|
Nivîsên din yên Nivîskar: Ebdil Mecît Şêxo :
Vegere destpêkê
|
Kovanek di dergûşê de dişewite
Ebdil Mecît Şêxo
Helbesta min
Keçîn e,
eger kesek evîndarê
xwendina wê ye ,
tenê bila bi ava çavên
keçika min Loriya avdas
bike .
Helbesta min
Keçîn e,
eger kesek evîndarê
şûkirina wê ye,
tenê bila ruyê xwe
li berbangê
bi nîgaşên fireşteyên
pêçekan,
bi axa kolanên bajarê min
EFRÎNÊ bişo
û limêjên dildariyê,
ji stêrkên bîbekên çavên
LORIYA re
Li ser gira Endarê bixûne …..
Helbesta min
Keçîn e ,
eger dayikek dilkizirî,
dixwaze wê bixûne,
tenê bila bi axînên Loriya,
serê xwe bişo,
û li ber lingên wê
ji Zerdeşt re li mêjan bike !
Efrîn ,2010
Vegere destpêkê
|
 |