pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskar: Azad ZAL:

 

Vegere destpêkê

 

 

     Zanatiya rêvebiran û pergala civakê

Azad ZAL

 

Di nava civakê de ku zana, xwenda û nezan bi awayê rêjeyî ne guncaw bin ew civak tu caran bi ser nakeve û her tim ya bindest e ya jî dîlê nezaniya mercên azad e.

Di her civakê de zana û hişmend hene.

Di her civakê de xwenda û têgihîştî hene.

Di her civakê de nezan û famekor hene.

Ku di civakekê de zana û hişmend têra xwe hebin û di qadên wekî rêveberî, ramyarî û sazûmankariyê de cî bigirin; ku di wê civakê de xwenda û têgihîştî têra xwe hebin û bi rêk û pêk bikaribin bendewarî û peyrewiya zana û hişmendan bikin wê demê zana û famekor çi qas zêde û jimarpir bin jî tu caran pişta wê civakê nagihîje erdê.

* * *

Kesên ku di her qadên jiyanê de serê xwe êşandibin û bûbin hişmend û rêvebir û pêşevanê civakê ya bi peyvî ya jî bi nivîskî gelek şîret kirine û xwestine ku bi van şîretan rê li ber civaka xwe vekin.

Gel û neteweyên dinyayê yên din zêdetir guh dane mezin û pêşiyên xwe û li ser tecrûbe û şîretên wan ji xwe re rê vekirine û azad bûne.

Em Kurd di vir de hinek sist in. Em pirên caran gotin û şîretên mezin û pêşiyên xwe ya qet nizanin – ji ber ku em naxwînin, ya jî em naxwazin bibîr bînin.

Ehmedê Xanî di Nûbara Biçûkan de pend û şîretên balkêş nivisandine. Du malikên mînak ên li ser zanatiyê ev in:

Arifê ku bi qencî me’rûfî bit

Dê helîm û salim û mewqûfê bit

 

Her çî kesê îlmekî qenc xwendiye

Dewlet e ger wî bi esil zaniye

Divê ku em Kurd di vê demê de zêdetir guh bidin Seydayê Xanî. Zana û hişmendên me divê ku bi zanatî û başî tevbigerin da ku bikaribin gel bigihîjînin armanc û hêviya giştî. Dîsa divê ku ji aliyê rêvebir û siyasetmedaran ve zanist bi başî û dirustî bê xwendin da ku ji bo civakî tişta herî girîng çi ye bê bidestxistin. Ku ew jî serxwebûn û azadî ye.

Rêvebir û siyasetmedarên Kurd çi qas xwenda û ramanger in? Ango rêvebir û siyasetmedarên Kurd çi qas zana û hişmend in?

* * *

Yek ji hişmend û mamostayê şîretkir Şêx Evdirehmanê Axtepî ye.

Şêx Evdirehmanê Axtepî muderis, hişmend, helbestvan û nivîskarê Kurd e. Ji malbata axtepiyan e. Lawê Şêx Hesenê Nûranî ye. Di sala 1850’yî de li gundê Axtepê hatiye dinyayê. Di destpêkê de li cem bavê xwe dixwîne. Şûn de li başûrê Kurdistanê û li gelek derên din feqîtiyê dike û îcezeyê digire. Piştî ku pavê wî koça dawîn dike, ew vedigere gundê xwe û li wê hem muderisiyê dike û hem jî rêvebiriyê dike. Piştî ku birayê wî Şêx Mihemed Can îcaze û xilafeta Nexşebendiyê digire kar û barê şêxîtiyê dewrê Şêx Mihemed Can dike bi giştî bala xwe dide ser nivîsbariyê. Berhemên wekî Rewdet-unNe’îm, Dîwana Rûhî dinivisîne. Du berheman jî bi erebî dinivisîne. Berhema wî ya bi navê Rewdet-unNe’îm di nava klasîkên kurdî de aferîdeyeke sereke ye. Ev aferîde bi qasî “Divina Commedia” (Îlahî Komedya)ya Dante Alighieri girîng û hêja ye. Şêx Evdirehmanê Axtepî di 29 Adara 1910’an de diçe ser dilovaniya xwe.

Şêx Evdirehmanê Axtepî wiha dibêje:

 

Bila çil sal di zindanan de bimînim

Her roj sed mar û dûpişkan bibînim

 

Li hevrazan ferên aşan bikişînim

Li berwaran pezê kûvî biçêrînim

 

Zivistanan li ber avan bimînim

Ne ku carek yekê nezan(ahmeq) bibînim

* * *

Nezanî ji bo civakekê barekî gelek giran e. Kesek nezan be ji bo xwe nezan e û xisarê dide xwe bi tenê. Ku ew kes rêvebir û siyasetmedar be wê demê ji bo xwe bi tenê ne nezan e, ji bo gelê xwe jî xisarbar e.

Gelo rêvebir û siyasetmedarên me Kurdan di çi rewşê de ne?

Em pêşî ji xwendina pirtûkan dest pê bikin;

Gelo rêvebir û ramangerên me rojê çend deqîqeyên xwe ji xwendina rojname, pirtûk, kovar û hwd. re vediqetînin? Mehê çend pirtûk dixwînin? Di salê de rêjeya xwendina pirtûkan a rêvebir û ramangerên kurd çi qas e?

* * *

Bi hêviya ku gelê Kurd tu caran ji bo rêvebirên xwe gotin û peyvên Axtepî her dubare neke.

 

 

azadzal@hotmail.com

 

  

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org