|
Nivîsên din yên Nivîskarî:
:EZ IM KURDISTAN!
Va Iro sersal hat
Vegere destpêkê
|
BAZ Û ŞÊRÊN MÎROVAN!
Bazek çêbû li welat!
Keç û xortan kir xebat,
Rextê bomban hilgirtin
Her der dikê çate, çat!
* * *
Ji jorda xwe berdan jêr,
Tev dijminan dikin bêr,
Bûne gurlê serê çîyan,
Ji dijmin re nema xêr!
* * *
Dijmin dikê qîre wîr!
Ji ber Baz û şêrên jîr,
Dijmin pê re narê ser,
Kir qelêşî û pîsîya gir!
* * *
Dijmin kirin har û dîn,
Wekî hovan kir zûrîn!
Bankir Emerîq, Elman,
Kurd dikujin zarî û jin!
* * *
Navê xwe dane cîhan,
Şoreş kirin Kurdistan!
Pirr dikujin nemir bûn,
Serxwedan û berxwedan!
* * *
Şoreşgerên li Kurdistan,
Sîleh şorin û qehreman,
Di cengê da wek piling,
Rextên bomban li minan!
* * *
Bi keleşqof tev mêrîn,
Bi kesayet û wek zêrin,
Ronayî dan gelê xwe!
Pêhlîwan nemir û şêrin!
* * *
Zanibûn rabûn ser xwe,
Bêr dikin dijminê xwe,
Dijmin bû Rûvî û Çeqel,
Bankir Abûropa xwe!
* *
Gêrîlan kete nav çîyan,
Dijmin li her der kutan,
Pirr nêzîke rizgar kin,
Welatê xwe Kurdistan!
* * *
Di rizgar da çêh bikin,
Ristek xwaşik lê bikin!
Serok bînin ser komar!
Hevalên jî dor bikin.
* * *
Tev çêbikin serxwebûn,
Gûl û gupik tev hebûn,
Feqîr bibê xwudan war,
Nema kuştin û tinebûn.
* * *
Bikin şahî û şêhnayî,
Her der bikin ronayî!
Ew nemirên bi rûmet,
Bîranîya wan pêk anî!
* * *
Alê bigrin hildin jior!
Kurdê ciwan werin dor,
Cihan werê Kurdistan,
Li her derê jîyan dor!
* * *
Tev ciwakê pêk bînin
Doza mîrov bi rê xînin,
Netew nemînin bindest,
Jînê xwaşik pêk bînin!
Feqîr Ehmed
20.12.1993
Feqîr Ehmed
Vegere destpêkê
|

|