên çarîna 8ê dîsan tê guhertin, û di her birekî de jî cida ye, (kurd im. Kerd im, çerd im), wisa jî diyar e, ku awaza hemî rêzbendan, ji pêş heya dawiya çarînan her tim bi du kîtên dengdirêj kuta dibe.

 

Cegerxwîn hin caran kurtekîtan dengdirêj dike, û dengdirêjan jî dengkurt dike. Wek nimûne; gava dibêje (Nema min sebr û aramek) û gava dibêje (Evîn behr e, belê tenha di ber pêlan ketim yaReb), kîta (û), ku di bingeha xwe de dengdirêj e, lê Cegerxwîn wê kurt dike, û kîta ( e ), ku di bingeha xwe de dengkurt e, Cegerxwîn wê dengdirêj dik e.

 

Birîfkanî jî weha kiribû, ewî di çarîna çarem de gotibû:

Disojim ez bi narê xwe

Bi nar û qehrê yarê xwe

Rûh û canêt neyarê xwe

Biyar û pehlew im ya Reb.

 

 Eger tu bala xwe bidiyê, ewî her du kîtên ( ê , û ), ku di bingehên xwe de dengdirêj in, kurt kirine. Ev yeka ne kêmasiyeke zimanewanî ye, û ne jî şermeke hunerî ye, belê awaza helbestê li gor lezbûn û hêdîbûn, sertî û nermiya hestên helbestvan tê ristin, û pêre jî kîtên dengdirêj û yên dengkurt bi hevu têne guhertin.

 

Şahê awaza helbesta erebî; El-Xelîl Bin Ehmed El-Ferahîdî, ji zû de bala xwe dabû vê yekê, û weha çûbû, ku awayê nivîsîna helbestê ji awayê awaza wê cida ye, lê ev cidabûn di awayê nivîsînê de xuya nabe, bilê di awayê awazê de xuya dibe,ji ber ku helbest li gor mercên rastnivîsînê û giramatîka zimên tê nivisandin, lê li gor dengan tê xwendin.

 

Ji warê peyvan de  jî, peyvên çarînên Cegerxwîn li wateya wan dibanin, vê lomê nazik in,hestên melûl û şîndar diyar dikin, wek (aram, dilber, can, dil, bilbil, kovan, bax, nalîn û.h.w). Çima na? Ma em nabînin, helbestvan çiqasî ji ber kul û derdên evînê dinal e, nemaze gava dibêje:

Meger ez Ristemê kurd im

Fîraqê ez nexweş kerdim

Cegerxwîn im siyahçerd im

Di kunca xelwet im ya Reb.

 

Tevî ku xwe wek Ristemê, ku di cengan de navdar bû, hêzdar û leheng bû, dide xuyakirin, lê ji ber êş û kulên evînê jar û melûl ketiye, û ceger bi xwîn bûye. Pêre jî hevoka Cegerxwîn nerm û hêdî diherike, û dîsan rewşa azariyê werdigerîne, lê ji mecazê jî ne bê par e, wek ( ji ser heta piyan ar e. zirav im, wek hîlal im, Şikestî wek rengê dal im), ango lawaz û jar û piştxar im.

 

Cegerxwîn dide xuyakirin, ku hemî zaravên zimanê kurdî mal û milkên her Kurdekî ne, vê lomê bê dudilî, peyvên zarava kurmanciya başûr ( Soranî), wek peyva ( kerdim) ji dêvla peyva kurmanciya bakur (kirim) dixebitîne.

Hemî helbestvanên Kurd, nemaze jî kilasîkan, çi sînor nexistine navbera zaravên zimanê kurdî, Ehmedê Xanî di şehbanowa berhemên kilasîkan (Mem û Zîn) de, ne tenê peyvên zaravan, belê yên liqên wan zaravan jî xebitandibûn, û her weha Birîfkanî jî di vê helbesta xwe de şêweyê zarava kurmanciya başûr bi kar haniye, û di çarîna dawî de ji dêvla (çavê min) gotiyê (çawêm).

 

Weha diyar e, ku Cegerxwîn ev helbest bi mebest li gor ya Birîfkanî ristiye, ji ber ku ew helbestên kilasîkên pêşîn berzirîn û ciwantirînên nimûneya helbesta kilasîk dibîne, û xweziya wî ew e, ku berê hemdemên xwe bi ber wan nimûneyan de bide, ji ber ku awaz bi tenha nikare helbestê bafirîne, belê şêwe jî, bi hemî hêman û alavên xwe ve, divê, da nivîs bibe helbest, û ji melbestê were cidakirin.                                              

                                                                                           

 

                                     ******    ****   ******

Ev lêkolîn ji bo bîstûheftemîn salvegera koça dawî ya Cegerxwîn e.

http://www.nefel.com/articles/articledetail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=5287

(2) Şox û Şengê. Cegerwîn: Dîwana yekem; Agir û pirûsk, çapa çarem, weşanxana Avesta, Istanbol 2003, rûpel 229.

          (3) Şox ûŞengê. Melayê Cizîrî: El-Eqdilcewherî fî Şerhî dîwanî Eşşeyx El-Cezerî. E.      Zivingî. Çapa duwem. Sala 1987. Çapxana Essebah, Qamişlo. Rûpel 481- 486.

           (4) Dil ji min bir: Cegerxwîn: Dîwana sêyem; Kîme ez. Çapa yekem,sala 1973, Libnan. Rûpel 229- 234.

             (5) Şeva hicran: Cegerxwîn: Dîwana yekem; Agir û pirûsk, çapa çarem, weşanxana Avesta, Istanbol 2003, rûpel 247.

            (6) Li kurdistanê kêvî ez: Ş. N. Birîfkanî: Dîwana Ş. N Birîfkanî, amadekirina Zahîd Birîfkanî, çapa yekem, Hewlêr 2002, rûpel 79, 80.

 

 Vegere Destpêkê

 

‌Heydar Omer

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org