pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskar:

 Sedat Yurtaş

Vegere destpêkê

 

 

SEDAT YURTDAŞ

Zoe

 Sedat Yurtaş

Du meh berê, dehemîn salvegera zewaca me bû. Me deh salên gilover, deh salên zîvîn, zêrîn; deh salên almastî li pêy xwe hîştibûn. Me yê êdî, salên ku mîna avê ji emrê diçûn, ji wan salan ji sala yanzdehan bixwaraya.

 

Min û kebaniya xwe, di nava van deh salan da, du qîzên ku her yek ji ya din xweşiktirîn bûn, anîbûn dinê û me ew bi çav û dilên têrbûyî digîhandin. Ew bibûn armanca me, hêviya me bibûn pêlîstokên me.

 

Ji qîzan a mezin neh salî û ya piçûk jî heft saliye. Herdu jî dixwînin û herdu jî di polên xwe de serkeftîne. Li rex xweşikbûyîna xwe zar şêrîniya wan jî, herçî ku diçe zêdetir derdikeve pêş.  Ya mezin li ser darê diya xwe; bejin dirêj, por û çav qahweyî, devilken û bi rû yê xwe yê genimî; li ber dilê me heyvbanûyek e. Ya piçûk jî mîna ku ji zerika hêkên gundan derketibe, welê, ji zeriya zerîyek rasteqîn e. Ji xwe ji ber yêkê, tevda li diya min a ku di heftê û heft saliya xwe de jî, ji xweşikbûna xwe tu tiştek wenda nekiribû, lê çûye. Loma efareya me, –em êdî zarokek din navên- mîna peykerek xwedawendaya yewnanî; bi pora xwe ya zer fîlik fîlikî, bi çavên xwe yên şînî biçirûsk, bi dev û lêvên xwe yên lihevhatî, tavbanûyek e.

 

Bêşik, wê herdu jî bi tevlî hemû masumiyeta xwe, bivênevê dê dilê gelek xortan dax bikin!

 

Rojê, mîna her rojên me yên xebatê, bi qiqilîn destpê kir.

 

Berê ez rabûm û min ji bo xuriniya herdu banûyan, ji her yekê re hêkek nîvkelî û piyanek şîrê germ amade kir. Mîna elimandina xwe ya, çend salên dawîn, di dêleva şekir de jî kevçiyek hungivê pêtagên çiyayî kire nava şîr û tevda. Ji bo dayikan wan jî, boneya di salên pêş de menepoza wê rehet derbas bibe, piyanek şîrê rijî danî ser maseyê. Min ji xwe re jî neskafeyek sade dagirt.

 

Heta qedandina min a neskafeyê re, her sê jî rabûn. Min rihê xwe kûr kir. Serê xwe şûşt. Diranên xwe firçe kirin. Porên xwe yê, ku êdî li serê qafê min de yek têlek jî lê nemabû, bûbûm serzilût, zûha kir.

 

Di wê navberê de, diya banûyan ew herdu amede kirin û dane serwîsa wan û herdu şiyandin dibistana wan.

 

Min jî cilên xwe li xwe kirin şûnde demeke kin li benda jina xwe sekinîm û di pêy re em bi hevre ji malê derketin û me deriyê xwe li şûn xwe de girt.

 

Min ew di pêy ramûsanek xatirxwesinê, biçûk ya ji gepan re, danî ber dibistan a wê, ya ku lê mamostetiyê dike û berê xwe da cihê xwe yê kar.

 

Dema ez dest bi kar dikim, bi rastî jî hemû tiştan ji bîra dikim. Êdî ji bo min, hew karên ber min heye.

 

Dayîn û hatina me ya wê rojê çiye? Kê çi xwestiye? Çiyê me kêm e? Em ê ji kê rê û ji kêrê çi bixwazin? Dosyayên me yê ber amedebûyînê hene, an na? Astengî li kêrê heye? Kî li kêrêye? Kî yê here kêrê? Kî yê ji kêrê were? Hatin û çûyîna bikiran û hwd…

 

Ez heya esirkê, bi tempoya xwe ya her rojîn, bêyî ku tişteke din bînim bîra xwe xebitîm. Lê dizanim di esirkê de herdu banûyên me ji dibistanê vedigerin malê. Wê rojê jî, di pêy vegera xwe ya malê re, ji min re telefon kirin. Ji xwe bi telefona re ez jî hay ji xwe bûm, ku wê rojê, salvegera zewaca min û diya wan e! Baş bû, ji ber ku, min di nava xire cira karê rojane de, yekser roj ji bîra kiribû, bi tevahî ji hişê min çûbû!

 

Çawa ku axaftina min û banûyan ya telefonê de bi dawî bû, min tavilê ji restoranta ku di bajêr de ya herî berbiçav e, lê cih veqetand û demildest telefonê jina xwe kir. Mîna ku min, ji serê sibehê de salveger dizanîbû û ji bo amadetiyê li benda wê gavê sekinîbim; min pîrozbahî da jina xwe û min ew ji bo şîva êvarê vexwend derve û jê xwesteka haziriyê şevê kir.

 

Di pêy telefona banûyan re, min jî, dev ji hemû karên xwe yê buroyê berda û tavilê dest bi haziriyên şeva salvegerê kir. Di dawiya rojê de, ez bi awayekî amade çûme mal.

 

Hevala min ne li mal bû. Ji bo ku porê xwe çêbike çûbû kuaforê. Min jî avek li xwe kir. Cilên xwe gûhertin û bêhna xwe ya teze ve herdu banû, ku êdî bi hêsanî dikarin li mal bi tenê bimînin, li malê hiştin û min bi erebeya xwe, jina xwe ji kuaforê wergirt. Em çûne restoranta ku li terasa avahiyek bilind, ku bajar di bin lingan de mîna deryayek bi çira xuya dikir, li maseyekê qeraxek bêdeng rûniştin.

 

Pir neçû, di bin şewla mûman de, min şanpanyayek da teqandin. Kef û qapax bi mîtroyan bi hewayê ketin. Em mîna du zarokan pê şabûn. Pîyanên me hatin dagirtin. Min cixareya ku dema alqol vexwara bi kêf dikişand, yek pêxist û jê gûmek daqûltand hundirê xwe û piyan bilind kir:

 

“Ji dehemîn salvegera me re!.. Noş!..”

 

Me pîyan bi çingînî li hev xistin. Me herduyan gumek bi kêf jê vexwar û pîyan danîn ser maseyê ber xwe.

 

Di vê navberê de, garsonan pêxwariniyên ku me neqandibûn yek bi yek dianîn û li ser maseyê rêz dikirin. Mase hêdî hedî bi firaqên xwarinan tijî dibûn. Hîn me xwarina xwe ya esasî negotibû, ku min ji berîka xwe qutiyek biçûk ya bi kaxiza dîyarîyan hatibû xemilandin, derxist. Girêka qurdaleya wê ya sor verist. Ji nava wê qutiya ku ji qumaşê qedîfeyê lacîwerdî hatibû pêçan, vekir û welê dev vekirî dirêjî jina xwe kir;

 

“Ji bo bextewariya min a deh salan ji te re diyarî!.. Evîndaramin!”

 

Tê de gustîlek mirarî ya yekevir şewq dida. Pişirî. Çavên wê diçirûsîn. Keniya. Bajar jî pê re keniya. Bi zimanek şîrin:

 

“Tu û surprîz!..”

 

Got û destê xwe dirêjî, qutiya cihê gulîsta mirarî kir û qutî girt. Bi dilbojokî lê mêze kir. Ji wê gavê tahmek bêtarîf digirt. Loma, di heyama merasîmekî de, gustîl ji nava qutiyê derxist. Ji her aliyê wê ve lê mêze kir. Bi eynî hewayê de, danî hundir qutiyê û destê xwe yê rastê, ku bêyî tiliya qelaqûçik û ya îşaretê, di her sê tiliyên wê de jî gûstîl hebûn, nihêrî. Gûstîla di tiliya xwe ya nîşanê de bû derxist û ew gulîst derbasî tiliya navînê ya destê çepê kir. Bi qesta ez têxim tiliya wê, li min mêze kir, ku ew jî qutiyê dirêjî min bike. Lê min gote;

 

“Na.”

 

Bextewarbûm. Bi nefes girtina min re, sînga min bi bextewariyê hîn tije bû:

 

“Dixwazim li te temaşe bikim…”

 

Gûstîla nîşana salvegera dehemîn, di tiliya xwe re derbas kir. Çend caran, di tiliya xwe de çerixand. Bi cih kir. Destê xwe hinekî bi pêşte dirêj kir. Mina eyarekî pirî girîng bidê, destê xwe ji zendê berjêr xwar û rast kir. Tiliyên xwe şidandin, ji hev vekirin. Tiliya nîşanê rakir û danî. Hew dibû! Pir xweş lê hatibû. Çirûskên ji yekevira mirarî bilind dibûn, bi çirûskên çavên wê re dibûn yek. Yekevir û çavên wê bi hevre diçirûsîn. Kêfa wê, ji rû yê wê yê hezkirin tije dihate xwendin. Serê xwe rakir û bi pişirînek nedîtî xweş:

 

“Gelek sipas dikim, evîndarê min!” di pêy re, bi tevlî keserekê serê xwe bi herdu aliyan ve hejand. Bişirîna rûyê wê winda bibû û lêkir;

 

“Dîsa bizanibe ku tu mazeret, jibîrkirina te ya roja me ya zewacê, nade efû kirin!..”

