pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

Nivîsên din yên Nivîskar Abdusamet Yigit:

DI WÊJEYA KURDî DE JIN Û CIHÊ WÊ

-Bawê Tahirê Uryanî

-DEM BI DEM FELSEFE Û PÊŞKETIN

-UAR-TUTU Û BAXTÊ WÎ

-PIŞTÎ XWEPÊŞANDINÊN LI ROJHILAT RE

-NEWROZ, JI TIRAFA XWE

Vegere Destpêkê......

AWAYEKÎ ÇAWA YÊ PÊŞKETINÊ ROJHILAT DIVÊT?(*)

Rojhilat, bi rêveberî û desthilatdarîyên xwe yên ku li ser xwedî serwer û serdestî na re ketîya demeka xwe ya nû de. Ji vê demê derketin jî, wê di carî ne bi van rêberîyên ku nahaka lê hene re wê bibe. Di serî de, Îran, Sûrî, Tirkî, Îraq û hwd, wê rêveberîyak, weke xwe nemêne. Wê hemû bên guharandin. Ev yek, weke pêdivîyekê î ro xwe dide der li berçav. Lê wê bi kîjan aliyî û awayî ve wê guharandin bibe jî, nahaka êdî ji naha pêde şerê wê li rojhilat dest pê kirîya. Şerê rêveberîyên herêmê yên bi xalkên wê re, hinekî jî di temenê xwe de vê aliyê dihêne li berçav. Lê ne tenê ev yek û alî alî heya. Bi wê re, ji sê aliyan ve mirov divêt ku wê fahm bike û bêne ser ziman. Di serî de aliyê pêşî, yê ku rêveberîyên herêmê tekoşînaka xwe ya xwe parastinê didin. Dikin û dixwezin ku wê awayê xwe yê ku hate î ro û roja ku bi wê hatîya, bi wê re bidina berdewam kirin. Wekî din jî, ji wê zêdetir, bi vê yekê re, mirov divêt ku mirov bêne ser ziman ku têkoşînaka li ser têgihiştin û awayê pergalîyê yê bi wê têgihiştinê re hin bi hin xwe dide der dibe. Wê hin bi hin ev alî êdî derkeve li pêş. Lê divêt ku mirov bêne ser ziman û bêje ku rojhilat, êdî wê bi pêşarojê ve herê. Lê wê rêveberîyên xwe yên ku î ro bi awayê wan re hene jî, wê li şûn xwe bihêlê. Şerê Rêveberîyan di vê yekê de xwe dide der. Aliyê dûyemin jî, yê pêşketina rêveberîyan a. Rêveberî, wê çawa pêş bikeve û çi hizrê û awayê esas bigirê, î ro, ew jî, weke ku dibe mijaraka şer ji aliyekî dîn ve. Di wê çerçovê de jî, tişta ku mirov wê bêne ser ziman ev e. Rojhilat, di temenê hin ramyarîyna(sîyesetna) de statûqûya wê hatîya ava kirin. ..
      Minaq, di konfaransa Lozanê(1923) de, statûqûya herêmê, li gor hin xalna ku li ser masayê hatina kifşkirin re hate kifşkirin. Di wê demê de, tenê hêzên ku li serwerîya hebûn yên herêmî û ne yên herêmî, esas hatina girtin. Hêzên ne ji herêmê yên weke Firansa û Îngiliztan û hwd, di wê demê de li gor metingerîya wan ya li herêmê naqşeyên herêmê dana kifşkirin. Naqşeyên herêmê, li gor hêz û hêzîtîyê hatîna kifşkirin. Rastîya herêmê ti carî ne hatîya esas girtin. Bi vê yekê re, mirov karê vê yekê jî bêje ku rojhilat, xalkên wê yên ku têde dijîn, ew naqşeyên ku li ser masayan hatina xîzkirin, ji wê roja ku ew hatina çêkirin û hate vê rojê, hewldan hatîya dayin ku wan naqşeyan bi wan bidina herêkirin. Ancamên wê jî, bi windakirina dîrokê bû. Rojhilat, î ro, ku mirov ji kîjan aliyê ve lê binerê, mirov karê bêje ku windabûnaka mazin ya dîrokî jîn kirîya. Mirov, nikarê tenê sedeme wê windakirina wê, tenê hêzên weke Firansa û Îngiliztanê bide nîşandin. Bi wan re, rêveberîyên herêmê yên ku wan polîtîkayên wan bi hebûna xwe re bi rê ve dibin jî, divêt ku mirov ji wê berpirsîyar bigirê. Wan, dîroka herêmê, bi tememî bi herêmê dana windakirin. Herêm, îro, ji kîjan aliyê mirov karê bêje ku di rewşaka ku xirab de ya. Rojava li ser wê dana windakirinê û li şûn hiştina rojhilat re ji rojhilat pêşketîtira. Li pêşîya wê ya.
