pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

Nivîsên din yên Nivîskar Abdusamet Yigit:

DI WÊJEYA KURDî DE JIN Û CIHÊ WÊ

-Bawê Tahirê Uryanî

-DEM BI DEM FELSEFE Û PÊŞKETIN

-UAR-TUTU Û BAXTÊ WÎ

-PIŞTÎ XWEPÊŞANDINÊN LI ROJHILAT RE

Vegere Destpêkê......

NEWROZ, JI TIRAFA XWE, XWE JINÛVE AFIRANDIN Û ÇÊKIRIN A


Ku neweroz, weke ku dihê gotin ku xwe ji tirafa xwe çêkirin bê, wê çaxê mirov karê bêje ku kurdan bi wê roja xwe ya pîroz, xwe ji nû ve çêkirina. Newroza me ya ku em î ro wê pîroz dikin, hate ku hatîya wê demê, pirr bi êş û elem û komkojîyan hatiya. Deme ku min bidest nivîsandina wê nivîsê kir, di serî de, salên 1989- 90 û hwd hatina bîra min. Weke mirovekî ku ji wan rojan re şahidî kirîya, min xwest ku li ser wan rojan hinek tiştên ku di aqilê min de mana bênina ser ziman. Ew roj, rojna ku mirov wan rojan ti carî ji bîr nekê bûn. Rojna dîrokî bûn. Roja ku keça kurd Berîwanê Cizîrîyan Pekrawanîya(şahadete) wê bihîst, êdî piştre yek jî li malên xwe ne sekin in. Herkesek derkete derve û daketina Kolanan. Bi teybetî, ew dayikên pîroz deme ku dihatina bi ber kolanê de ew tiriîlîyên wan, hê jî di guhên min de zing dikin. Piştî ku gihiştina hevdû, êdî bi hev re ketina rê de û bi ber qabrîstana şehîdan va çûn. Ew dem, di serî hate binî, deme ku dil û gîyane mirov rabûbû ser pîyan bû. ..
Lê hate ku dem hatibû wê demê jî, hin dem û bûyar qawimî bûn. Ew dem û bûyarên ku qawimî bûn, di wê demê li Cizîrê agirê newrozê yê serhildanê di dilê jin, zaro û mêran de pêxistibû. Destpêka wê pêvajoyê ya giştî ya rabûna gel li ser pîyan, bi Şerê Bagokê re dest pê dike. Di wî şerî de keç û lawên kurdan legengîyeka mazin dabûbûna nîşandin. Di wir de, di wê şerê u sê roj û sê şevan berdewam kiribû de, hêzên dewletê pirr windahî bûbûn. Keça kurd Eyten, di wî şerî de bi serê xwe helîkoptereka leşkerî dabû ardê. Di wê helokopterê de pirr mirovên ji maya bilind têde hebûn û miribûn. Ew mirîyên di wê helikoptorê de ku di nav xalkê de hate î ro bahsa wan dihê kirin, ne hate kirin.
Bi wê re dewlet pirr mazin bi hêrseke mazin hate bi ser kurdan de. Li her derê êdî di nav gel de li ber gel jî bidest bi karhanîna çekên giran kir. Dewletê, piştî şer miriyên xwe ji qadê hildabûn. Lê çend lawên kurd jî gihiştibûbûna pekrawanîya xwe. Keça kurd ya ku di wî şerî de navê wê bi dengdarîya xwe li ber arşê xwûdê sekinî jî, di wî şerî de gihişt pekrawanîya xwe. Dewletê, piştî ku şer bidawî bû, êdî piştre, kirin ku herin û laşên şehîdên xwe bênin. Bi vê yekê re tevgereke mazin di nav xalkê de bixweza afirî. Ti kesekî jî, ji wê tevgerê pêşavanî ne kiribû. Kec û xurt yên ciwanên kurd, di nav xwe de levgihiştibûbûna hevdû û bidest wê tevgerê kiribûn. Pirranîyên wan jî, mirov ji dûr ve li wan di nerî, hê zaro bûn. Hê ne mazin jî bûn.     
