pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Deham Abdulfettah:

 

- Têgeha Demê Di Navbera "Pêşeroj" û "Paşeroj" De  

 

 

Vegere Destpêkê

 

Zimanê Kurdî xeleka(1)    

                                             Deham Ebdulfettah     

TÊBÎNÎ

Bêguman , babeta herî giring û herî aloz di zimanê Kurdî de babeta " kar " ( verb)e . Bi helkeftina roja navnetewî , ya " Zimanê Dayikê " (21)ê Reşemehê – em ê çend  xelekên peyapey derbarî babeta " kar " belav bikin.

Hêviya min ji we xwendevanên rêzdar herî ew e , ku hûn sirinc û nêrînên xwe yên rêzimanî , derbarî mijarên belavkirî berçav bikin, Ji nuha ve spas ….!

 

Deham Ebdulfettah – Amûdê – mail – debdulfettah@gmail.com

……………………………………………………………….

 

Xekeka (1)ê

 

KAR

Danasîn :

Kar bêjeyeke guhêrbar e ( tê guhertin ) , serbixwe û watedar e , rûdanekê yan bizavekê di demeke destnîşankirî de berçav dike .

Wek : - Zîn çûye zanîngehê

                 - Şêrko nameyê dinivîse

            - Ez ê vê pirtûkê bidim te .

Diyar e , ku her bêjeyeke binxêzkirî, di van mînakên jorîn de bûyerekê yan bizavekê di demeke nîşankirî de bi xwe ve digire :

- Zîn çûye.....( bizava çûnê di dema borî de )

- Şêrko dinivîse ( bûyera nivîsînê di dema nuha de)

- Ez ê bidim ( bûyerê danê di dema paşê de ) .

Dêmek , Kar ew bêje ye , ya ku têgeha rûdan û demê , bi hev re dide .

Bi vê danasînê , jêderên ( raderên ) Karan , wek ( çûn , hatin , xwendin , nivîsîn... ) ne kar in , çiku bûyer di wan de heye , lê dem nehatiye nîşankirin . Bo vê egerê jî , jêder li ser navan hatine jimartin û nebûne Kar . Lê jêderên Karan in , anku Kar ji wan der tên .

- Çima ( Kar ) û Ne ( Lêker ) ?!

Beranberî gotina ( verb*([1]) - الفعل) gelek navlêkirin di zimanê Kurdî de hatine xebitandin . Her şarezayekî zimên , li gora dîtina xwe , navek li şûna zaraveyê([2]) ( verb ) bikar aniye :

- Dr . Qenatê Kurdo û Tewfîq Wehbî : ( Fêl - Fi'il ) ( فعل ) .

- Reşîdê Kurd : ( Pîşk ) .

- Cigerxwîn : ( kirin ) .

- Celadet Bedirxan , Kamîran Bedirxan , Feqe Huseyn Sagniç û hinin dîtir jî : ( Lêker ) .

- Mihemedî Xal û Şêx Mihemedî Merdox û hinin dîtir :( kirdar ).

- Nûrî E'lî Emîn û Ebdurehman Hacî Ma'rûf : ( ferman ) .

- Sadiq Behadînê Amêdî : ( Kar , Kirin ) .

 

Helbet van zimanzanên binavkirî , ew navlêkirinên me li jor diyar kirine di pirtûkên xwe de xebitandine .

Em dizanin ku dema navek li kesekî yan tiştekî dibe , mebest ji wê navlêkirinê ew e ku ew kes yan jî ew tişt bi wî navî ji nav celebên xwe bê nasîn . Lê ku gelek nav li yek kesî yan yek tiştî bibin , bêguman ew kes û ew tişt bê nav dimînin . Boyî vê egerê jî , pêdivî ye ku ev kêşeya zaraveyan ( têrman ) di hemû babet û mijarên ziman û rêzimana Kurdî de çareser bibe .

