pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

Nivîsên din yên Nivîskar Abdusamet Yigit:

DI WÊJEYA KURDî DE JIN Û CIHÊ WÊ

-Bawê Tahirê Uryanî

-DEM BI DEM FELSEFE Û PÊŞKETIN

-UAR-TUTU Û BAXTÊ WÎ

-PIŞTÎ XWEPÊŞANDINÊN LI ROJHILAT

Vegere Destpêkê......

LI KURDISTANÊ JI BO PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIK KAMPANYAYA ÎMZAYAN

Abdusamet Yigit

 Wek tê zanîn zimanê kurdî li kurdistanê li kurdan bixwe jî hatîya qadaxakirin. Kurd, ji bo ku wê qadaya li ser zimanê wan bê rakirin, kampanyaya imzayan dabû dest pê kirin. Bi wê kampanyayê re di demeka pirr kin de bi milyonan imzan hatina berhewkirin. Îmza wê ji serok komar, serokê parlamanê, Unesco û bi konseya ewropa û parlamanê wê ye giştî re wê bêne şandin. Duhû hate ragihandin ku îmzayên ku hatina berhewkirin, bidest radestkirina wan hatîya kirin. Ev kampanya pirr girîng bû. Gelê kurd, zanîbû ku ji bo wê pirr girîng e. Ji ber vê yekê her mirovê kurd ê bi rûmet eleqeyeka pirr mazin şanî wê de. Gelê kurd, bi vê yekê re, da nîşandin ku di têgihiştina xwe de bi têkoşîna azadiyê re çendî pêşketîya û bizane bûya. Ev yekê, mirov karê ji vî aliyê ve jî, bi vê yekê bêne ser ziman. Gelê kurd, bi vê yekê re, tişta ku kete ser milê wê de kir. Çi pêdivî pê hebû kir. Lê ka ew mirovên ku dibêjin ku em nivîskarê wî gelî na, ka wan çi kir. Tenê, yên ku di nav tekoşîna azadiyê de bûn, ew bi pêş ve birin û pêş xistin.
     Lê ji xeyrî hin komna biçûk, ti komên din, ên ku navê kurdîtiyê li xwe kirina, ti bertek derneket. Ya rastî, di bin pêşengîya tekoşîna azadiyê û rêberê xwe de gelê kurd, tekoşîna de bi pêş ve dibê. Bi vê yekê da nîşandin ku hewceyî ti kesekî jî ji wan nîn a. Tevî ku , demeke dirêj e, ti deng di vê aliyê de ji nav nivîskarên kurd û saziyên wan yên nivîskarîyê derneketin. Ew jî, di vê pêvajoya îmzayan de, ên berpirsîyara herî zêde û ya mazin dikete ser milê wan de na. Lê mirov nikarê bêje ku wan di vê demê de ew berpirsîyarîya xwe bicih hanîn. Wan, weyne xwe ne leyist. Lê gelê kurd, wê ye kete ser milê wê bicih hanî. Ew li ziman û nirxê xwe bi vê yekê re pir mazin xwedî derket. Bi wê re da nîşandin ku wê piştre jî, ti carî ji gav bi şûn ve neavêje û wê nirxên xwe bi parezê. Sazîyên kurd, di vê demê de ên weke Kurdî-der û tzp-kurdî jî, bi wê kampanya imzayan karekî pir mazin ê dîrokî ê bi rûmet kirin û bi ser xistin. Bi vê yekê re, mirov divêt ku mirov wan jî pîroz bike.
     Li cihanê, ti gelê ku hate î ro vê rojê, ku zimanê wan qadaxaya û bizimanê xwe yê zikmakî perwerdeye nabînin nîn in. Tenê kurd, hene. Li başûrê kurdistanê, î ro, tenê ew derfet, derketina holê. Lê ew jî, weke ku di van rojên dawiyê de dihê dîtin û xuyakirin, destavêtina aramiya wê dihê holê. Ew gotina ku hate nahaka ji bo wê dihate gotin û dihate ser ziman, ku "başûrê kurdistanê ketiya riya pêşketin û pêşveçûnê û di aramiyekê de ya" pir mazin