Piştî ku hêzên dewletê dît ku wa levcivînek bûya, êdî berê xwe da bi ser wan de. Hingî, tankna dewletê yên almanî hebû. Bi ajotina  wan tankan ya li ser jin û zaroyan re, êdî bi teybetî, weke ku sehêtî(kontrol) ji dest çû. Êdî ti kes li ti kesekî ne bû xwedî û her kesekî yê ku kevirek kira destê xwe de bidest avêtina wan tankên almanî yên dewletê kirin. Lê ma ka wê kevirak li ber tankaka ku b çekên giran ku li ber wan bikar dihêne wê çi bikira. Lê ti carî jî, wî gelî ji wê biryardarîya xwe gav ne avêt. Bi ser wê rewşê de piştre çend roj diçin. Piştî ku kurdan pekrawanên xwe hanîna Nisêbinê ji Bagokê, êdî piştre, li wir rabûnaka mazin bû. Lê hinek laşên şehîdên kurdan ne hatina dayin li wan. Ew hê di destê dewletê de bûn. Dewletê, ku xalkê kur dikir û nedikir û çi dikir û ne dikir, ne dida wan. Lê xalkê jî biryardarî dabû nîşandin ku wan laşên xwe yên pîroz hildin ji destê dewletê. Piştre, êdî ciwan ji wê kêlîkê pêde, ji qadê qût nebûn. bandûra wê rewşê li ciwanên hazar û herêmên din yên şirnaqê ji bû. Gelek ji wan herêman ji bidest hatina li wê herêmê kirin.
Piştre bi qadarekê herdû cih, Cizîr û Nisêbin, ku li herdûyan jî laşên şehîdan hebûn, rabûnaka li ser pîyan li wan hebû. Nisêbin, piştî ku laşên şehîdên xwe di veşerên, piştre êdî hin xwepêşandinên wan dibin. Hin ciwanên ku xwenda wê ji qadê dûr nekevin. Di wê navberê de newroz nêz dibû. Nêzbûna newrozê di wê demê de dihat ser ziman. Pirr êdî bidest bahse wê hatibû kirin. Li nisêbin û Cizîrê ciwanên ku dikirin ku xwe bigihênina tekelên tirimbêlan ku ji bo wan bişawitênin, di hewldanan de bûn. Li wê çûn û hatinê, dewletê jî bi wê hêrsa wan windahiyên wê yên ku di wî şerê bagokê de dabûn li wan tevgerîyên ciwanan di nerin. Mirovên ku hinekî nawserî xwe jî bûn ku rewş fahm dikirin, digotin ku "herkesek li ser êgir a". Ev gotin pirr rast bû. Cizîrê jî û nisêbinê ji, zaroyên xwe bidil êş dabûn axê. Lê ew ji bîr nekirin. Pîştre li Cizîrê wê ew tevgerî berdewam kiriba. Piştî windahiyên şerê bagokê re pekrawanbûna keça kurd Berîwanê, wê Cizîrê êdî bi tavahî rakê ser pîyan.
Piştî ku pekrawanbûna wê jî bû di êvara newrozê de, piştre wê êdî Cizîrî bi tavahî rabê ser pîyan. Di rojê de, ku êdî bidest karê veşartina keça kurd hatekirin, êdî wê deme ku di rajihina derbasta wê û bi ber qabrîstana Cizîrê ya şehîdan ve çûyin bû, êdî wê dirişmên "bijî kurdistan!" û "bijî newroz!" wê bêne avêtin. Xalk, wê bi van dirişman hate bi qabrîstanê wê herin.Piştî ku çûn û keça xwe Cizîrîyan bicih kir, êdî piştre jev belav nebûn û hatin û li navenda wê levgihiştina hevdû. Lê di wê demê de wilo zêde ji wê qabrîstanê jî dûr neketin. Bigîştî jî jin û zaro û ciwanên ku hatibûbûna qabrîstanê ku keça xwe bicih bikin bûn. Ew girsa gel, piştre kir ku bi ber tirbên şêhîdên xwe yên din ve jê herîn. Berî hindî bi çendekê ew şehîdîên xwe yên ku dabûn ardê, kirin ku bi ber wan ve jî herin û herîna ser tirbên wan. Lê wê carê jî, hêzên dewletê bi tankên xwe yên almanî li ber wan sekinî bûn. Di wê navnerê de jî, xaberên şer ji derve dihatin ku şer di naqabîna gerilla û hêzên dewletê de li çiyê heya. ..