 Li Kurdistana başûr gotina ( kar ) bo ( verb ) hatiye pejirandin û bi şêweyekî fermî bikar tê . Lê di nav Kurdên bakur û rojava de gotina ( lêker ) ( li ser şopa Celadet Bedirxan ) tê xebitandin .

Bi baweriya min gotina ( lêker ) cihê ( verb ) nagire . Wisan jî pirraniya wan navlêkirinên destnîşankirî.

Beriya ku em bikevin gêra mijara xwe divê ez bibêjim , ku min jî gotina ( kar ) pejirandiye û ez ê wê di vê nivîsarê de bixebitînim ([3]) .

Li gora ku hayê min jê heye , nivîserê herî pêşîn , yê ku gotina ( lêker ) bi wateya ( verb ) xebitandiye Celadet Bedirxan e . Celadet ev gotin di govara ( HAWAR )ê de ( 1932 - 1943 ) bikar aniye . Wisan jî , weku zarave ( têrm ) di pirtûka xwe ya rêzimanî de ( Bingehên Gramêra Kurdmancî ) ew xebitandiye . Li ser şopa Celadet jî pirraniya şarezayên zimanê Kurdî li bakur û rojavayê Kurdistanê ( ji bilî Reşîdê Kurd û Cegerxwîn ) di pirtûkên xwe de gotina ( lêker ) bikar aniye .

Dibe ku mirovek bipirse : Di nivîsarên xwe yên pêşîn de te bêjeya ( lêker ) bikar aniye , lê van salên dawî te baweriya xwe guhertiye û tu ( kar ) li şûna ( lêker )ê dixebitînî , gelo ev guhertin li ser çi bingehê pêk hatiye ?!

Bi dîtina min , navlêkirina ( lêker ) cihê gotina ( verb - الفعل ) nagire . Li gora pîvan û rêpîvana dariştina zimanê Kurdî ( lêker ) raweya navê kara ye ( اسم الفاعل ) , ne ku kar bixwe ye . Anku ( lêker ) ew kesê ku lêdike , ne lêkirin e .

Wekî ku em bibêjin , navê kara ji van karên jêrîn , bi van raweyan tê :

Ji ( kuştin )ê : Yê ku dikuje , ( kujer ) e

Ji ( nivîsîn )ê : Yê ku dinivîse , ( nivîser ) e

Ji ( xwendin )ê : Yê ku dixwîne , ( xwîner ) e .

Lê ka çawa raweya navê kara ji karan tê dariştin ?! Çawa ( lêker ) ji ( lêkirin ) bûye navê kara ?! Bi gelemperî , raweya navê kara ( اسم الفاعل ) ji binyata dema nuha ( reg ) , ya karên derhingêv ( têper ) û paşgira ( er ) saz dibe .

Anku : Binyata nuha + er = navê kara .

 

- Binyat ( reg ) :

Binyata Kar ew kurtebêjeya resen e , ya ku Kar raweya xwe ya watedar , pê û li ser wê ava dike . Anku , ew beşê neguhêrbar e , yê ku di veguheztin û guhertina raweya karan de , weku bingehekê (bê guhertin) ji karan dimîne .

Çi karê di zimanê Kurdî de heye du binyat jê re hene :

    - Binyata dema borî .

    - Binyata dema nuha .

  A - Binyata Borî ew binyat e , ya ku di dema borî de destnîşan dibe . Ev binyat bi veguhestina karan digel  kesê dûwem ê yekjimar ( ew , wî , wê ) tê wergirtin .

Anku , bi avêtina nîşandeka jêderî , ji jêderên karan .

 Wek :

 Jêder           dema borî               binyat

           - Bûn          ew bû                      bû ...

           - Hatin        ew hat                      hat....

           - Xwendin   wî xwend      xwend..

 - Kenîn/ keniyan ew kenî/keniya  kenî / keniya..

           - Danasîn     wê danasî              danasî..