tirkîye, Îran û Sûrîye ne rehet û nexweş dikir. Bi vê yekê re jî, tirkî bi saziyên weke yên nûrciyan ku di nav kurdan de weke fethullahcîyan dihê nasîn û li wir bi navê "Îşîk" bicihbûna, dest avêtina aramiya wê dibe. Bi wê re jî, bi îranê re jî, di ahangekê de ev kirin heya. Başûrê kurdistanê, ji vê yekê jî dihê dîtin û xuyakirin ku hate ku pirsgirêka bakûr û rojhilat newê çareserkirin, wê ew jî ne diaramiyê û rehetiyê de bê.
    Bi vê yekê re, ev yek pir zelal derdikeve holê. Wê di demên pêş de hê rewşên weha pir mazin derkevina holê. Di deme ku başûrê kurdistanê di sale buhurî de ku hilbijartinên xwe yên navxweyî ln herêmî çêkirin, me dît ku çendê wê kirina hilbijartinan tirkîye û îran, ne rehet û nexweş kiribû. Di cih de li ber wê, weke bertekekê, tirkî jî Al.sadr dewetî tirkî kiribû. Ev yek û kirin, weke bertekekê li başûrê kurdistanê bû. Çendî ku doi çapamanîyê de weke ku "tirkî komên îraqê dewet dike û di nav wan de dixwezê ku levkirinê di çerçova îraqtiyê de bidekirin" bi wî rengî hate ser ziman jî, lê di aslê xwe de rengê rastiyê ne wilo bi wî rengî bû. Bi awayekî dî ê gotinê lingê gazê ne di wî rengî de bû.
    Bi van bûyaran re û rewşên ku diqawimin re mirov hê çêtir fahmdike û dibîne ku çendî pêdivî bi konfaransa netewî e kurd heya. Serokê gelê kurd birez Ocalan, di her firsandê de balê dikişêne ser wê û dibêje ku divêt ku "konfaranse netewî, tawilî were li dar xistin". Ew xatera û talûka li pêşîya kurdan dibîne û bi wê dîtina xwe re diaxivê. Di deme hevdîtinan wî ye bi dewletê re de jî, rastîya dewletê ya ku heya ew dibîne. Bi wê yekê re, ew bi aqilekî ku gelê xwe ji komkujiyan xilas bike diaxivê. Di vê deme ku em têde na, ku ew newê kirin û konfaranse netewî newê li darxistin, wê ti pêşketinên li kurdistanê ne dibin ewlatiyê de bin. Mirov divêt ku vê yekê jî, bêne ser ziman. Di vê demê de bi komkujiyên ku bi çend qatan ji ye Helepçê maztir ku bi kurdan bidina jîn kirin, mirov divêt ku hîç şaş û mat nemêne. Ji ber ku derfet û îmkan ji wê re heya. Li kurdistanê, en tenê hê li başûrê kurdistanê li rojhilatê kurdistanê û li bakûrê kurdistanê jî ew talûka derketîya asta herî bilind. Wek, tê zanîn dibin navê "terorê" de, î ro ji xwe li bakûr şerekî pir mazin bi hêzeka mazin li ser kurdan heya. Ew şer nayê sekinandin. Di vê demê de ew hêrîşên li ser çapamenîya kurd ên weke Roj tv û ANF û hwd, ên ku dibin, didina nîşandin ku amedekarîya şerekî mazin ê li ber kurdan bi plan dihê kirin. Ew sînyalên ku şînyalên roj tv dibirrin, sînyalên hatina planaka şer ya pirr mazin ye herêmî ya. Divêt ku mirov wê wilo jî bixwêne.