 

Li ser hukmê wê ya bibiryar, vê carê bişirînek bi nexweşî li ser rûyê min venişt. Ji bona, ji nexweşiyê li ser rûyê xwe bifilitim, keniyam. Lê kenê min tahmsarkî bû.

 

Rexneya wê di cih de bû. Bi rastî jî, min salveger malveger bi tevahî ji bîr kiribûn. Mazeretek min tune bû. Loma, min mîna her car lêborîn xwest û min xwest ku ez bibêjim;

 

“Kar û xebat û lebat û…”

 

Destê xwe yê bi gustîla mirarî li hewayê bi maneya “Bibire!”mîna şûr livand:

 

“Yanê tu lêborînê bixwazî, bi ya te her tişt temam dibe, ne wer!?”

 

Hewal bi pirsekê şîrove kir.

 

Min dengê xwe nekir. Lê di hişê xwe de bir û anî. Çûm salên me yên berê. Salên me yên serê zewacê. Bi rastî jî di nava wan salên ewûlî de, min hemû îmtîhanên mêjû û cihan bi serkeftî didayê. Wê çend mehan carê ji min dipirsî, ka ez pê derdixim an na:

 

“Cara yekemîn, em li kêrê rastî hev hatin?”

 

“Di parka binê bedenê de!”

 

Ev bersiva kin bû. Carna min bersiv dirêj dikir: “Demsal bihar û ji mehan adar bû. Huvdê mehê saet li dora şeşan bû. Tu mîna guleke nû pişkivî, ez xortekî ji xwe bawer, em pêrgî hev hatin. Ez ber bi derketinê bûm û tu ketî hundirê parkê. Min demeke dirêj, ji dûr ve li te temaşe kir. Heyf mixabin tu ne bi tenê bû. Axirê min ji hevalên te yên maseyê yek, ji dûrî ve be jî nas dikir. Beriya ku derkevim ez hatim, min silav li yên maseya we da û yek bi yek destên we hemûyan şidand. Gava min destê xwe dirêjî te kir bi çavên evîndarekî pir hesretmayî li nava çavên te zîq mêze kir!.. ”

 

“Temam… Temam… Lê cara yekemîn, me li kêrê destê hevûdu girt?”

 

Min ew pirs jî, bêyî sekin dibersivand.

 

“Me dansa xwe ya ewûlî li kêrê kir?”

 

“Muzîga kê lêdiket?”

 

“Cara yekemîn me li kêrê hevûdu ramûsa?” 

 

“Em kengî bûne destgirtiyê hev?”

 

“Daweta me kengî çêbû û me nîkaha xwe kengî çêkir? Şahidên me kî bûn?”

 

Rojên ji dayîkbûnan, roja dayikan û hele hele roja evîndaran divê tu nehata ji bîr kirin û teqez diyariyek ha erzan ha bûha, ji bo wan hemû rojan bihataya stendin.

 

Lê di van çend salên dawîn de, êdî ne mêjûya pergî hev hatinê, ne roja dergîstîbûyinê, ne mêjûya dawetê û ne jî roja ji dayîkbûnan dihate bîra min. Min girtina qevzek qûrnefîl an beybûn an çîçekên biyanî jî ji bîr dikir. Axirê hîn ez roja evîndaran ji bîr nakim! Lê gava qala rojekê bête kirin, ez jî bi lez dibêjim:

 

“Min jî dikir ku bigotaya!..”

 

De ka kê/î bawer dikir, nedikir nizanim!..

 

Ji bo ku ez qet nebe, ji wan rojan hinekan bikaribim bi bîr bînim, an li ser telefona destan, an jî li ser kompiturê li ajandayan ji bo hişyariyê qeyd dikim. Bi xêra wan rêyan, car caran di wextê de pê dihesim, lê îtîraf bikim ku di wan wextan de jî romantîzm namîne!

 

Gelo ev hemû encam, di dirêjahiya deh salan de, her sibehî, bi eynî jinikê re şiyarbûn, -car caran evîna me, bihevşabûna me bi rastî jî bi tezetiya xwe ya destpêkê bibe jî- ji nava livînan derketin, gotina “Roj baş”, beriye veqetandinan, pirî caran di şûna xatirxwestinê de, bi zimanekî mekanîkî gotina “Ji te hezdikim!”, an dayîn û girtina ramûsanek biçûk, di nava rojê de hevûdu mîna peywirekê pirsîn, êvarê cardin li hev derî vekirin, bi hevre xwarin, rûniştin bi hevre , axaftin bi hevre, raketin bi hevre … Bi hevre… Bi hevre… 

 

Deh salan meriv li eynî rûyê mêzeke, li eynî dengî guhdarî bike, bi eynî laşî şa be, bi eynî nalînê bibihîze…

 

Loma pirî caran gotina rehmetiyê bavê min dikeve bîra min:

 

“Kûçik bi kûçiktiya xwe deh salan di qafekê de avê venaxwe!..”

 

***

 

Li ramaxa çaran, di şaneşînê de li ser paldankê rûniştî me. Li ber min sehpayek û li ser sehapayê jî şûşeyek JB, pîyanek bi vîskî bi cemedê tije û tebaxa fêkiyan heye. Xencî wan, li ber min ji nuwazeyên cîhanê navtenga herî xweşik ya mîna prenseseke xwezayî, xwedayî bi nazenînî dirêj bûye. Şîn û kesk li nav hev dikeve. Li ser wê çarşefa kesk û şîn, li ser boxazê, ge bi alî jêr ge bi alî jor de keştiyên bi bar û bi rêwiyan, car caran bi dengê sîrenên xwe yên bilind lê piranî bêdeng hêdî hêdî dikişên. Derin û tên. Tên û derin. Car caran takayên Lazan û motorên piçûk jî di nav pêlan de geh bi bilindbûn û geh bi daketin bi rêya xwe ve diçin. Herdu perav bi dar û ber, û bi avahiyên dîrokî, bi yalî û koşk û serayên paşayên osmaniyan û dewlemendên îroyîn giregirên bajêr û dewletê, mîna ji bihuşta vê dinê tabloyê temam dikin.

 

Du pirên ku herdû aliyên deryayê û du parzemînan yextiyar bi hev ve girê didin, mîna gerdeniyên ji mirarî li ser hustî û sînga bajarê qedîm cihê xwe girtinin. Dîmen a xweşik meriv dikşîne nava xwe. Meriv bi hayadarî, mîna di nava tabloyeke zindî de be. 

 

Meriv bi şînahiya ezmên re, bi şîn û lacîwerdiya deryayê re, bi kesk û zer û sorbûniya pelan re, bi rêwîtiyan keştiyan re, bi weşîna bayê êvarên re, bi sorahiya asoyê re dibe yek. 

 

Car caran bêyî ku haya min ji min hebe, destê xwe dirêjî tebaxa fêkiyan dikim, jê dîlimeke şeftalî an hebeke tirî digrim û davêjim devê xwe, an jî ji piyanê gumekê xurt vedixwim. Ji bo ku ji vexwariniyê hemû şaneyên ziman, diran û pidiyên min tahmê bigrin, hêdî hêdî dadiqultînim. Dixwazim bi tevahî ji xwe ve biçim. Mest bibim. Di wê taloyê de bihelim.

 

Lê, di rastiya xwe de, ez çiqas bala xwe bidim dîmenê, hişê xwe bidim xwarin û vexwarinê jî, ne hişê min li ser wê dîmena ya herî xweşik, ne jî li xwarin û vexwarinên li ber min e. Nerina min a dîmenê jî, xwarin û vexwarin min jî, mîna karekî mekanîkî, ji xwe bere ye. Çavên min, guhên min, mêji û dilê min li ser zingilê derî ye. Hest û bala min, li ser dengê derî de kilît bûye. Di wê gavê de, dengê derî, dengê zingil, ji bo min ji şîniya ava deryayê, ji şîniya ezmanê pak sayî, ji çilqînî û pêlên deryayê, ji hewa û bêhna deryayê jî giringtir e. Ew hemû yek bi yek tiştek in. Lê dengê derî her tişt e!

