SÎYESETMEDERÊ KURD HATIP DICLE Û PÊVAJOYA NÛ
Gelê kurd, di hilbijartinên 2011an de ku tevî hemû astangan 36 parlamenterên xwe hilbijartin ku herina parlamene. Lê Dewletê, ji bo ku vîna kurdan were şikandin û bi tememî newê nimînêrkirin, Parlamenterîya Hetip Dicle daxist. Mirovekî ku bi dengê gel hate hilbijartin, bi çi armancê bê, nayê daxistin. Daxistin, bêrûmetî û bêhûrmetîyeka ku li ber vîn û dengê gel a. Gelê kurd, wê yekê herê kir. Bi vê yekê re derketa qadan û li vîna xwe xwedî derket.
Ew 30 salin ku gelê kurd, li ser serê wê oparasyonên leşkerî û sîyasî yên qirkirinê dibin. Hê jî, ew oparasyonên leşkerî û yên siyesî ku dibin, bêî ku ji leze ti tiştekî windabikin, berdewam dikin. Di ancama oparasyonên leşkerî de bi hazaran ciwanên gelê kurd hatina kuştin. Her weha bi Oparasyonên siyesî jî bi hazaran siyesetmederên kurd, yên ku li ser navê wan siyesetê dikin, hatina girtin û nahaka di zindanan de na. Hatip Dicle jî, di ancama wan oparasyonên siyesî yên ku bi armanca şîkandina vina kurdan pêk tên de hatîya girtin û nahaka di zindanê de ya. Gelê kurd, li Siyesetmederên xwe xwedî derket. Her roj derket qadan û ji bo wan û rûmete wan meşî. Î ro jî hê jî, ew meşîna gelê kurd ya ji bo wan siysesetmderên berdewam dike. Tevî ku rastî gelek herîşan tên jî, wê meşa xwe didina berdewam kirin.
Gelê kurd, bi awayekî bi zanebûn, wekilên xwe hilbijart. Tevî hemû astangan re ew hilbijartin. Siyesetmderên kurd yên ku hatina hilbijartin, yên ku li ser navê gel siyeset dikirin. Dewletê ji ber ku wan li ser navê kurdan siyeset dikir ew girtin.
Hilbijartina van siyesetmderên kurd, politikayên dewletê yên dij-kurditîyê vala derxistin. Ew siyesetmderên ku li ser navê gelê xwe ku hatina girtin, gel li wan xwedî derket û ew hilbijartin. Bi wê hilbijartinê re, di aslê xwe de, ew oparasyonên dewletê yên siyesî jî hatina vala derxistin. Hemû dozên ku ji wan re hatina vekirin û ew bi wê tên darazandin, vala hatina derxistin. Bi vê yekê re, derbeyeke mazin li siyesete dewletê ya inkarê hat xistin. Ew siyesetmederên kurd yên ku hatina hilbijartin û hate î ro ku girtî na, di ancama vê yekê de hê girtî na. Ew doza ku jê re dihate gotin ku "doza KCK" jî, êdî derkete holê ku çawa bi armaca xurûxandina temenê siyesete kurda û bi wê ku tê xwestin ku vîna kurdan bê şikandin, hat dîtin. Gelê kurd, bi li siyesetmderên xwe xwedî derketinê re hem ew doza qirkirina kurdan vala derxist û hem jî riya çareserîya pirsgirêka kurd ku bi çi awayê pêk were ravakir û raxista li holê li berçav.
Mirovekî ku bi vîna gel hatibê hilbijartin, çawa sazîyeka ku bi tememî ne dadîya jî yeke weke ye YSK karê wekiltîya wî daxê? Kar û barên sazîyên weha ew e ku hilbijartinê bidina kirin, karê wan ne ew e ku yekî ku hate hilbijartin, wekiltîya wî bixin. Lê ku mesele bibe gelê kurd, ti zagon û destûr nayên naskirin. Di vir de jî, hemû mesele ev e. Gelê kurd, di hilbijartinan de, bi pirranîya xwe da nîşandin ku dixwezê ku bi vîna xwe û navê xwe bijî. Di xwezê ku ew şer û oparasyonên ku li ser serê wê tên meşandin bên bidawî kirin. Qadaxaya li ser zimanê wan bê rakirin û bi zimanê xwe êdî perwerdehîya xwe bikin û ew bişavtin(asimlasyon)a ku hate roja me tê meşandin bi dawî bibe. Peyama gelê kurd ya di hilbijartinan de bi hilbijartina wekilên wê re ku li dewletê hatîya dayîn, ev a.
Di vê demê de ya ku were kirin ew e ku di cih de wekilên ku gelê kurd bi deng û navê xwe hilbijartina werina berdan û di kesetîye wan de ji gelê kurd lêborîn were xwestin. Oprasyonên Leşkerî û siyesî werina rawastandin. Di çerçova çareserkirina pirsigirêka kurd de di pêşengîya serokê gelê kurd birez Ocalan de bi Siyesetmderên gelê kurd re were rûniştin û miazakereyên çareserkirinê werina dest pê kirin. Êdî divêt ku dew ji gotinên weke yên "terorê" ku ji tekoşîna gelê kurd ya azadîyê re tên gotin jî bê berdan. Yê ku zimanê tirkî qadaxakirîya û jenosîde li ser gelê tirk di meşêne ne tekoşîna azadîyê. Yê ku zimanê gelê kurd qadaxa kirîya û jenosîde li ser serê wê dimeşêne dewlete tirk a. Yên ku jenosîdê dikin terorîst in, dijmirov in.