Girse ku meşî û çû, bê ku gotinak bê gotin û dengek derkeve, weke gurên har hêzên dewlet bidest hêrîşkirina li ser nav gel kirin. Êdî di nav ciwan û wan de pevçûnan rûdan.Di wê demê de ti kesek ne li malên xwe bûn. Her kesek li derve bû. Deme ku xaber gihişta nava Cizirê ku hêzên dewletê hêrîş birîya ser jin û zaro û ciwanên li ser qabrîstanê, êdî ti kesek di cihê xwe de ne sekinî û bi ber wan ve çûn. Dewletê li pêşîya yên ku bi girseyê dihatin jî, bend danî bû. Ne dihişt ku ew werin û bigihina yên din. Çawa ku ew jî, hatibûbûna wir, êdî piştre, pevçûn bû bidualî. Bi dehan ciwan û keç û jinên kurd li wir hatina birîndarkirin û kuştin.
Ew rewş, di demeke kin de li hewirdorê li herêmê bigiştî hate bihîstin.Hingî, deme ku xaber digihê Şirnaqê, êdî li wir jî tevgerek diqawimê.Piştre dewletê bi tabûran leşker veguhazta wir û li wir û li hewirdorên herêmê bicih kir. Li Wê demê de gundekî herêmê ne man ku çûna leşkeran nema ku neçûnê û ne çûna bi ser wan da. Li gunda cihên îşkence avakirin û gundî wan de îşkence li wan kirin. Li herêmê, ku ji deme serhildana Şêx Saîd ve ku weke cihekî ku lê hertimî îşkence lê dihate kirin, "qarakola Tilêbel" hebû. Kurdekî herêmê yê ku xa ji cihê xwe labitandibû û li wir îşkence ne dîtibû nebû. Bi vê yekê re, ku di nav xalkê de di bû mesele gotinê, herksekî ji hv re digot "ma kê ji me li Tilêbel îşkence ne dîtîya". rastbû, li herêmê, mirovê ku li Tilêbel îşkence ne dîtibû nebû.
Rewşa Cizîra bota, di dilê herkesekî de dilperîyak dabû çêkirin. Bala herkesekî bi hey li wir li ser wir, li agahîyên ku ji wir dihatin bûn. Hêzên din jî, êdî hin bi hin deng ji wan derdikeve. Di wê newrozê de, ew cara pêşî bû, weke Nisêbin û Cizîrê li hazarê û şîrnaqê jî bi girseyî newroz hatibû pêwazî kirin. Li herêmên yên gund û hwd, yên herêmê jî dengên pîrozbahîyan dihat. Bi vê yekê re dewletê, êdî kete nava hewldanan de ku wê rewşê ji holê rakê ku hê zêde mazin nebûyî. Bi vê yekê re, pîştî Cizîrê, êdî li Şîrnaqê ketina devrê de. Li wir bi gotina "PKK, sazîyên dewletê hemû kirina destê xwe de" re tevgerek di nav wan de bû û çûna wan ya li ser xalkê bû. Ew awayê çûnê yê li ser gel, sedemekê ya bi wê awayê re hebû. Ew jî ev bû, dihate bawerkirin ku hate wê demê di dilê herkesekî de tişt hatîya çandin, êdî bi wî rengî, wê herkesek di cihê xwe bi bêhis bibe. Lê hem Cizîrîyan jî û hem jî Şîrnaqîyan, weke ku zanibin wê êdî çi were serê wan û çi i bendî wan a, bi wê re bidest amadekarîyên xwe kirin.