    Pirsgirêka rojhilat ne bi rêveberîyên wê re ya. Bi têgihiştina ku ew rêveberîyên wê li ser lingan digirin li herêmê re ya. Ew têgihiştin jî, ne têgihiştinaka herêmî ya. Wê têgihiştina metingerî, hemû nirxên herêmê yên pîroz û civatî binpê kirina. Dîroka wê, daya sekinandin. Rojhilat, ku mirov ji bo sadsale me bêne ser ziman, mirov karê bêje ku konfaransa Lozanê û Paxta Sadabadê, du destpêkên dîrokê yên di winda kirina wê de ku destpêk in. Divêt ku mirov van herdû peymanan bi teybetî hilde li dest. Temenê wan şer û pêvçûnên li herêmê yên ku hate roja me tên jî, hê jî, ew di afirênin. Ku miirov hizir bike ku wê herêm bi wan herdû peymanan re bi ber pêşaroja xwe de herê, wê çaxê mirov karê ji nahade bêne ser ziman û bêje, ku wê pêşaroja wê ji nahade windakirîya. Wê şer û pevçûn lê bidawî nebin. Wê ji dîrokê birina xalk, çand û zimanan lê bidawî nebe. Mirov divêt ku vê yekê jî bi teybetî bêne ser ziman. Rojhilat, Bi vê yekê re, di vê demê de di pêvajoyaka xwe ya nû de ya. Di ber destpêkeka nû de ya.
      Ji awayê rastkirin û adilandina ramyarîya wê mirov karê baş û qanc fahm bike ku wê çi nêzîkatî lê bê kirin û wê di çerçova çi têgihiştinê de lê nêzîkatî bê kirin. Di serî de, du tişt bûna wan, wê destpêka windakirina herêmê ya pêşaroja wê ya ji vir pêde bê. Ew herdû tişt jî, yek dîzaynkirina herêmê ya li gor ramyarîya(sîyesete) serdestîtîyê ya. Tişta din jî, ew ku di temenê sîyesete ku di konfaransa Lozanê de hatîya kifşkirin û bi paxtên weke yên Sadabadê re hatîya berdewam kirin nêzîkatî lê kirin a. Di van herdû temenan de nêzîkatî lê kirin, wê tenê, rastkirinaka di temenê sîyesete serdestitiyê de wê bêne holê. Bi vê yekê re, wê bi nêzîkatîya sîyasî re wê tenê herêm, wê windakiirna êdî bide berdewam kirin. Rojhilat, bi rastkirinaka ku di temenê ardnîgarîyê de ku xalkên wê bi pêşketina wan re esas digirê, bi wê divêt ku were rastkirin. Bi wê rastkirinê re, wê temenê pêşaroja wê rast û pak were li holê. Xalkên herêmê, di nêzîkatîyaka sîyasî weke ya Sûrî, Îran, Tirkiye û hwd re ku ti carî ne xwediyê gotinê na li ser pêşaroja xwe, wê ti carî nebe xwediyê pêşketinaka xwe bi xwe re ya dîrokî. Rojhilat, windahîya wê ta ku hate deme me tê jî, ku mirov li wê dinerê, mirov tenê vê awayê sîyesetê yê ku lê hatîya bicihkirin yê bi vî rengî, mirov karê weke temenê windakirina wê ya di dîrokê de bibîne. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku divêt ku statûqûya herêmê ya ku hate roja me hatîya û temenê wê di konfaransa Lozanê(1923) de hatîya avêtin, bê guharandin. Ku ew newê guharandin, wê ti carî, pêşketina wê ya pêşarojê wê nebe. Wê tenê windakirina wê bê berdewam kirin.
      Konfaranse Lozanê, divêt ku mirov wê bi teybetî hilde dest. Ew peymana ku di wê Konfaransê de hate mohrkirin, ti carî, xalkên herêmê û pêşketin û dîroka wan bi li berçav girtinê re ne hatîya mohrkirin. Ya ku wê li berçav girtîya, metîngerîya Îngiliztan û Firansa ya wê demê ya li herêmê bûya. Bi vê yekê re, herêmê hatîya rastkirin. Rastkirin û adilandina ku di roja me de bahse wê tê kirin jî, nukirina wê metingerîya ku temenê wê di Lozanê de hatîya avêtin a. Piştre, ew awayê metingerîyê bi derketina Yekitiya sovyet re hate kurkirin û mayindakirin. Bi wê re herêm, êdî kete demeka xwe ya nû de. Bandûra yekitiya sovyet, bi vê yekê re, li herêmê, di temenê