Siyesetmderên gelê kurd, ev siyesete dewletê ye inkarê û jenosîde vala derxistin. Dozên lawazkirina siyesete kurd yên weke yên "Dozên KCK" ên ku weke tîyatroyekê na, vala derxistin. Ji ber vê yekê, ew hate nahaka girtî na. Qadaxa kirina zimanê kurdî ya di deme dîtina wan dozan de û daxistina wekiltîya Hatip Dicle, kî karê bêje ku jev cuda ya? Kî karê bê ku ancama siyesetna jev cuda na? Hatip Dicle, ji ber ku gotiya êdî "pirsgirêka kurd wê bi zor û şîdetê newê çareserkirin", lê ceza hatîya birrin. Hatip Dicle, di vir de pir rast û di cih de gotîya. Di aslê xwe de, ev gotinên ku dibêjin ku wî gotina, herkesek jî dibêje û dihêne ser ziman. Armanc, di vir de, cuda ya. Armanc, daxistina sîyesete kurd a. Divêt ku mirov vê yekê bibîne. Di aslê xwe de girtina hatip Dicle, ew çareserîya ku ji bo pirsgirêka kurd ya di serê Dewletê de dide nîşandin. Dewlet, çareserkirina wê tesfîya kurdan hemûyan a. Divêt ku mirov vê yekê bi teybet bêne ser ziman.
Gelê got, ji çareserîyaka ku têde bi heyîn û hebûna xwe re û bi nirx û rastîya xwe re û hemû nirxên xwe re hebe, got herê. Bi vê yekê, di hilbijartinan de isrer kir ku wekilan bişêne parlamane. Lê dewlet, weke ku ji oparasyonên leşkerî û sîyesî yên hê berdewam dikin û girtîbûna wekilên kurdan ku hê di zindanê de na, ku jê tê fahmkirin, di tesfîyê de isrer dike. Destûra ku dibêjin wê amede bikin jî, hê di serî de dibêjin ku wê her sê xalên destpêkê newin guharandin. Ji xwe kurdan, di 12 êlonê de di guharrtina destûrê re got na. Destûraka ku mafê kurdan radestî wan neke. wê baxtê(qader) wê ji wê destûra 12 êlonê ku kurdan jê re got boykot, wê ne cudatir bê. Divêt ku herkesek jî vê yekê bizanibê. Ev lîstik û xistina wekiltîyên kurdan, hemû jî, ji bo wê destûrê tê kirin. Ji bo ku ew rewşa ku li ser serê kurdan hate î ro hatîya, bi haman awayê bê berdewam kirin. Ji bo ku di deme nû de di amedekirina destûra bigihîn ya ku wê were amede kirin de kurd dîsa bêstatû bên hiştin, ewqas lîstikên qirêj tên kirin. ..
Di çerçove vê pêvajoyê de bigiştî ku mirov lê di hizirê, divêt divêt ku bêje ku kurd bi tekoşîna xwe re di pêvajoyaka girîng de derbas dibin. Pergala tirkî, di aslê wê de li ser inkara gel û xalkan hatîya ava kirin. Mijare Siyesetmederê kurd Hatip Dicle bûna wê, bi heyîn û hebûna pirsgirêka kurd ve girêdayî ya. Pirsgirêka herî giring ya li ser wê pirsgirêkê re, pirsgirêka kurdan ya giştî ya netewî ya. Bi derxistina wê pirsgirêkê li pêş, weke ku tê xwestin ku ew pirsgirêka giştî ya kurd jî, ji berçav were ddûrxistin. Ku mirov li ser mijarê bihizirê û bi wêneyeka giştî bi nêzîkatîyaka giştî nêzîkatîyê lê nekê, mirov wê baş û qanc fahm nekê. Mijare Hatip Dicle, divêt ku mirov di çerçoveya pirsgirêka kurd de nêzîkatîyekê lê bike. Mijar bi serê xwe, di aslê xwe de ne mazin a. Karê were çareser kirin. Di çerçova destûra tirkî jî karê were çareser kirin. Ji xwe, yekî ku hate hilbijartin, li gor wê destûra wan ya nîjadperest ya ku nahaka heya jî, piştî hilbijartinê re hemû dozên wî yên ku hene dikevin. Lê ya ku wê mazin dike, pirsgirêka kurd a.