 

Di pêy deh salan re, di serê sala yanzdemîn de, cara yekemîne ku dikim… Ji ser riya xwe ya rast, ser riya xwe ya ewle, ji ser riya xwe ya pak… Ji bo bêhnekê, ji bo demekê, ji bo qederekê dagerim. Lê dizanim ku hemû vegerên rêyan, bi nîşek piçûçik ve an di çavqirpînekê de pêk werin jî, êdî ew rêwî di ser rêyek nû de ye. Rêwî, êdî bi rê ve tê girêdan… Bivênevê rê dibe qederek nû. Jiyan arasteyê ciheke din dibe. De êdî ew rêya nû, qiyameyeke, an serberejêrek an şiverêyek an bulvareke, kes nizane. Divê meriv pê de biçe. Xetere hevalcêwiyê heyecanê ye. Heye ku hemû tahm di wê nediyarî, nezanebûniyê de be!

 

Bi vegotinek din, dikim xwe ji bo sedeqata deh salan xelat bikim. Bi vegotinek dîtir, dikim xwe ji bo girêdayiniya tund xwe ya deh salan xwe ceza bikim. Kîjan hevok kîjan peyv rast e, di wê gavê de ez nizanim. Gelo ma îro jî dizanim?!.. Lê dizanim, rêya min ji rêya min a herdem, mîna ku meqesa trênekî hatibe guhertin, ez ji ser rayên hesinî ya rêya xwe ya deh salan çê xerab, pê de hatibûm, derdiketim. Sedem her çi dibe bila bibe, lê haya min ji min heye. Ez êdî nikarim vegerim. Dikarim, lê nikarim. Dikarim hîn wext heye li ber min. Nikarim, çimkî îbreya dilê min dageriyaye. Dawiya dawin de dixwazim vê tahma cuda, tahma gunehê mezin, tahma fêkiya tovê ji rê derketî bicerinînim. Loma, di nava wê hewa xweş, dîmena balkêş, bêhna efsûnî de dikim ku bifetisim. Qîma xwe bi ser sûştina xwe ya gaveke berê naynim. Derim rû û çavên xwe, careke din dişom. Dişom. Dişom. Xawliyê li rûyê xwe didewsînim. Didewsînim. Demekê welê bêdeng û ji xwe fedîkar dimînim. Hêdî hêdî rûyê xwe zûha dikim. Di neynikê re li xwe mêze dikim. Xwe naskirinê de dikevim şûfê. Gelo ew ez im? Çi dikim? Çima dikim? Behna xwe ji pozê xwe digrim û didim. Tebatî nakeve min. Xawliyê datînim ber neynikê, derdikevim şaneşînê. Gumeke din ji wê ziqûm a vîskiyê vedixwim!

 

Qasekî desekinim tîşortê xwe derdixim. Atlêt jî ji min re zêde tê. Wî jî derdixim. Pir naçe, vê carê li xwe dikim. Nizanim ku çi bikim. Hem dixwazim, rêya xwe ya, ku ewlabûna wî di xetereyê de ye, bidomînîm, hem jî dixwazim xwe bi her awayî bêyî ku bi qasî misqalê zerre ezabê wijdanê hîs bikim, xwe amadeyî dagerînê bikim.

 

Hestê min ê meraqê ji her demê bêtir mezin bûye, dîn bûye, har bûye, bûye lawir! Hingiya har bûye ku çavên min sor bûnin. Ger ez ji ser rêya xwe danegerim, ger ez meqesa rêya xwe neguherim, ger ez heya dawiya di vê rêya xwe ya nû de neçim, heye ku ez aqil biavêjim. Belkî lal bibim, tat bibim. Dê miraq a min jî min bi saxî bikûje têxe gorê. Ji aliyê din wijdana min, destên xwe kiriye qirrika min dike ku min bifetisîne. Sorbûna çavên min, jî êrîşa wijdana min e. Lê ez çiqas ji xwe veşêrim jî, di bin hişê xwe de, di herî kûrahiya dilê xwe de, di şaneya dawîn de, biryara dewama rêya nû, rêya ku tê de nezanîn, têde li gorî xwe sirr, li gorî xwe hestên veşartî henin, didim. Ez bi xwe dizanim. Beyî ku ji xwe re jî bilêv bikim. Lê dizanim. Bizanibim jî, teqez dixwazim xwe bixapînim!..

 

***

 

Ji wê şevê hefteyek berê bû. Fîrmaya ku ez jî ji bayiyê wanên ku malên wan pir firotibûn kesek bûm, mîna xelatkirinê gelekên me vexwendibûn geştekê. Heta nûha ez gelek caran beşdarî dawetan welê bibûm. Lê her carê min li kar û îşê xwe mêze kiriye. Di waxtên xwe yê vala de, ji bo diyariyên piçûk û cuda li bajêr li dukan û mixazeyan digeriyam. Car caran li mûzeyan, li camiyan digeriyam. Ji bo bîranîna rojên xwe yê xwendekariyê jî piranî diçûme sînemayê. Lê di serî de Boxaz, Yenikapı, Pasaja Çîçekê an jî li binê Pira Galatayê bi hevalên xwe re, bi masiyên deryayê re çend piyan araq vexwarin tahmek din bû û ji min re bes bû. 

 

Lê vê carê… Vê cara bêyom... An bi şans (!)…

 

Hevalekî min heye, -ku min heya nûha bêyî hevaltiya kar û hevaltiya bi kar ve girdayî pê ve, tu hevaltî nekiribû- bi wî re me. Di pêy teqezbûna beşdarî geştê bûyînê re, em rastî hev hatibûn. Me ji hev re qala vê geştê kir. Qala qebûla me ya daweta fîrmayê, kir. Hevalê min ê bêxêr, li ser wê yekê:

 

“Tu xwedê di hebînî, vê carê tu yê dev ji gera xwe ya her demî berdî. Nizanim ev diyarînin, ev cilin, cînciqin, ev berçavkin, tu yê dev ji hemûyan berdî û mîna însanên normal bi min re tevbigerî. Tu yê wana hemûyan ji bîra bikî. Tu yê tabiyê min bî. Min çi kir tu yê jî wî bikî!..”

 

Ez pê keniyam: “Tu dibêjî çi lo!”

 

“Te ez fêhm kirim!..” Keniya û domand. “Ma derdê te ne bese!.. Mîna ku dinyayê tu yê rast bikî! Bê te kes ji zarok û zêçên xwe hez nake!.. ”

 

“De here wê hêle!.. Ji kerema xwe re dev ji min berde!”

 

“Qet dengê xwe meke! Vê carê qet li te guhdarî nakim!..”

 

Dema ez jê dûr ketim,  ji bo dilê wî nehêlim, min gote: “Hele ez ê mêzekim!”

 

Keniya, bi dengekî ji xwe pir bawer: “Te mêze kir û temam e birakoo!..”

 

Bi rastî jî, min mîna her cara ku, wî wa bi mizûrî tiştek gotibûya, bêyî ku ez li ser bisekinim, dikeniyam û jê dûr diketim. Min tu bersiv nedidayê. Lê ve carê, nizanim çima, min welê nekir. Min gote “lê mêzekim”. Ez bi sohbet û bi gotina xwe şaş bibûm. Loma wî bi maneya “Erê” girtibû gotinên min. Bi tecrûbe bû. Wî dizanibû kîjan gotin “na”, kîjan “erê-na” ye û kîjan rastarast “erê” ye!

 

Em ji hev veqetiyan. Ji wê rojê şûnde, di nava wan du hefteyan de kûrmek kete nava canê min. Lê ji wî kûrmî kûrm çêbûn. Kurmên ku li canê min peyda bibûn roj bi roj zêde û xurtir bûn. Bi canê min ketin û ez hêdî hêdî xwarim.

 

Min xwe dixwar. Min dizanîbû ez êdî li ber şemûga gunehan im. Ji gunehbariya min re bi tenê kertek maye. Min li jin û li zarokan xwe, li nas û kesên li derdorên xwe bi êşek bêrtarîf mêze dikir. Car caran min hewl dida ku ez têkiliya xwe bi wî hevalî re bibirim û naveroka ku wî dixwest li gera me bar bike, jê pa bikim.  Lê pir nediçû ku biryara min bixwe bi xwe digot, min êdî girtiye, ser hev têk diçû. Aşkera bû ku du hêzan di nava min de şer dikirin. Hêza ku ev deh sal bûn, maneya xwe dabû jiyana min, pirî cara êrîş dibir ser hêza maneya nûh a cuda. Hêza gunehbar. Êrîşa kevneşopiya min mîna ku ji bo demekê bi rastî jî bi ser diket. Ez di wan demana de dibûm keseke berê. Lê hêza ku dixwest min daxîne ser rêyek nû, bi carekê de hemleyek dikir ku tu haya min jê çênedibû çawa li min derdikeve û bi wê hêza xwe ve hemû serkeftinên hêza din hildiweşand. Ez di nava wan rojan de ji xwarinê de jî ketim. Min dev ji wê jî berda. Navroja min a giran hate çend pariyan. Şîva êvarê di pişt hustiyê min re diçû xwar. Ger min vexwarina alkolê zêde nekira, dê zikê min jî pir piçûk bibûya.

