Gmail:kaksharoremar@gmail.com
Sal 1988 bû. Rojên dawiya zivisatnê bûn, lê bihara Kurdistanê weke her carê dîsa zû hatibû. Tenê çend roj ji Newrozê û hatina biharê re mabûn. Min dîsa çanteyê xwe amade kiribû ku bi çend hevalên xwe re herim ger û geşta herêmeke Kurdistanê. Hemû bihara ev bibû karê me. Vê carê me pênc kesan biryar dabû ku herîn bajarê Xusrew û Şirînê, ziyareta Taqî Westan û Kirmaşana dêrîn. Me zanîbû ku li Kirmaşan û Îlamê bihar di nava rojên zivistanê da bûye yek û bêhna gul û gulzara evîna jiyanê di çavê herkesî da rengîntir kiriye.
16ê adarê berî nîvro bû ku Seher TV û radioya Îranê dest bi belavkirina xeberekî gelek nexweş kirin.“ Rejîma Baasa Îraqê bajarê Helepçe bi bombên kîmyayî bombaran kirin… bi hezaran kuştî û birîndar hene û…“ û ew dîmenên fermana Kurda hemû ekran tijî kiribûn. Zarok li ber singê dayikê, bab û kur, xwişk û bira, pîr û ciwan, ajel û heywan, dar û dirext… tev bi ser hev da ketibûn. Her der wêran û di wan kêlîkan da dûmana spî ya bombeyan li herêmeke berfireh riha insana distand. Me jî nedikarî tiştekî bikin!! Tenê nêrîn û temaşe û bes!! Mejiyê mirova disekinî, kesî nedizanî çi bike û çi bêje. Ji me Kurda re dîtina van dîmenên terajîk bêhisab nexweş bû.
Bihara me wê salê bi wî bayê reş dest pê kir. Wek insanekî min çendîn cara ji xwe pirsî:“ gelo di kuştina van zarok û gulên nûgehiştî de, sûçê min, guneha me Kurda bixwe çiye û çiqase?! Kî bûn sedema vê fermana ji nişkave?“
Ez hêşta jî li pey bersiva van pirsan im û ezaba wijdanê dikişînim ka çima kesî ew “Kurdên suçdar” jî mîna
Elî Kîmyayî û Sedamê cinayetkar mehkeme nekirin?!. Ew cinayetkarên nava me bixwe li kune?!! Çima kesî hisab ji wan nepirsî?...
Ew sala şerê Îran û Îraqê ya dawiyê bû. Giraniya şer dîsa ket ser singê axa Kurdistanê. Partî û rêxistinên ku hingî alîgiriya Îranê dikirin YNK, PDK û partiyên din yên Îraqî bûn. Pêşmerge û şervanên wan bibûna darê destê pasdarên Xumêynî û li pêşberî wan fanûs vêxistibûn. Elbete li gor fesefa” Dijminê dijiminê min, dostê mine” karekî durist dikirin, lê analîza wan li ser hovîtiyên Baasiyan lawaz bû. Bi dehan salan şerê wê rejîmê kiribûn, lê hê jî nedizanîn çawa pê re tevbigerin!. Ev bêhêzîya wan bû sedem ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin. Rejîma îslamî ya Îranê bi rêyên herî dijwar û dûr ji exlaqê insaniyetê partî û bizavên azadîxawaz li rojhelatê Kurdistanê serkût kiribûn. Şoreşa gelên Îranê ji rêya xwe ya rast derketibû û komara îslamî bêhnkişandin di singê mirovan da binbirr kiribûn. Jiyan fetisîbû. Jiyana siyasî li rojhelatê welatê me ber bi mirinê ve diçû. Êca di rewşeke wiha da hinek partiyên rojhelat jî ketin davika Baasîyan û li dijî Îranê hevkariya wan kirin. Ji her du aliyên Kurdistanê ne stratêjiyek hevpar, ne diyalog û ne jî bêalîtî. Ma xwelîserî ji vê mezintir? Ma malwêranî ji vê kambaxtir?! Dijimina li her du aliyan Kurd ji xwe re kirinên palên pêşo. Dîsa Kurda derfetên mezin û dîrokî jid est dan.
Komara wehşetê ji Mako heya Îlamê hemû Kurdistan tijî qirargehên leşkerî kirin. Baasiyan jî Enfal dabûn destpêkirin û di rewşeke wiha da dema pasdar û pêşmerge li kêleka hev dîtin, hemû jehra xwe ya tunekirinê bi ser serê feqîr û hejarên bajarê Helepçê da rijandin. Dîsa siyasetemdarên me bûn rûreşên doza gelê xwe.
Bihara wê salê ji Kurdan re kirin bihara mirin û awarebûnê. Ew birîn hêşta jî nekewîne. Hêşta jî qêrîna Helpeçê bê bersive. Hikûmeta Kurdistan û Îraqê hêşta jî Helepçe nekirine xwedî wê rûmeta ku li cihanê jê re heye. Hêşta jî ciwanên wira ji bêkarî û îmkanên kêm dinalin. Kes bi hewara wan re negehişt. Helpeçe hêşta jî wêran e û hemû biharên wê xemgîn in.
Gelo ka bêjin yê hêsirên dayik û xwîşkan ji bo wê roja reş heya kengî bibarin?! Em çawa dikarin wê xema giran ji bîra wan wilatiyên xwe bibin?
Helepçe bû êşeke giran, lê navê wê hink dengê doza Kurda ya rewa gehand guhê cihana bêedalet. Ji ber wê jî divê em tev xwe deyndarên “Helepçe”yên Kurdistanê bihesibînin.
14. 03. 2011 ROJ TV