mayindakirina wê rewşa ku di konfaranse Lozanê de hate kirin de bû. Bi wê re rojhilat, êdî ji gelek aliyan ve bû qadaka şer û pevçûnan. Piştî, ku Li Îranê rejîm guharî û ´komara îranê ya Îslam ava bû jî,  ew rewşa wê peymanê ya ku bi paxta sadabadê re sînorên wê hatibûbûna kifşkiirn, ne hate guharîn. Ew rewş li herêmê hat berdewam kirin. Ew, di temenê serdestî û metîngerîya ramyarî de dîzaynkirina herêmê, wilo weke xwe ma. Pêla pêşketinê ya ku di wê demê de bi xalkên herêmê re derketîya holê jî, dîsa hêzên serdest yên li herêmê, dikin ku pêvajoyên wê pêvajoya giştî ya metingerî ye sêyemin bê afirandin û ew bê berdewam kirin. Ti derd û kula hêzên serdest hem yên ji herêmê û hem jî yên ne ji herêmê ku li herêmê serdest in, ne herêmê û pêşketîna wê ya bi gelên wê re ya. Di temen û esasîya hin polîtîkayna berjewendîperez de nêzîkatî lê tê kirin. Rojhilat, bi vê yekê re, di rewşa nû de ya.
      Konfaranse Lozanê û peymana ku têde hate mohrkirin, temenê pêşketinê yê herêmê holê rakir. Ew peyman, di aslê xwe de, peymanaka ku gîyane herêmê ya mesopotamya kuşt. Peyman wê konfaranse, mirov karê weke denezene ji holê rakirina mesopotamyatîtîya herêmê binirxînê û bêne ser ziman. Bi wê re peymana Lozanê re, Mesopotamyatîtîya herêmê û gîyane wê ya ku bi xalk û gelên herêmê û pêşketin û pêşveçûna wan re li ser lingan bû, ji holê rakir. Di dîroka herêmê di hersê sêsadsalên dawiyê de rêveberîya Osmanîyan ji xwe derbeyek li wê dabû. Bi wê peymanê re êdî derbeya dawiyê lê hate xistin û ji holê hate rakirin. Şerên ku piştî mohrkiirna wê peymanê re li herêmê di naqabîna rêveberî û xalkên herêmê de dibin jî, tenê şerê wê na. Di konfaranse Lozanê de, çend ku li herêmê şert û mercên wê nebûn jî, di temenê nêzîkatîya netewî de hin xal hatina kifşkirin. Ew xal jî, bi hêz û seerwerî û serdestîya hêzên ku li ser serê herêmê serdestbûn re hate kifşkirin. Bi wê yekê re, êdî kî û kîjan hêz hate kuderê serdest bû û serwerîya wî hebû, êdî ewder ji xwe re weke xaka netewafirandina xwe kir. Bi wê yekê re, xwe li ser lingan hiştin bû. Bi wê afirandinê re di aslê xwe de rêveberîyên herêmê yên ku derfetê wan yên jîyanê li herêmê nebû, derfetê jîyanê ji xwe re kirin ku biafirênên û serdestîya xwe ya li herêmê bidina berdewam kirin. Konfaranse Lozanê weke destpêka wê afirandinê ya li herêmê ya. Bi komkuji, pêvajoyên bişavtinê, qadaxakirina zimanan û hwd re weke ku li tirkî bû, li ser esasê ´yek milet, yek ziman, yek ol, yek dewlet´ de afirandin hat xwestin ku pêk were. Bi vê yekê re, bidehan ziman û çand li herêmê ji holê rabûn. Gelek ziman, î ro hatina li bertûnebûnê. ..
      Bi vê yekê re di vir de mriov çend gotinan karê li ser gotina ´netewîyê´ jî bêne ser ziman. Di vir de pêdivî jî bi vê yekê heya. Ew netewtîya ku her weha ji holê rakir, netewtîya ku li herêmê bi projayan hatibû rûnandin bû. Temenê wê, ne xalk û dîrok, diafirêne. Temenê wê, nêzîkatîya demî ya ramyarî diafirêne. Ti carî, mirov nikarê ji netewtîya ku li rojhilat ku mirov dikeve zorê ku wê salixbike, dîrokê û şûnîtîyê jê re bibîne. Çend ku ew dîrokaka xwe çêdike bi nivîsandinê biafirêne jî, mirov nikarê jê re li ser temenê rast yê jîyanê dîrokê jê re bibîne. Afirandina vê awayê netewtîyê, bi şavtinê re temenê wê diafirê. Gotina ku di temenê wê de ya herî afîrîner a ya bişavtinê ya. Bi vê yekê