Siyesetmederîya kurdan, di aslê xwe de bi çûna meclisê re bi vî rengî û rewşê re dikeve bin ya tirk de. Rûmete wê tê şîkandin. Tûne tê hasibandin. Her Siyesetmederê kurd, ku herê meclisê, wê li meclisê wê wê sunda nîjadperest ya tirk wê bixwêne. Ew sund li meclisê, weke wê sunda di dibistanan de ku bi zarokan tê dayin xwandin, tenê tirkîtiyê bi awayekî nîjadî derdixe li pêş û li ser gel û xalkên din hemûyan re dide nîşandin. Ew sunda wê bixwe jî, di aslê xwe de ku mirov li wê binerê, mirov wê înkara kurdan pirr baş û qanc bibîne û fahm bike. Gelê kurd, nîmînerên xwe naqandin ku bi wê girêdayî bin û pirsgirêka wê ya netewî çareser bikin. Gelê kurd, bi vê yekê armancê ew nimînêr bilbijart. Çend ku herîne parlamene tirkî jî, divêt ku li Amedê êdî meclisa kurd hebe û weke ku ji wê herîn divêt ku çûyin bibe. Pergale tirk ya ku ew 80 salin inkara kurd daya meşandin, bi vî rengî, çûna wê jî, weke ku wê inkara kurdan mirov bi awayekî herê bike ya. Ya newê herê kirin jî ev e.
Di destpêka ku wê mijara Hatip Dicle rû bide de, di hinek rojnemayên tirk, hate nivîsandin ku wê alozî û kirîzîya sundê wê derkeve. Di wê demê de navê hin andamên anîya ked, û adazîyê hat gotin. Ertugrul kurkcu hate rojeve. Ev hatin hemû bi armanc hate rojeve. Bi wê re, demekê rojev hate buhurandin. Nahake jî, mijare Hetip Dicle hate rojeve. Bi vê yekê re, tenê li ser mijarên ku di ancama pirsgirêka kurd de hatina holê tê sekin in. Lê bi vê yekê jî, weke ku pêşî tê girtin ku pirsgirêka kurd, were nîqaş kirin. Î ro, tevî kurd herkesek, rojev, mijare Parlementerîya Hatip Dicle ya. Ev rastî jî, divêt ku were dîtin û li ser rojeve rast ya pirsgirêka kurd êdî were sekin in. Di vê deme ku bahse çêkirina destûreka nû tê kirin de jî, pirsgirêka kurd, bi derxistina pirsgirêkên weha re weke ku ji ji rojeve hatîya derxistin. Di vê yekê û mijare Hatip Dicle de, weke ku lîstik di hundurê lîstikê re heya. Ya ku dihê li berçav ev e, nahaka di vê demê de. Kurd, di vê çerçovê de, ku mirov li rojeve di nerê, weke ku tenê armanca wan çûna meclisê bê. Ev ne rast a. Ev nerastî, weke rastîyekê dihê li holê. Ya rastî, pirsgirêka kurd a, divêt ku kurd li ser vê yekê, êdî xwediyê rojeve xwe bin.
SUND DANA GEL
Li kurdistanê, hilbijartin ti carî mirov nikarê bi awayekî demokratik buhurtin. Dewletê hemû hêze xwe danî li holê ku nehêlê ku nemzetên gelê kurd werina hilbijartin. Lê tevî weqasê jî, gelê kurd, nemzetên xwe hilbijartin. Nahaka, em karin bêjin ku 36 parlamenterên ku gelê kurd bi dengekî pirr bilind hatina hilbijartin hena. Lê ji wan 6 parlamen jî, hê jê girtî na. Lê gelê kurd, li wan xwedî derdikeve. Gelê kurd ji 7 saliya wê hate ku digihê 70 saliya wê, fahmdike û dizane ku wate wan parlamenterên hatina hilbijartin hene. Wê ancamên wê hilbijartina parlamenê xwe ya gelê kurd ku tevî pirr li lîstik û astangîyan, wê di demên pêş de pirr mazin derbikevina li holê. Lê bi hîsî jî bê, gelê kurdwê girîngîyê fahm dike. Ji ber vê yekê bi awayekî girseyî li wan xwedî derdikeve. Di destpêka hilbijartinan de ku hê hilbijartin nebûna, nîşanakên van lîstikên ku piştî hilbijartina hatina kirin jî, derkete li holê. Gotinên Ardogan, yên ku gotibû, "bê hilbijartin jî, nayê wê wate ku wê herine meclîsê", di aslê xwe de, weke destpêka wê lîstikê mirov karê bêne ser ziman. Di ancama wê lîstikê de, parlamanterîya Hatip Dicle hate xistin. Hate vê kêlîka ku me ev nivîs nivîsand jî, hê ev rewşa ku bi daxistina parlamenterîya HAtip Dicle hatibû afirandin dewam dikir.
