pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

CanKurd

- 

 

 

Vege

re Destpêkê

 

Pênûsa kurdî li rojavayê Kurdistanê

 

Ji dema Ayûbiyan ve, Kurd wekî neteweyeke serekîn li gel neteweya Ereb, cîhê xwe di qada ramiyarî ya welatê Sûriya ya mezin de (Sûriya niho, Urdun, Lubnan û Filistîn) girtiye, û hîn berî wê bi hezaran sal di bakurê welêt de, rêç û şopên gelê Kurd hene, yek ji wan keleha „El-Ekrad“e, ku dewletê navê wê kiriye „Elhusin“. Elhusin bi Erebî keleh e.

 

Keleha „El-Ekrad“

Bi ser ve jî li Kaniya Dara jî gelek bermayên şaristaniyeke kevnare hene, ku hîç têkiliya Ereban bi wê re nîne. Ereb demeke direng paş derketina Islamê, gihan bakurê Sûriyê.

 

Şêrê Kaniya Dara

Li rojavayê Helebê bi 50 KM, ku navçeya Kurdaxê heye û tê de 356 gundên Kurdan hene, hinek herifteyên kevnare didin xuyakirin, ku ev navçe pir ji zû ve, cîh û warê Kurdan bû, yek ji wan rêçên balkêş şikefta „Du derî“ ye, ku yek ji kevintirîn cîhên daniştina mirovî ye li Sûriye, deselata Baasî gelek bizavên xwe kirin, da wî navî biguhêre, hema Japoniyên ku lêkolînên zanayî li ser wa şikefta bi du deriyan kirîne, wan bizav pûç kirin.

 

Şikefta Duderî

Dawiya dema Eyûbiyan, jineke Kurd „Deyfe Xatûn“, ku ji malbata Sultan Selahdîn bû, 6 salan padişaha bajêrê Helebê bû, û ew bajarê ku keleha wê li cîhanê navdar e, li hember hêrişên Teteran ji Rojhilat ve û yên Xaçperestan ji Rojava ve parist, û nehêla kesek ji gelê bajêr demeke dirêj bizane, ku mêrê wê mirî ye.

Kurd, wekî hinek dûrokvan û gelnas dinivîsin, bi ser ve jî hinek part û rêkxirawên ramiyarî yên sûrî dibêjin, ku Kurd li ser axa xwe ya dûrokî dijîn, ne koçer in û ne jî mişextî ne.

Di navbera Kurd û Ereban de, di navbera çiyan û deştê de, an jî welatê h’eriyê û yê qûmê, welatê keskayî û zerbûnê de, li ser jêderên avê û çêrgehan, herdem pevçûnênxûnî hebûn, lê pir deman jî ewana li hev dihatin û di navbera xwe temenekî dirêj bi aştî derbas dikirin.

Di bin sîtemkariya Osmanî de, ku gelek ziyan giha gelê Kurd, ê ku di dema Dostikî de xûk ji bajarên Tirablusê (bakurê Lubnanê) û ji Helebê distand, û bere-bere, ev gel hate binzorkirin û paş peymanên Saykes-Picot sala 1916ê niştê wî Kurdistan hate kerker kirin. Parek ji Kurdistanê kete bin destê herêma sûrî, ku bo Firensiyan hate spartin. Pêwîst bû, ku Firensî gava sala 1920ê ketine paytextê Sûriye (Şamê), di rêya xwe de berxwedana leşkerekî  kêmhejmar, ku bi serokatiya wezîrê paristinê yê Kurd bû (Yûsif Al-Azama), bişkînin û wî şehîd bikin. Generalê firensî Goro berî her tiştekî bike, derbas bû gorxana Sultan Selahdîn li Şamê, bi pozê sola xwe li kevirên gora wî da û got:“Rabe ser xwe, ey Selahdîn, va ye, em dîsa hatin!“.

Mixabin, ev neteweya Kurd, ku zor kevnare ye di dûroka mirovî de, û gelek têkoşîn li hember hêrişvanên biyanî kiriye, li hember Mongol û Tetaran, li hember Xaçperestan û li hember Firensiyan û Ingilîzan, ji roja serxwebûna Sûriye ve, zorbaziyeke bê wekanî li Sûriye dibîne û ji ber wê dinale, û bi taybet di warê çandeyî de.

