pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Fûad Sîpan:

- KEÇÊN DERSIMÊ YÊN WENDAYÎ

-ZIMANÊ KURDÎ BÛYE BAZARA QEŞMERA

 

-DENGBÊJ RESOYÊ GOPALA

 

Vegere Destpêkê

 

GELO SEROKWEZÎRÊ TIRK ERDOGAN MASON E?

 

FÛAD SÎPAN

Almaniya, 29.04.2011

 

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Ev demeke serokwezîrê Tirk li ser hilbijartina ku wê di 12ê meha şeşan de çê bibe di axaftinên xwe de dibêje dema ew di sala 2002-an de hatin hilbijartin ango desthilatî li Tirkiyê kete destê wan, ew çirax ango şagirt bûn. Dema ew cara dudiyan jî bi serkeftî hatin hilbijartin, ew bûne kalfa (kesê di navbera çirax û hoste de). Heger ew vê carê jî bêne hilbijartin dê wek hosta karê xwe berdewam bikin.

 

Ev gotinên Erdogan bingeha felsefa Masonan tîne bîra mirov. Çimkî çiraxtî, kalfatî û hostatî rêbaza Masonan e. Niha îro jî gava yek bixweze bikeve nava refên Masonan dibê bi çiraxtî dest pêbike û heger karê xwe baş bike wê hîngê qat bi qat berjor biçe.

 

Lê tişta ku bala min kişand ewe, ku heya niha ti kesî li Kurdistanê û li Tirkiyê behsa vê mijara ku ez dikim nekiriye û ji Erdogan nehatiye pirsîn, ka gelo ew Mason e?

 

Belê hilbijartin nêzîk dibin, rojev jî gur û germ dibe. Meydan jî dibin qada çalakiyan. Mixabin vê carê jî derfeta ku Kurd bi navê partiya xwe têkevin hilbijartinan nebû. Lê dîsa jî bi îmkanên namzetên serbixwe dê mimkin be ku Kurd vê carê ji carên din bi hêztir têkevin parlamena Tirkan. Heger nêrîna min bê pirsîn, ez ne li gelim ku Kurd çareseriyê di parlamena Tirk de bibînin. Çimkî sondxwarina destpêka perlamenê pirensîbên Kurdan binpê dike. Loma ez rast bibêjim, ez bixwe nikarim bi wê sonda ku li ser “şeref û namûsa miletê Tirk” goya yê “mezin” tê xwendin bijîm.

 

Mixabin Kurdan ji derveyî parlamenê hêza xwe li dijî vê sonda Tirkan bikar neanîn ku ew bê guhertin. Lê dîsa jî çi dibe bila bibe divêt Kurd berpirsiyarên xwe yên welatparêz, rewa û meşrû hilbijêrin. Xwezil li Kurdistanê partiyên Tirkan yek dengekî jî negirtana.

 

Jixwe vê carê Erdogan niyeta xwe baş rayê Kurdan da û Kurdên heya niha li dev û dora wî civiyabûn, diçûn dihatin nexistin namzet jî. Ji alîkî ve jî ez vê helwesta Erdogan baş dibînim. Çimkî qet ne layîqî wan Kurdan e, ewên ku dengên xwe di parlamena Tirkan de ji bo êrişa başûrê Kurdistanê dane teskerê. Mafê wan nîne ku yek rojê jî Kurdan bi derewan be jî temsîl bikin.

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org