re, pergale perwerde, weke afirandina navika wê ya. Pergala perwerde, di temenê perwerdekirinê de pirr li ser tê sekin in. Lê ku mirov di wê temenê û temenê afirandinê netewtîyê de lê dinerê, weke pergaleka jenosîdê ya. Bi wê pergalê, sadsale ku me ye ku li şûn hişt di wê de, bi sadan ziman û çand hatina halandin û ji dîrokê birin. Bi vê yekê re, ku mirov bahse pêşketinaka bi mirovatî bike, divêt ku mirov pergale perwerde wê awayê wê yê roja me jî, bike ber lêpirsînê de û li ser bihizirê. Ew pergale ku çand û dîrokê ji dîrokê dibe, divêt ku mirov wê jî fahm bike. .. 
    Statûqûya herêmê ya ku li ser serê herêmê hatîya avakirin û li ser serê wê bûya belayaka dîrokê û ti bahs û têgihiştina mirov û mirovatîyê ku têde nîn a, divêt ku êdî ji holê rabê û ji dêla wê, êdî statûqûyaka ku xalkên herêmê esas digirê û pişta xwe dide wan, divêt ku were avakirin. Statûqûya rêveberîyê, ku pişta xwe bide gel û xalkên di bin destê xwe de ya, ne biderfet e ku êdî hêrîşê bibe ser gel û xalkên ku bi rê ve dibe de. Hate, statûqûya herêmê û bi teybetî jî rêveberîyên herêmê, pişta ne dina gel û wê negihijina wê rêz û hûrmeta ku bidina mirov û xalk û galan û hwd. Wê rêz û hûrmete wan ji xwezaya wan ya ku ew di nav de dijîn re jî wê nebe. Rêveber, der û devera ku pişta xwe didiyê de, ji bo ku xwe li ser lingan bigirê jî, guhekî bidiyê de. Awayê sîyesetê yê ku bi saddam afirand, temenê wê heyîna statûqûya herêmê ya. Hê ew têgihiştin li ser kar a. Ew têgihiştin, ne li mirov dihizirê, li kar û berjewendîyên xwe dihizirê. 
    Ku mirov li dîroka herêmê binerê, mirov pirr rengîntîyekê dibîne. Lê mixabin, ew pirrrengîtîya wê, piştî konfaranse Lozanê re dem bi dem ji holê hate rakiirn. Ew ji holê rakirin, divêt ku were sekinandin. Ev ye pêşî ya ku rojhilat divêt a. Ya duyemin, ew e ku ne di temenê pergalaka ramyarî(sîyasî) de nêzîkatî li herêmê û gelên herêmê û pêşketina wê bê kirin, divêt ku di çerçova gelên herêmê, dîrokên wan û pêşkatina de nêzîkatî li ramyarîyê were kirin. Bi vê yekê re, êdî dawî li wan ji holê rakirina bê hanîn. Peymana Lozanê bi ancamên wê re divêt ku ji holê bê rakirin. Li herêmê, di temenê metingerîya ku li ser serê herêmê di sadsale 20an de ku hebû û ku bi konfaranse Lozanê re hate afirandin, êdî dawî bi nêzîkatîya li gor wê ku li herêmê tê kiirn bê hanîn. Komkuji û ji dîrokê birinên ku hê di ancama peymana Lozanê de ku li herêmê dibin, divêt ku êdî werina sekinandin. Rêveberîyên herêmê yên ku Emerîka, Firansa, Ingiliztan û hwd ku piştgirîyê didina wan û di destpêka wê konfaranse de weke rêveberna ku wan polîtîkayên wan yên herêmê bi rê ve bibin ku hatina afirandin, divêt ku werina xirakiirn û ji dêla wan rêveberna herêmî yên ku xalkên herêmê esas bigirin û ji xalkên herêmê re bin werina avakirin. Êdî divêt ku di temenê sîyeseteka metinger de nêzîkatî li herêmê newê kirin. Bi vê yekê û armancê êdî divêt ku rêveberîyên nû yên ku wê pêşaroja herêmê bikujin, weke yên ku berê hatina avakirin(weke yên ku di piştî konfaranse Lozanê de di ancama wê de êdî piştre hatina avakirin û hate roja me tên ...), êdî divêt ku newina avakirin. Di ancama wê sîyesete metinger ya ku bi statûqûya herêmê re li ser serê herêmê ku serdest in de, rêveberîyên ku ava na, piştî ku lêborînaka ku ji xalkên herêmê bixwezin divêt ku êdî xwe ji herêmê vekişênin. 
   