 

Di wan rojana de hem nerînên jina min a bêgûneh û belengaz û hem jî ya herdu banûyan, di dilê min de birîn vedidan. Digotin:

 

“Ma bi te çi bûye? Tu ewqas vedixwî?”

 

Min bi rûyeke fedîkar, li wan vedigerand: “Nizanim. Hema wa dilê min dixwaze!”

 

“Xwedê xêr bike?”

 

Hersêyan jî fahm dikirin ku tiştek heye. Lê min bi xwe jî hîn di rastiya xwe de nedizanîbû ku çiye heye. Belê tiştek hebû lê ez hîna bi sed hezar sondên bêveger li ser rêya xwe de dimeşiyam û hîn ne aşkera bû, ne teqez bû ku ez ê ji ser rêya xwe dagerim xewleyekê. Bi tenê îhtîmalek hebû. Îhtîmala ku car caran xurt dibû car caran jî qels dibû, hebû. Lê ya xerab tu car ew îhtîmal bi temamî venedimiriya.

 

Loma ez li xwe diqehirîm disincirîm, min digot hîna tu tiştek li rastê tune ye, lê ez mîna hemû gunehên dinyayê bikim, min dikir ku xwe bidim dest. Ji wan yek bi yek bexşandinan bixwazim. Min dikir ku li ber maliyên xwe rûnim û dest bi îtirafan, îtîrafên ku hîn neqewûmîne bikim. Bi fediyek giran û poşmamiyên mezin xwe bidime efû kirin. Careke din lêborînê bixwazim, lêborîna ku dê tu car neyê qebûl kirin! Lêborîna hizirîna binhişê xwe.

 

Heye ku ji ber vê yekê, jina min car caran digot:“Mesele ne kirin bixwe ye, fikrê kirinê jî heman tişt e!..” Mîn ev hevok mîna yafteya cezayê xwe di hûstiyê xwe de hilawestî didît. Girûzî diket canê min. Min bi destê xwe hûstiyê xwe yoxilme dikir.

 

Ev hevoka wê xwedê dizane, di serê min de çend caran li ser hev olan dan e.

 

Min xwe êdî ji bîra kiribû. Gelo ez li kêrê bûm? Li bende çi bûm? Dê minê çi bikira? Bêyî xwarin û vexwarinê min dikaribû çi bikira? Loma dema deriyê odeya min lêket, ez mîna ji xeweke giran de bim, welê bi xwe hesiyam. Mîna ji kabûsekê şiyar bibim, mîna ji dereke bilind bikevim. Bi carekê de li xwe varqilîm. Ji heyecanan û ji hîsa tawanbariyê dikir ku dilê min ji cihê xwe bi du felqeyî derkeve derve. Dilê min ji aliyekê de dixwest û ez bi wê hêlê dikişandim û ji aliyekê de jî nedixwest ez bi aliyê din de dikşandim. Dudilî bibûm. Xwêdanek hate min, ku ne ji vekirina derî bû ya, divê min careke din serê xwe bişûştaya.

 

Çavên min tarî û çongên min sist bibûn. Min xwe bi zorê li piya werdigirt. Bêhnekê, bêyî ku tu tiştekî bikim, welê di cihê xwe de sekinîm. Hişê minê tevlihev yekcar serobinî bibû. Lê, de ne wexta seknê jî bû! Deriyê odeyê careke din lêket. Hêza nava min ya kevneşopiyê digot;

 

“Derî vemeke! Heya dikare bila lêkeve!”

 

Min li wê hezê guhdarî kir û derî venekir. Ez bi hemû hêza xwe ve li piya sekinîm. Ez bi ser ketibûm. Tu hêzekê êdî nikaribû ez rê derxistama.

 

Deriyo ku dê ji nezaninê re vebûya, deriyê ku dê meçhûliyê re vebûya, careke din lê ket.

 

Min hema pîyana ser sehpayê wergirt, bi carekê de bi ser xwe de kir. Qulta xwe di devê xwe de bir û anî û bi carekê de daqultand. Şewat û tevizîna alkolê ya tûj bi daqultanê re yekcar zêde bû û cihê ku jê derbas bû, bitesîr şewûtand. Ez ketime serşogê. Min di neynikê de li xwe mêze kir. Rûyê min zer û zepilî bibû. Ez kesekî ne mîna li benda hevalek kêfê, lê mîna ku li benda peywirdarên lêpirsînên bim, welê tevlihev, welê bitirs bûm. Dîsa jî lingên min ez hêdî hêdî ber ve derî birim. Hêza min a gunehbar li ber hêza kevneşopiya min gav bi gav bi ser diket. Mi nikaribû ez li ber bisekinim.

 

Min çavêk da ber rojika deri. Di korîdora dirêj a loş de, du kes xwiya dikirin. Xeletiyek hebû. Vekişiyam. Careke din mêzekir. Rast bû. Du jin hebûn. Ev çi bû?

 

Lê ez li ciheke bêveger bûm. Di nava hundirê xwe de çûm û hatim û min bi destê xwe yê lerzok, dirêjî qulpê derî kir û hêdîka vekir. Li dîmena pêş xwe mêze kir.

 

Li ber derî du jinên quspikî hebûn. Min fedî nekira, ew herdu di şûna daweta hundir de, dê tahn bidana û derî hişka li ser wan bigirta û derbasî hundir bibûyama.

 

A yek kejik, û a din jî esmer bû. Ne kejbûn kejbûnek xweş, ne jî esmerbûn esmeriyek xweş bû. Min bi bêçaretî ew vexwendin hundir.

 

Lê min di dilê xwe de gote: “Hûn di serde peran jî bidin min,tewşe!..” Ez ewqas sal ji bo van herduyên we pîsik nesekinîbûm. Min hestiyê xwe yê heram ji bona we jinên ne jin ne şikandibû. Min xwe ji bo we tu carî dê noqî nava gola ava heram bikiraya.

 

Bêçare… Em li pêy hev derbasî hundir bûn. Li hember hev ser paldankên li ber nivînan, rûniştin. Herdu jî bi tîşortên teng ê li canê wan rûniştî û bi etegên kin bûn. Laşên wan jî mîna rûyê wan meriv ji xwe dûr dixistin. Berê min destpê kir:

 

“Hûn bi zimanê me dizanin?”

 

“Fêhm dikin, lê hindik…”

 

“Çima hûn herdû bi hevre hatin?”

 

Herdu bi dengên şûh û bi helwestek dawetkar, sîngên xwe hîn pêşte derxisitin û lingên xwe hîn bi rehetî avêtin ser hev.

 

“Em bi hevre kar dikin! Ji te re negotin? Em ji hev naqetin. Lê tu miraq neke. Bes tu xwe bi destê me ve berde!..” 

 

Bi tahmsarkî keniyam… Bişirîm. Lê, di hundirê xwe de jî ji xwe re gote: “Nalet li min were, ku ez xwe bi destê we ve berdim!..”

 

Wan jî tê derdixist ku ez bi dîtina wan nekêfxweş im. Lê kirin; “Ji xwe em pir zêde pereyan jî naxwazin.”

 

Qamên wan ên kin, zikê wan ên mîna kewaran, çermên rûyê wan ên mîna koseleyê, boyaxa rûyê wan ê di rengên palyaçoyan de, ser û çavên wan ên nelihevhatî, yekcar moralê min xera dikir.

 

Min ji pakêta ser sehpayê cixareyek derxist, lê ev cixare ne ya kêfê bû, dirêjî wan jî kir. Her yekê yek jê girtin. Min cixarê wan û ya xwe vêxist. Armanca min wext qezenç kirin bû. “ Ka minê çi bikiraya?” Di pêy ewqas stres û ewqas hîsên îxanetê re, stresê dikir ku hurê min qul bikiraya, hatina wan mîna sîleyek bişid li ser çavên min bikeve.

 

Min telefon xwe wergirt û derketim şaneşînê. Min pê li numreya hevalê min ê xwediyê fikra wê şeva tevlihev a bi jan kir. Bi vekirina wî re:

 

 “Kuro ev çiye? Ev çine hatin e?”

 

Bi şeweya xwe ya lezok ez bersivand im: “Çima, çi bû?”

 

“Ma dinyayê de, ji wan hîn nexweşiktir jin nemabûn!..”

 

“Divê ji te re yeka xweşik bişiyandana.”

 

“Kuro hem dudone hem jî ne xweşik in, law mahrûmo!”

 

“Ecêbe!..”

 

Dengên kenê wî dihat. “Tu naxwazî bi şûnde bişîne. Miraq neke ez ê anuha li wî qebraxî bigerim!”

 

Min telefon girt û ez derbasî odeyê bûm. Lê vê carê halê min û halê wan, mîna em di mezatê de bin. Mîna ez li ber du laşên goşt ê zindî, li ber bazarê bisekinim. Li dora xwe û li dora wan herim û werim. Ka wan ji bo şevekê bikirim, nekirim. Kirê bikim an nekim, dihizirîm. Min careke din ji hizirînên xwe, ji xwe, ji hebûna xwe ya wê derê fedî kir. Lê, divê min biryar bidaya. Berê wan gote min:

 

“Çi bû bi te? Li devre, texsî li benda me ye!.. Bezîbeg got ku ger hûn ne ecibandin, heqê riya xwe jê bigrin û werin.”

