|
Nivîsên din yên Nivîskar:
Nizar Yosif:
Mirin birçiye
-Kimlik a dusum êbê terî
-Mihemed Şêxo dengê azadiyê
Vegere destpêkê
|
Gurmîna Helebçe
Nizar Yosif
Hilgirên jehrê
Ax a deştê berba kirin
Xurîna tirsê
Sih berda ser çiya
Tav wenda kir
Gerdon behitîn
Nevînên pêjna mirovan
Barên şewatê
Ber jêr de barandin
Bi gurmînê re
Drûşmê zuha
Hertişt lewazkir
Firok wêran bûn
Lîs qemiyan
Çêlîk çengo bûn
Çav li nikilên birî
Toza jehrê ba lewitand
Çêre veguherî
Kaniyên şêlo
Û xuncên xetimîn
Donkirtin,,,,,
Leylanê rewş berze kir
Mirovên mîrate
Kavilên wêran
Makên guhan zuha
Şehtên bê çare
Devên hişk bûyî
Axê maçî dikin
Cendekên xewa dawî de ketin
Tifalê di hembêza xewgiran de
Ji bihna sêvan
Verêja dû û ewran
Giyan ji terman dagerand
Encam ên doza şehitî
Tov di zivistanê de meyî
Tavê çav raber kir
Roj ji zagrosan behî.
11,06,10
www.myspace.com/nizarmusic
Vegere destpêkê
|
 |