       ------------------o0o--------------------
     Dem û pêvajoya ku em î ro hatina û ketinê de pir girîng e. Ji bo kurdistanîyan û ji bo dewlete tirk ji wilo ya. Î ro, serokwezîrê tirk T Ardogan li Kurdistanê ya. Î ro li bajarê kurdistanê li Wanê bû. Wê sibe herê Çolemergê. Ji roja ku ew hatîya kurdistanê, hêrîşên li ser kurdan berdewam in. Bi wê re jî, mirov divêt ku bêne ser ziman û bêje ku berî nahaka bi çend rojan 12 ciwanên kurd hatina pekrawan kirin. Hê kurdistanî, di şîna wan ciwanên xwe de na. Hê dilê wan bi kel e û digirî. Lê T Ardogan tevî wê jî, diçê kurdistanê û bêhûrmetî û bêahlaqîya xwe dide nîşandin û gotinên pîs yên bêahlaq ji kurdan re dike.
   Ji roja ku T. Ardogan çûya kurdistanê û her gotina ku kirîya, têde haqaret û hêrîş li gelê kurd û nirxên wê hene. Mirovên ku kurd bi deh hazaran dengên xwe di hilbijirênin, ew dibêje ku "ew kurdan temsîl nakin". Bi wê re jî, bi sînor namêne. Hêrîşê dibe ser nimêj û ola gelê kurd. T. Ardogan, hêrîşî ola musulmantiyê dike. Ew bixwe jî, dibêje ku " musulman nim". Ka em bi pirsin ku kudera wî musulmane? Mirovê ku Hêrîşî nimêjên mirovên musulman bike, çawa mirov karê bêje ku musulman a?.
di nav bawermendên musulman de gotinak heya û weha tê gotin. Tê gotin "ku wê rojekê demek were û wê mirov derkevin û bêjin ku em musulman in, lê bêle ew mirovên ku di bêjin em musulmanin, wê ji aliyê wan ve hêrîşên herî mazin wê li nimêj û bawerîya musulmanan were kirin. Î ro, ku deme ku mirov li T. Ardogan dinerê û lê dimeyîzêne, mirov vê yekê bi bîr dike. Di deme ku ez lê hizirim, ev gotin hate bîra min. Deme ku ez wan hêrîşên wî yên ku li kurdan û li ola kurdan dibînim, ew gotin di cih de tê bîre min.
   T. Ardogan, bi rêveberîya re hewl dide ku gelekî bi nirx û dîroka wê re ji dîrokê bibe. Di axiftina xwe ya li Wanê de bahse "Mem û Zînê" Ahmedê Xanî dike. Bahse wê nirxa gelê kurd dike. Lê divêt ku mirov bi bîr bike ku ji aliyê heman rêveberîyê ve zimanê kurdan hatîya qadaxa kirin. Heta î ro jî, hê ew qadaxa berdewam dike. Li kurdistanê, ev demeka dirêja ku terora polêsên dewlete tirk heya. Her xwepêşandinaka gelê kurd ya bi pê mafê xwe dixwezin, li ber wê terora dewletê tê bi kar hanîn. Ew xwepêaşandinên gelê kurd yên ku bibin jî, hemû jî, bi sê xwestekên sereke bi pêk tên. Ew xwestek jî ev in. Yek, Oparasyonên dewletê yên qirkirinê yên leşkerî û yên sîyasî bê rawastandin. Sîyasetmedarên kurd, yên ku hatina girtin bê berdan. Û qadaxakirina li ser zimanê kurdî bê rakirin. Bi wê re dixwezin ku êdî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdîya xwe bibînin û xwe bi rê ve bibin.
     Li ber hemû xwestekên gelê kurd, T. Ardogan bi înkarê bersivê dide. Di wê deme de, ku demeka ku bi ber hilbijartinê ve diçê jî ya, T. Ardogan, hêrîşê kurdan dike. Di wê demê de bi wî rengî bi artişê û hêzên teybet û polîsan hêrîşên wî yên li ser kurdan divêt ku mirov baş li ser rawastihê. Ji ber ku di van hêrîşên wî de hin planên wî yên qirêj hene. Di deme pêşîya me de bahse amedekirina destûraka bingihîn ya nû tê kirin.