 

Min di nava xwe de “Oox”înek kişand.

 

Tirş û tahliya wecê min belav bû; “Heqê wî çiye ez bidim!”

 

Min got û destê xwe avête berîka xwe. Wan jî li gorî xwe hemla xwe ya dawîn jî kirin:

 

“Tu bixwazî, ji me yek jî dikare bimîne! Te ji me kîjan eciband?..”

 

Beyî ku tiştekê bibêjim min sê çar qatên ku xwestibûn dirêjî wan kir. Hingiya min xwe di nava bazara goştî zindî de hîs dikir, bêyî ku li ser peyvên xwe bihizirim:

 

“Bibexşînin, ne ji bo we, lê ji bo prensîbên min nabe!”

 

Di wê gavê de ew peyva “prensîb” ji kê re hate kete nava gotinên min, nizanim. Lê ji ber ku prensîb û mirensîbên min nemabûn, ez yekcar di ber xwe de çûm.

 

“Tu yê ji me pir memnûn bimînî ha!..”

 

Min serê xwe, bêyî ku tiştekî bibêjim, bi herdu aliyan de hejand. Telesiyan wan jî ket û ew jî rabûn. Ez jî bi wan re rabûm. Min da pêşiya wan. Derî bi lez û bi giramgiriyek derewîn vekir. Li derketinê, min çawa hîs kir ku dikin tiştekê bibêjin, ez derbasî hundir bûm. Bi girtina derî re bêhna ku ez jê nepixîbûm hêdî hêdî min berda derve.

 

Di wê keliyê de, telefona min lêxist. Pezîbeg bû:

 

“Hevalê te got te ew neecibandine?”

 

“Çawa biecibînim?!.”

 

“Bila be. Ser çavan. Xem nîne.”

 

Aliyê dilê minê kevnoşipiyê digot: “Xwedê bike bibêje keseka din tuneye!”

 

Lê na! Wî tavilê gote:”Min ji te re yeka din dişiyand. Problem di pasaporta wê de derketibû. Lê wa ye çareser bûye. Ez ê wê bişînim. Tu qet meraq neke!”

 

“…”

 

“ Li bendê be. Okey?”

 

“...”

 

Min dikarî bû bigotaya, “Na!.. Ez edî tu kesî nazwazim!” lê min negot. Ez ji ser qeraxê gotinê zîvirim. Ji devê min peyv derneket. Ez jî di xwe şaş bûm û min telefon girt û bi şid danî ser sehpayê. 

 

Çûm ser nivînan û min xwe mîna laşeke rûh jê kişiyayî avêt ser. Demekê bêyî lebat dirêjkirî mam. Lê ji aliyekê jî mîna ku barekî pir û pir giran ji ser milên me hatibe girtin, sivik bibûm. Lê ji bo ku dê yeka din bihataya, careke din bar hêdî hêdî li min giran dibû.

 

***

 

Beriya ku mêvan a min were, hevalê minê xêr(ne)xwaz hate cem min. Min her çiqas careke hewl da û jê re got:

 

“Na heyran!.. Na qurban!.. Welleh ev kar ne karê min e! Ez tiştên weha nizanim. Tu were dev ji min berde. Erê, min carê got ‘Erê’; ez jî dizanim, min li te gûhdarî kir. Min jî xwest. Min digot çi? Qe nebe ezê vê carê biceribînim. Bila di çavê min de nemîne! Ezê jî mîna herkesî sibe dusibe herime gorê; tu kesekî bêyî çend mîtro caw tiştek bi xwe re nebirîye? Lê ez anuha dibêjim na!. Teqez na!. Nerehetim!.. Welleh nerihetim loo!.. Mîna kûrmên ser reş ketibin canê min. Pêlên bêhntengi yên kûr têne min. Xwêdan didim. Dev û lêv li min zûha dibin. Tu were kevirekê bide ser vê meseleyê, bila yekser serê wê bête girtin.”

 

“Kuro tu dînî, çîyî? Welleh va gilî û gazinên te reva te, hemû ji tirsa jina te ye!.. Metirse bavê min! Welleh billeh, tu haya wê jê çênabe û tu tiştek jî ji te kêm nabe!” 

 

“Bawer bike na. Ne ji wê ye! Tirsa min rehetiya min a anûha jî dê bireve. Ez ji xwe re di odeya xwe de me. Eyam xweş e. Derdikevim şaneşîn ê, ji vîskîya xwe ya bicemedê tijî vedixwim. Bêdengîyek aramîyek, dil firehîyek…”

 

Hevalê min, êdî ji pite pita min aciz bibû: “Law de hûşş loo!.. Tu wan hemû jehr û zûqûm î dikarî li her cihî bi dest bixî, lê ev tişteke din e! Bêaqil nebe, dev ji tiştên sûnî berde. Tu li birayê xwe gûhdarî bike! Emrê te bû pênce an şêst! Hîna haya te ji dinyayê tunne ye!”

 

“Min bi xwe re yek du pirtûk anîne, çend rûpelan jî ji wan bixwînim, besî min e!”

 

“Te jî pirr dirêj kir loo!.. Yekî nizanibe dê bibêje hele em li ser çi xeber didin. Mîna ku tu bi tevahî pûçî lo!.. Erê welleh!..”

 

“Law, welleh meriv nikare bi te re baş bike!..”

 

Dema mêrantiya min jî kete nava xeberdanê, ez hinekî din nerm bûm. Êdî min nikaribû ez lingên xwe bavêjim pişt tûman. Min gote: “Ev ji me kêm bû ha!..”

 

Keniya. Careke din bi ser min xitibû. Min li rûyê wî mêze kir, li ser rûyê wî bişirîna kesekî serkeftî hebû.

 

Bêşik ew ne mîna min bû. Ew bi tam maneya gotinê ve dijiya. Ew ji jinekê diçû yeka din. Ji çavên yekê, ji lêvên yekê, ji bejna yekê, ji zar şêrîniya yekê … Ji yekê…  Ji yekê…  Hema ji hemûyan hez dikir. Ji xwe wî ji bo hemûyan peyva “hezkirinê” bikardianî. Bi kîjanê re xeber bida, rastê kîjanê bihata, ji kîjanê biqetiya jê re bi hemû baweriya xwe digot: “Ez ji te hez dikim!” Wî ha bi pereyan ha bi hevaltî, ha nizam bi çi awayî bûya xwe mîna evîndarekî rasteqîn nîşan dida. Û bi wan re dibû heval, xwe bi wan didan hezkirin. Carnan bi salan hevaltiya xwe didomand. Hema li her bajarê ku rêya wî pêdiket hevalek a wî hebû. Carnan di eynî bajarî de çendek çêdibûn. Dikaribû di eynî demê bi çendekan re be. Sibehê bi yekê, nîvro bi yekê re, êvarê bi yeka din re...

 

Êdî ji evîndariya bi derewan bû an mucizeyên bihevşabûyînê, an livîna derveyî “prensîban” ew her tim mîna dîk li ser xwe bû. Salan bi wî tiştek nedikir. Hîn di porê serê wî de tayek sipî tune bû. Herdem çeleng bû. Hemû cilên wî bijarte bûn. Porê wî hem dem şehkirî, pak û birqokî bû. Mîna stêrkên sînemayê bû. Bi kêyf û bi henek bû. Comerd bû. Ji kesî jî da nedixwar. Lê bisekiniya, pî jî dibir xwe. Lê xwe ji tiştên politîk û ji kesên polîtik yekser dûr digirt. Ne dixwest ku ew bi semta wî de herin. Dema mecbûr bimaya jî, qiseyên xwe welê di cih de dikir, ku meriv digot hemû karên wî polîtikaye. Dinya, herêm welat jî xweş nas dikir. Dixwend. Lê zêdetir, ji bona retorîka rojane dixwend. Ji bo tiştên şairane li zer zimanê wî bin, dixwend.

 

“Zewac evînê dikûje!.”

 

“Zarok anîna dinyayê, bera her tişî li wan neheqîyek mezin e!”

 

“Do jî û sibehê jî derew e; îro, bi tenê ev gav rastiye!”

 

“Rastî evîn e, jîn e, jin e, çav in dest in, lêv û bejn e!..”

 

Feqiyê Teyran, Heyyam û Cemal Süreyya şairên herî berbiçav bûn ji bo na wî.

 

***

 

Wê şevê şeva min a xwêdan dayînê bûn. Careke din çûme ber neynikê. Min li xwe nihêrî. Halê min ê ku ez li piya bisekinim nemabû. Di wê gavê de yekî/ê hema wa hêdîka tahnda min ez ê biketama erdê! Ewqas bêçare, melûl, bitirs û bêbiryar xwîya dikirim ku ez bi xwe ji halê xwe ketim şikê.