Lê deme ku mirov vê pêvajoyê bixwêne, divêt ku mirov ji pirr aliyan ve wê bixwêne. Ji gelek aliyan ve ev pêvajo, divêt ku mirov vê pêvajoyê, şîrove bike. Di vê pêvajoyê de, rewşa ku hatî afirandin, dewletê bi hin awayna ku dixwezê wê li gor xwe bêne ser ziman. dîzaynak kirîya. Di aslê xwe de, divêt ku mirov bi pirsê ku ka çima CHP neçû meclîsê û sund nexwar? Ev pirs, di aslê xwe de di vir de divêt ku mirov wê pirsê bi pirsê. Çûna meclisê lê ne sund xwarina CHP, divêt ku mirov di çerçova wê lîstikê ku bi wê re parlamenterîya hatîp Dicle hatîya daxistin ve şîrove bike û bêne ser ziman. Ti têkiliya, ne sund xwarina CHP, bi parlamnenterên wê yên ku di wan dozên ku dibêjin ku ji bo wan hatina girtin ve nîn a. Divêt ku mirov helwesta CHP bi bi girtina wan mirovên ku hatina girtin ve girêdayî şşîrove bike, mirov wê bikeve xelatîyaka pir mazin de. Ji ber ku ev yek, nerast a û ti eleqeye wê bi wê re nîn a. ne sund xwarina CHP, di aslê xwe de bi ne sund xwarina parlamen kurd yên ku ne çûna meclîsê ve girêdayî ya. Dewletê li gor ev rewş, weke ku ji berê ve kifşkirîya û li gor xwe bi kirina wê rewşê ya CHP re xwestîya ku rewşê bi awayekî dî bide nîşandin. Bi teybetî, rewşa parlamenterên kurd, bi pirsgirêka kurd ve zêde newê ser ziman, dewletê bi plan ew rewş Afirandîya. Divêt ku mirov vê yekê jî pirr baş û qanc bixwêne. Bi vê yekê re, dewletê xwestîya ku wêneya ku bi pirsgirêka kurd re ku derkeve li holê, reng wê yê safî nesafî bike. Bi vê yekê re dewlet xwedîyê hasabê xwe ya.
Ku mirov li bûna rewşê û roj bi roj û an jî kêlîk bi kêlîk li pêdeçûna wê dinarê, mirov dibîne ku bi plan a. Ev plan, hate nahaka tenê bi awayekî ku tenê AKP, wekilekî zêdetir bidest bixe tê şîrove bikirin. Lê ku mirov hinekî dî li ser diponijê û dihizirê, mirov dibînê û fahm dike ku rewş ji wê cudatir û maztir a. Ew gotinên ku tê gotinên ku AKP dixwezê wekilekî zêdetir bidest bixe, di aslê xwe de plan û politikayên dewletên yên di vir de ku hene û ketine meriyetê de diveşêrê. Divêt ku mirov vê yekê jî her weha bi teybet bibîne. Rewş, ji wê zêdetir bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ya. Ku rewş, tenê bi destê hukumete AKP û partîya wê pêk hatîba, wê di cih de di kêlîka ku parlamentîya HAtip Dicle hate xistin, wê di cih de yekê din li cihê wê cih de mazbata nestandiba. Ji wê rewşê tenê mirov fahm dike ku rewş, weke planaka dewletê ya pirr kur a. Ji hin dordorên ku politikayên stratejîk diafirênin ve ew rewş hatîya plankirin û ketîya merîyetê de. Bi vê yekê ve girêdayî, mirov fahm dike ku dewletê, xwestîya ku rewş û rengê ku bi pirsgirêka kurd ve êdî ku afirîya, ji holê rakê û wê rewşa bi pirsgirêkî bide berdewam kirin. Di vê demê de, weke ku planna pirr kur di devrê de na. Mirov ya ku dibîne ev a.
Di vê rewşê de di nav wê wêneyê neçûna meclîsê ya parlamenterên kurd de tevlîkirina CHP, di aslê xwe de di armanca vala derxistina wê rewşê ya ku kurd êdî wê bi wê rengê xwe bidina nîşandin. Divêt ku miirov di serî de vê rewşê her weha kifş bike. Tevlîkirina CHP, weke avaka ku harî bê xistin li nav û av were girikkirin. Bi girikkirin avê re, tê xwestin ku ne rengê rast yê pirsgirêkê werre dîtin û ne jî hewldanên bi wî rengî yên ku bibin bi pêş bikevin. Di vê rewşê de, divêt ku mirov bêje ku hate ku Rewşa parlamanên kurd berdewam bike, wê rewşa, CHP jî bê berdewam kirin. Dewlet, li ber heyîn û hebûna rastîya kurdan, di vir de di vê lîstikê de ne tenê bi AKP di leyizê her weha bi CHP re jî di leyizê. Ku pirsgirêka CHP, tenê girtina parlamenterên wê yên ku hatina hilbijartin yên ku girtî ban, wê taqsîr nekiiriba û wê çûba parlamane û wê sund xwariba. Lê di vir de, rewş û pirsgirêk, ne tenê ew in. Di vê lîstikê de dewlet, li ser AKP re bi rûyê xwe yê pîs yê fasîzan dileyizê û li ser CHP re jî bi rûyê xwe yê ´maxdûr´ wê bileyizê. Ji xwe, ya ku nahaka tê kirin û dibê, ji pê ve ne ti tiştekî dî ya. Divêt ku mirov di serî de vê rastîyê fahm bike. ..
Di çapameniyê de, hin bi hin li ser ne sund xwarina CHP re nîşaq tên meşandin. Tevî, aliyê kurd di vê rewşê de yê herî lê bêmafî lê hatîya kirin jî, li ser AKP re bidest çûna bi ser wan de û wan "weke aliyê ku pirsgirêkê derdixin" dana nîşandin re dihê xwestin ku rewş, li gor dewletê û xwestekên dewletê were rastkirin. Hin nîqaşên ku bi hin raporên qaso ku tê gotin ku ji bo "çareserkirina pirsgirêka kurd" jî ku ji aliyê hin nivîskarna ve hatîya rojevê, di nav wê tevlîhevîyê de di serî de hê bêhtir çêkirina tevlîhevîyê ya di serîyan de dike armanca xwe di nav wê lîstika dewletê de. Di aslê xwe de, ku mirov Bi biryara YSK re helewsta sazîyên huquqî yên dewletê li berçav bigirê û bi wê re nêzîkatîya Ardogan ya ku di temenê awayekî negatif de ku dide nîşandin û bi wê re ketina dewrê ya Abdullah gul jî ku bi hev re şîrove bike, mirov wê hingî bigihê dîtinaka rast. Ketina Dewrê ya Abdullah Gul jî, ti carî ne bi armanca çareserkirina pirsgirêkê ya. Bi armanca cemidandina rewşê û dem buhurînê ya. Ji wê pêde, ne ti tiştekî dî ya.
