pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

-Daxweyaniyên PEN a Kurd

 

-Ji Navenda PEN a Kurd ji Raya Giştî re

 

 

 

 

 

Vegere Destpêkê

 

  Gelî birêzan, endamên Navenda PENa Kurd,

Wek Hûn agadar in, kongireyê PENa Navneteweyî îsal di rojên 12.09. – 18.09.2011 li Belgradê/Serbiya tê li dar xistin.

Ji bo beshdarbûnê di kongire de mafê her PENeke neteweyî heye, ku du endamên fermî bo kongire bishîne. Wekî din endamên din jî yên her PENekê dikarin wek mêvan li kongre beshdar bibin.

Di kongire de û di dema dengdanan de her PENek xwedî dengekî tenê ye.

Nûnerên fermî, yên ku nûnerîtiya PENa xwe dikin, xwediyên dengê PENa xwe ne.

Beshdarên mêvan dikarin di gengeshiyan de (bi shêweyekî berteng) beshdariyê bikin. Di gengeshiyên civîna gishtî, chalakiyan û mêvandariyên fermî de tenê nûnerên fermî dikarin beshdar bibin.

Her PENek derdanên chûn û hatinê, razan, xwarin û vexwarinê bi xwe dide. Navenda PENa Kurd derdanên nûnerên xwe yî fermî ji pereyên endametiya endaman dide.

 

Endamên Navenda PENa Kurd, yên ku bixwazin wek mêvan li kongire beshdar bibin, derdanên xwe, ji ba xwe didin.

 

Chi nûnerên me yî fermî û chi endamên me, yên ku dixwzin wek mêvan beshdariya kongire bikin, divê formên fermî, yên ku ji aliyê PENa mêvandar ve têne bela kirin, dagirin.

Nûnerên fermî û mêvan divê forman dagirin, destnîshan (imza) bikin û ji Navenda PENa Kurd re, committee@pen-kurd.org

bishînin.

Navenda PENa Kurd navên nûnerên xwe yî fermî û endamên ku dixwazin wek mêvan li kongire, beshdar bibin, bi awayekî fermî destnîshan dike û ji PENa mêvandar re dishîne.

Endamên fermî, yên ku nûnerîtiya Navenda Kurd bikin, divê xwedî hin mercan bin.

1. Di axiftin û nivîsa bi Inglîzî de rewan bin.

2. Di wê astê de bin, ku bikarin bi Inglîzî, raport û daxuyaniyan ji her char komîteyên sereke re li gor merc û pîvanên xebata PENa Navnetewey amade bikin.

3. Di wê astê de bin, raport û daxuyaniyên ku ji aliyê Navenda PENa Kurd ve têne pêshkêsh kirin, di civînên komîteyên PENa Navneteweyî û kongireyê gishtî de biparêzin û bidine pejirandin.

4. Di birêvechûna bernameyên kongireyên navneteweyî de xwedî ezmûne bin.

5. Ji rewsha dîrokî û ya hevdem ya wêjeyî, chandî û siyasî ya gelê kurd agadar bin.

6. Di kar û xebata Navenda PENa Kurd de beshdar bin. Têkiliyên bi Komîteya Birêvebira Gishtî (KBG) re rewan bin.

7. Xwedî berpirsiyarî bin, ji ber nûnerîtîkirina wan ji aliyê PENa Kurd ve tenê ji bo bicihkirina armancên navendê di qada navneteweyî de ye.

8. Identifikasiyona bi Navenda PENa Kurd re di rêya xebata bi encam re hati be bi chi kirin

 

Komîteya Birêvebira Gishtî – KBG

Navenda PENa Kurd

22.07.2011

 

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org