 

Tirsa min, kesek bihata û ez nehatama ser xwe.

 

Mîna ku ez bi rastî jî pûç bibûm. Ev çi hal bû? Ev çi bela bû, min xwe tê da bû! Min xwe nikarîbû li ber neynikê bigirtaya. Min nedikaribû li suretê xwe binihêrim.

 

“Erdo tu biqelişî ez têkevimê!”

 

Wecê xwe yê tirş û tahl çerixand û derketim şaneşînê. Li boxazê, li deryaya pêş xwe mêzekir. Li pêlên deryayê. Li keştîyan, vapûran, avahî û hêşnahiyan. Min pîyana destê xwe careke din dagirt. Ji dolabê, heya ku diçûyê cemed xistê. Bi tiliya xwe cemeda nava pîyanê tevda, di pêy re tiliya xwe alast. Min pîyan ji xwe re û ji dîmenê re bilind kir. Bêhna min hinekî hate ber min. Bi vî hala minê nikaribûya  ji vîskiyê xwe li piya bigirtaya.

 

Na. Minê ew qebûl nekiraya. Bihata ber derî jî, min ê eynî mîna yên berê, çawa bi şûnde şiyandin, ew ê jî bi şûnde bişiyanda. Ma carekê min neşiyandibûn! Pir pir minê di dêleva heqê texsiyê de pênc heqê texsiyan, deh heqê texsiyan bidaya. Bila be. Bila ez ji vê belayê xelas bibûyama, bila qet nefeqa zar û zêçên min, di şûna heqekî de, bi deh heqan têketaya boxaza şofêr. Têketaya boxaza Pezîbeg!

 

Min xwest hevalê min jî bi biryara min bizanibe. Loma ez careke din bi telefona destan ve li havalê xwe geriyam. Lê an telefona xwe mexsûs girtibû an jî cihê ku lê bû birastî jî nedihate gihîştinê. Careke din lê geriyam. Na. Telesiya min jê ket. Min dev jê berda. Biryara min a dawîn nizanîba jî, de ne xem bû!

 

Erê min biryara xwe dabû, lê min çi dikir û nedikir hedûrî jî nedikete min. Ez mîna li ser dirîya bim. Ge derdiketim şaneşînê, ge diketim hundir. Ge derîyê dolaba cemidokê vedikir, ge digirt. Ge diçûm serşogê, ge min xwe li ser textê razanê xwe dirêj dikir. Ge derbasî ber neynikê dibûm û min li rûyê xwe yê ji tirsa çimlisî dinêrî. Li çavê xwe yê xewûrok mêze dikir. Heyfa min bi min hat.

 

Min bêyî ku li ser bifikirim. Hema bi carekê de, bi lez hemû cilên li xwe kirin û derbasî serşogê bûm. Ketim binê ava sar. Demekê şûnde ava sar ez anîm ser xwe. Min porê xwe, laşê xwe bi lez şûşt û xawlî li laşê xwe gerand û derketim. 

 

Ez hinekî hatibûm ser xwe. Gumîna dilê min rawestiyabû. Hinekî haş bibûm. Min laşê xwe û pora xwe zûha kir. Cilên binî yên ku ji ser xwe derxistibûn ji xwe kirin û kirin nava poşetekê û ew xistin hundirê çenteyê xwe. Ji çente jî cilên pak ên binî derxistin. Li xwe kirin. Li şaneşînê lingên xwe dirêjî ser sehpayê kirin û bêhna xwe da der.

 

Ez ji bobelatekê filitîbûm. Ev çi bû bi serê min de hatibû? Hindik mabû ku min xwe ji ser rêya xwe, şaş bikira. Meriv carnan welê paşpêşkî dibe. Ez jî bibûm. Lê şikûr ez jê xelas bibûm. Hîn wê çaxê lê hay bûm ku roj çûye ava. Tarî hêdî hêdî kirasê xwe bi hemû xwezayê û li bajêr dike. Lampe herçî dere zêdetir vedikevin û zêdetir şewqê didin. Hema bibêjin êdî min wateya wê şevê ji bîr kiribû. Min êdî dikaribû pirtûka xwe derxim û bixwînim. Min gûhên xwe bel kirin. Dengê pêlên deryayê dihiştin gûhên min. Aramiyek bextewariyek li laşê min belav dikir. Ez ketim nava hîsek welê ku min mîna ku dikaribû ava ku ji Deryaya Marmarayê dihat û di ser re derbasî deryaya reş dibû û ava ku ji Deryaya Reş dihat û di bînî re derbasî Deryaya Marmarayê dibû, hîs dikir. Ez ge bi ava şor re ber bi bakûr diçûm ge bi ava kêm xweyê re ber bi başûr. Ez mîna li ser keştiyekê diçûm û dihatim.  

 

Lê eynî di wê gavê de zingilê derî lê ket. Ez tu ne li benda kesekê bûm. Ez ava şor a Deryaya Marmarayê û ava kêm xwe ya Derya Reş bûm. Ez masî bûm. Ez keştî bûm. Ez rêwî bûm. Ez dolep ava şor û ava kêm xwêyê bûm.

 

Lê belkî serwîsa odeyê bû?! Ma wan nikaribû li derî xistana? Kê dikarîbû qedexe bikira? 

 

Rabûm piya. Pir bi biryar bûm. Ew ger ne serwîsa otêlê bûya, ew îhtîmal hîn hebû û ji hemû îhtîmalan bi hêztir bû, minê ew negirtaya hundir û heqê texsiya wê/wan her çiba ya minê bidaya û ew bi şûnde bişîyanda/na. Dê hevalê minê xêr(ne)xwaz jî, Pezîbeg jî, mêr bidîtana!.. Mêrê xwediyê soza xwe!

 

Bêyî ku vê carê ji rojikê mêze bikim, min bi awayekî pir ji xwe bawer, derî vekir.

 

Min derî vekir, venekir…

 

Min derî vekir û ez mat bûm û sekinîm. Bi hemdê xwe ve sekinîm. Ez li ber dîmenek rasteqîn bûm. Na xêr, ez li ber dîmenek nerast bûm. Li ber dîmenek zindî, ez li ber dîmenek xewn  an xeyal de bûm. Heya wê çaxê, tu dîmenekê ewqas kwîr û ewqas bilind li min kar nekiribû.

 

Li hember min…

 

Li hember min… Yeka ku… Mîna meriv xûsûsî, bi dest xwe dabûbe çêkirin... Yeka ku ji bo nûmûneya hemcinsên xwe hatibe xûlq kirin…

 

Jinikek, bi hemû bedewiya xwe ve û bi weceke bi ken li hember min disekinî. Bi dîtina wê re, hemû amadetî û biryarê min ên ku bi qûlên bêbiryarî bibûn mîna serad, tavilê têk çûn.

 

Biryar ji xwe têk çûn, lê zimanê min jî di devê min de nedigeriya. Bîbikên çavên min mezin bibûn û mîna li keremateke zindî temaşe bikim, welê bêyî pejn û bêyî lebat mam.

 

Bi dev û rû û bi çavên xwe ve keniya û gote: “Êêê…”

 

Ez hîna di devê derî de mîna peykerekî sekinîbûm: “Xêr hatî tu!.. Hundir… Were...”

 

“Min jî gote herhal tu yê min negrî hundir!..”

 

“Çawa?! Çawa?!”

 

Min axaftin ji bîr kiribû. Derî li pêy wê girt û em bi hevre derbasî dhundir bûn. Li hember hev û ser paldankên ber nivînan rûniştin.

 

***

 

Me berên xwe dane ber hev. Çavên xwe kutana çavên hev. Li hundirên bibîkên hevdû nihêrîn. Em li hevûdu bişirîn. Heyecanekê bêhempa hemû laşên me rapêça. Di wê gavê de hîsek welê li min peyda bû, ku min dikaribû bi şewla rojê, bi av û axê, bi tarî û ronahiyê, bi şeraw û nanê genimî sûnd bixwara ku em ji bo hev hatibûn dinê. Bi tenê, qedereke malkambax em ji bo demekê, lê demeke dirêj, ji hevûdu dûr hiştibû. Lê di navîna wan salan de, em her yek bi çi de ketibin, her bi çi xerikîbin jî, di kûrahiya dilê xwe de li hevûdu geriyabûn.

 

Min careke din, bi çavên serê xwe, li ya hember xwe nihêrî…

 

“Yarebiyo sitar!.. Soxil sewala kerametên te nabe!..”

 

Li hember min por reş, por dirêjek, çav hêşin çav bikenek, bijang badek, bijang dirêjek, enî vekirî enî pakek, dêm sêv, dêm bixemzeyek, poz bilin, poz bixizêmek, lêv sor, lêv ferfûriyek, diran mircan, diran birincek, çenge xweşik, çenge topek, hûstî dirêj, hûstî qulingek, gewrî zêrîn, gewrî xûmxûmiyek, bejin tenik, bejind bilindek, sîng bilind, sîng sipîyek, zend nazik, zend bibazinek, dest nermik, dest bi hineyek, tilî dirêj, tilî bigûstilek, ling piçûk, ling xweşikek,  neynûk dirêj, neynûk şînek, pêlav çermsor, pêlav eynikek, rindikek, delalek, horiyek, tîrêjek, bayek, avek, bihûştiyek, dojehiyek hebû.