   Di wê demê de her malê di bin xaniyê xwe de cihên veşartinê di deme şer de ku bi kar bênin çêkirin. Piştre, ji xwe ne bi gelekî re êdî çûna hêzên dewletê bi ser gel e bû. Bi dehan mirov hatina kuştin û birindar kirin. Bi dehan jî ji aliyê leşkeran ve hatina birîn û hate roja me jî, wek dihê zanîn ji wan ti agahî ne hatîya girtin. Maleka ku yek ji xwe nedabê, nema bû. Î ro, ku bahse windahiyan dihê kirin, dihê gotin, ku çendeka jîyane xwe daya. Lê bi sadan mirovên ku bi awayê windakirinê ku ji holê hatina rakirin di wê demê de hene. Bi sadan mirov hatina kuştin. Î ro, ti kesek, tirbên wan nizanin. Lê herkesek di wê bawerî û têgihiştinê de na, ku dewletê ew kuştina. Hate roja me jî, ne armaca gihiştina wan bisaxî, lê bi armaca ku hastûyên wan jî bin xwe bigihênina wan di tevgerê de na.
    Li herêmê, piştre, ev hêzên ku dewletê dana avakirin ku li ber xalkê sivil ku wan bikujin û bi wê bidina tirsandin û bi wê re wan ji tekoşîna azadiyê dûr bikin, yên weke "fethulahçian, Hizbil-kontra û hwd bi rêxistin kirin û şandin nav gel bi ser gel de. Wan, bi hezaran mirovên sivîl qatil kirin. Bi dehana mirovên zane yên ku wî gelî mazinkiribûn yên weke Musa anter hatina kuştin. Miorvên ku hinekî zanebûna wî di derbarî wî de hebû, hatina kuştin. Hate ku dem hate salên 1999 û hwd, bi deh hezaran mirovên sivîl ji aliyên van ve bi destê dewletê hatina kuştin. Ev berdêl hemû jî, berdêlên wî gelî û yên tekoşîna wî ya azdiyê na. Azadî bi vê yekê re mirov karê bêje ku ne bê berdêl a. Bi berdêl a. Berdêla wê jî, pir mazin û dîropkî ya. Newroz, jî ne bê berdêl a. Gîyane wê ya azadiyê hertimî berdêl standîya. Di vir de, divêt ku mirov tiştekî dîn jî bêne ser ziman û bêje, ku di wê deme serhildana Cizîrê de, dewletê hovîtîyaka din jî nabû nîşandin ku wê kurd ti carî wê hovîtîyê ji bîr nekin. 
    Di deme xwepêşandinan de deme ku mirovên ji gel dihatina girtin û di ketina destê wan de bi ben ew bi piştre tankên almanî ve girêdidan û di kişandin bi ardê ve. Lê bûyaraka dî ya bi vê rengî ku wê ti carî ne wê ji bîrkirin jî bû. Di wê demê de di şer de di du rojan berî newrozê de, ku di deme ku şer dibe êdî keçaka kurd hatibû şehîdkirin û ketibû dest de. Ew keça kurd ya ku hatibû şehîdkirin û ketibû dest de, ku weke ku çawa ku deme ku Hasan-huseyin ku li kerbeleyê hatina şehîdkirin û serê wan hate jêkirin û ku bi pê bi kaşo hate lêyiştin, bi heman awayê pêsîra keça kurd ya şehîd jî hatibû vekirin û ew bi pêşîya tanka almanî ve bi ben hatibû girêdan û di nav xalkê de hatibû garandin. Hêrsbûna xalkê û rabûna wan ya li ser pîyan ya herî mazin jî di wê demê de bi wê bûyarê re bû. Êdî herkesekî canê xwe da berçavên xwe û xwe avêtina ber tankê. Ez bixwe jî, deme ku wan rêzan di nivîsênim, ew rewş li berçavên min a. Û dibêjin ew keça kurd ya ku şehîd bûya weke şehîdeka kerbeleyê ya bi rûmet a, carek din bi bîr dihênim. Û dibêjin ku hate ku ez şax jî bim exê bi rûmete wê ve girêdayî bimênim û bijîm. ..
            ----------             ----------------