    Kurd, wê li ber vê yekê wê çi bikin? Ji xwe berî nahaka di deme ku ev deme agirbestê tekoşîna kurd da dest pê kirin û piştre kurdan bi girseyî xwepêşandin li darxistin û perwerdeye bi zimanê dayikê xwestin pergale bi divê Ardogan got ku "bila ti kes mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî(zimanê dayikê) ji me nexwezê." Î ro jî, bi devê Kiliclaroglu got û wî jî, berî nahaka bi çend rojan got ku "hê ji bo perwerdeye bi zimanê zikmakî zû ya". Bi vê yekê re, mirov weke ku di xatekê de meşîn e şer e li ber kurdan heya. Mirov wê kifş dike û dibîne. Ji xaynî çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên aşîtîyana, kirina devrê ya riyên şer jî, bi vê yekê re dihê holê li berçav. Mirov wê yekê her weha pir bi zelalî kifş dike. Di nav kurdan de, î ro pêşketinek heya. Ddewlete tirk dixwezê ku wê ji holê rake. Hewldanên kurdan ên ku xwe bi rêxistin bikin, bi dadgerî û hêzên polêsan li ber wan disekin in.
    Li herêmê bakûrê kurdistanê, î ro ji ya ku dizanîn bêhtirî rewşeka xatera heya. Divêt ku mirov di serî de wê yekê wilo bibîne. Ku pirsgirêk newê çareserkirin û rêyên dervî şer newin dîtin û serwer newina girtin, wê şer li dijî kurdan dest pê bike. di bin wê navê oparansjonan de weke ku li Dersimê di salên 1937an û wan de kirin, heya ku pirr komkujiyên mazin ên bi komî werina kirin. Ev yek jî, divêt ku mirov wê li berçav bigirê. Bêdengbûna rayadarên ewropa û amarika li ber wê şerê li kurdistanê, weke piştgirîyeka mazin dihê nîşandin. Bi wê re, mirov karê bêje ku bi wê re di komkujiyan re tirkî wê hê bêhtir bi wêretî tevbigerihê. Di vê demê de gelek tiştên ku nivîskar û saziyên kurd ên li walêt û ên ne walêt ên ku bikin hene. Di serî de, ketina têkilî û  di derbarê pirsgirêka kurd de dîlomasiyaka pir mazin divêt ku wrre meşandin.
     Rewşa başûrê kurdistanê e bi xwepêşandinan re ku hatiya holê, çend ku bi navê goran were dîtin jî, divêt ku mirov ji wê rewşa ku nahaka li rojhilatê kurdistanê bi îranê re afirîya û bi rewşa bakûrê kurdistanê ku bi tirkîye re afirîya dûr şîrove nekê û dahûrîya pêşnexe. Herêm, bi yekdestî divêt ku were hildan li ser dest. Dest, ji gelk aliyan ve çûna bi ser kurdan diçê. Minaq, ew niqaşên ku bi şîvan perwer re dibin jî, divêt ku mirov di wê çerçovê de bêne ser ziman. Dewletê hasab kirîya ku şîvan piştî van nîqaşan re neçê cem AKP-trt-6 jî, wê êdî piştî van nîqaşan re şîkeştî bê di nav kurdan de. Lê aliyekê vê rewşê ê ku di deme ku kurdan bahse kompanyaya perwerdeye zimanê dayik da dest kirin, hingî deewletê xwe de bi polîtîkayên xwe înkarkar re riyekê ji xwe re li ber wan hewldana bibîne. Bi vê yekê re, wê li ser van kesên wilo re wê bêjin, ku "va binerîn ku ti pirsgirêka zimanê kurdî nîn a". Di wê hewldana Şîvan perwer de armanca vala derxistina xwestên perwerdeya bizimanê dayikê jî hena. Ji nahaka de, ji xwe di çapamanîya aligirê AKP ê de dest bi propaganda wê kirin jî. Lê bi vê yekê re, ji aliyekî dî ve jî, weke polîtîkayaka bêqiymetkirinê ku bi hewldanên dewletê re li ber nirxên kurdan mirov dibînê. Lê ya ku êşê dide jî, ji nezanîyê ev mirovên weha çawa derfetê didin ku wan bi kar bênin ji bo hin polîtîkayên ramyarî, ev jî divêt ku mirov wê weke pirsekê bi pirsê.