Di bideselata firensî de (1920-1946), ku gelek mezinên Kurdan dij bi wan biyaniyan berxwedan kirin û ji wan navê Ibrahîm Hanano, wek rêberekî mezin ê Sûriye têye bi navkirin, piçekî bergeh û delîve ji pênûsên kurdî re hebû. Hîngê li Sûriye yek ji giringtirîn kovarên kurdî (Hawar) derdiket, komikên çandeyî yên ziman û çand û civaka ramiyarî ya kurdî, li Şam û Heleb û Qamîşlokê pêda bûbû û xebatin gelek hêja ji bo gel û zimanê gelê xwe dikirin, hema Firensiyan tevî ku xwe wek dayîka mafên mirov dizanîn, rê li ber gelê Kurd bo paristina kesayetiya xwe ya neteweyî û hebûna xwe wekî neteweyekê girtin û çi harîkarî bo roşenbîrên kurd nekirin.                              

 

Paş ku Sûriye serxwebûna xwe stand, dîsa pir Kurd navdar di ramiyariya neteweyî de hebûn, hema di destûra sûrî ya yekê de di azadiyê de Kurd hatin ji bîrkirin û dewlet li ser bingeha „Yek netew û yek ziman“ hate avakirin. Di wê navê de serbinkirineke leşkerî ya general Husnî Zaîm, ku bû serokê komarê û serokê wezartê jî  Muhsên Berazî bû an Fewzî Silo, ku ewana jî wekî wî Kurd bûn, çi mifa ji gelê Kurd re nehanî.                                                       

 

Roşenbîrên Kurd, ku yên sereke, wekî Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Osman Sebrî (APO), Qedrî Can, Cegerxwîn û gelek ên dî, nikanî bûn hikariya xwe li wan Kurdan bikin, ku di nav leşker û polîtîka sûrî de xudan hêz û kefteleft bûn. Bi ser ve jî tava Komonîstiyê bi ser Rojhilata Navîn de hatibû, û serhildanên gelê Kurd li Rojhilat, Bakur û li Başûrê Kurdistan, yek û yek têk çûn û gelê Kurd di xûna xwe de gevisî bû, Kurdistan hatibû tar û markirin, kavilkirin.                                                                                                          

 

Li Sûriyê, bergeh bo fêrbûn û fêrkirina zimanê kurdî lidibistanê pêda nebû, piraniya gelê Kurd jî nexwende bû, axan û began jî tew nedixwastin ku dibistan li navçeyên kurdî bên vekirin an gelê me hişyar bibe. Eve bo delîveyeke baş ji nationalîstên ereb re, û ji Komonîstan re, ku gelê me ji her aliyekî zimanî, çandeyî, civakî û ramiyarî ve bidin pişaftin. Di dema yekbûna Misir û Sûriyê de (1958-1961) Erebkirina gelê Kurd bi hêz pêş ve çû, gelek roşenbîrên Kurd hatin girtin û zindankirin û leşwêrankirin. Hinek ji wan seqet bûn, û ji tirsa re gelek Kurdan kurên xwe an birayên xwe didan destê deselatê û pirtûkên bi zimanê kurdî an li ser Kurd û Kurdistanê disotandin.      

Bi hatina partiya Al-Baas Al-Arabî Al-Iştîrakî ser desolate bi darê zorê, di sala 1963ê de, zorbazî û hovîtî li hember gelê Kurd û bi taybet li hember ziman û çanda kurdî ya nivû devkî dijwartir û firehtir bû. Yek ji egerên wê: Nijadperestiya wê partiyê bû, ya dî jî xortbûna şorişa kurdî li başûrê Kurdistanê bû, ewa ku biserokatiya rêberê nemir Mele Mustefa Barzanî di sala 1961ê de dest pêkiri bû. Partiya Al-Baas pir ji wê tirsiya bû, û di sîngê gelê Kurd de hîviyeke nû ya azadiyê pêda bû. Gelek hunermend û helbestvanên kurd helbestên şorişgîrî di nav gel de belavkirin, û li şûna pesindariya Lenîn û Stalîn, navên rêberên şorişên kurdî di helbestan de bilind bûn, ji wan jî helbestvanên pir bi nav û deng wekî Cegerxwîn, Keleş û Tîrêj û hunermend Mihemed Şêxo…                                                                               