 

Ez siyek bûm, lê ew hebûnek rasteqîn bû. Ez tûnebûnek ew hebûnek bêdawî bû.

 

Di pelweşîna emrê xwe de, rastî yeka wer hatibûm, ku di warê jin û xweşikiya jinê de, bejn û bal û di şîrîntiyê de, divê min ji hemû zanîn û ecibandin û tecrûbeyên xwe dev berdana. Divê min berevkiriyên dil û evîn û peroşa dil de, bigûheriyana.

 

Loma min wext û dewr û dewran û kî bûn û hebûna xwe, hemû ji bîra kir. Ez, keseke bi tenê bi wê gavê re sînorkirî mam. Min hemû dinyayê re derveyên hîsê xwe bi hemû tiştên heyî re têkiliya xwe birî. Min, ji hiş û ji binhişê xwe, ji jin û zarok û do û sibe û sibetir a xwe, hemû têkiliyên xwe birî, min xwe ji pêşerojê pa kir.

 

Dilê min, mîna dilekî xortek çardeh salî lêdiket. Dilê min beyî sekin, di rengê defekê gopalkirî de lê diket.

 

Heylo heylo!..

 

Em li zozanekî bûn. Di ser me re çiyayekî lûtkeya wê bi berf. Dora me bi dar û ber û bi hêşnahî û bi gûl û çîçek û beybûn û qurnefîlan xemlandî bû. Di rastek mezin de,  gûrmîna defan qêrîna zûrneyan bû. Govendek giran digeriya. Ez û stêrkbanû, belê ya hember min stêrkbanûyek bû ji hinda sitêrkên koma kadizan hatibû, û li hember min bû.

 

Ka em di kîjan dewrê de bûn? Em çawa çûbûn wan dewr û zemanan? Ew def û zûrne, ew govend û reqs, ji bo çi, ji bo kê bûn? Me çawan hevûdu dîtibû? Siwaran ji şerefa kê, bi çarnalî pêşbaziya beza hespan dikir in?

 

Bi dengê ya li hember xwe ez hatim ser xwe:

 

“Loo hemşerî?!.  Pezîbeg û şofêr li benda min in. Tu dibêjî çi?”

 

Ez mîna ji xewek giran hişyar bibim, veciniqîm. Li xwe varqilîm ku ez li hember jinika xweşik a dûrî tarîfan bêçare û bêmecal disekinim. Ziman bi zorê di devê min de digere:

 

“Erê!.. Helbet erê!..”

 

Cûwanikê xwe hîn wê çaxê bi min da naskirin. “Navê min Zoe!..” û bi nerîneke şûh li min mêze kir. 

 

“Ser çavan!.. Zoe… Zoe..“

 

Navê ku min bi zimanê xwe dubare dikir, di nava serê min de olan dida.

 

“Tu qet miraq neke, ev şev, şeva te ye!..”

 

Keniyam. “Zoe…”

 

Min navê wê di hundirê xwe de dubare dikir. Ez bi vê riyê hînê navê wê bêhtir hînê wê dibûm. Min xeribiya xwe xeribiya wê di nava hişê xwe de dikûşt. Min nêzikayiyek di navbera me de çê dikir. Min dixwest ku ez tirs û fediya xwe birevînim.

 

Çawa ew ji bo heqê şofêr ji odeyê derket, min jî mîna kesekî xwe windakirî, xwe avêt şaneşînê. Her tişt li ber çavên min şolî bibû. Min dîmena ber xwe bi xweşikî nedidît. Tevliheviya hestên min hîn zêde bibûn. Di hundirê min de dengekî ji kûr lê bêhêvî “Hîn firsendek heye, tu dikarî vegerî!” digot.

 

Lê min bi hêsanî didît, ku êdî tu deng li min nikare hukim bike. Mêzîna sedeqat û îxanetê li ber çavên min bi hemû giranî û hasasiyeta xwe ve diçû û dihat. Ger min derî vekira, kefika mêzîna dilê min bi alî îxanetê de, dê dabiketa. Ger min derî ji îxanetê re venekiraya, heye ku ez têketama poşmaniyek pir mezin. Loma xwe top kir û xwe gîhand ber derî.

 

Di wê navbera wan çend gavan de, di pêy ewqas salên bi sedeqet re, min welê hîs kir ku di wan şertan de îxanetê di kirasê mafekê de xwe gihandiye min. Na. Ez di rewşeke rewa de bûm. Min dikarîbû xwe û helwesta xwe biparastaya. Ne hebûna jin û zarokan; Banû, Heyvbanû û Rojbanûyê, ne beden a min a westiyayî û ne jî hestên min ên tevlihev, hebûna Zoe’yê an Stêrkbanûyê dikaribû tune bihesibandaya. Min xwe qaneh kiribû ku ez ji gûnehan rizgar, safî me.

 

Min, bêyî ku ez êdî li rojeka derî binhêrim, derî vekir. Min bi dîtina wê re, hûrikên berxwedana wijdana xwe da bi tevahî bi kortalekê de  wer kir û ew vexwend hundir.

 

Gurpîna dilê min kêm nedibû. Ez dilerizîm. Dev û lêv li min zuha bibûn. Lê divê min xwe ragirta. Ez bihatama ser xwe. Min hêz da xwe. Min deyaxa xwe zêde kir. Min Banû, Heyvbanû û Rojbanû tevlî mirûzê wan ên tirş û tahl di qûncikeke dilê xwe de binkilît kir.

 

Lê ya hember min ne keseke ji dinyayê bêhay bû. Bi halê min keniya. Gote min:

 

“Tu çi dixwazî? Çima wa ji min dûrî? Ger tu yê dûr bisekiniyayî çi derdê te hebû ku te gazî min kir? “

 

“Tu mafdar î. Ez tu tiştekê naxwazim ji te. Bi tenê dixwazim te hîs bikim.”

 

Bawer dikim ew êdî ji hûnera karê xwe bû, an ji sammiyeta xwe ya sekna jiyanê bû, nizanim bêyî ku tiştekê bibêje, mîna horiyekê bêdeng û bi hemû germî û şêraniya xwe ve mîna pisikekê, mîna zarokekê masûm, bêyî ku tişteke din bibêje an bifikire, min welê hîs dikir, nêzîkê min bû. Serê xwe da ser sînga min. Destê xwe li min lefand. Di pêy keliyekê re ji nava çenteyê xwe fotografek derxist, keçikek di rengê Heybanû û Rojbanûyê de bêyî ku haya wê ji bayê felekê hebe di nava baxçeyekî bi gulan ve tijî li ser çayirek hêşin rûniştibû, nîşanê min da.

 

“Ev keça min e!”

 

Min lê mêze kir. Jin û keçên min ên delal hatine bîra min. Lê em bibûn mîna hev! Min bi wê hineke din teseliya xwe anî.

 

Di wê navberê de wê bi şefqatek kûr, bi dil şewatek aşkera, çend caran ez ser hev bi herdû dest û çepelên xwe jidandim. Ez maçî kirim. Min tu bersiv nedayê. Min mîna zarokekî bêçare, bêyî bersîv, bêyî tevger, lê bi aramî li şevê li nefes girtin û dayîna wê guhdarî kir. Ez mîna li ber dîmenek efsûnî bim, welê beyî lebat di nava aramiyekê de mitrî bibûm.

 

Qederekê şûnde gote min: “Ez ev çend mehe têm û diharim, lê min heya nûha kesekî mîna te nedît!”

 

Li halê min nihêrî û keniya.

 

Ez rabûm. Ji bo şûşeya vîskiyê bînim derbasî şaneşînê bûm. Min çiqas li xwe dananiya jî wijdana min ez ditevizand im. Dema ez ketim odeyê:

 

“Madem em ê bi tenê wa li hev mêze bikin an sohbetê bikin, wergê ez birçî me.”

 

Min got “Aha.. Xem  nîn e.” û şûşeya vîskiyê û piyana xwe danî ser sehpayê. Pîyanek jî ji ser dolaba cemêdê ji bo wê danî. Di pêy re ahîzeya telefonê rakir:

 

“Hema ji xwariniya we çi hazir û xweş e du porsiyonan bînin!”

 

Belkî xwarin kêrî min jî bihataya!

 

Min hingiya vexwari bû, ez serxweş bibûm. Hema dipişirîm û min li wê temaşe dikir.

 

Wext zû çû an haya min ji wextê çênedibû, min hew dît ku deriyê odeyê ji bo xwariniyê lê dikeve.

 

Min tepsîya xwarinê ji derî girte hundir û derî di piştre kilît kir.

