pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Ahmet Aktaş:

 

- Boykot,Boykot, Boykot

 -Zimanê Dayîkê û Zimanê Dewletê!

 

Vegere Destpêkê

 

Konferansa 2’mîn a Malbatên Şehîdên Kurdistanê

Ahmet Aktaş

Vê saziya me ya pîroz konferansa xwe ya 2’mîn çêkir.

Li goreyî agahiyan, li dor 40 hezar şehîdên şoreşa me hene.

Li gel hejmara ewqas mezin a şehîdan, avabûna saziyekê ji bo van rûmetên herî bilind ê şoreşa me, mirov dikare bêje em gelek dereng man.

Her çendîn derengmayî be jî, damezrandin û her wiha domandina vê xebata hêja, li gel xemgînîyê serbilindiyekê jî bi xwe re tiine û dide mirova.

Ez beşdarî herdû konferansan jî bûm û min ev hest û hilwest bi xwe re û bi giraniya beşdaran jî re dît.

Ev Konferans, ji ya sala par, bi giştî pêşdetir bû, hejmara beşdaran dibe ku ji ya par kêmtir bu, lê hejmara delegeyan pirtir, hişmendtir û serwextir bû, bi giştî organize jî ji ya par bi rêkûpêktir bû.

Li gel ku dem kêmtir bû jî, lê ji ber ku amadekarî li rojên pêş baş hatibûn kirin, dem bi kêrhatî hate xerckirin û berî dawî li demê were, karûbarê konferansê bi serkeftî temam bû.

 

Nonertiya welatan ji ya par xurtir bû, yên delegeyên wan nehatibû, biryar hate girtin ku di demek nêz de li hemû welatên Evrûpayee nonertî were destnîşankirin.

 

Biryarek din a ku hate standin a ji ya par cudatir û kêrhatitir jî ev bû; divê delegeyen li Konferansee amade, hemû xwe weke endamê meclîsa saziya malbatên şehîdên Kurdistanê bibîne û dera ku li dijî, li wira xwê bi rêxistin bikin, komita ava bikin û xwe bigihine hemû malbatên şehîdan û wan bixe nava rêxistinê.

 

Li gel vê biryara hêja, rêvebiriyek ji 35 kesan hate hilbijartin û endamên vê rêberiyê li goreyî taybetmendiyên civaka Kurdistanê di nava xwede bihewîne hate destnîşankirin, bi vî awayî hema hema hemû welat dibe xwedî nonerê vê saziyê.

 

*  *  *

Li welat, weke em zanin tekoşîn ketiye qonaxa Xweseriya Demokratik, li gel tûjbûna siyasetê çareserî jî nêzik dibe, ji xwe pêvajoya germ a hilbijartina giştî ya parlamenteriyê despêkiriye.

 

Di demek wisa giring de, xurtkirina saziya Malbatên Şehîdên Kurdistanê li derveyî welat, dê bikaribe alîkariyek rind û hêja bigihêne xebata welat, dê bikaribe têkiliya li gel saziyên welat ên hempîşe xurtir bike, ev jî ruh, raman û hestê welatheziyê, aştî û demokrasiyê geştir û xweştir dike.

Ji xwe dagirker û zordar ji rêxistinbûyîna piralî/heralî ya gelên bindest û hejar ditirse, ji avakirina civaka demokratik ditirse.

Lewma em jî divê herdem bêjin; rêxistin û rêxistin!

 

Konferansa Malbatên Şehîdên Kurdistanê li gelê me pîroz be!

 

Ahmet Aktaş

13.3.2011

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org