                                                                             

Ji aliyekî ve dûjeha nijadperestiyê bi ser gelê Kurd de hate pijiqîn û ji aliyekî ve behara roşenbîriya neteweyî geştir û ciwantir bû. Ji aliyekî ve gelek projeyên nijadperest wekî kembera Erebî, serjimêriya taybet û qedexekirina ziman û çanda kurdî û ji aliyekî ve belavbûna pirtûk û stran û helbestên kurdî di nav gel de. Mixabin sê terzên cihê yên nivîsîna kurdî (Tîpên erebî, tîpên latînî û tîpên kirîlî) gelek astengî ji bo fêrbûn û fêrkirina zimanê kurdî pêda kirin, hema li dawiyê tîpên latînî cihê xwe di rojavayê Kurdistanê de girtin, û eve jî di saya kovara Hawar, Elîfbêya Apo Osman Sebrî, û gelek helbestên Cegerxwîn û pirtûkên rêzimaniyê, wekî Reşîd Kurd û hinek nivîsên dîrokî û çêrok yên roşenbîran.  Di navbera 1958 û hatina serokê sûrî niha Beşar Al-Assad de sala 2000î, roşenbîrekî kurd nema ku neketibe zindanê. Lew re em dikanin bibêjin ku li rojavayê Kurdistanê roşenbîriya kurdî geşbûn û xortbûna xwe ji têkoşîna ramiyarî ya neteweyî girt. Eve geşbûn û pevgirêdana ramiyarî – wêjevanî di helbest û çêrok û roman û hunera kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de, pêdiviyê lêkolîneke dirêj in, ku di gotareke wilo de bergeh jê re nîne.        

Ji roja hatina Beşar Al-Assad ser deselatê, rewşa ziman û çand û nivîsevaniya kurdî wêrantir bûye, hemî rê li ber pênûsa kurdî hatîne girtin, roşenbîr li pey hev tên binçavkirin û zindankirin. Bêtir ji 100 nivîsevanên kurdên Rojavayê Kurdistanê ji welêt reviyane, li Ewrûpa, Australiya û Amerîka dijîn. Ji serxwebûna Sûriyê ve sala1946ê ta niha ziman û çanda gelê Kurd qedexe ye, bo Kurdan dibistanên taybet wekî yên Ermeniyan an  Fillehên dî nînin, navên kurdî ji ser dikan û gundan, ji ser newal û çiyan giş hatîne rakirin, li cîgehên fermî û li ber dadgehan zimanê kurdî qedexe ye…. û lew re di civakeke wilo de, ku heme rê li ber pênûsa kurdî hatîne girtin, wê ev ziman û ev çanda ku pareke ji çanda mirovatiyê ber bi têkçûnê ve biçe. Tenha bi rêya malperên Înternetê gelê Kurd û bi taybet rşenbîrên welatperwer berxwedana xwe di ber hebûna xwe ya çandeyî de dikin, mixabin gelek nivîskarên Kurd ên tev navdar êdî nema bi Kurdî dinivîsin.                                                                    

 

Ji ber vê yekê, êdî pêwîste roşenbîrên cîhanê, destên xwe li hember polîtîka Erebkirina gelê Kurd di Rojavayê Kurdistanê de hildin, di serî de jî ev histobariya roşenbîrên kurdistanî ye, û histobariya bangeşiya „mediya“ ya kurdistanî ye, û ya deselata Kurdistana Azad û heme part û rêkxirawên kurdistanî ye.                                                                                                       

 

Ji UNISKO jî tê xwestin ku li hember va nijadperestiya çandeyî û zimanî ya deselata erebî li Sûriye, tox û ala xwe verişîne û va polîtîka dij mirovatiyê û dij azadiya pênûsê nepejirîne.                                                                            

 

Hûnbimînin di xêra Xwedê de

                                                                                

 

Cankurd – 23.06.2011 / Almaniya

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org