   Di vê demê de, li ber hewldana kurdan ye bi zimanê xwe yê zikmakî re bi polîtkayên weha dewlet derdikeve. Bi kurdan, kurdan vala derxistin, weke polîtîkayeka dewletê dihê berçav. Divê demê de, ji xwe ku ne bi wê jî bê, wê dewlet bi sernekeve. Ji ber ku di destê wê de ti argûman nemana. Gelê kurd, di vê demê de li ber wan polîtîkayên şer ên dewletê gavaka girîng avêt bi kampanya zimanê dayikê re. Bi vê yekê re, polîtîkayên deewletê ên 85 salan ên qiret hatina derxistin li holê û hatina teşîrkirin. Ev yek, wek ku baş were şîrovekiirn û hewldan bê kirin, wê qizincên wê yê dîrokî ji bo kurdan bibin.
   Di vê demê de, divêt ku mirovê ku bêje ez bi rûmet im û ku kurd bê û hinekî rewşenbîrî jî pêre hebe, divêt ku derkeve pêş û mafê perwerdeye bi zimanê dayikê bike rojava xwe de û li ser bisekinê. Ku vi dê demê de wê yekê neke, ma wê kengî û di kîjan demê de wê bike? Divêt ku di vê demê de wê pirsê berî hertiştî ji xwe bike. Zimanê gelekî heyîn û hebûna wî ya dirokî ya. Weke ku çawa bê ku di deme me de ziman nebe zimanê perwerde wê ne parastin û pêşxistin, bi heman awayê jî mirov karê bêje, ku ziman newê parastin wê civatîya civakê jê ji tûnebê newê xilaskirin û rizgarkirin. Ev herdû xal û zagon bi hev ve girêdayîna. Kurd, zimanê wan li her qadên kurdistanê qadaxa na. Başûrê kurdistanê jî, ew derfete ku ev demeke dirêj e kirîya destê xwe de ji bo pêşketina kurdan, wê bikarnayênê. Ev jî, xamgînyekê mirov re dide çêkirin.
     Di vê demê de, çi pêşveçûn û pêşktinên ku li kurdistanê dibin ku li ku dera wê bin, divêt ku mirov wan jev dûr neyêne ser ziman. Başûrê kurdistanê, wê di demên pêş de jî, rewşên weha wê derkevina holê. Ji ber ku hêzên herêmê, ên ku her yekê pirgirêkeka wan ye kurd heya, ji bo sedeme wê, wê başûrê kurdistanê rehet nehêlin. Lê ez ne wi wê qanaatê de me, ku rayaderên başûrê kurdistanê ev yek hê wilo baş û qanc fahm kirina. Di vê demê de, başûrê kurdistanê, hatê vê demê, divîyabû ku pêşketina pirr mazin e dîrokî bi xwe re çêkiriba. Lê ew ew pêşketina ku çêkiriba, çênekiriîya. Ev yek jî, wê weke xaterîya herî mazin ye demên pêş ye ku wê li pêşîya wê derkeve holê bê. van xwepêşandinên ku li rojhilat bûn, divêt ku mriov wan wilo hesanî şîrove nekê. Divêt ku mirov wan ji pir aliyan ve dahûr bike. Başûrê kurdistanê, bi pêşketina xwe re hate wê demê, divîyabû ku bûba gula kurdan hemûyan. Her kurd, dixwezin ku wê di aramiyê pêşketineka mazin de bibin. Ya ku ji dilê her kurdî dihê holê jî ev yek bixwe ya. Divêt ku ya dilê kurdan, divêt ku başûrê kurdistanê bêne bicih.
            ------      ------- 