Dewlet, di vir de, çi dixwezê bike? Gelo tenê armanc ew e ku hin parlamanterên Anîya ked û azadîyê kêm bike ya? Ku mirov li rewşê di binerê, mirov nikarê tenê bi vê yekê û rengê rewşê fahm bike û bêne ser ziman. Ji wê zêdetir, dihê xwestin ku rewş, hê bêhtir li gor wê were rastkirin. Di serî de di vir de armanca pêşî ew e ku rengê siyesete kurd were ji holê rakirin. Hê ku ew rengê bi tememî xwe ne daya der, were ji holê rakirin. Dewlet, bi ne çareserkirina rewşê û dirêjkirina wê pêvajoyê re jî, dixwezê ku hestên bêhîvîyê bide afirandin. Di wê navbarê de berdewam kirina oparasyonên Leşkerî û yên siyesî jî, vê yekê dide nîşandin. Bi kurtsasî, dewletê politikaya tesfîyê kirîya dewrê de. Divêt ku mirov di serî de vê yekê kifş bike. Di vir de divêt ku mirov bêje ku dewlet, biqasî ku mirov ji gotinên wan yên ku di çapamenîyê de derdikevin ji wan fahm dike, mirov fahmdike ku wê vê pêvajoyê hê bêhtir kurtir bike. Wê hê zêdetir bi zor û şîdete bide berdewam kirin.
Dewletê, di vê demê de wê hê bêhtir weke ku wê herê bi ser kurdan de. Hin gotinên ku tên gotin ku "wê bi destûraka nîvîsandina wê re wê çareserî ji pirsgirêkê re werrêne" jî, ji rastiyê dûr in. Dewlet, ne di wê astê û rastiyê de tevdigerihê. Dewleteke ku bixwezê ku pirsgirêkê çareser bike, wê gotinên şer ji devê rayadarên xwe nede gotin. Divêt ku di serî de ev yek were dîtin. Di aslê xwe de, nêzîkatîya parlmanterên anîya, ked û azadîyê ya neçûna meclî di cih de ya. Di nav gelê xwe de mayîn û sunda xwe di nav gelê xwe de bi zimanê xwe yê dayikê xwarin jî, ya herî rast û ku mirov wê bi rûmet bêne ser ziman. Ji vê astê pêde, divêt ku têkiliya herêmê ya bi Ankara ve were kêmkirin. Herêm, di vê demê de çendî ku bi serê xwe bi rê ve çû, wê di demên pêş de, hê bêhtir, karibê xwe li ser lingên xwe bigirê û bimeşê. Wekî din jî, li Amedê avakirina parlamene kurdistanê, di vê demê de divêt ku were avakirin. Bi çi awayê jî bê, divêt ku parlamane herêmê hebe ku karibê xwe bi pirsgirêkên xwe re xwe têde bêne ser ziman. Ev yek, di vê demê de divêt ku were pêk hanîn. Ya ku hemû kurd dixwezin jî, ev yek bixwe ya.
Di aslê xwe de, ev neçûna parlamanê ya parlamenterên kurd, divêt ku bi kurdan re were meşrûkirin. Li herêmê parlamane kurd were avakirin û ew li wir rûnihin. Ku pirsgirêka kurd were xwestin ku were çareserkirin, ew rewş divêt ku di wê destûra nû ya dibêjin wê were nivîsandin de bi herêmê û navê herêmê re were meşrûkirin û fermîkirin. Herême kurdistanê, ku bigihê pergala xwe, êdî ew gotinên ku dewletê ji bo herêmên xwe dibêjin "yek delwet, yek al, yek ol, yek, netew" û hwd, jî wê êdî ti wate wan nemêne ji bo herêmê. Herêm, di vir de, divêt ku di vê pêvajoyê de ji aliyê sazîyê xwe yê fermî yê perwerde ve xwe biafirêne. Kurd, divêt ku pergala xwe ya perwerde divêt ku ava bikin.Êdî divêt ku bi zimanê dayikê perwerde were destpêkirin. Aliyê herî giring yê pirsgirêka kurd yek jê jî ev a. Divêt ku mirov wê fahm bike.
Deme ku bahse çêkirina destûraka nû dihê kirin, awayekî çawa qast tê kirin? Li rewşên ku têne nîqaşkirin û yên ku divêt ku werina nîqaşkirin û nayêna nîqaşkiirn, ji wan mirov karê fahm bike. Di serî de, deme ku bahse destûraka nû tê tekiirn, ma gelo wê ew sunda li meclîsê wê wilo weke xwe bimêne? Ew sund ne tenê ji bo gelê din yên li tirkî û kurdistanê bêrûmetîyaka, ji her weha divêt ku gelê tirkî ji bo xwe wê sundê weke bêrûmetiyekê bibîne û wê ji holê rabikê. Di temenekî mirovatî de divêt ku ew sund ji holê were rakirin.
