pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Kakshar Oremar

- Seyîd Riza û Qazî Mihemed!

Kurek û dayikek!

 -

-Boykot û Paşeroja Me!

-HusenXiziri

-  Girîngiya Arşîvê Ji Bo Hunermendan

-Xwîna me û qedera diktator Xaminêyî!

-

-Komara Me Pêkhat!…

Kakşar OREMAR!

 

-Xem û Xewnên General Îhsan Nurî Paşa

-Mamosta Şêxê Izzedînê Huseynî

-Du Ziman: Kurdî û Farsî

-Helepçe, Newroz û Bihar

-Pirtûka Pîroz “ an jî „ Ayetên Îlahî

Vege

re Destpêkê

 

Başûrê Sûdan û Kurdistan!

 

Kakşar Oremar

Îro him dilteng û him jî sahbûm. Demokrasî berfireh û pê re jî cihan zû tê guherandin. Her kes dixwaze xwedî mal û hêlîna xwe ya serbixwe be. Başûrê Sûdana jî bû dewleteke serbixwe. Li welatê Merakêş(Morocco) zimanê Amazîq(zimanê Barbara) li kêleka zimanê Erebî bû zimanê fêrmiyê welat.

Bi van pêngavên nû ez bawerim van çend rojan bi bihîstina xebera serxwebûna Bahûrê Sûdan xew ji çavên hakimên Tirk, Îranî û Ereb reviya ye. Li xerîta welatê xwe dinêrin û niha baştir dizanin ka Kurd çi dixwazin û sinorên Kurdistanê li ku ne.

Li pey zêdetir ji 50 salan şerên giran, mezintirîn welatê parzemîna Afrîqa bû du par. 193mîn welatê serbixwe roja (09. 07. 2011) hat dinê û cejina serxwebûna xwe pîroz kir. Başûrê Sûdan li pey referandumekê ku % 99.57 xelkê wira ji bo serxwebûna welatê xwe dengê erê dabûn, ket nava mala welatên cihanê yên serbixwe. Piraniya rûniştivanên bakur misilman û piraniya rûniştivanên Başûrê Sûdan jî mesîhî ne(fileh in).

Kesên ku çûne bakur û başûrê Sûdan û ji nêz ve wira dîtine, dibêjin ferq û cudatiyên di navbera du aliyan pirr-pirr zêde ne. Heta kesekî dîn jî dikare wan ferqên mezin di navbera du aliyan da bibîne. Nimûne:

1. 50% zarok li bakurê Sûdan diçine xwendingehan, lê li başûr ev hejmar tenê 5% e.

2. Li hemû başûrê Sûdan 100 km cadeyên asfaltkirî nayên dîtin, lê li bakurê hezaran km rê, cade û sokak hatine asfalt kirin.

3. Prosenta kesên ku li du aliyan bi awayê sirûştî dimirin gelek ji hev dûr an jî cuda ye.

4. Li başûrê Sûdan 80% ji xelkê hêşta jî di malên xwe de xwedî destav(tuvalet)ên istandard û paqij nînin, lê li bakur sewiya jiyana xelkê ji her alî da bilind e.

Ji ber van sedem û gelek faktorên din başûrê Sûdan wek „mezintirîn gundê cihanê „ hatiye binavkirin.

Çendîn sala wira di bin destê Birîtaniya da ma û wan wek koledar keda wan mijandin. Piştî serxwebûnê jî dewleta navendî biha neda jêrxan saziya wê û erdnigariyek wêran bû. Ne fabrîke, ne jî kargehên şixulkirinê, lê tenê bereketa „şer“ bû ku pênc nifş pê re mezin bûn. Û pişt re 20 salan jî şerê navxweyî wira kire welatekî wêran û vala ji hemû îmkanên jiyanê. Lê gelê wira axa xwe bernedan. Jê re kar û xebat kirin û vaye encama hemû ked, koçberî, xwîn û malwêraniyên xwe jî dîtin.

Başûrê Sûdan xwedî axeke pirr dewlemend e. 75% petrola Sûdan li wira ye û kanên bin erd li wira gelek zengîn in.

5-6 sal hevdîtinên di navbera du aliyan da, hemû siyasetmedar û heta dîktator jî gehandin wê baweriyê ku divê ew pirsgirêka 50 salan di navbera xwe da çareser bikin. Dawiya dawî jî pirsgirêk çareser bû.

Encama şerê 50 salan ku canê zêdetir ji du milyon kesan jê re bû qurban û zêdetir ji 4 milyon kesan jî der bi der û aware kirin, serxwebûna netewek bindest û axeke dagîrkirî bi xwe re anî. Êdî di nava gelan da ew jî xwedî „nasnama xwe ya netewî“ ne.

Îro di rewşeke wiha da çiqas dilê min bi halê me Kurda şewitî. Dîmenên himwilatiyên Başûrê Sûdan ku bi keyfeke bêdawî mijolî govend û şahiyê bûn, pir bala min kişand. Girî û hêsirên dehan salan cihê xwe dabûn ken û awazên tije germahî û coşeke mezin.

Li Kurdistanê zêdetir ji 200 salan e ku şerê Kurd û dagîrkeran berdewame. Axa Kurdistanê ji ya Başûrê Sûdan dewlemendtir, ava me ji ya wan zêdetir û sirûşta me jî ji ya wan rengîntir û xweştir e, lê tenê ferqeke mezin di navbera me û wan da heye:

Dagirkerên Kurdistanê hêşta jî di hêla ramanên demokrasiyê da negehiştine wê sewiyê ku mîna rayedarên dewleta Sûdan bi rêya diyalog û referandomê „pirsa Kurd“ çareser bikin. Ew li çar aliyan hêşta jî hebûna Kurda (wek netewek cuda) înkar dikin. Ji bihîstina navê „Kurdistan“ê laşê wan diricife. Lê tevî hemû zehmetiyan, rayedarên dewleta Sûdan xwedî wê „cesareta exlaqî“ û „felsefeya mentiqî“ bûn ku rastiyên welat û daxwazên gel bibînin.

Dibêjin „şoreş û şoreşger“ dikarin dîrokê biguherin. Ger waye de zû bin Kurdino û bêtir rabin ser xwe û agirê serhildanê gehstir bikin. Em di serdemeke pir hesas da ne. Bila dîrok xwe li me dubare neke. Îro Amed bûye qiblegeha mirazxwazên ku sedan sale ji bo „serxwebûna Kurdistanê“ têkoşanê dikin.

Hîvîdarim sewiya rewşenbîrî û ramanên demokrasiya dagirkerên Kurdistanê rojekê bigehe wê sewiyê ku bêjin:“ bila Kurd bi referandumekê bidin xuyanî kirin ka çi dixwazin?“. Bawerim hingî 100% Kurd jî yê bêjin:“ Serxwebûn…“

 

Gmail:kaksharoremar@gmail.com

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org