      Ku mirov bahse newrozê bike, mirov w pir tiştan bibîne ku bêne ser ziman. Bi teybetî jî, di dîroka kurdistanê di van demên dawiyê ji wan serpêhatiyên wê mirov wê karibê bêne ser ziman. Min bixwe, deme ku min bi dest wê nivîsê kir û min bidest nivîsandina wê kir, di serî de salên 1990-91 hatina bîra bîra min. Deme ku cara Pêşî, li Cizîrê xalk rabû ser pîyan û ketina qadê de û li qadê levgihştina hevdû û bi ber qabrîstana Berîwanê ve çûn û li wir bidest avêtina dirişmê "bijî kurdistan"", "bijî Newroz!" tê bîra min. Weke mirovekî ku şahidî ji wê rojê re kirîya û ew roj jîn kirîya, min xwest ku di serî de wê bênina ser ziman. Ew dirişmên ku li wir di wê rojê de hatin avêtin yên "bijî kurdistan!" û "bijî Newroz!", bûna destpêka serdemeka nû li Kurdistanê.
    Piştî wê demê re jî pir tişt qawimîn.Ew jî, hate roja me, me li jîyanê ji wan re şahidî kir.Çawa ku weke ku dihate gotin ku "newroz, xwe jinûvebûna ji tiraf(xwelîya ji şawatê li şûn maya)a xwe ya",di demên ku li ser wê demê de hatina buhurandin, wê yekê dana nîşandin. Bi teybetî, di wê deme hemdem de, piştî Kawayê hesinkar re kawayê hemdem Mazlum Dogan, bi sê darikên kibritê re deme wê ya nû bi têgihiştin kir û da dest pê kirin. Bi wê re agirê di deme me de da pêxistin. Î ro jî, ew aqirê wî daya pêxistin, ji aliyê hezaran ve lê di civin lê digihina hevdû ji wan re bûya zanîn û têgihiştin.
      Li kurdistanê, agirê newrozê, êdî piştre li ser wan pêvajoyên ku li ser serê kurdan hatina afirandin û dihêne meşandin ên bişavtinê hate pê xistin û ew kira xwelî. Ew xwelîkirina wan, êdî ji wê jinûvebûna kurdan bû. Bi wê re kurdan êdî xwe ji nû ve çêkir. Deme xwe ya nû bi xwe re dana dest pê kirin. Yên ku ev roj di deme me de afirandina pekrawanên me jî bi wê navgîna wê rojê re em bi wan bi rêz û hûrmet bi bîr dihênin. Bi sayaserê wan ev roj hatina jînkirin. Dilê wan hertimî bi agirê newrozê pêxistî bû. Ew agirê dilê wan, ew pêxistînîya wê, î ro ketîya qadan de û zilma li ser kurdistanê bi yên ku dikin re dişawitêne. ..
     Newroz, hertimî bûya navê serketinê. Ew serketin, ha serketinaka di jîyanê de ya mirov ya keseyetîya mirov bixwe ya bi serê xwe ya, ha ya civatekê ya ku bi wê rabûna ser xwe û li nirxên xwe xwedî derketinê re bûna bi xwe re ya. Ew serketin, serketina kurdistanê ya. Jinûvebûna kurdistanê ya ji tirafa xwe ya. Newroz, gîyane wê ya jinûvebûnê heya. Ew giyanê wê jî î ro kurd wê bi her beşên xwe yên civakê re bicivatî dijîn. Ew aqirê ku di salên 1990 û wan de ku bi dirismên bijî Kurdistan û bijî newrozê re bû û li her tax û qadên wê belav bû, bû aqirê destpêka nû ya li kurdistanê. Agirê ku li Cizîre bota pêket, têde zanebûna Cizîre bota ya Medresa Sor hebû. Di wî agirî de, zanebûn heya. Ew aqir, aqirê ku di agirgahên Zerdeşt de pêdiket û dora xwe bi zanebûna ku têde heya re rohnî dikir a. Ev aqir, qirê têgihiştin û zanebûnê ya. Di vê demê ku kurdan ji her aliyê ve ketîya nava tekoşînaka rûmetê û hebûnê de, ew aliyê wî agirî jî, di dil pêketîya. 
   
ROJA 21 Ê ADARÊ NEWROZ LI HERKESÎ PÎROZ BÊ! PÊŞÎ LI WAN PEKRAWANÊN KURDISTANÊ HEMÛYAN PÎROZ BÊ!


 Vegere Destpêkê......

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org