Ji Navenda PEN a Kurd ji Raya Giştî re
Navenda PEN a Kurd pirozbahiya her 36 berbijêrên Enya Ked, azadî û demokrasiyê û hemu Gelê Kurdistanê dike ku bi irade û deng û
yektiya gelê xwe ew şandin Parlemanê Tirkî.
Roj bi roj gelê Kurd nişanî hemu cihanê dide ku ew netewek ştî û demokrat xwaze û dikare bibe inisiatîvek ji buy guhertinên erênî li devera Rojhilata Navîn ger ku derfet jê re hebe.
Yektî û Iradeya gelê me li Bakurê Kurdistanê nişanî hemu cihanê da ku em bixwene yên ku berpirs û nuner û xebatkarên Doza xwe ya rewa heldibjêrîn. Iradeya gelê me girtin û tumetên hin ji wan berbijêran bê wate xistin ku dîsan hatin hilbijartin.
Gelê me tometên paşverotiyê û paşketinê ku dixistin pal gelê me dîsa bê wate xistin û mînakek civil û pêşketî nîşanî cîhanê da bi serxistina 11 parlemantarên jin û diyar kirin ku ne prosên aştî û ne jî yên demokrasiyê bê jin u xebata jinê na meşin.
Gelê me mînaka bihevre jiyanê nîşanî cihanê da bi serxistinê kandîdê
Suryanî Erol Dora
Navenda PEN a Kurd hivî xwaze ku ev pêngave bibe destpêkek nu ji yekgirtina gel re û banga hemu aliyên Kurd li parÇeyên din jî yên Kurdistanê dike ku xebata xwe yek bixin ji buy serxistina Doza xwe ya rewa.
Her wisa Navenda PEN a Kurd bang li birêz Erdogan û AK partî û hukûmeta nu ya bê danîn li Tirkiyê dike ku dest ji siyaseta tunekirina gelê Kurd berde û dan bi mafên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkyê bide bi taybet ku Birêz Erdogan di mesaja xwe ya piştî encamên helbijartinan derketîn de got ku idî berperek nu û prosek nu li Tirkî dest pê dike. PEN a Kurd hêvî xwaze ku di wî berper û prosa nu da mafê gelê Kurd jî bê parastin.
Têkoşîn ji buy mafên rewa bi rêyên aştî û demokrasî daxwaza Navenda PEN a Kurde.
Komita Birevebira Giştî
NAVENDA PENA KURD
15/06/2011