Ku mirov bahse afirîna rewşekê di nav wêqas toz û dumanê de bike ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bike, Ew neçûna parlamenterên kurd ya li meclîsê, bi heyîn û hebûna xwe re rewşekê diafirêne. Herêm, êdî divêt ku lê şer were bidawî kirin. Oparasyonên leşkerî û siyesî yên ku têne meşandin, divêt ku werina rawastinadin. Mafê kurdan yên ku ji heyîn û hebûna wan tên yên wan, divêt ku bêdayîn li wan. Dewlet, ji bo kirinên xwe yên ku li dij-kurdan kirina lêborîna xwe bixwezê. Di destûraka nû ya ku wê were nivîsandin de ku were xwestin ku kurd û tirk bi hev re bijîn, divêt ku navê kurdistanê têde were bicih kirin. Hemû politikayên bişavtinê yên ku di merîyetê de na, divêt ku dawî li wan were hanîn. Kurd, li herêmên xwe êdî bi zimanê xwe yê dayikê bi kurdî, êdî divêt ku perwerde xwe bibînin. Parlamanterên kurd yên ku hatina hilbijartin ji aliyê kurdan ve, di nav kurdan xwe sunda xwarina wan, wê temenê vê yekê bi afirêne.
Her civak, bi civatîya xwe re xwediyê xoslet û teybetmendiyên xwe yên cuda na. Kurd jî, xwediyê teybetmendîyên xwe yên cuda na. Bi wan teybetmendîyên xwe yên cuda xwe bi rêxistina wan û xwe afirandina wan, ku ji aliyê sazîbûnê ve bê û her weha ji gelek aliyên din ve bê, divêt ku werina kirin. Ew rêxistinîyên ku hin dordorên civate kurd dixwezin; minaq, weke sazîya jinê û hwd ku di asta bakantîyê de ku tê xwestin, temenê hem di çanda kurdan de heya û hem jî, nirxên wan yên ku bi tekoşîna azadîyê re ev 30 salin ku afirîna, bi wan re temenekî wê yê şênber afirîya. Lê di têgihiştina dewletê de temenê wê nîn a. Kurd, karin li herêmên xwe wê sazîyê di wê astê de bi sazîyên bi heman rengî yên perwerde û xwe bi rêvebiirinê û hwd, karê ava bike. Divêt ku jî ava bike. Hate nahaka ne kirina wan, kêmasîya mazin bû. Di wamn herçar salên ku me buhurandin de, temenê wê sazîbûnê li hebû, lê he hate kirin.
LI SER DOZA KURDAN YA LI FIRANSA Û TÊGIHIŞTINA FIRANSA YA KU DI BINÊ WÊ DE
Li ser doza li firansa ku têde sîyesetmedarên kurdan têde tên darazandin ku mirov dihizirê, mirov rastî hin rastîyna pirr girîng yên ku mirov wan fahm bike jî tê. Ji sê aliyan ve divêt ku mirov wê dozê bêne ser ziman. Kurd, hate nahaka di çapemenîya xwe de ku kêm jî bê, hinekî wê hanîna li ser ziman. Lê ew hanîna li ser ziman, tenê mirov karê bêne ser ziman û bêje ku ya ji aliyê kurdan ve ya. Lê ya ku ji aliyê firansa ve mirov wê bêne ser ziman jî, heya. Di deme hanîna li ser ziman ya ji aliyê firansa ve ku ji hin aliyan ve jî dihê li ser ziman, tenê ji aliyê berjewendîtiyê ve dihê li ser ziman. Ev alî çend ku ne xelat jî bê, mirov nikarê bi tememî wê bi tenê serê wê bêne ser ziman. Bi wê dozê re, hin aliyna ku mirov ji aliyê pergalê û û têgihiştina pergalê ve bêne ser ziman jî hene. Firansa, wek tê zanîn, welatekî ku bi awayê pergala xwe ve weke ku tê ser ziman "unîter" a. Ji aliyê vê gotina ´unîterîyê´ ve jî, divêt ku mirov hinekî li ser wê dizê binerê û wê bêne ser ziman. Firansa, weke ku bi dozê re bi kurdan re şerek da dest pê kirin. Ji ber ku têgihştin û pergala kurdan ya ku kurdan bi têgihiştina xwe re pêşxist û raxista li berçav, têgihiştina pergalî ya unîterî jî, da ber xwe û kira ber nîqaşê de. Firansa, Bi dozê û nîqaşên ku di derbarê dozê de di çapemenya xwe de weke ku dide kirin, bi wê re, dike û dixwezê ku vê aliyê hebûna pergala xwe ji nîqaşê derxê. Ne li ser wê re, lê li ser hevalbendê wê tirkî re ku awayê pergala wê ya minaq ji xwe re esas girtîya, dikeve nîqaşê de. Di aslê xwe de divêt ku mirov li dozê ji vî aliyî ve jî lê binerê û bihizirê.
