Giyan ê hemdem
Nizar Yosif
Bi gihêje banga vê hawar ê
Hesabdar ê stiriyên vî baxî be
Dîwar ên bi guh
Destvala na!
Û pêxwas neyê
Kelş ên çemê zuha
Avzê daqurtandin
Lewma kelekxem ên me
Liser kimaxan veziliyan
Awirên nêremêr ên tirsok
Di bîrên kûr de çûn jêr
Bayê Das ên sitemê
Çep û rast
Moral birîn
û nûjeniyê di kizirînin.
Ji zeviyên xweristî bihin fûrî
Xemên bêçare zîldan
Pêlên zelaliyê
Dest bi şûştina waran kirin
Serban rûniştiyên nêremêr
Xewpeyîzî yên Şêstsalî
Dikeyên rehetiya wan lerizîn
Qelew hevokên netewî
Xapînok şîroveyê dikin
Rûyê civaka xwînî
bê mefa didin vederî sînoran.
Dê bi hawar a vî xopanî rabin
Çavbirçiyê bermayan!
Kedwindayên vî warî!
Nebin kelem
Tîrekê serbanan tewiyan
Rawestîne
Nehêle derz ê stûna piştê
Me şeht bikin
Giyan ê hemdem
Cehêlên xweşmêr tînin
Ciwan hildigirin
Bi barxaneyên mizgîniyan
Û tirsrevînê ve
Gulsor li ser destan
Ji singan dilop di barin
Rewa ya bihara bijonin
Cihor ên pênivîs û pirtûkanin
Di herikin
Di rûxînin bihinpêketiya tariyê
Û şevparêzên wê.
05,12,11