     Başûrê kurdistanê, di vê deme ku xwepêşandinên li rojhilat dibin bûna wan xwepêşandinên lê, mirov divêt ku ji pir aliyan ve jî bêne ser ziman. Divêt ku mirov weke eserê rayadarên başûrê kurdistanê jî bêne ser ziman. Hate nahaka ew derfetên pêşketînê ji bo ku newina bi kar hanîn tirkî û îranê ketina wir de. Lê di wê demê de kurdistanê jî karibû ku pêşketinekê di jîyanê de gelê xwe de bida çêkirin. Ew ne çêkirina ku acizbûn bi kurdan re çêkir, ew bû temenê wan xwepêşandinan. Ku mirov wan çawa şîrove bike jî, mirov divêt ku bêne ser ziman ku başûrê kurdistanê, bi wan xwepêşandinan re kete rewşeka ku weke ku çi çand re ew lev da hevdû.
       Ji vê demê pêde, divêt ku her rayadarên kurd aqilên xwe hildina serê xwe û gavên xwe rast û pak biavêjin. Divêt ku di nava gelê de temenekî pêşketinê ê pirr mazin biafirênin. Bi perwerdebûna wê re û pêşketina wê pirr mazin eleqeder bibin. Perwerde karekî pirr girîng e. Afirandina pêşarojê ya. Çawa rêveberîya başûrê kurdistanê, derfet dide saziyên weke yên Nûrcîyan ku ew wê li wir bikin? Bi rastî jî, di vê yekê de bêxîratîyeka dîrokî bi rêveberîya kurd re heya. Divêt ku wê hildê dest û ew li gor nirx û hizir û pêşketine kurd û kurdistanê wê pêş bixe. Bi vê yekê re, divêt ku pêşketine civatê baş û qanc biafirêne. Divîyabû ku bi awayê pergale xwe ye perwerdê re ne tenê li her sê qatên dîn ên kurdistanê bûba mînaqaka pêşketinê, li cihanê kiriba ku bahs ji xwe kiriba. Lê ne bi van rewşên weha ên ne baş. Di vê demê de, bi wê pêşketina bi xwe re ya ku wê bide çêkirin, wê başûrê kurdistanê, wê temenê çareserkirina pirsgirêkên qatên din ên kurdistanê biafirêne.
   Di vir de, di wê rewşa başûrê kurdistanê ya ku hate nahaka wilo zêde pêşketineka mazin bi xwe re jîn nekiriîya de biqasî ku gunihê rayaderên başûrê kurdistanê heya û mazin a, wilqasî jî berpirsîyarîya rewşenbîrên kurdan hemûyan jî heya û mazin a. Divêt ku mirov vê yekê jî, her weha bi teybet bêne ser ziman. Birez Ocalan hertimî bangkir ku ji aliyê ve rewşenbîr divêt ku bikevina bin berpirsiyariyê de di pêşketina kurdistanê de. Lê ka kê, ev kir? Ku mirov destê xwe dêne ser wijdanê xwe biaxivê, divêt ku mirov vê yekê ji ji xwe bi pirsê û bi bersiv bike. Pêşketinên li başûrê kurdistanê û yên bakûr û rojhilat jî bi hev re divêt ku jev cuda newina ser ziman. Bi vê yekê re pirsgirêk giştî ya. Ku pirsgirêk gişrî bê, divêt ku li çareserîya wê jî bigiştî lê were lêgerîn. Konfaransa netewî divê demê de li ser sekin în û afirandina temenê wê ji bo kirina wê, wê ji çareserîya giştî ya kurdistanê re bê hîm. Ew çareserîya kurdistanê ye ku wê aşîtîyê bêne wê, diaslê xwe de çareserî û aşîrîya rojhilat bigiştî bixwe jî ya. Ji ber ku wê bi wê li îranê jî û li tirkî jî û li sûrî jî ne tenê kurd wê bikevina nava aramiyekê û aşîtiyekê de, wê her weha ew xalkên din ên wan welatan jî wê bigihina aşîtî û aramîya xwe li herêmê. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku rojhilat wê êdî bikeve rêya xwe ya rast ya pêşketîna xwe de. .. 
 
24.02.2011/Abdusamet Yigit

 


 Vegere Destpêkê......

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org