Doza kurdan ya ku li Firansa ku Sîyesetmedarên kurd têde tên darazandin, di aslê xwe de, ku mirov bi çavê mêjiyê xwe lê dinerê, mrov dibîne ku weke ku ew jî, êdî kete şerê parastîna pergala xwe de. Bi vê yekê re, mirov wê dibîne. Kurd, çendî di farqê de na, ez wê li ser nahaka ne hizirim, lê belê ku mirov bi gotinekê jî bê di vir de bi vê xalê ve girêdayî ku bêne ser ziman, mirov karê bibêje ku kurdan pergala xwe ya ku bi tekoşîna xwe ya azadîyê re ku derxistina li holê, wê ji binî ve ne tenê rojhilat, wê rojava jî, weke ku ji nahaka de firansa bidest hejandinê kir, wê bi hejêne û bandûra wê lê hebe. Ev dozên bi vî rengî ku dibin, hinekî, di wan de hewldana xwestina serwerîya li wê bandûrê jî ya. Divêt ku mirov vê yekê jî, her weha bi teybet bêne ser ziman.
Pergala kurdan ya ku hin bi hin derdikeve li holê û rengê xwe şanî mirov dide, bi vî rengî ji sê aliyan ve mirov karê ancamên wê bêne ser ziman. Bi pergala wê re pergalên ku her weha bi têgihiştina xwe re êdî kirina ber guharandinê de, pergalên ku êdî li ber wê têgihiştinê xwe ´kevn´ êdî hîs dikin û her weha ew awayê wê yê ku êdî derdikeve li holê yê ku êdî were fahm kirin a. Bi vê yekê re ji sê aliyan ve mirov karê wê bêne ser ziman. Pergala Firansa, ev di dîroka xwe de deme komarî ya sêyemin û an jî çaramin dijî. Bi awayê revizyonan ku navê reforman li wan dihê kirin, ew demên bi vî rengî ku buhurandina, êdî di vê deme wê de bi van dozên weha re weke ku êdî ketîya şerê parastina xwe de. Bi vê yekê re, divêt ku mirov vê yekê bêne ser ziman, ku awayê Unîterîyê yê ku î ro tirkîya jî ji wê hildaya û esas girtîya, bi vê yekê re ketîya ber demeka xwe ya buhurînê de. Bi vê yekê re, mirov karê bêne ser ziman û bêne ku firansa, wê bi çi awayê bersivê bide wê pêşketinê, êdî wê dem wê şanî mirov bide. Lê ev awayê ku ew têde isrer dike, wê ne awayekî xilasîyê bê. Divêt ku ew jî, bi vê yekê re wê yekê neke. ..
Ku mirov li awayê wê yê unîterî binerê, mirov karê bibêje ku êdî ew awayê wê ketîya ber deme xwe ya buhurînê de. Ew doza kurdan ya ku di vê demê de li Firansa tê dîtin, divêt ku mirov bi wê re bêne ser ziman ku doz, bi vê yekê re, ne tenê bi têkoşîna kurdan ya azadîyê ve girêdayî ya. Bi wê re bi wê têgihiştina wê re jî girêdayî ya. Divêt ku mirov vê yekê jî, her weha bi teybet bêne ser ziman. Bi vê yekê re, ji vê dozê, mirov fahm dike ku firansa, di ne fahmkirinaka wê têgihiştinê ya bi pergalî de ya. Bi vê yekê re, ji aliyê ve weke ku şerek daya dest pê kirin. Ev doz, ji aliyê firansa ve, weke şerekî parastîna awayê pergala xwe yê wê yê bi wê re ya. Bi vê yekê re, ez divêt ku bêjim, ku deme ku li wê dozê dinerîm, dibînim ku weke ku firansa, şerekî êdî bixwe bi xwe re êdî dide. Bi vê yekê re ya ku dihê li berçav ev yek bixwe ya. Pergal, bi revizyonan, wê bi pêşketina xwe re hate derekê wê herê. Lê di prensibên wê de ku perspektîfe felsefîk û civaknasî kêm bê, wê êdî ji aliyê sîyesî ve bi vê rengê ku ew dike, wê bi wî rengî wî bikeve şerekî xwe yê êdî xwe parastinê de. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bêne ser ziman ku firansa, wê bi vê dozê re demeka xwe ya komarî ya çaramin û an jî pêncemîn êdî wê bidest jînkirinê bike. ..
Pergala kurdan, ya ku afirî, bi tememî ne li ser temenê netewtîyê ya. Lê di ahangekê de bi hev re jîyin, weke prensiba wê ya pêşî ya. Awayê wê yê pêşketinê yê hiyererşîk jî, weke ku berî nahaka bi 2 hezar û 5 sadsalî Zerdeşt hanî ser ziman, wê bi kevneşopîbûnê re wê heyîna xwe bide berdewam kirin. Di têgihiştina berdewam kirinê de, wê her demê berî ku li şûn xwe hiştîya li ser wê re xwe bigihêne rastiyên xwe yên demî. Bi vê yekê re, wê rastîya demî ya ku were jîn kirin, weke ku serokê gelê kurd birez Ocalan hanî li ser ziman, di bi hev rebûnê û hevdû herêkirinê re wê êdî bidest jînkirina xwe bijî. Perspektifa wê jî, dîroka kurdistanê ya ku bi pirrrengî hatîya jînkirin a. Pergalê, bi hiyererşîya xwe re ku li ser heyîna xalkê bidest meşînê kir, wê êdî dem bi dem karibê bi prensîb xwe biafirêne. Lê ku ji ser têgihiştina hiyererşîyê re ku xwe gihanda hiyererşîyekê, êdî wê di teherîya xwe de xwe afirandina wê êdî wê zor bibe.