   Di pêvajoyê de ji bo ku kurdan weke pêvajoya 1923 ku dîsa dervî pêvajoya destûrî hiştîn, serokwezirê tirk T. Ardogan di hêrîşê de ya.Çend ku bahse mafitiyê dikin, ne di çerçova destûrîtîyê de ew bahs tê kirin. Weke ku me li jor hanî ser ziman. Ew naqşaya herêmê ya ku di konfaransa Lozanê de li ser masayan têde sînor hatina kifşkirin û di paxta Sadabadê de ew sînor hatina safîkirin, dixwezin ku wê bi heman rengî bi rengî inkara kurdan bidina berdewam kirin. Ew levkirina, ku di vê deme dawiyê de ku serokê gelê kurd birez Ocalan bahs dike û ku di naqabîna Emerîka û tirkî de bûya jî, li ser wê temenê ya. T. Ardogan, destûra bigihînîn ya ku dibêje wê çê bikin, li gor xwe sînorê kifşkirîya. Deme ku nîqaşa perwerdehîya bi zimanê dayikê bû, wî got ku "bila ti kes ji me mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê nexwezê. Ev sînoreke ku wê danîya li holê. Sînorê din jî, ew ku kurd bi vina xwe û navê xwe li herêmên xwe êdî xwe bi rêxistin nekin. Ev girtinên di bin navê doza KCK de yên ancama wê na.
    Li Wanê, pirtûka Ahmedê Xanî şanî gel dide û dibêje, "asimlasyon nemaya". Lê hate ku zimanê kurdî, qadaxa bê, her kes jî dizanê ku wê asimlasyon hebe. Ji vê demê pêde, divêt ku li kurdistanê, êdî hêvî ji dewlete tirk nebe. Kurd, êdî bixwe destê xwe biavêjina pişta sûkra xwe û xwe bixwe bixwerênin. Deme ya piştî hilbijartinê, demeke ku ew êdî bi teybetî pergale xwe ya perwerdîya bi zimanê kurdî ava bikin a. Divêt ku ew vê yekê bikin. Divêt ku bê zanîn ku sedsalî ew maf ji dewletê bê xwestin, wê dewlet nede wan. Divêt ku ew bixwe bi afirênin. Çawa ku di weşana tv de, hate ku kurdan televiyonên xwe yên weke roj tv nevekiirn, wan tv.yên xwe yên weke trt-şeş û dinya tv nevekirin. Ew hemû jî, ancamên tekoşîna kurdan in. Piştî hilbijartinê, bêî ku dem were windakirin, divêt ku komîyonaka netewî ya kurd were avakirin û ew bi teybetî, kar û xabatên wê li ser afirandina temenê perwerdehîya bi zimanê dayikê bê. Ya ku wê temenê yekîtîya kurdan û yekbûna wan biafirêne jî ev yek a. Divêt ku mirov bi teybetî li ser vê yekê rawastihê. Bi zihnîyeta T. Ardogan ya ku hate nahaka wî hanîya ser ziman, wê çi destûr û destûraka çawa wê were amede kirin? Her kesek jî dizanê ku wê ti destûrîyên bi mirovatî wê newina amedekirin. Li ser vê yekê û ji ber vê yekê li ber kurdan di şer de ya. Kurd, êdî wê ti pêvajoyên bi wî rengî herê nekin. Ew di vê yekê re çi bike jî, êdî wê negihijê armanca xwe. Kurd, êdî ne kurdên berê na. Yan, wê destûraka ku li ser temenê wekhevîyê wê were amede kirin û yan jî, wê rîya kurd û tirkan jev bivaqatihê. Êdî herkesek jî, vê yekê pirr baş û qanc dihêne ser ziman. 
