|
Nivîsên din yên Nivîskar:
Bihrî Bênij:
-Fatee
Vegere destpêkê
|
Gelo xwe daweşî
Bihrî Bênij
Gelê min gelê min
Birîna vî dilê jar
Barê ser mile min
Hem derd û hem kulê har
***
Bi xwarin û bi xew
Bi pel pel û bi lew lew
Bi gazin û tew
Hê kes ne bûye rizgar
***
Bi qerf û pistepist
Bi birbir û kiste kist
Bi peyvên sistû pist
Yek milet ne bû şiyar
***
Çi qasî dil pakbî
Tê xwedî Ezdehakbî
Hingî tu dilçak bî
Her dê bimînî bindar
***
Çend çêlîkên te zan
Bi difrene pir nezan
Jev re bûn borîzan
Bezîn ser kuçê neyar
***
Bo çi tu di tirsî
Ma li çi qey dipirsî
Ev tehlî û qursî
Bo te bûne pişk û par
***
Ji pêvî best û bend
çi dê bişkin te dilmend
Zincîrên ling û zend
Maye samana hejar
***
Tu çek nekî hembêz
Tê birçîbê bi xirêz
Zarokên te bi dêz
Dê bin kelaş û mirar
***
Nijadin li cîhan
Ger bidî ser şopa wan
Hûnandin bi şiyan
Ala azadî bi ar
***
Tu mayî pir li paş
Bin sitemê tu xirmaş
Hînde çiya û kaş
Dadikevî jêre war
***
Tu razayî dijî
Bawişk têne te hêjî
Pûnijî hînijî
Mitêl qirêj û gemar
***
Te zane keleşîr
Xwe dikin şah û emîr
Bê tevger û tevdîr
Bûne serwer û salar
***
Ma ne şerme gelo
Te rû da kesê wilo
Dest bi darê çilo
Xistin sukra te hevsar
***
Gelo çi kirêt e
Ma ne çewt û fihêt e
Ji keç û kurên te
Rabin qure û bê kar
***
Gerek e malzarok
Tev birîba kok ji kok
Mîna gil weke gok
Ti ber şekê pê û dar
***
Belê berûvajî
Ew bûne mîna tajî
Tiştên kelevajî
Bûne doza wan bicar
***
Gelo xwe daweşî
Bese tarî û reşî
Bixwaze rogeşî
Hey miletê tengezar
***
Bê hevsar here pêş
Ne bizde bi jan û êş
Tajî û renge mêş
Dê xwe bidin ser kinar
***
Serî dê biruxin
Ser hevde dê perixin
Kû pevre lê bixin
çek û xame, bi hedar
***
Bi zanîna cîhan
Bi xwînê û bixwêdan
Avake hêlînan
Li Kurdistana nojdar
***
Kar bê deng bê şan e
Dilê Bihrî nîşan e
Ew xweşbûn û man e
Ol û bihişt û bihar
Qamişlo….30/4/1989
Vegere destpêkê
|
 |