Kurd, weke ku di demên xwe yên berê de kirin, di vê demê de jî, bi afirandina pergalîya xwe ya demî de minaq in. Divêt ku mirov vê yekê bibîne. Wê pêşketina wan, ji vir pêde wê hebe. Bi kevneşopîya xwe re demên xwe yên berê dixwênin û deme xwe ya nû ya ku diafirênin. Heyîna xwe ya civatî û xalkî bi kevneşopîya xwe re gihandina teherîyaka ku di demê de karibin xwe bi wê biafirênin. Bi vê yekê re, temenê pêşketina xwe êdî diafirênin. Pergalîya kurdan ya demî, wê bi rengê xwe yê ku derxista li holê, wê bandûra wê li ser rojhilat jî û li ser rojava jî, wê hebe. Bi vê yekê re, mirov karê wê bibîne. Firansa ji du aliyên sereke ve, li ber wê têgihiştina kurdan ya bi pergalî xwe di zorê de hîs dike. Aliyê pêşî, yê ku wê bi wê têgihiştina wê re were ser ziman a. Aliyê duyemin jî, ê ku wê bi xate pêşketina wê re were ser ziman a. Di têgihiştina pergalî ya ku î ro kurd wê bi pêş dixin de, revizyonîsm nîn a. Prensîbîtî heya. Bi vê yekê têgihiştinê re guharandînê didine ber tirkiyê û pergala wê. Her têgihiştin û dayîna ku hatîya dayîn li ber tirkiyê, Firansa jî, ji bo xwe ji xwe re dixwêne. Her bûn û guharinên ku di pergala tirkî ya komara unîter de bûn, wê Firansa jî eleqeder bike. Ji ber vê yekê, Firansa jî, weke ku xwe di wê pêvajoyê de dibîne. Dîtina wê ya xwe ya di wê de, di aslê xwe de ne xelat a jî. Lê belê nêzîkatîya wê ya weke ya bi dozên weha re jî, tenê pêdendîya aqil û têgihiştina pergala wê radixe li berçav. Divêt ku mirov vê yekê jî, her weha bi teybet bêne ser ziman. Vê doza ku î ro kurd têde li Firansa tên darazandin, di wê de, di aslê xwe de ev e ya ku dihê darazandin. Bi vê yekê re, weke ku Firansa, li ber pêşketinê di şerekî de bê dihê li berçavên mirov.
Ji aliyekî dîn ve jî, mirov karê li wê heyîna unîterî ya ku doza wê tê kirin lê binerê. Bi hizratîya dadî, ji banî re li xwerê rastkirina ku rêveberên pergalê dikin û bi wê dikin û dixwezin ku guharandinê bidine çêkirin, di demekê de weke têgihiştinaka şoraşgerî dihat dîtin. Ew dîtina bi şoraşgertî, ji deme şoraşa firansa ve heya. Lê di aslê xwe de û asta xwe ya dawîyê de ev têgihiştin, têgihiştinaka statûqûyî ya. Bi bûna têgihiştina pergalî ya rêveberîyê ya bi rêvebirinê re êdî ev rastîya wê weke kefe şîr ya ku di deme kelîna wê de derdikeve li ser rûyê wê û dihê dîtin, êdî dihê dîtin. Şoraşgerî û statûqûtî, di wê de di prensîban de lev nekin. Wekî ku Firansa di dîroka komara xwe dike, bi revizyonan, lêbelê û lêbelê karê bibe. Ew jî, ku revizyon, bi temen û têgihiştina berjewndîtîyê bûn jî, êdî wê dejenerebûn pêre were li holê. Farqa pêşketina bi prensîban ku wê bibe û ya ku wê bi revizyonan ku wê were kirin, di heyîna bûn û nebûna kevneşopî û teherîya wê de xwe dide li der. Revizyon, li ser têgihiştinaka bi pêdendî de pêk tên û dibin. Teherîtî jî, têgihiştina wê ya ku bû, wê di vir de di nêzîkatîya ku lê tê kirin de bi girîngîya xwe re dihê li holê li berçav. ..
----------- 0o0--------------
Di roja hilbijartinê de jî, ew hêrîşên li ser gel berdewam kirin. Di roja 12ê hezirenê de di roja hilbijartinê de bi dehan jin, zaro û mêrên kurd hatina birindar kirin. Di deme ku min ev nivîs nivîsand de, ku yek ji wan birindaran bû, Hatîce Idin ku jineka kurd ya kal a, ku di ancama ledana lê de birindar bûbû û ew rakiribûbûna nexweşxane, di derbarê wê de nûçeya dawiyê ku kete ajansan de mejiyê wê mirîya. Hatice Idin, jineka kurd ya ku ji bo rûmete hatibû derb kirin bû. Mirovên weke wê, wê hertimî bi rûmet di nav kurdan bên bi bîr hanîn.
28. 06.2011/Abdusamet Yigit