 

Çiqas wext welê derbas bibû. Min xwarin xwaribû an ne nexwaribû. Min kengî cilên xwe derxistibûn, nizanim. Dema min dengê telefona bihîst, em derbasî ser livînan bibûn. Ew mîna evîndarek rasteqîn bi weceke pir bextewar û aram, an mîna keseka di karê xwe de biserketî, li min dipişirî.

 

Telefona xwe ya destan ji ser sehpayê wergirt. Ji alî din dengê hevalê min ê zexel dihat. Deng ji ciheke qelebalix dihat. Min fahm kir ku hevalên min ên fîrmayê li min digerin:

 

“Tu li kêrê mayî malavayo!.. Bê te her kes li vir e! Zû were! Ma min negot di ser hev de wenda bibe!..”

 

Min bernameya êvarê bi tevahî ji bîr kiribû. Mîna kursiya bin lingên min hatibe pihîn kirin ez hatibim daliqandin, lê tu neêşiyabûm. Mina min xwe di dema daliqandinê de ji derve temaşe kiribe.

 

Dûşek bi lez wergirt. Pora xwe zuha kir. Cilên xwe li xwe kirin û ramûsanek pir mezin ji dev û lêvên wê girt û ez derketim.

 

Hevalên min şev pêşte biribûn. Dixwarin vedixwarin û ji keçikek kilambêj re li çepikan dixistin. Berê hevalê minê ku ez ji rê derxistbûm, pîyana xwe ji bo min bilind kir û yên dina jî pê re bilind kirin.

 

“Tu bi xêr hatî nava me!.. Noş!..”

 

Divê min devê xwe pê nekiraya lê min li wê rê jî vexwar. Di rastiya xwe de bendayak min hebû. Min xwe di wexteke xelet, li ciheke xelet, li cem kesên xelet, û di nava sohbetek xelet de didît. Min venexwara, dê çi bikiraya!

 

Wext ne diçû. Min serê gavê dixwest ka bizanim saet çi bûye. Loma min serê xwe mîna ku hûstiyê min diêşê bilind dikir û li saeteka li diwêr hilawestîbû lê diihêrt.

 

Axaftinên wan mîna kareke pir teweşomewşo dihat. Kenên wan bêxwê. Ez mîna di sikenceyekê de bûm. Wêlê dikişkişîm.

 

De de, de de şeva me ya bi hevre bi dawî bû. Lê êdî ez jî ji vexwarinê nikaribûm rabûyama ser xwe. Min xwe bi zehmetî li piya digirt.

 

Em tev bi hevre vegeriyan otêlê. Ez hinekî li derve li baxçeyê hûnik meşiyam şûnde derketim odeya xwe. Min bi zorê deriyê odeyê vekir û ketime hundir.

 

Hundir loş bû. Lê min lampe vênexist. Li dora xwe li ser textê razanê mêze kir. Wê cilên xwe derxistibûn û danîbûn ser paldanka ku êvarê lê rûniştîbû. Çentê wê li ser sehpaya ber paldankê bû. Ew jî li ser textê razanê şilf tazî raketî bû. Pîke ji ser laşê wê terişîbû erdê. Demekê min lê temaşe kir. Dûre derketim şaneşînê. Min hinek hewaya paqij kişand hundirê xwe. Herdu xawliyên serşogê li ser paldankên şaneşînê hatibûn raxistin. Wergê, di pêy min re wê jî dûş girtibû.

 

Li ser textê razanê şilf tazî mîna dergûşekê bê parastin û masûm raketi bû. Bi girtina deriyê şaneşînê re xwe hinekî livand, lê şiyar nebû. Di xeweke kûr de bû. Ez serxweş bibûm. Ez ji xwe serxweş bibûm. Lê çavkorekî jî li wê ba, dê ji bêhna xweşikiya wê fahm bikira ku horiyeke masûmî bêgûneneh mîna ji tabloyên navdaran firyayî li wê rê, li ser ranzaye dirêjkirî ye. 

 

Li ber dîmenek bêhempa bûm. Li dora xwe geriyam. Min deriyê dolabê vekir. Şûşeya ku di binî de hinek vîskî mabû girt, bi ser xwe de kir. Gumek mezin jê vexwar û xwe da ber dîmena bêhempa.

 

Ji hêkê derketîbû!.. Destên xwe li ber navika xwe girêdabûn. Herdu çokên xwe ber bi sînga xwe ve kişandibû. Xetên laşê wê bêqisûr bûn. Bejna wê ya dirêj, çermê wê yê pembeyî, ling û pahniyên wê yê piçûçik, rûyê wê yê bi aram, navtenga wê ya zirav, bilindbûn û daketina sîngên wê yê tije; xweşikî û jinanîyek efsûnî jê difûriya. Stêrkbanû daketibû jêr.

 

Min li hember wê dîmenê nikaribû xwe bigirtaya. Ne serxweşî ne jî hestên min nefsî bi min re mabûn. Hestên nû li min peyda dibûn, lê min pê dernedixist ku ew çin e. Min baş dizanibû ku gûherînek bêdeng û kûr li min pêk tê. Min xwe bi wan hizirîn û hestên tevlihev avêt şaneşîn ê.

 

Heyvek çardehî li ezmana hilawestî bû. Bi hemû îhtîşama xwe li ezmanan di nava sitêrkan de dibiriqî. Dinya bi şewqa xwe zweft kiribû. Mîna lambeyek zîvîn, dinya seranser rohnî dikir. Tîrêjên xwe berdabû ser ava deryayê. Av bi çilqînî bû. Yakomazan tê de dilîst. Vê carê şawqa yakamozan xwe li ser derdora xwe direşand. Dîmenek bê hempa bû. Di wê keliyê de hemû xweza û nebat û heywan û însan bibûn dilê wê dîmenê. Min di nava xwe de bi hemû hebûna xwe hîs kir ku ez bûme dîl. Bûm e dîlê heyvê, tîrêjên heyvê. Dîlê sitêrkan. Dîlê ava deryayê. Dîlê çilqîniyên avê; dilên yakamozan. Dîlê dîmen a nedîtî.

 

Ez hîna ez bûm. Haya min kêm zêde ji min hebû. Lê mîna ku di hundirê min de kesekî din dixulqiya. Ricifî canê min rapêça. Gelek tişt hatibûn serê min, lê ew cara yekemîn bû ku ez di nava xwe de dibûm kesekî din. Min li laşê xwe, li destên xwe, li çermên destê xwe mêze kir. Na. Tiştek nedigûherî. Yê digûherî hestên nava min. Dilê min, nerîn û zanîn a min bû. Di wê keliyê de hemû xisûsiyetên însanî ji laşê min dûr ketin; ji min vediqetiyan û difûriyan. Hestên min ên ku di bin badorên giran de hêdî hêdî li min peyda bibûn, bi tevahî ez terk dikirim. Çi hatibû serê min ku ez ji hestên cinsî rizgar dibûm.

 

Bibûm mîna kesekî efsûnbûyî. Ez bi hemû bala xwe ve bi tirêjên heyve, ku bi pêlên boxazê re dilîst, hatibûm girêdan. Yakamozan çav li min jî dişkandin. Xweşikayiyek, aramiyek, şadbûniyek hemû laşê min rapêça. Ez ji dînmenê têr nedibûm. Ji xwe ve diçûm. Ev ji ser xweşî an ji şadbûnê wêdatir cûdatirîn bû. Qederekê welê bi halê ji xwe ve çûyî bi dîmen a hemberê xwe re yekbûyî sekinîm. Nizanim çiqas wext di wî halê nîrwanayê de derbas bû. Çend salîse an çen saet. Ez bi bi dilşahiyek boş ketim hundir. Bi xwe bi xwe dipişirîm.

 

Dema ez ketim hundir, min dît ku heyvê ji tîrêjên xwe qevzek bi ser wê de jî rijandi ne. Laşê wê yê nazenîn ji şewqan vegûhezîbû peykerek zîvîn. Singa wê bilind dibû dadiket. Laşek zivînî yê zindî li hember min bû. Ew gihîştibû asteke din. Min dabû pêy û ez jî li ber şêmûga astek din bûm. Heye ku ez jî ji şêmûgê derbas bibûm.

 

Gelo kî dizane kî ji kê pêşatir e? Çi qîmeta nasnameyên me li hember kerametên gerdûnî hen in? 

 

Êdî min ne bi çavên mêrane, lê bi tenê bi çavên însanekî ku ji hemû barên xwe yê dinyawî filitî bi dilxweşiyek bê serûber lê dinihêrî. Kî çi dibêje bila bêje. Lê li min eyan bû ku ew Stêrkbanûyek rasteqîn bû û daketibû jêr.

 

Loma di hişê min de, masûmiyata wê, tev ya hersê banûyên min cihê xwe wergirt. Welê xûyaye ku, dê her û her li wê be… 

 

26 08 2007 Amed

syurtdas@yahoo.com  

 

 

 

 

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org