B - Binyata Nuha jî , ew binyat e , ya ku ji karan di dema nuha de tê wergirtin . Ev binyat ji karên dema nuha bi avêtina pêşgira dema nuha ( di ) û paşkokên kesanî ( im , î , e , in ) .

Wek :

Jêder           Dema Nuha  Binyat

          - Bûn           ( ez ) dibim            ...b....

          - Çûn           ( tu ) diçî               ...ç.....

          - Nivîsîn        ( ew ) dinivîse        ...nivîs...

          - Kolan         ( em ) dikolin         ... kol....

Eger kar dariştî be yan lêkdayî be , dîsan binyata nuha ji karê nuha bi avêtina nîşandeka ( di ) û paşkokan tê .

Wek :

Jêder            nuha                      Binyat

- Rabûn        ( ez ) radibim         ra...b...( rab )

- Lêçûn        ( tu ) lêdiçî   lê...ç...( lêç )

- Daweşandin ( ew )dadweşîne  da...weşîn (daweşîn)

- Vekolan     ( hûn ) vedikolin     ve...kol..( vekol )

 

 

Navê Kara :

Berî nuha jî me gotibû , navê kara ji binyata karên derhingêv ( têper ) û paşgira ( er ) pêk tê ([4]) . Lê divê ew binyat , ya dema nuha be , ne ya borî be . Li vê gorê navên kara ji van karên jêrîn bi vî şêweyî pêk tên :

- Hilkişandin : Hilkişîn + er = hilkişîner ( yê ku tiştekî hildikşîne )

- Jêkirin :   Jêk + er = jêker ( yê ku tiştekî jêdike )

- Raxistin : Rax + er = raxer ( yê ku tiştekî radixe )

- Lêkirin :   Lêk + er = lêker ( yê ku tiştekî lêdike )

- Vekuştin([5]) : Vekuj + er = vekujer ( yê ku tiştekî serjêdike ).

 

( Lêkirin ) karekî lêkdayî ( hevbend ) e ji :

- Pêrbesta ( li ) + Cînavê kesîn ( wî , wê ) + kirin ) pêk hatiye . Anku : Li + wî / wê = ( lê ) + kirin = lêkirin .

Navên kara ji karên lêkdayî jî , weku karên xwerû û dariştî pêk tên , nemaze yên ku bi karê ( kirin )ê re saz dibin .

Wek :

 - Sorkirin : Sork ( Sork + er ) = Sorker .

 - Zînê hêkan sor dike ( ew Sorkera hêkan e )

 - Rastkirin : Rastk ( rastk + er ) = rastker

 - Tu şaşiyan rast dikî ( tu rastker î)

 - Û ( karker , xebatker , zîvker ... )

 

Wilo jî :

 - Ji ( çêkirin )ê ----------- çêker

 - Ji ( jêkirin )ê ------------ jêker

 - Ji ( pêkirin )ê ------------ pêker

 ...Û ji ( lêkirin )ê --------- lêker

 

Berçav e , ku li gora vê pîvanê bêjeya ( lêker ) bi wateya ( verb - الفعل) nayê , lê wateya navê kara ( yê ku karê lêkirinê dike ) bi xwe ve digire .

Ji ber vê yekê jî , min gotina ( kar ) li şûna ( lêker ) bikar aniye .

 



[1]-Verb : Ingilîzî ye, anku (الفعل).

[2]-Zarave : Navlêkirin ( têrm ).

[3]-Beriya vê nivîsarê jî min zaraveya ( kar ) di her dû pirtûkên xwe de ( Nav , Cînav ... ) bikar aniye .

 

[4]-  Binyata nuha : ne ji hemû karên derhingêv bi wî şêweyê li jor der tê . Em ê vê mijarê paşê , di cih û dema wê de rave bikin .

 

[5]- Li Herêma Behdînan , Vekuştin Serjêkirin e ( serbirrîn e ).

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org