      Divêt ku mirov vê yekê bi rehetî bêje ku hate ku yekbûna kurdan pêk neyê, wê kurd nikaribin ku bi tememî bi ser pirsgirêkên xwe ve werin. Wê nikarin, hêze xwe bi kar bênin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê dîsa herkesek dizanê ku hate ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin jî, wê li rojhilat jî ti pirsgirêk negihina çareserîya xwe mayînda. Ku weke pirsgirêka ´rojhilat´ jî tê nîşandin pirsgirêka îsreal- fîlîstinê jî, mirov karê ji bo wê jî vê yekê bi heman awayê bêne ser ziman. Welatên ku weke Îran û Sûrî ku pirsgirêka wan ya kurd heya, hertimî hewldana ku wê pirsgirêkê jî di rojeve de bihêlin û xwe bi wê pirsgirêka kurda re ji berçav dûr bikin. Berê Saddam ev yek dikir. Nahaka Îran, Sûrî û Tirkî vê yekê dike. Mifte hemû pirsgirêkên rojhilat çareserkirina pirsgirêka kurd a. Divir de, ji bo pêşketina herêmê jî, mirov karê heman tiştî çarek din jî bêne ser ziman. Statûqûya ku têde pirsgirêka kurd hatîya afirandin û dihê berdewam kirin, li pêşîya pêşketina herêmê astangîya herî mazin a. Ji ber vê pirsgirêkê û wan pirsgirêkên herêmê yên bi vî rengî, pêşketinaka bi mirovatî li herêmê pêk nayê. Bi teybetî, ev pirsgirêkên bi vî rengî, li pêşîya pêşketina rêveberîyên ku pişta xwe bidina gel in. Rojhilat, pirsgirêka wê ya herî mazin ya î ro, rêveberîyên wê yên ku li pêşîya pêşketina wê û ya xalkên wê astang in a. ...
    Li tirkî ji ber çi T. Ardogan, wilqasî hêrîşê dibe ser nimêjên gelê kurd yên ku ew li qadan dikin. Ji ber ku kurd ji bin kontrola wî û dîyenete wî derdikevin. Êdî nikarin, weke berê kurdan bi olê bixapênin û bi rê ve bibin. Di aslê xwe de, di vir de mirov karê du aliyê giring yên van hêrîşên T. Ardogan yên li nimêjên gelê kurd karê bibinê. Aliyê pêşî ew e ku kurd êdî li rastî û rûmete xwe û rastîya ola xwe xwedî derdikevin û êdî derfetê nadina wî û yên weke wî ku êdî li ber wan ola wan bi kar bênê ya. Aliyê din jî, her weha ew e ku ti rêveberîyên herêmê ku tirkî jî bê, yek jî ji wan pişta xwe nadina xalkan. Bawerîya wan li xalkan nîn a. Hate vê rojê, wan pişta xwe dabû olê û bi wê re bi rê ve dibirin. Têgihiştina civatî û civaktî ya olê, wan kiribû cihê xalkê û civakê de û bi wê civak û komên wê bi rê ve dibirin. Kurdan, bi vê kirina xwe ya birûmet, ku di farqê de bin û ne di farqê de jî bin, tiştekî pirr baş û dîrokî kirin. Rêveberîyên ku pişta xwe ne didan gel û gel bi rê ve dibin bi olê, wê êdî bi zorê jî bê û ne bi dilê wan jî bê, wê pişte xwe bidina gel û pêş bikevin. Ancama dîrokî ya wê kirina nimêjên xwe yên gelê kurd li qadan ya pêşî ev a. Ev yek, wê pêşketinna dîrokî bi xwe re bêne. Çend ku temenê bi karhanîna olê ji bo rêveberîyan ji holê dirabê û nemêne, wê ew pêşketin hê zûtir û mazintir bibe...
 
-------   -------  
 *Berî nahaka bi hefteyekê wek tê zanîn 12 ciwanên kurd bi awayekî hovana hatina qatilkirin. Min ev nivîs ji bo rûmet û bi bîrhanîna wan nivîsand. Bila gîyane wan şad bê. Ew rûmetên gelê kurd in. Wê hertimî bijîn di dilê gelê kurd de.
 
 
 20.05.2011/Abdusamet Yigit
!

 Vegere Destpêkê......

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org